Endamê BMG'ê Gurz: Armanca me polîtîkayeke navenda wê kuçe û têkoşîn e

  • rojane
  • 09:04 13 Çile 2022
  • |
img
STENBOL - Endamê Koordînasyona Navendî ya BMG'ê Mahîr Gurz, diyar kir ku dê BMG li hemû qadan bendan deyne ber krîz û êrişên îqtidarê û got: "Armanca me, em polîtîkayeke navenda wê kuçe û têkoşîn be pêk bînin." 
 
Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG), kampanyaya xwe ya bi dirûşmeya "Ger em li dijî gendelî û betaliyê bibin yek em ê bi ser bikevin" dabû destpêkirin û 3 mehan li ser hev li dar xist, çend roj berê li Navenda Çandê ya Hasan Alî Yucel a li Kartalê bi forûmeke gel bi dawî kir. Pêkhateyên BMG'ê di çarçoveya vê kampanyayê de gelek çalakî li dar xistibûn. 
 
Endamê Koordînasyona Navendî ya BMG'ê Mahîr Gurz, têkildarî xebatên ku dê ji niha û pê ve bikin axivî. 
 
TÊKOŞÎNEK ŞOREŞGER
 
Gurz, diyar kir ku pêvajoya siyasî ya heyî ji hêla kedkaran ve di perspektîfa têkoşîna şoreşger de nirxandine. Gurz, anî ziman ku kampanyaya xwe ya ji bo 3 mehan jî di vê çarçoveyê de li dar xistine. Gurz, destnîşan kir ku îqtidara krîza prialî li kedkaran bar dike û got: "Me bi vê kampanyaya xwe hewl de em mudaxileyî vê krîza piralî bikin û wê teşhîr bikin. Di serî de li Stenbolê, me li gelek deverên ku me xwe lê birêxistin kiriye çalakiyên cur bi cur li dar xistin. Çendî tam ne bi dilê me be jî, lê ji bo avakirina xeteke têkoşînê pêvajoyek girîng bû ji bo me." 
 
‘DÊ BMG BIBE BEND'
 
Gurz, bal kişand ser êrişên li ser muxalefeta civakî û siyasî û li dijî vê girîngiya têkoşîna yekbûyî. Gurz, destnîşan kir ku di vê çarçoveyê de êrişên li ser HDP'ê bênavber didomin û armanca van êrişan jî astengkirina muxalefeta civakî ye ku danekeve kuçeyan. Gurz got: "Serdest ji bo xwe ji krîzên xwe xelas bikin di serî de kurd êrişê dibin ser tevahiya muxalefeta civakî. Ji darazê bigire heya bûrjûvayê, hemû mekanîzma bûne kûkleyên îqtidarê. Em bi her awayî bi pêvajoyeke bêhiqûqî re rû bi rû ne. BMG, dê tam li dijî van êrişan, bi perspektîfeke têkoşîna rewa ya antîfaşîst, antîkapîtalîst li hemû qadan bibe bend." 
 
GIRTÎGEH
 
Gurz, destnîşan kir ku girtîgeh jî di hedefa îqtidarê de ne û jixwe ji roja roj de ji bo bêdengkirin û tepisandina muxalefeta civakî pêşî berê xwe didin girtîgehan. Gurz got: "Îqtidar li gor polîtîkayên xwe yên stratejk ên heyama nû tevdigere. Ji bo tevahiya civaê bitepisîne, êrişan dibe ser girtîgehan. Qetilkirina şoreşgerên di girtîgehan de nîşan dide ku îqtidara siyasî bi perspektîfa tolhilgirtinê tevdigere. Em wisa difikirin ku di pêş de dê ev êriş zêdetir bibin. Lewma em bang li her kesî dikin ku li dijî van êrişan hesas bin. Ji bo vê tenê ne wxedîderketine wijdanî, xwedîderketineke polîtîk jî divê." 
 
KUÇE Û TÊKOŞÎN
 
Gurz, destnîşan kir ku dê li gor mîsyona damezrîner a BMG'ê tevbigerin û li dijî îqtidara AKP-MHP'ê bitêkoşin. Gurz, anî ziman ku serdest li hemberî dînamîkên civakî hiqûqa dijminatiyê pêk tînin û ger "bibin yek" dê karibin van êrişan pûç bikin. 
 
Gurz ji bo pêvajoya nû ev tişt gotin: "Dê ji niha û pê ve jî eta sereke yya BMG'ê ev be. Armanca me, em polîtîkayeke navenda wê kuçe û têkoşîn be pêk bînin. Ji lew re dê ev krîza prialî di rojên pêş de kûrtir bibe." 
 
BANGAWAZÎ
 
Gurz, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû karker û kedkaran û tevahiya gel kir ku li dijî polîtîkayên rûxîner ên îqtidarê bi perspektîfeke şoreşger tevbigerin û di bin banê BMG'ê xwe birêxistin bikin û têkoşîna civakî bilind bikin. 
 
MA / Kadîr Guney

Sernavên din

16/01/2022
09:02 Seroka Giştî ya Malên Gel: Yekîtiya çalakiyê şert e
09:01 Emeklî-Sen: Em ê di nav Tifaqa Demokrasiyê de cih bigirin
09:01 Hunermend Taşdogan: 'Xem Neke' diyarî wê berxwedanê ye
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2022'YAN
15/01/2022
21:33 Gel vexwandin mîtînga Amedê ya HDP'ê
21:13 Bila girtiyê nexweş Îsmaîl Yilmaz bê berdan
19:34 Li Şakranê tevî kûçikan davêjin ser qawîşên girtiyan
19:19 Banga malbatên girtiyan: Em ji bo zarokên xwe bibin yek
18:46 Mûrat E. yê ku polîs û notirvanan îşkence lê kirin jiyana xwe ji dest da
18:14 HDP'î beriya kongreyê belavok belav kirin
16:51 Li Mêrdînê du malbat li hev hatin
16:35 Hatimogullari: Em ê çonga xwe daneynin
16:27 Girtiyê nexweş Çabûk li ber mirinê ye!
16:17 Polîsan li xizmên Dedeogûllari dan
16:16 Nobeda Edaletê: Heke li welat hiqûq û edalet hebe em jî dixwazin
15:54 ‘Demboriya dozê efûya veşarî ye’
15:43 Dundar: Hesabê herî mezin wê ev îqtidar bide
15:41 Ji bo girtiyê nexweş Sevmîş banga berdanê hat kirin
15:01 Tundiya zilam: Jinek giran birîndar bû, 2 jin jî bi awayekî biguman mirin
14:47 Ferat Derê rêveberiya xwe ya nû bijart
14:30 82 kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:21 Li Amedê li aqûbeta Altûnbaş, li Êlihê jî li aqûbeta Dîrîl hat pirsîn
13:36 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê serdana malbata Şenyaşar kir
13:14 Temellî: Heta ku şer dewam bike wê feqîrî jî neqede
12:21 HDP wê sibê li Êlihê kongreyê li dar bixe
10:55 Ji 3 kolberan agahî nayê girtin
10:20 Li Iraqê êrişî baregeha eskerî hat kirin
10:20 Bertek nîşanî Unal ê AKP’yî da: Meseleya me ya esas bêkarî ye
09:23 Di xwepêşandana ji bo Enes Kara de 83 kes hatin binçavkirin
09:08 28 sal in li benda cenazeyê kurê xwe ye
09:08 5 sal in kurê xwe yê nexweş ê 28 sal in girtiye nedîtiye
09:08 Ji bo hevdîtin bi Ocalan re bê kirin di 2 mehan de 60 serlêdan: Serlêdan nayên bersivandin!
09:08 Esnafên Çarşiya Tûtinfiroşan dikanên xwe digirin
09:08 Nivîskar Çelîk: Navnîşana çareserkirina pirsgirêkan Ocalan e
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2022'YAN
14/01/2022
23:59 Li Colemêrgê 11 herêm heya dawiya salê hatin qedexekirin
18:58 Koma Piştevaniyê ya ji bo Aysel Tûglûk: Ji bo karibe bijî wê berdin
17:00 TJA'yê ji bo piştgiriya malbatên girtiyan çalakî li dar xist
16:56 Encama lêkolîna 'Meylên Tirkiyeyê': PKK nûnerê gelê kurd e
16:27 Nobeta Edaletê: Em ê li her derê li ber xwe bidin
16:23 Demîrtaş bersiva Erdogan da: Tu hesabdayîna xwe bifikire
16:06 Çetîn Dedeogullari: Saziyên dewletê di nava vî karî de ne
14:59 Faîlê ku tacîza zayendî li zarokan kiribû hat girtin.
14:48 Baroya Amedê wê giliya dozgerê ku şahidan areste kiriye bike
14:31 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Êrişên desthilatê nikare paşve gavê bide avêtin
13:54 Malbata Doku çalakiya xwe vediguhezîne Enqereyê
13:54 Doza ‘Zincîra Aştiyê’ hat taloqkirin
13:45 Doza êrişa li dijî Malbata Dedeogullari hat taloqkirin
13:37 Nîhat Kazanhan hat bibîranîn
12:35 Li Miduriyeta Polîsan a Şirnexê îşkenceya lêgerîna tazî
12:05 Rojnamevanê girtî bi nexweşiya CIDP’ê ketiye
12:05 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:48 Di doza êrişa malbata Dedogullari de dadger destûrê neda pirsa derbarê kurdan de
11:47 Malbata Şenyaşar ji dozger re got: Ev bar wê bimîne ser milên we
11:32 Bûldan û Sancar serdana Zeydan kirin
11:30 Morsumbul ê dermankirina wî tê astengkirin nayê berdan
10:45 376 hezar û 500 lîre ji bo terasa Fîskayayê hatiye xerckirin
10:29 Emrê wê li ber girtîgehan derbas bû: Em êdî cîhanek azad dixwazin
09:01 Di Doza Kobanê de li makîneya xwe ya hinguv a windakirî digere!
09:01 Li tenişta taxê depoya dînamîtan hat avakirin
09:01 Nobeda ji bo 'azadiya girtiyan' du meh li pey xwe hişt
09:01 Ferat Der, dibistana kurdî ya Semsûrê ye
09:01 Nûnerê HDP’ê: PDK bi kirinên xwe alîkariyê dide AKP’ê
09:01 Jinên êzidî li dijî êrişan rêxistinbûyîna modela xweseriyê xurt dikin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2022'YAN
13/01/2022
21:58 NÇM'ê Sersal pîroz kir
21:20 Li Mêrsîn û Enqereyê Sersal hat pîrozkirin
21:00 Li Efrîn û Serêkaniyê teqîn
20:09 Nûnerên sendîkayan: Berpirsê mirina Enes îqtidar e
19:38 Qetilkirina jinan protesto kirin
18:53 Li Şirnexê mijek zêde çêbû
18:30 Li Silopiyayê mirineke biguman
17:28 Tê gotin ku Nazarbayev miriye!
16:29 Li Amed û Wanê Nobeda Edaletê didome
15:52 Doza protestoya Qetlîama Pirsûsê hat taloqkirin
15:37 Malbata Doku name ji 600 mebûsan re şand: Bila Komîsyona Lêkolînê were avakirin
14:59 Berdevka HDP'ê Gunay: Em bi piştevaniya bi milyonan li Meclîsê ne
14:45 8 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
13:32 Polîsan teblîxata ‘qaçax’ bi derî ve daliqand
13:09 Doza rojnamevan Çîçekçî hat taloqkirin
13:04 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:37 Emîne Şenyaşar: Bila Fadilê min berdin
12:25 Li Roboskiyê ciwanekî întîhar kir
11:49 Penaber tevî hewa sar jî kom bi kom sînor derbas dikin
11:14 Girtiyê nexweş li nexweşxaneyê enfeksiyon girtiye
10:55 AKP'ê li Farqînê di mizgeftan de siyaset dike
10:14 Malbata Kazanhan 7 sal in li benda edaletê ye
10:13 Xelkê Amedê: Em destûrê bidin Bahçelî wê sibê Soylu jî daxwaz bike
10:01 Berxwedana êzidiyan encam da: Wê peykerê Zerdeşt Şengalî bê çikandin
09:49 Kekê Kemal Kûrkût: Qisûr kurdbûn e!
09:25 Dayika ku cilên kurê xwe yên şewitî wergirt: Dîsa birîna min vekirin
09:04 Berpirsê çapemeniyê yê QSD'ê: Em dixwazin dagirkeriyê biqedînin, aramiya herêmê zêde bikin
09:04 Ji dêvla kesê tacizî zarokê kir, kesê tacizê asteng kir ket ber lêpirsînê
09:04 Ji Îzmîrê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Bila girtî bên berdan
09:04 Endamê BMG'ê Gurz: Armanca me polîtîkayeke navenda wê kuçe û têkoşîn e
09:04 137 roj in cenazeyê zarokên xwe dixwazin: Tu ferqa AKP û PDK'ê tune ye
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2022'YAN
12/01/2022
23:07 Amedpsorê şeva piştevaniyê li dar xist
19:53 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
19:46 Li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê şahiya Serê Salê