Xelkê Amedê: Em destûrê bidin Bahçelî wê sibê Soylu jî daxwaz bike

  • rojane
  • 10:13 13 Çile 2022
  • |
img

AMED - Xelkê Amedê bertek nîşanî wê daristana ku tê xwestin navê Devlet Bahçelî lê were kirin dan û gotin: “Ev der cih û warê kurdan e. Çi eleqeya wî bi vir ve heye. Em destûrê nadin. Em destûrê bidin, wê sibê Suleyman Soylu jî daxwaza nav bike.” 

Li ser daxwaza rêxistina MHP’ê ya Amedê tê xwestin ku navê Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî li daristanek bîranînê ku plankirin li Çiyayê Kirklara Sûra Amedê were çêkirin. Ev yek li Amedê bû sedema nerazîbûnan. Ji partiyên siyasî yên kurd bigire heta rêxistinên sivîl û xelkê Amedê bertek nîşanî vê yekê dide. Rêxistinên sivîl ên li Amedê di 11’ê çile de daxuyaniyek girseyî dan û diyar kirin ku ew ê destûrê nedin li ser navê Devlet Bahçelî daristanek were avakirin. Me vê mijarê ji welatiyên Amedê pirsî û welatiyan diyar kir ku ew naxwazin li ser navê Bahçelî were çêkirin. 
 
‘ARMANCA WAN EW E KU BAJÊR DESTESER BIKIN’ 
 
Sezaî Taşkin diyar kir ku ew daristanek li ser navê Bahçelî ku were çêkirin naxwazin û got: “Çi karê Devlet Bahçelî li vir heye? Ev der ne cih û warê wî ye. Ev der cihê me ye. Her kes dizane ku Bahçelî xêra kurdan naxwaze û ji bo me kurdan ne yekî qenc e. Em destûr nadin daristanek wiha were çêkirin. Çi karê AKP û MHP’ê li vir heye? Ev der cih û warê kurdan e. Armanca wan ew e ku Amedê desteser bikin, lê em ê destûr nedin vê yekê.” 
 
'EZ QEBÛL NAKIM’ 
 
Hacî Çapan jî destnîşan kir ku çêkirina daristana li ser navê Bahçelî wek “lîstikê” pênase kir û got: “Feqîran muhtacî nan dikin. Lê ew tên ormanan çêdikin. Devlet Bahçelî heta niha li ku bû? Niha jî rabûne xwedî li Amedê derdikevin. Ez wek Amediyek vî navî qebûl nakim. Heke daristanek wiha çê bikin jî ez ê qet neçim wir. Her tim xesara Devlet Bahçelî gihîştiye kurdan.” 
 
‘WÊ SIBÊ SOYLU JÎ RABE BÊJE NAVÊ MIN LI CIHEKÎ BIKIN’ 
 
Ji şêniyên Amedê Fatîh Yildiz jî wiha got: “Ez ê rastiyê bêjim, dixwazin bila werin min li Qada Deriyê Çiyê daleqînin. Lê em ê serê xwe li ber wan netewînin. Ez ji kesekî ku xizmeta aştiyê û biratiyê nake hez nakim. Ez ê ne piştevaniay wan bikim û ne jî biçim mitîngên wan. Em li dijî şerxwazan e. Em li mizgeftê bira ne, li derve terorîst in. Em destûr nadin kesê ku Amedê temsîl nakin li ser navê wan tiştek were çêkirin. Ez ê çi raya xwe bidim Devlet Bahçelî? Bahçelî çi daye me? Tenê ‘puskevît’ daye. Ez ne Bahçelî û ne jî padîşahê wî nas dikim. Wê sibê Suleyman Soylu jî bêje bila li ser navêm in daristana bîranînê were çêkirin. Ez van siyasetmedaran yekî jî qebûl nakim. Ne jî daristana wan dixwazim.” 
 
‘BILA BIÇIN NAVÎ WÎ LI BAJARÊ WÎ BIKIN’ 
 
Adnan Memîş jî anî ziman ku ew daristanek wiha naxwazin û got: “Çi eleqeya Devlet Bahçelî û Amedê bi hev re heye? Em wek gelê Amedê destûra vî navî nadin. Ew newêre were Çiyayê Kirklarê. Gelek navdar, nivîskar, hunermendên vî bajarî hene. Çima navê wan li daristanê nakin lê radibin navê Bahçelî lê dikin. Bila biçin navê wî li Osmaniyeyê li cihekî bikin.” 
 
MA / Eylem Akdag - Ceylan Şahînlî 
 

Sernavên din

16/01/2022
09:02 Seroka Giştî ya Malên Gel: Yekîtiya çalakiyê şert e
09:01 Emeklî-Sen: Em ê di nav Tifaqa Demokrasiyê de cih bigirin
09:01 Hunermend Taşdogan: 'Xem Neke' diyarî wê berxwedanê ye
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2022'YAN
15/01/2022
21:33 Gel vexwandin mîtînga Amedê ya HDP'ê
21:13 Bila girtiyê nexweş Îsmaîl Yilmaz bê berdan
19:34 Li Şakranê tevî kûçikan davêjin ser qawîşên girtiyan
19:19 Banga malbatên girtiyan: Em ji bo zarokên xwe bibin yek
18:46 Mûrat E. yê ku polîs û notirvanan îşkence lê kirin jiyana xwe ji dest da
18:14 HDP'î beriya kongreyê belavok belav kirin
16:51 Li Mêrdînê du malbat li hev hatin
16:35 Hatimogullari: Em ê çonga xwe daneynin
16:27 Girtiyê nexweş Çabûk li ber mirinê ye!
16:17 Polîsan li xizmên Dedeogûllari dan
16:16 Nobeda Edaletê: Heke li welat hiqûq û edalet hebe em jî dixwazin
15:54 ‘Demboriya dozê efûya veşarî ye’
15:43 Dundar: Hesabê herî mezin wê ev îqtidar bide
15:41 Ji bo girtiyê nexweş Sevmîş banga berdanê hat kirin
15:01 Tundiya zilam: Jinek giran birîndar bû, 2 jin jî bi awayekî biguman mirin
14:47 Ferat Derê rêveberiya xwe ya nû bijart
14:30 82 kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:21 Li Amedê li aqûbeta Altûnbaş, li Êlihê jî li aqûbeta Dîrîl hat pirsîn
13:36 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê serdana malbata Şenyaşar kir
13:14 Temellî: Heta ku şer dewam bike wê feqîrî jî neqede
12:21 HDP wê sibê li Êlihê kongreyê li dar bixe
10:55 Ji 3 kolberan agahî nayê girtin
10:20 Li Iraqê êrişî baregeha eskerî hat kirin
10:20 Bertek nîşanî Unal ê AKP’yî da: Meseleya me ya esas bêkarî ye
09:23 Di xwepêşandana ji bo Enes Kara de 83 kes hatin binçavkirin
09:08 28 sal in li benda cenazeyê kurê xwe ye
09:08 5 sal in kurê xwe yê nexweş ê 28 sal in girtiye nedîtiye
09:08 Ji bo hevdîtin bi Ocalan re bê kirin di 2 mehan de 60 serlêdan: Serlêdan nayên bersivandin!
09:08 Esnafên Çarşiya Tûtinfiroşan dikanên xwe digirin
09:08 Nivîskar Çelîk: Navnîşana çareserkirina pirsgirêkan Ocalan e
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2022'YAN
14/01/2022
23:59 Li Colemêrgê 11 herêm heya dawiya salê hatin qedexekirin
18:58 Koma Piştevaniyê ya ji bo Aysel Tûglûk: Ji bo karibe bijî wê berdin
17:00 TJA'yê ji bo piştgiriya malbatên girtiyan çalakî li dar xist
16:56 Encama lêkolîna 'Meylên Tirkiyeyê': PKK nûnerê gelê kurd e
16:27 Nobeta Edaletê: Em ê li her derê li ber xwe bidin
16:23 Demîrtaş bersiva Erdogan da: Tu hesabdayîna xwe bifikire
16:06 Çetîn Dedeogullari: Saziyên dewletê di nava vî karî de ne
14:59 Faîlê ku tacîza zayendî li zarokan kiribû hat girtin.
14:48 Baroya Amedê wê giliya dozgerê ku şahidan areste kiriye bike
14:31 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Êrişên desthilatê nikare paşve gavê bide avêtin
13:54 Malbata Doku çalakiya xwe vediguhezîne Enqereyê
13:54 Doza ‘Zincîra Aştiyê’ hat taloqkirin
13:45 Doza êrişa li dijî Malbata Dedeogullari hat taloqkirin
13:37 Nîhat Kazanhan hat bibîranîn
12:35 Li Miduriyeta Polîsan a Şirnexê îşkenceya lêgerîna tazî
12:05 Rojnamevanê girtî bi nexweşiya CIDP’ê ketiye
12:05 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:48 Di doza êrişa malbata Dedogullari de dadger destûrê neda pirsa derbarê kurdan de
11:47 Malbata Şenyaşar ji dozger re got: Ev bar wê bimîne ser milên we
11:32 Bûldan û Sancar serdana Zeydan kirin
11:30 Morsumbul ê dermankirina wî tê astengkirin nayê berdan
10:45 376 hezar û 500 lîre ji bo terasa Fîskayayê hatiye xerckirin
10:29 Emrê wê li ber girtîgehan derbas bû: Em êdî cîhanek azad dixwazin
09:01 Di Doza Kobanê de li makîneya xwe ya hinguv a windakirî digere!
09:01 Li tenişta taxê depoya dînamîtan hat avakirin
09:01 Nobeda ji bo 'azadiya girtiyan' du meh li pey xwe hişt
09:01 Ferat Der, dibistana kurdî ya Semsûrê ye
09:01 Nûnerê HDP’ê: PDK bi kirinên xwe alîkariyê dide AKP’ê
09:01 Jinên êzidî li dijî êrişan rêxistinbûyîna modela xweseriyê xurt dikin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2022'YAN
13/01/2022
21:58 NÇM'ê Sersal pîroz kir
21:20 Li Mêrsîn û Enqereyê Sersal hat pîrozkirin
21:00 Li Efrîn û Serêkaniyê teqîn
20:09 Nûnerên sendîkayan: Berpirsê mirina Enes îqtidar e
19:38 Qetilkirina jinan protesto kirin
18:53 Li Şirnexê mijek zêde çêbû
18:30 Li Silopiyayê mirineke biguman
17:28 Tê gotin ku Nazarbayev miriye!
16:29 Li Amed û Wanê Nobeda Edaletê didome
15:52 Doza protestoya Qetlîama Pirsûsê hat taloqkirin
15:37 Malbata Doku name ji 600 mebûsan re şand: Bila Komîsyona Lêkolînê were avakirin
14:59 Berdevka HDP'ê Gunay: Em bi piştevaniya bi milyonan li Meclîsê ne
14:45 8 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
13:32 Polîsan teblîxata ‘qaçax’ bi derî ve daliqand
13:09 Doza rojnamevan Çîçekçî hat taloqkirin
13:04 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:37 Emîne Şenyaşar: Bila Fadilê min berdin
12:25 Li Roboskiyê ciwanekî întîhar kir
11:49 Penaber tevî hewa sar jî kom bi kom sînor derbas dikin
11:14 Girtiyê nexweş li nexweşxaneyê enfeksiyon girtiye
10:55 AKP'ê li Farqînê di mizgeftan de siyaset dike
10:14 Malbata Kazanhan 7 sal in li benda edaletê ye
10:13 Xelkê Amedê: Em destûrê bidin Bahçelî wê sibê Soylu jî daxwaz bike
10:01 Berxwedana êzidiyan encam da: Wê peykerê Zerdeşt Şengalî bê çikandin
09:49 Kekê Kemal Kûrkût: Qisûr kurdbûn e!
09:25 Dayika ku cilên kurê xwe yên şewitî wergirt: Dîsa birîna min vekirin
09:04 Berpirsê çapemeniyê yê QSD'ê: Em dixwazin dagirkeriyê biqedînin, aramiya herêmê zêde bikin
09:04 Ji dêvla kesê tacizî zarokê kir, kesê tacizê asteng kir ket ber lêpirsînê
09:04 Ji Îzmîrê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Bila girtî bên berdan
09:04 Endamê BMG'ê Gurz: Armanca me polîtîkayeke navenda wê kuçe û têkoşîn e
09:04 137 roj in cenazeyê zarokên xwe dixwazin: Tu ferqa AKP û PDK'ê tune ye
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2022'YAN
12/01/2022
23:07 Amedpsorê şeva piştevaniyê li dar xist
19:53 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
19:46 Li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê şahiya Serê Salê