Koma Piştevaniyê ya ji bo Aysel Tûglûk: Ji bo karibe bijî wê berdin

  • rojane
  • 18:58 14 Çile 2022
  • |
img
ENQERE - Koma Piştevaniyê ya ji bo Aysel Tûglûkê, raporek bi sernavê "Ji bo karibe bijî wê berdin" weşand. 
 
Koma Piştevaniyê ya ji bo Aysel Tûglûkê, têkildarî berdan û mafê tedawîkirina Cîgira Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Aysel Tûglûk ku ji 28'ê Kanûna 2016'an ve girtiye, raporek weşand. Di rapora bi sernavê "Ji bo karibe bijî wê berdin" de tiştên di dema merasîma cenazeyê dayika Tûglûkê de qewimîn, raporên Tûglûkê, pêvajoya hiqûqî û tibî ya Tûglûkê hemû hatine destnîşankirin. 
 
Di raporê de pêşî behsa pêvajoya girtina Tûglûkê hatiye kirin û 10 sal cezayê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" lê hatiye birîn. Di raporê de hatiye bibîrxistin ku Dadgeha Îstinafê û Dadgeha Bilind cezayê li Tûglûkê hatiye birîn pesend kirine û piştî vê Tûglûkê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) daye û hê jî li benda biryara AYM'ê ye. 
 
PÊVAJOYA TIBÎ
 
Di raporê de ji bo pêvajoya tibî ya têkildarî tenduristiya Aysel Tûglûkê de jî hatiye diyarkirin ku Midûriyeta Saziya Ceza û Înfazê ya Kocaeliyê ya Jimare 1 a Tîpa F'yê di 22'yê Adara 2021'ê de nivîsek ji Serokatiya Daîreya Tiba Edlî ya Fakulteya Tibê ya Kocaeliyê re şandiye û bê ka divê înfaza Tûglûkê bê taloqkirin an na. Di raporê de hatiye destnîşan kirin ku Serokatiya Daîreya Tiba Edlî ya Zanîngeha Kocaeliyê di rapora xwe ya bi dîroka 12'ê Tîrmeha 2021'ê de diyar kiriye ku ji ber nexweşîna demansê lê peyda bûye û ev nexweşîneke kronîk e, dê nikaribe bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne, lewma divê înfaza wê bê taloqkirin. 
 
Di raporê de hatiye bilêvkirin ku piştî vê raporê hem îdareya girtîgehê hem jî parêzerên Tûglûkê xwestin Tûglûk sewqî Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê (ATK) bê kirin. 
 
PÊVAJOYA ATK'ê
 
Di raporê de hatiye bilêvkirin ku Desteya Îhtisasê ya 3'yan a Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê di 3'yê Îlona 2021'ê de raporek amade kiriye û gotiye Tûglûk dikare di girtîgehê de jiyana xwe bidomîne û Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê jî rapora Desteya Îhtisasê ya 3'yan a Tiba Edlî esas girtiye û daxwaza ji bo taloqkirina înfazê red kiriye. 
 
Di raporê de hatiye destnîşankirin ku Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Stenbolê, rapora Serokatiya Desteya Tibê ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Kocaeliyê û rapora Desteya Îhtisasê ya 3'yan a Serokatiya Desteya Tiba Edlî dane ber hev û tê de nakokî dîtine û ji ber vê diyar kiriye ku Tûglûkê sewqî saziyeke tenduristiyê ya serbixwe bê kirin û ji bo îtirazê serî li Desteya Bilind a Saziya Tiba Edlî daye û lê belê ATK'ê hê jî serlêdan nebersivandiye. 
 
PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ
 
Di beşa peyman û danezanan a raporê de jî biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) a "Tevahiya Pîvanên Ji Bo Parastina Kesên Girtî", "Danezana Mafên Nexweşan a Lîzbonê ya Yekîtiya Bijîşkên Cîhanê" (1981), Xala 7'an a Danezana Tokyoyê ya Yekîtiya Bijîlkên Cîhanê", "Xala 3'yan a Qedexeya Îşkenceyê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê" û biryara DMME'yê ya di 5'ê Adara 2013'an de ji bu Gulay Çetînê daye cih girtiye. 
 
RAPORA ÎHD'Ê
 
Di raporê de daxuyaniya 26'ê Cotmeha 2020'î ya Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî hatiye dayin ku ÎHD'ê di vê daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku ji destpêka 2017'an heya niha 89 girtî ji ber nexweşînêng iran jiyana xwe ji dest dane û xala 16'an a Qanûna Înfazê ya ku di 24'ê Çileya 2013'an de hatiye guherandin mafê taloqkirina înfazê ya girtiyên nexweş hatiey astengkirin û ev titş hatine gotin: "Saziya Tiba Edlî, bi biryarên xwe helwesteke siyasî dide der û raporên nexweşxaneyan qebûl nake." 
 
'BERDANA WÊ DIVÊTIYEKE MIROVAHIYÊ YE'
 
Di beşa encamê ya raporê de jî hatiye diyarkirin ku berdana Tûglûkê divêtiyeke mirovahiyê ye û ev tişt hatine gotin: "Aysel Tûglûk, ji ber binpêkirina azadiya fikr û ramanê dig irtîgehê de ye. Rapora Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Kocaeliyê, destnîşan dike ku Tûglûk nikare di şert û mercên girtîgehê de jiyana xwe îdame bike û divê înfaza wê bê taloqkirin. Tûglûk, bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe yên rojane pêk bîne. Berdana Tûglûkê û li derve tedawîkirina wê tenê ne divêtiyeke peymanên navenetweyî ye, divêtiyeke mriovahiyê ye jî." 
 
DERBARÊ TÛGLÛKÊ DE
 
Di raporê de derheqê Tûglûkê de ev agahî hatine parevkirin: "Siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk di 1965'an de li XArpêtê çêbûye. Fakuletya Hiqûqê ya Stenbolê kuta kiriye. Di 2007-2009-2011-2015'an de nêzî 6 sal û nîvan li Meclîsa TIrkiyeyê parlementerî kiriye. Tûglûk bi nasnameya xwe ya hiqûqnasiyê û parêzvana mafên mirovan jî berbiçav e. Her wiha keseke entelektuel e, tevkariya wê ji bo aştiyê heye û di tevgera gelê kurd û jina kurd de naveke berbiçav e. Hevserokatiya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) kiriye.
 
TIŞTÊN DI MERASÎMA CENAZEYÊ DÊYA WÊ DE QEWIMÎN
 
Dêya wê HAtûn Tûglûk, di 13'ê Îlona 2017'an de, di 78 saliya xwe de li Enqereyê jiyana xwe ji dest da. A din a rojê cenazeyê dêya wê piştî merasîma li Cemxaneya Pîrsûltan a Ergaziyê, ji bo definkirinê birin Goristana Încekê. Lê piştî çend saetan komek nijadoprest got "Li vira cenazeyên şehîdan hene, em nahêlin cenazeyê terorîstan li vir bê definkirin, ev de rne goristana ermeniyan e" û êriş birûbûn ser kesên tevli merasîma cenaze bûbûn. Her wiha êrişkaran gotibû "Ger hûn cenaze defin bikin em ê derxin û perçe bikin." Piştî van gotinan cenazeyê Hatûn Tûgşûkê hatibû derxin û li Dersimê hatibû definkirin.
 
Ji bo 48 saetan destûra Tûglûkê hatibû dayîn û di bin çavdêriya polîsan de bûbû şahida van êrişan. Ev êriş bûbûn sedema travmayekê û Tûglûk ji ber vê niakribû tevli merasîma cenaze ya li Dersimê bibe. 
 
Ji êrişkaran yek jê Mûrat Alp bû. Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû bi Alp re wêne girtibû. Têkildarî 19 kesên êrişkar de doz hatibû kirin, lê ji van êrişkaran Alp jî di nav de her sê 3 êrişakarêng irtî di danişîna ewil de hatibûn berdan. Parêzera Tûglûkê Reyhan Yalçindag, diyar kiribû ku sedema hişberdana Tûglûkê tiştên di dema cenazeyê dêya wê de qeiwmîn bi xwe ne û gotibû, 'Ji wê rojê heya niha Birêz Tûglûk ji vê bandorê xelas nebûye û ev yek bûye sedema bandorine mayinde. Me û personelên girtîgehê bi hev re çavdêrî kir. Me bi çavê xwe dît bê ketiye çi halî. Aysel Xanim ev tişt hemû dîtin, bihîstin û jiya." 

Sernavên din

16/01/2022
09:02 Seroka Giştî ya Malên Gel: Yekîtiya çalakiyê şert e
09:01 Emeklî-Sen: Em ê di nav Tifaqa Demokrasiyê de cih bigirin
09:01 Hunermend Taşdogan: 'Xem Neke' diyarî wê berxwedanê ye
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2022'YAN
15/01/2022
21:33 Gel vexwandin mîtînga Amedê ya HDP'ê
21:13 Bila girtiyê nexweş Îsmaîl Yilmaz bê berdan
19:34 Li Şakranê tevî kûçikan davêjin ser qawîşên girtiyan
19:19 Banga malbatên girtiyan: Em ji bo zarokên xwe bibin yek
18:46 Mûrat E. yê ku polîs û notirvanan îşkence lê kirin jiyana xwe ji dest da
18:14 HDP'î beriya kongreyê belavok belav kirin
16:51 Li Mêrdînê du malbat li hev hatin
16:35 Hatimogullari: Em ê çonga xwe daneynin
16:27 Girtiyê nexweş Çabûk li ber mirinê ye!
16:17 Polîsan li xizmên Dedeogûllari dan
16:16 Nobeda Edaletê: Heke li welat hiqûq û edalet hebe em jî dixwazin
15:54 ‘Demboriya dozê efûya veşarî ye’
15:43 Dundar: Hesabê herî mezin wê ev îqtidar bide
15:41 Ji bo girtiyê nexweş Sevmîş banga berdanê hat kirin
15:01 Tundiya zilam: Jinek giran birîndar bû, 2 jin jî bi awayekî biguman mirin
14:47 Ferat Derê rêveberiya xwe ya nû bijart
14:30 82 kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:21 Li Amedê li aqûbeta Altûnbaş, li Êlihê jî li aqûbeta Dîrîl hat pirsîn
13:36 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê serdana malbata Şenyaşar kir
13:14 Temellî: Heta ku şer dewam bike wê feqîrî jî neqede
12:21 HDP wê sibê li Êlihê kongreyê li dar bixe
10:55 Ji 3 kolberan agahî nayê girtin
10:20 Li Iraqê êrişî baregeha eskerî hat kirin
10:20 Bertek nîşanî Unal ê AKP’yî da: Meseleya me ya esas bêkarî ye
09:23 Di xwepêşandana ji bo Enes Kara de 83 kes hatin binçavkirin
09:08 28 sal in li benda cenazeyê kurê xwe ye
09:08 5 sal in kurê xwe yê nexweş ê 28 sal in girtiye nedîtiye
09:08 Ji bo hevdîtin bi Ocalan re bê kirin di 2 mehan de 60 serlêdan: Serlêdan nayên bersivandin!
09:08 Esnafên Çarşiya Tûtinfiroşan dikanên xwe digirin
09:08 Nivîskar Çelîk: Navnîşana çareserkirina pirsgirêkan Ocalan e
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2022'YAN
14/01/2022
23:59 Li Colemêrgê 11 herêm heya dawiya salê hatin qedexekirin
18:58 Koma Piştevaniyê ya ji bo Aysel Tûglûk: Ji bo karibe bijî wê berdin
17:00 TJA'yê ji bo piştgiriya malbatên girtiyan çalakî li dar xist
16:56 Encama lêkolîna 'Meylên Tirkiyeyê': PKK nûnerê gelê kurd e
16:27 Nobeta Edaletê: Em ê li her derê li ber xwe bidin
16:23 Demîrtaş bersiva Erdogan da: Tu hesabdayîna xwe bifikire
16:06 Çetîn Dedeogullari: Saziyên dewletê di nava vî karî de ne
14:59 Faîlê ku tacîza zayendî li zarokan kiribû hat girtin.
14:48 Baroya Amedê wê giliya dozgerê ku şahidan areste kiriye bike
14:31 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Êrişên desthilatê nikare paşve gavê bide avêtin
13:54 Malbata Doku çalakiya xwe vediguhezîne Enqereyê
13:54 Doza ‘Zincîra Aştiyê’ hat taloqkirin
13:45 Doza êrişa li dijî Malbata Dedeogullari hat taloqkirin
13:37 Nîhat Kazanhan hat bibîranîn
12:35 Li Miduriyeta Polîsan a Şirnexê îşkenceya lêgerîna tazî
12:05 Rojnamevanê girtî bi nexweşiya CIDP’ê ketiye
12:05 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:48 Di doza êrişa malbata Dedogullari de dadger destûrê neda pirsa derbarê kurdan de
11:47 Malbata Şenyaşar ji dozger re got: Ev bar wê bimîne ser milên we
11:32 Bûldan û Sancar serdana Zeydan kirin
11:30 Morsumbul ê dermankirina wî tê astengkirin nayê berdan
10:45 376 hezar û 500 lîre ji bo terasa Fîskayayê hatiye xerckirin
10:29 Emrê wê li ber girtîgehan derbas bû: Em êdî cîhanek azad dixwazin
09:01 Di Doza Kobanê de li makîneya xwe ya hinguv a windakirî digere!
09:01 Li tenişta taxê depoya dînamîtan hat avakirin
09:01 Nobeda ji bo 'azadiya girtiyan' du meh li pey xwe hişt
09:01 Ferat Der, dibistana kurdî ya Semsûrê ye
09:01 Nûnerê HDP’ê: PDK bi kirinên xwe alîkariyê dide AKP’ê
09:01 Jinên êzidî li dijî êrişan rêxistinbûyîna modela xweseriyê xurt dikin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2022'YAN
13/01/2022
21:58 NÇM'ê Sersal pîroz kir
21:20 Li Mêrsîn û Enqereyê Sersal hat pîrozkirin
21:00 Li Efrîn û Serêkaniyê teqîn
20:09 Nûnerên sendîkayan: Berpirsê mirina Enes îqtidar e
19:38 Qetilkirina jinan protesto kirin
18:53 Li Şirnexê mijek zêde çêbû
18:30 Li Silopiyayê mirineke biguman
17:28 Tê gotin ku Nazarbayev miriye!
16:29 Li Amed û Wanê Nobeda Edaletê didome
15:52 Doza protestoya Qetlîama Pirsûsê hat taloqkirin
15:37 Malbata Doku name ji 600 mebûsan re şand: Bila Komîsyona Lêkolînê were avakirin
14:59 Berdevka HDP'ê Gunay: Em bi piştevaniya bi milyonan li Meclîsê ne
14:45 8 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
13:32 Polîsan teblîxata ‘qaçax’ bi derî ve daliqand
13:09 Doza rojnamevan Çîçekçî hat taloqkirin
13:04 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:37 Emîne Şenyaşar: Bila Fadilê min berdin
12:25 Li Roboskiyê ciwanekî întîhar kir
11:49 Penaber tevî hewa sar jî kom bi kom sînor derbas dikin
11:14 Girtiyê nexweş li nexweşxaneyê enfeksiyon girtiye
10:55 AKP'ê li Farqînê di mizgeftan de siyaset dike
10:14 Malbata Kazanhan 7 sal in li benda edaletê ye
10:13 Xelkê Amedê: Em destûrê bidin Bahçelî wê sibê Soylu jî daxwaz bike
10:01 Berxwedana êzidiyan encam da: Wê peykerê Zerdeşt Şengalî bê çikandin
09:49 Kekê Kemal Kûrkût: Qisûr kurdbûn e!
09:25 Dayika ku cilên kurê xwe yên şewitî wergirt: Dîsa birîna min vekirin
09:04 Berpirsê çapemeniyê yê QSD'ê: Em dixwazin dagirkeriyê biqedînin, aramiya herêmê zêde bikin
09:04 Ji dêvla kesê tacizî zarokê kir, kesê tacizê asteng kir ket ber lêpirsînê
09:04 Ji Îzmîrê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Bila girtî bên berdan
09:04 Endamê BMG'ê Gurz: Armanca me polîtîkayeke navenda wê kuçe û têkoşîn e
09:04 137 roj in cenazeyê zarokên xwe dixwazin: Tu ferqa AKP û PDK'ê tune ye
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2022'YAN
12/01/2022
23:07 Amedpsorê şeva piştevaniyê li dar xist
19:53 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
19:46 Li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê şahiya Serê Salê