Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê serdana malbata Şenyaşar kir

  • rojane
  • 13:36 15 Çile 2022
  • |
img
RIHA - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan ê serdana malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê bê navber didomîne kir, wiha got: “Di vê têkoşînê de me ev dît; berxwedana dayikan gelek pîroz û bilindtir e.”
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 313’emîn de berdewam dike. Dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar tevî ku ji ber dawiya hefteyê edliye girtiye jî ji 42 kîlometreyan ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin pêş edliyeyê û li qada ku weke “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin nobeta xwe da destpêkirin. Serdanên ji bo piştgiriya malbatê jî didomin. Şandeya Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku di nav de Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û nûnerên herêmê jî hebûn serdana malbatê kirin. 
 
Ferît Şenyaşar ê derbarê roja êrişê û tiştên pişt re qewimîn de şande agahdar kir û bi lêv kir ku têkoşîna wan a edaletê “di bin zilmê de” berdewam dike. Şenyaşar, bi bîr xist ku derbarê dayika wî Emîne Şenyaşar de bi hêceta “heqaretê” 12 lêpirsîn hatine destpêkirin û wiha got: “3 lêpirsîn vegerîne dozê. Hêj têkildarî kesên li nexweşxaneyê sûcê mirovahiyê pêk anîn de tu geşedan tune ne. Dema gotubehs dibe doza nexweşxaneyê dibêjin ‘ne karê me ye’. Kesên ku ev komkujî pêk anîne ji polîtîkayên bêcezatiyê cesaretê digirin.”
 
‘VÎ WELATÎ NIRXA XWE YA HERÎ HÊJA WINDA KIR’
 
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku bêhiqûqiya li malbata Şenyaşar tê kirin ji nêz ve dişopînin û wiha got: “We li Enqereyê serdana me kirin. Me xwest weke Navenda Giştî ya ÎHD’ê û nûnerên me yên herêmê serdana web ikin. Bi rastî jî berxwedana we ya edaletê gelek girîng e. Di vê têkoşînê de me ev dît; berxwedana dayikan gelek pîroz û bilindtir e. Ev têkoşîna we wê teqez encam bigire. Em li cem we ne. Heke li welatekê mirov ji bo edaletê li ber xwe bidin û nobetan bigirin wî welatî nirxê xwe yê herî hêja winda kiriye. 
 
‘ZÛ YAN DERENG WÊ EDALET PÊK WERE’
 
Turkdogan, destnîşan kir ku nirxeke herî girîng ku mirovan bi hev re digire edalet e û wiha berdewam kir: “Em çawa dikarin li cihekî ku aştî, wekhevî, azadî û edalet tune be bibin civak? Yên desthilatdariya siyasî divê hezar carî li ser bifikirin. Em berxwedana we silav dikin. Divê li tenduristiya xwe miqate bin. Bi ya min rojên ku edalet werin nêz in. Em hemû di vê hawira neheq de li edaletê digerin. Ev têkoşîna heqîqetê ye û em ê serbikevin. Eger hikûmet nikaribe failên kuştinê li ber çavên her kesî derxîne pêşberî dadgeriyê, ev yek şerma wan e. Lê zû yan jî dereng wê edalet pêk were.”
 
Ferît Şenyaşar ji ber piştgiriya şandeyê spasiyên xwe pêşkeşî wan kirin û wiha got: “Em li vir weke du kes bên xuyakirin jî em hêza xwe ji mirovên weke we birûmet digirin. Serdanên piştgiriyê ji me re dibin moral.”
 
Şandeyê piştî demekê bi malbatê re Nobeta Edaletê girt, ji qadê veqetiya. 
 

Sernavên din

16/01/2022
09:02 Seroka Giştî ya Malên Gel: Yekîtiya çalakiyê şert e
09:01 Emeklî-Sen: Em ê di nav Tifaqa Demokrasiyê de cih bigirin
09:01 Hunermend Taşdogan: 'Xem Neke' diyarî wê berxwedanê ye
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2022'YAN
15/01/2022
21:33 Gel vexwandin mîtînga Amedê ya HDP'ê
21:13 Bila girtiyê nexweş Îsmaîl Yilmaz bê berdan
19:34 Li Şakranê tevî kûçikan davêjin ser qawîşên girtiyan
19:19 Banga malbatên girtiyan: Em ji bo zarokên xwe bibin yek
18:46 Mûrat E. yê ku polîs û notirvanan îşkence lê kirin jiyana xwe ji dest da
18:14 HDP'î beriya kongreyê belavok belav kirin
16:51 Li Mêrdînê du malbat li hev hatin
16:35 Hatimogullari: Em ê çonga xwe daneynin
16:27 Girtiyê nexweş Çabûk li ber mirinê ye!
16:17 Polîsan li xizmên Dedeogûllari dan
16:16 Nobeda Edaletê: Heke li welat hiqûq û edalet hebe em jî dixwazin
15:54 ‘Demboriya dozê efûya veşarî ye’
15:43 Dundar: Hesabê herî mezin wê ev îqtidar bide
15:41 Ji bo girtiyê nexweş Sevmîş banga berdanê hat kirin
15:01 Tundiya zilam: Jinek giran birîndar bû, 2 jin jî bi awayekî biguman mirin
14:47 Ferat Derê rêveberiya xwe ya nû bijart
14:30 82 kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:21 Li Amedê li aqûbeta Altûnbaş, li Êlihê jî li aqûbeta Dîrîl hat pirsîn
13:36 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê serdana malbata Şenyaşar kir
13:14 Temellî: Heta ku şer dewam bike wê feqîrî jî neqede
12:21 HDP wê sibê li Êlihê kongreyê li dar bixe
10:55 Ji 3 kolberan agahî nayê girtin
10:20 Li Iraqê êrişî baregeha eskerî hat kirin
10:20 Bertek nîşanî Unal ê AKP’yî da: Meseleya me ya esas bêkarî ye
09:23 Di xwepêşandana ji bo Enes Kara de 83 kes hatin binçavkirin
09:08 28 sal in li benda cenazeyê kurê xwe ye
09:08 5 sal in kurê xwe yê nexweş ê 28 sal in girtiye nedîtiye
09:08 Ji bo hevdîtin bi Ocalan re bê kirin di 2 mehan de 60 serlêdan: Serlêdan nayên bersivandin!
09:08 Esnafên Çarşiya Tûtinfiroşan dikanên xwe digirin
09:08 Nivîskar Çelîk: Navnîşana çareserkirina pirsgirêkan Ocalan e
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2022'YAN
14/01/2022
23:59 Li Colemêrgê 11 herêm heya dawiya salê hatin qedexekirin
18:58 Koma Piştevaniyê ya ji bo Aysel Tûglûk: Ji bo karibe bijî wê berdin
17:00 TJA'yê ji bo piştgiriya malbatên girtiyan çalakî li dar xist
16:56 Encama lêkolîna 'Meylên Tirkiyeyê': PKK nûnerê gelê kurd e
16:27 Nobeta Edaletê: Em ê li her derê li ber xwe bidin
16:23 Demîrtaş bersiva Erdogan da: Tu hesabdayîna xwe bifikire
16:06 Çetîn Dedeogullari: Saziyên dewletê di nava vî karî de ne
14:59 Faîlê ku tacîza zayendî li zarokan kiribû hat girtin.
14:48 Baroya Amedê wê giliya dozgerê ku şahidan areste kiriye bike
14:31 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Êrişên desthilatê nikare paşve gavê bide avêtin
13:54 Malbata Doku çalakiya xwe vediguhezîne Enqereyê
13:54 Doza ‘Zincîra Aştiyê’ hat taloqkirin
13:45 Doza êrişa li dijî Malbata Dedeogullari hat taloqkirin
13:37 Nîhat Kazanhan hat bibîranîn
12:35 Li Miduriyeta Polîsan a Şirnexê îşkenceya lêgerîna tazî
12:05 Rojnamevanê girtî bi nexweşiya CIDP’ê ketiye
12:05 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:48 Di doza êrişa malbata Dedogullari de dadger destûrê neda pirsa derbarê kurdan de
11:47 Malbata Şenyaşar ji dozger re got: Ev bar wê bimîne ser milên we
11:32 Bûldan û Sancar serdana Zeydan kirin
11:30 Morsumbul ê dermankirina wî tê astengkirin nayê berdan
10:45 376 hezar û 500 lîre ji bo terasa Fîskayayê hatiye xerckirin
10:29 Emrê wê li ber girtîgehan derbas bû: Em êdî cîhanek azad dixwazin
09:01 Di Doza Kobanê de li makîneya xwe ya hinguv a windakirî digere!
09:01 Li tenişta taxê depoya dînamîtan hat avakirin
09:01 Nobeda ji bo 'azadiya girtiyan' du meh li pey xwe hişt
09:01 Ferat Der, dibistana kurdî ya Semsûrê ye
09:01 Nûnerê HDP’ê: PDK bi kirinên xwe alîkariyê dide AKP’ê
09:01 Jinên êzidî li dijî êrişan rêxistinbûyîna modela xweseriyê xurt dikin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2022'YAN
13/01/2022
21:58 NÇM'ê Sersal pîroz kir
21:20 Li Mêrsîn û Enqereyê Sersal hat pîrozkirin
21:00 Li Efrîn û Serêkaniyê teqîn
20:09 Nûnerên sendîkayan: Berpirsê mirina Enes îqtidar e
19:38 Qetilkirina jinan protesto kirin
18:53 Li Şirnexê mijek zêde çêbû
18:30 Li Silopiyayê mirineke biguman
17:28 Tê gotin ku Nazarbayev miriye!
16:29 Li Amed û Wanê Nobeda Edaletê didome
15:52 Doza protestoya Qetlîama Pirsûsê hat taloqkirin
15:37 Malbata Doku name ji 600 mebûsan re şand: Bila Komîsyona Lêkolînê were avakirin
14:59 Berdevka HDP'ê Gunay: Em bi piştevaniya bi milyonan li Meclîsê ne
14:45 8 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
13:32 Polîsan teblîxata ‘qaçax’ bi derî ve daliqand
13:09 Doza rojnamevan Çîçekçî hat taloqkirin
13:04 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:37 Emîne Şenyaşar: Bila Fadilê min berdin
12:25 Li Roboskiyê ciwanekî întîhar kir
11:49 Penaber tevî hewa sar jî kom bi kom sînor derbas dikin
11:14 Girtiyê nexweş li nexweşxaneyê enfeksiyon girtiye
10:55 AKP'ê li Farqînê di mizgeftan de siyaset dike
10:14 Malbata Kazanhan 7 sal in li benda edaletê ye
10:13 Xelkê Amedê: Em destûrê bidin Bahçelî wê sibê Soylu jî daxwaz bike
10:01 Berxwedana êzidiyan encam da: Wê peykerê Zerdeşt Şengalî bê çikandin
09:49 Kekê Kemal Kûrkût: Qisûr kurdbûn e!
09:25 Dayika ku cilên kurê xwe yên şewitî wergirt: Dîsa birîna min vekirin
09:04 Berpirsê çapemeniyê yê QSD'ê: Em dixwazin dagirkeriyê biqedînin, aramiya herêmê zêde bikin
09:04 Ji dêvla kesê tacizî zarokê kir, kesê tacizê asteng kir ket ber lêpirsînê
09:04 Ji Îzmîrê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Bila girtî bên berdan
09:04 Endamê BMG'ê Gurz: Armanca me polîtîkayeke navenda wê kuçe û têkoşîn e
09:04 137 roj in cenazeyê zarokên xwe dixwazin: Tu ferqa AKP û PDK'ê tune ye
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2022'YAN
12/01/2022
23:07 Amedpsorê şeva piştevaniyê li dar xist
19:53 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
19:46 Li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê şahiya Serê Salê