Banga malbatên girtiyan: Em ji bo zarokên xwe bibin yek

  • rojane
  • 19:19 15 Çile 2022
  • |
img
 STENBOL- Malbatên girtiyan, di çalakiya "Em li girtîgehan mirinê naxwazin, em jiyanê diparêzin" de bang li hemû malbatan kirin ku tevli çalakiyê bibin. 
 
Li Amed û Wanê "Nobeda Edaletê" ya ji bo berdana girtiyên nexweş didome. Çalakiya "Em li girtîgehan mirinê naxwazin, em jiyanê diparêzin" a ji hêla Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ve rojên şemiyan li avahiya ÎHD'a Stenbolê tê lidarxistin, vê hefteyê jî bi beşdarbûna gelek kesan ve hat lidarxistin. Di çalakiyê de vê hefteyyê jî li ser rewşa girtiyên nexweş hat sekinandin û hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan. 
 
Di çalakiyê de ewilî Seroka ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî axivî. Yolerî, destnîşan kir ku mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin û ji ber vê li hev kom bûne û li çareyekê digerin. 
 
'NE EM NE JÎ ZAROKÊN ME EM SERÎ NATEWÎNIN'
 
Çalakî paşê bi axaftina beşdaran a li kursiya serbest dewam kir. Ewilî Fînce Akman, dêya girtî Yakûp Akman ê di Girtîgeha Sîlîvriyê de axivî. Akman, girtî silav kirin û destnîşan kir ku tekane sûcê zarokên wan kurdbûna wan e û got: "Ji zarokên me re gotin an hûn ê bibin tirk an jî em ê serê we bieciqînin. Lê em tu carî serî netewandiye. Ne zarokên me ne jî em, em serî natewînin." 
 
'BIBIN YEK EM Ê PÊŞÎ LI ZEXTAN BIGIRIN'
 
Akman, bi dû re bal kişand ser prisgirêkên ku girtî bi wan re rû bi rû dimînin. Akman, bibîr xist ku ava germn nadin girtiyan û dema hevdîtina vekirî kêm kirine, kirine nîv saet. Akman, bilêv kir ku li Girtîgeha Sîlîvriyê midûrê girtîgehê ji girtiyê bi navê Azad re gotiye "ez bi taybetî tayinî vira hatime kirine" û got: "Tahdeyê li girtiyan dikin. Girtiyê bi navê Azad jî ji ber ku li ber van tahdeyan rabûye lêxstine. Gardiyan îşkenceyê dikin. Em divê bibin dengê Azad. Di mehekê de 7 girtî jiyana xwe ji dest dan. Malbat hemû divê mil bidin milê hev du ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin. Em bibin yek em ê karibin dengê xwe ragihînin û pêşî li ber van zextan bigirin." 
 
Bi dû re Hatîce Yildiz, dêya girtî Rûken Yildiz a di Girtîgeha Îdir a Tîpa S'yê de axivî û got: "Ez bang li rayedarên dewletê dikim. Keça min jî di nav de hemû girtiyên nexweş berdin." 
 
Yildiz, da zanîn ku keça wê niha bi tena serê xwe di odeyekê de ye û ji roja sirgûnî Girtîgeha Îdir a Tîpa S'yê hatiye kirin wê nedîtine. 
 
'ZAROKÊN ME TÊN TECRÎDKIRIN'
 
Piştî Akman, Dilşat Ûbîc axivî. Ûbîc, anî ziman ku ji bo tevahiya girtiyan li vira ne û got: "Zarokên me tên tecrîdkirin û îşkence kirin. Kurê min niha bi tena serê xwe di hcureyê de ye. Bila malbatên girtiyan hemû mil bidin milê hev du. Zarokên me tên îşkencekirin. Ji bo zarokên me, ji bo mafên xwe û ji bo xwe divê em bên cem hev du. Heya em deng ji xwe neynin dê cenaze ji girtîgehan derkevin." 
 
GIRTIYÊN NEXWEŞ MEHKÛMÎ MIRINÊ TÊN KIRIN
 
Endamê Înîsatîfa Piştevaniyê ya Girtiyan Hidir Sabûr jî destnîşan kir ku kurê wî bi cezayê muebeda giran tê darizandin. Sabûr got: "Em jî welatiyên vî welatî ne. Di Qanûna Bingehîn de jî tê gotin ku li bara qanûnê her kes wekheev e. Di dema pandemiyyê de qanûnek çêkirin, lê girtiyên siyasî daxilî nav vê qanûnê nehatin kirin. Hem zarokên me bernadin hem jî bi ser de desteyek ava kirin. Ev deste gava bibêje 'ev li gor me ye' wê çaxê wan berdidin. Nêzî hezar heb girtiyên nexweş hene. Gelek mirov ji girtîgehan derxistin, lê girtiyên nexweş mehkûmî mirinê dikin." 
 
Sabûr bang li malbatan kirin ku li hev kom bibin û got: "Bê şert û merc divê em li hev kom bibin û ji bo zarokên xwe çalakiyê li dar bixin. Ger eem bên cem hev du, dê paş de gav bavêjin." 
 
BINPÊKIRINÊN MAFAN HERÎ ZÊDE LI GIRTÎGEHAN PÊK TÊN
 
Piştî kursiya serbest bi beşdarbûna Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû gotûbêjek hat lidarxistin. Gergerlîoglû, anî ziman ku heya niha gelek kesan ji ber binpêkirin mafan serî li wî dane û piraniya van serlêdanan jî yên girtiyan e. Gergerlîoglû, destnîşan kir ku bi taybeetî jî serlêdanên têkildarî binpêkirina mafan tên. 
 
Gergerlîoglû, destnîşan kir ku Tirkiye di warê mirina girtiyan de li cîhanê di rêza dudoyan de ye û di warê girtiyên siyasî de jî li cîhanê di rêza yekê de yee. 
 
Gergerlîoglû, bang li malbatan kir ku serî li hemû saziyan bidin. 
 
Piştî Gergerlîoglû Berdevkê Înîsyatîfa Piştevaniya Girtiyan Ertan Çita jî axivî û destnîşan kir ku biryar girtine ku her heftee li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) çalakiyê li dar bixin û bang li malbatan kir ku teevli vê çalakiyê bibin. 
 
Çalakiya nobedê ya vê hefteyê pitî axaftinan bi dawî bû. 

Sernavên din

16/01/2022
09:02 Seroka Giştî ya Malên Gel: Yekîtiya çalakiyê şert e
09:01 Emeklî-Sen: Em ê di nav Tifaqa Demokrasiyê de cih bigirin
09:01 Hunermend Taşdogan: 'Xem Neke' diyarî wê berxwedanê ye
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2022'YAN
15/01/2022
21:33 Gel vexwandin mîtînga Amedê ya HDP'ê
21:13 Bila girtiyê nexweş Îsmaîl Yilmaz bê berdan
19:34 Li Şakranê tevî kûçikan davêjin ser qawîşên girtiyan
19:19 Banga malbatên girtiyan: Em ji bo zarokên xwe bibin yek
18:46 Mûrat E. yê ku polîs û notirvanan îşkence lê kirin jiyana xwe ji dest da
18:14 HDP'î beriya kongreyê belavok belav kirin
16:51 Li Mêrdînê du malbat li hev hatin
16:35 Hatimogullari: Em ê çonga xwe daneynin
16:27 Girtiyê nexweş Çabûk li ber mirinê ye!
16:17 Polîsan li xizmên Dedeogûllari dan
16:16 Nobeda Edaletê: Heke li welat hiqûq û edalet hebe em jî dixwazin
15:54 ‘Demboriya dozê efûya veşarî ye’
15:43 Dundar: Hesabê herî mezin wê ev îqtidar bide
15:41 Ji bo girtiyê nexweş Sevmîş banga berdanê hat kirin
15:01 Tundiya zilam: Jinek giran birîndar bû, 2 jin jî bi awayekî biguman mirin
14:47 Ferat Derê rêveberiya xwe ya nû bijart
14:30 82 kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:21 Li Amedê li aqûbeta Altûnbaş, li Êlihê jî li aqûbeta Dîrîl hat pirsîn
13:36 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê serdana malbata Şenyaşar kir
13:14 Temellî: Heta ku şer dewam bike wê feqîrî jî neqede
12:21 HDP wê sibê li Êlihê kongreyê li dar bixe
10:55 Ji 3 kolberan agahî nayê girtin
10:20 Li Iraqê êrişî baregeha eskerî hat kirin
10:20 Bertek nîşanî Unal ê AKP’yî da: Meseleya me ya esas bêkarî ye
09:23 Di xwepêşandana ji bo Enes Kara de 83 kes hatin binçavkirin
09:08 28 sal in li benda cenazeyê kurê xwe ye
09:08 5 sal in kurê xwe yê nexweş ê 28 sal in girtiye nedîtiye
09:08 Ji bo hevdîtin bi Ocalan re bê kirin di 2 mehan de 60 serlêdan: Serlêdan nayên bersivandin!
09:08 Esnafên Çarşiya Tûtinfiroşan dikanên xwe digirin
09:08 Nivîskar Çelîk: Navnîşana çareserkirina pirsgirêkan Ocalan e
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2022'YAN
14/01/2022
23:59 Li Colemêrgê 11 herêm heya dawiya salê hatin qedexekirin
18:58 Koma Piştevaniyê ya ji bo Aysel Tûglûk: Ji bo karibe bijî wê berdin
17:00 TJA'yê ji bo piştgiriya malbatên girtiyan çalakî li dar xist
16:56 Encama lêkolîna 'Meylên Tirkiyeyê': PKK nûnerê gelê kurd e
16:27 Nobeta Edaletê: Em ê li her derê li ber xwe bidin
16:23 Demîrtaş bersiva Erdogan da: Tu hesabdayîna xwe bifikire
16:06 Çetîn Dedeogullari: Saziyên dewletê di nava vî karî de ne
14:59 Faîlê ku tacîza zayendî li zarokan kiribû hat girtin.
14:48 Baroya Amedê wê giliya dozgerê ku şahidan areste kiriye bike
14:31 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Êrişên desthilatê nikare paşve gavê bide avêtin
13:54 Malbata Doku çalakiya xwe vediguhezîne Enqereyê
13:54 Doza ‘Zincîra Aştiyê’ hat taloqkirin
13:45 Doza êrişa li dijî Malbata Dedeogullari hat taloqkirin
13:37 Nîhat Kazanhan hat bibîranîn
12:35 Li Miduriyeta Polîsan a Şirnexê îşkenceya lêgerîna tazî
12:05 Rojnamevanê girtî bi nexweşiya CIDP’ê ketiye
12:05 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:48 Di doza êrişa malbata Dedogullari de dadger destûrê neda pirsa derbarê kurdan de
11:47 Malbata Şenyaşar ji dozger re got: Ev bar wê bimîne ser milên we
11:32 Bûldan û Sancar serdana Zeydan kirin
11:30 Morsumbul ê dermankirina wî tê astengkirin nayê berdan
10:45 376 hezar û 500 lîre ji bo terasa Fîskayayê hatiye xerckirin
10:29 Emrê wê li ber girtîgehan derbas bû: Em êdî cîhanek azad dixwazin
09:01 Di Doza Kobanê de li makîneya xwe ya hinguv a windakirî digere!
09:01 Li tenişta taxê depoya dînamîtan hat avakirin
09:01 Nobeda ji bo 'azadiya girtiyan' du meh li pey xwe hişt
09:01 Ferat Der, dibistana kurdî ya Semsûrê ye
09:01 Nûnerê HDP’ê: PDK bi kirinên xwe alîkariyê dide AKP’ê
09:01 Jinên êzidî li dijî êrişan rêxistinbûyîna modela xweseriyê xurt dikin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2022'YAN
13/01/2022
21:58 NÇM'ê Sersal pîroz kir
21:20 Li Mêrsîn û Enqereyê Sersal hat pîrozkirin
21:00 Li Efrîn û Serêkaniyê teqîn
20:09 Nûnerên sendîkayan: Berpirsê mirina Enes îqtidar e
19:38 Qetilkirina jinan protesto kirin
18:53 Li Şirnexê mijek zêde çêbû
18:30 Li Silopiyayê mirineke biguman
17:28 Tê gotin ku Nazarbayev miriye!
16:29 Li Amed û Wanê Nobeda Edaletê didome
15:52 Doza protestoya Qetlîama Pirsûsê hat taloqkirin
15:37 Malbata Doku name ji 600 mebûsan re şand: Bila Komîsyona Lêkolînê were avakirin
14:59 Berdevka HDP'ê Gunay: Em bi piştevaniya bi milyonan li Meclîsê ne
14:45 8 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
13:32 Polîsan teblîxata ‘qaçax’ bi derî ve daliqand
13:09 Doza rojnamevan Çîçekçî hat taloqkirin
13:04 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:37 Emîne Şenyaşar: Bila Fadilê min berdin
12:25 Li Roboskiyê ciwanekî întîhar kir
11:49 Penaber tevî hewa sar jî kom bi kom sînor derbas dikin
11:14 Girtiyê nexweş li nexweşxaneyê enfeksiyon girtiye
10:55 AKP'ê li Farqînê di mizgeftan de siyaset dike
10:14 Malbata Kazanhan 7 sal in li benda edaletê ye
10:13 Xelkê Amedê: Em destûrê bidin Bahçelî wê sibê Soylu jî daxwaz bike
10:01 Berxwedana êzidiyan encam da: Wê peykerê Zerdeşt Şengalî bê çikandin
09:49 Kekê Kemal Kûrkût: Qisûr kurdbûn e!
09:25 Dayika ku cilên kurê xwe yên şewitî wergirt: Dîsa birîna min vekirin
09:04 Berpirsê çapemeniyê yê QSD'ê: Em dixwazin dagirkeriyê biqedînin, aramiya herêmê zêde bikin
09:04 Ji dêvla kesê tacizî zarokê kir, kesê tacizê asteng kir ket ber lêpirsînê
09:04 Ji Îzmîrê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Bila girtî bên berdan
09:04 Endamê BMG'ê Gurz: Armanca me polîtîkayeke navenda wê kuçe û têkoşîn e
09:04 137 roj in cenazeyê zarokên xwe dixwazin: Tu ferqa AKP û PDK'ê tune ye
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2022'YAN
12/01/2022
23:07 Amedpsorê şeva piştevaniyê li dar xist
19:53 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
19:46 Li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê şahiya Serê Salê