Hunermend Taşdogan: 'Xem Neke' diyarî wê berxwedanê ye

img

AMED - Hunermend Kasim Taşdogan ku bi stranên “Rê” û “Xem Neke” hat nasîn, diyar kir ku ew strana “Xem Neke” diyarî malbata Şenyaşar dikin û dixwaze ew her tim li cem êş û kêfxweşiya xelkê xwe be. Taşdogan, got ku wê zextên li ser çand, huner û zimanê kurdî jî negihîjin mexseda xwe û bi hêvî ye ku wê kurd bi ser bikevin. 

 
Di rojên dawîn ên sala 2021'an de beyî ku agahdariyek bê kirin ji nişke ve li ser medya dîjîtal dengek bilind bû. Ev deng dengê strana “Xem Neke” bû ku li gel wêneyê Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar hatibû parvekirin. Kê belav kiribû? Hunermend Kasim Taşdogan. Hunermend Rotînda û Kasim Taşdogan stranê duet kiribûn. Her kesî meraq dikir û digot, 'gelo ev stran ji bo malbata Şenyaşar hatiye gotin?' Axir em ê li jêrê bibînin ka stran ji bo kê hatiye gotin. 
 
Li ser dikan dengek bi qirika Serhedî olan dide û carna ew deng dibe dengê stranên Xelîl Xemgîn, Hogir, Rotînda û carna jî dibe dengê Eyşe Şan, Şakiro, Şeroyê Biro û Reso. Ev deng dengê Kasim Taşdogan e. Dema wî li Amedê konser da bêtir dengê stranên ku ji salên 1990’î û yên berê mabûn dihat guhê guhdaran. Lê dengê stranên kêf û şahiyê û evîndariyê jî ji qirika wî derdikevin û li eywanan olan didin. Bi kêfxweşî li gîtara xwe dida û bi işqek mezin stranan digot. Hunermend Taşdogan yek ji stranbêjên serdema nû ye û ew li Îzmîrê dijî û xebatên xwe yên hunerî dike. 
 
Heta niha strana “Rê” ya ji helbesta helbestkar Turgut Uyar a bi navê “Yokuş Yol’a” ku behsa Kurdistanê dike wergerî kurmancî kiriye û xwendiye. Xweşik werger kiriye û gotiye. Ew bêtir bi stranên “Rê” û “Xem Neke” tê nasîn. Ji biçûkatiya xwe ve bala wî li ser muzîka kurdî bûye. Ew li ber dengê dengbêjan û stranbêjên nûjen mezin bûye. Ew ji navçeya Melazgira Mûşê ye û di 9 saliya xwe de li gel malbata xwe berê xwe didin rêya koçberiyê û koçî Gebzeya Kocaeliyê dikin. Di salên dawî de di warê muzîka kurdî xwe li pêş dixe û di asta profesyonel de dibe hunermend. 
 
Me li gel hunermend Taşdogan li ser hunermendiya wî, muzîka kurdî û hin mijarên aktuel hevpeyivînek kir. Me pirs kir û Taşdogan bersiva pirsên me da. 
 
Hevpeyvîna me ya li gel hunermend Taşdogan wiha ye: 
 
Em dixwazin di destpêkê de hinek te nas bikin, Kasim Taşdogan kî ye? 
 
Ez jî xwe nû nas dikim. Her roj ez xej i nû ve nas dikim. Di sala 1983’yan de li gundê Melazgira Mûşê hatime dinê. Ez heta 9 saliya xwe li gund bûm. Di 9 saliya xwe de li gel malbata min me koçî Gebzeya Kocaeliyê kir. Piştî 18 saliya xwe ez ji malbatê veqetiyam. Ez li hin saziyan şixûlim. Tim di nava çand û hunera kurdî de bûm. Bi qasî 10-11 sal in li Îzmîrê dijîm. Ez hem karê xwe û hem jî xebatên muzîkê dikim. 
 
 
Pandemiyê (Kovîd-19) bandorek mezin li ser qada hunerê û hunermendan kir, gelo tesîra vê şewbê li xebatê te jî kir?
 
Dema pandemiyê ji bo me bû derfet ku em tiştên nû biafirînin. Min di wê serdemê de dest bi asta profesyenelî kir. Naxwazim bêjim profesyonel, hin jî amator im û dixwazim bi awayek profesyonel amator bimînim. Min cara ewil di serdema pandemiyê de bi konserên li taxên xizanan dest bi konseran kir. 
 
Civak hîmê hemû qadên jiyanê ye. Gelo civak ji bo xebata te ya hunerî tê çi wateyê û tu feyzek çawa ji civakê digirî? 
 
Tişta ku ez dixwazim, xwe bigihînimê beşa civakê ya ku herî hatiye jibîrkirin. Viya her tim di dilê min de bû. Li Îzmîrê dest pê kir. Cara ewil havînê carek hatim Amedê me konserek li dar xist. Piştî 20 salan vegeriyam Amedê. Di warê çandê de gelek tişt li Amedê guherîne. Mixabin li Amedê jî wek her deverê du quncikên ji hev cuda hene. Quncikê xizanan û dewlemendan hene. Ez naxwazim tenê dewlemend li hunerê guhdar û temaşe bikin. Ez ê her tim li cem çîna xizanan bim. Ez ê her tim ji wan bim û bi wan re tevbigerim û bo wan stranan bêjim. Ji ber ku ez jî ji wan im. 
 
Te li sê navendên girîng ên bakurê Kurdistanê konsertan li dar xist, li van konseran tu û muzîkjenên li gel te bi atmosferek çawa re rûbirû man? 
 
Konserên min li Qoser, Êlih û Amedê li dar xist, gelek baş derbas bûn. Lê dikarim vê bêjim guhdar, temaşeger min layîqî çi bibînin ew dikarin asta başbûnê û nebaşbûnê bêjin. Lê ez bi van konseran gelek şanaz bûm. Li ber kêfxweşî û coşa guhdaran min fedî kir. Li ber vê kelecan û ruhî tu neçar dimînî ku dibêjî ez ê baştir karê muzîkê bikim. Gelek bi dilê min bû. Lê divê mervi di her terzê muzîkê de biceribîne. Heya ku ‘parçeyek civakê nexweş be’, ez jî dixwazim bi wan re nexweş bim û em bi hev re baş û sax bin. 
 
Rûhê stranên salên 90’î qet xwe nadin jibîrkirin û xelkê kurd hinek bi hesreta wî ruhî maye, meriv dikare bêje tu wê terz û ruhê wan stranan nûjen dikî? 
 
Helbet ruhê me hêj bi salên 1990’yî re ye lê ez naxwazim heta dawiyê terza wê serdemê bêjim. Ji ber ku ew salên êşê bûn. Stranên serhildanê, şahiyê û evînê pirr in lê di nava stranbêjên kurd de jî romatîzmek çêbûye. Stranên 50-60 sal berê dibêjin lê kes stranên 20 sal berê nabêje. Niyeta min ewil ew e ku ez nehêlim ruhê stranên salê 90’î were jibîrkirin. Zext û zordariyên pergalê li ser çand û hunera kurdî heye. Bi dîtina min di warê muzîkê de heya niha bi qasî salên 90’î bersiva van zextan nehatiye dayîn. Sedem ev e; di serî de ez, em gişt ditirsin. Lê ez naxwazim di pêşerojê de fedî bikim. Em ê bi hev re bişewitin û bi hev re şa bibin, em ê bi hev re bigirîn û bi hev re dîlanê bigirin. Ez nabêjim hunermendê wêrek ez im, gelek gelek hunermendên wêrek hene. Ez stranên cûrbicûr dibêjim. Lê heya zextên heyî siviktir nebin, ez ê her tim stranên ruhê wan salan bibêjim. Ez dixwazim, bi stranên wê serdemê li dijî zextan bibim bersivek. 
 
Beriya her tiştî di muzîkê de naverok girîng e. Taybetmendiya muzîka kurdî ew e ku naverokek wê têr û tije nemaye. Di sedsala 21’emîn de naxwazim hunermendek kurd pesnê evîna dotmam û pismaman bide. Ev yek li gorî dîtina min e. Belkî li gorî xwe dikare bide. Dibe ku bi şêwazên cuda muzîk were afirandin, lê naveroka muzîk û stranê girîng e. Dixwazim di jiyana rojane de çidewime behsa wê bikim û xwedî seknekê bim. 
 
Ew ruhê ku ji stranbêjin salên 90’î tê hêj di nav gel de zindî ye. Gel naxwaze wan salan ji bîr bike. Hem jî gel naxwaze ewqas bigirî. Hêj di nava civakê de ruhê girînê jî û ruhê berxwedanê jî heye û ruhê dîlanê jî heye. Ez carna xwe wek otobusek dihesibînim. Rêwiyên min hene, dixwazin herin cihekî, ez wan siwar dikim. Cihê ez herim ez diyar dikim. Lê carna rêwî dibêjin di vê riyê de here, di vê riyê de here, cihê ku ez herim ez bizanibim, xem nake di kîjan riyê de biçe. Divê em jî wê diyar bikin, divê em ê herin kê derê, qonaxa me ya dawî çi ye. 
 
Serê çend salan e zextên li ser gelê kurd, çand, huner û zimanê kurdî zêde pêk tên, ev zext dixwazin gelê kurd û çanda wan biqutifînin, hûn van pêkûtiyan çawa dinirxînin? 
 
Êriş û qedexeyên li ser çand, ziman û huner û erdnîgariya kurd û Kurdistanê ne nû ye. Serê çend salan e, zextek li ser gelê kurd heye. Mesele dibe ku dagirker bêjin ‘em peykerê şoreşgerek hemdem rakim’ lê belê radibin peykerê Ehmedê Xanî jî radikin. Armancek wan a ku gelê kurd bêkok, bêruh bihêlin heye. Dixwaze vê çandê û gelî ji koka wan qut bike. Li tevahiya cîhanê dagirker wisa tevdigerin. Li Kurdistanê jî heye. Ez al, remz û nivîsên ecêb li Kurdistanê dibînim. Tu van nivîs û remzan nikarî li Îzmîrê û Stenbolê bibînî. Ji xwe li wan deran ne hewce ye ku wê propagandayê bikin. Lê dagirker dibînin ku li Kurdistanê kurd hene, bi israr dibêjin hûn ‘tirk’ in. Dibêjin ez ê peykerên we xera bikim, stranên we qedexe dikim. Şerekî ji zû ve heye û niha ev şer di asta herî jor de didome. Şer her beşê civakê xistiye bin tesîra xwe. 
 
Bi ya min tenê ne asîmîlasyona ziman pêk tê. Pergal niha tenê ne li ser ziman tevdigere. Lê dema meriv li Amedê lê dinêre navê gelek kargehan û devaran bi kurdî ye. Lê armanca asîmîlasyonê ew e ku li raman, bîrdoziya te dinêre. Li armanca kurdan dinêre. Heke bixwaze ziman ji binî qedexe bike wê di dawiyê de bike. Lê pêşî dixwaze pêşî armanc, daxwaza te biqedîne. Îro dewlet dikare bi kurdî jî kurdan asîmîle bike. Dewlet û dagirker dixwazin çandek populer ava bike û ew çanda te ya resen jî bênaverok bibe. Lê niha li dijî vê polîtîkaya asîmîlasyonê ez tevgerek polîtîk dibînim. Di çend sal berê de gotinên stranan ku ciwanên kurd li kuçe û meydanan digotin, qedexe nebû, lê niha naveroka wan stranan ji bo dewletê pir muhîm e. Niha tu bi kurdî bikixû jî polîtîk e. Tu bi fîkînî polîtîk e. 10 sal berê ne polîtîk bû. Ji ber destkeftiyên wan rojan. Du sal li ser vê axê belkî tenê kurd nehatin kuştin. Cara yekemîn tenê kurd nehatin kuştin. Dilê mirovên cuda êşiya, lê ez bawerim bi niyet an bêniyet hat xwestin ev dem bi dawî bibe. Ji bo ku êşa xwe ji bîr bikî pêdiviya te bi êşa gelekî din heye. 
 
Ne mimkun e ku çand, huner û zimanê kurdî ji binî qedexe bibe. Ez gelek bi hêvî me ku wê tiştên xwe biqewimin. Pergal dixwaze heya dawî xwe bikar bîne. Niyeta bicihkirin navê Devlet Bahçelî jî parçeyek vê konseptê ye. Dixwaze potansiyela xwe heya dawiyê bikar bîne. Lê ez bawerim ber bi dawiya potansiyela xwe ve tê. Piştî ewqas zext û zordariyê wê gel bêhnê bistîne. 
 
Gelo tevgera holê rakirina kurdan di rojevê de ye, çimkî di demên dawî de navê Kurdistanê qedexe dikin… 
 
Ez li dîroka kurdan dinêrim dîroka serhildana kurdan dinêrim, her tim pêdivî bi pêşengan çêbûye. Û niha jî tişta herî xuya dike, dixwazin wê pêşengiya lîderên kurd biqedînin. Li çar aliyê welat wisa tevdigerin. Li Rojava jî li Başûr jî û li Bakur jî hewl didin pêşengan ji holê rakin. Ez nebawerim ku ev tevgerên wan bi ser bikevin. Ev tenê bizavek e. Bi gelemperî dixwazin statûya kurdan ji holê rakin. 
 
 
Strana ‘Xem Neke’ diyarî kê hatiye kirin, em dixwazin hûn hinek naveroka wê ji me re vebêjin? 
 
Ez bi hunermend Rotînda serbilind im. Ji sala 96’an ve dişopînim. Rêzdar Rotînda ji bo min wek rehberekî ye. Strana ‘Xem Neke” gotin ên Rotînda ne. Ji min re şand û me bi hev re duet kir. Bi Rotînda re dueta stranekê ji bo min jî serbilendahiyek bû. Naveroka strana Xem Neke hem evîndarî ye û hem jî şoreşgerî ye. Behsa evînekê dike lê parçeyek ji wê evînê di şer de jiyana xwe ji dest daye. Ewilî me xwest em dîmenan klîba vê stranê çêbikin lê me wisa nekir. Di dawiyê de em fikirîn ku berxwedanek girîng heye. Ew jî berxwedana Malbata Şenyaşar e. Berxwedana wan hem berxwedanek evînî ye û hem jî berxwedanek şoreşgerî ye. Me xwest em wisa bi hev ve girê bidin. Me ji bo bikaranîna sûret (wêne) ji malbatê destûr xwest. Me di encamê de jî sûretê malbatê (Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar) bikar anî. 
 
Em piştevaniya ji bo malbata Şenyaşar rast nabînim. Xwedî derketina malbatê deynê stûyê me ye. Gelek sazî û dezgeh diçin serdana malbatê. Lê malbat bi tenê li ber xwe dide. Em nikarin bikaranîna sûretekî deynê xwe bidin. Di vê astê de ev ji destê me hat. Em ne piştevanî û xwedî derketinê nîşan bidin, em parçeyek ji malbata Şenyaşar in. Îro ew in dibe ku sibê em bin. Divê em xwe wek parçeyek bihesibînin. Divê ku em bêjin êşa malbatê êşa me ye. 
 
Bi awayê sûret û klîbê rasterast stran û klîb di şexsê malbata Şenyaşar de diyarî hemû malbatên cangoriyên vî welatê me ye.
 
Muzîka kurdî ber bi ku ve diçe… 
 
Muzîk ango hunera kurdî bi têkoşînek polîtîk rê ji xwe re dît. Lê divê naveroka hunera me yanî stranên me hin bêtir dewlemendtir bibin. Afirandin kêm û divê em hemû hunermendên kurd li ser vê bifikirin û bişêwirin. 
 
Kurd di nîveka rojeva cîhanê de cih digirin, lê belê di navbera hêzên kurdan de yekîtiyek neteweyî tune ye, hunermendên kurd dikarin ji bo avakirina yekîtiyê çi bikin? 
 
Ji bo yekîtiya neteweyî ya kurdî divê em ewilî êş û şahiyên hev li hev parî bikin. Ka em lê binêrin êş û şahiyên her beşekê çi ne. Meriv dikare ji wir dest pê bikin. Meriv dikare armancên hevbeş diyar bike. Ji bo berjwendiyên gelê kurd li her çar parçeyan armanca me çi ye. Ji bilî rexnekirina hev divê tiştên em bi awayek hevbeş jê hez bikin bixin rojeva hev. Belkî meriv li ser vê yekê bisekine. Çandek me ya hevpar heye. Beriya niha bi sed salî em bi hev re bûn. Êş û şahiyên me yên hevbeş hene. Pêdivî bi wê yekê tune ye ku hunermend ji bo yekîtiyê bibin pirek navberê. Çimkî em gelek in. Heke gelê kurd û gelekî din şer bikin pêdivî bi hunermendan heye ku di navberê de bibin pirek. Em xelkek in û ji heman erdnîgariyê ne. 
 
Di serpêhatiya te ya stranbêjiyê de herî zêde kîjan hunermendên kurd tesîrê li ser te kir? 
 
Beriya muzîka polîtîk a kurdî me li stranên dengbêjî guhdar dikir. Di salên 90’î de dema serdegirtina gundan çêdibû, cendirmeyan diavêt ser malan. Wek mînak; bandên hunermendên wek Xelîl Xemgîn, Rotînda û yên din qeydî qasetên dengbêjan dikir. Yanî me dengê wan diavêt ser bandên dengbêjan. Wexta bi ser malan de digirtin, li navê qesetan dinêhirîn. Heke bandê dengbêjan bûya tiştek nedigotin. Lê ku bandên Şivan Perwer, Xelîl Xemgîn bûya ji bo wan sûcek mezin bû. Ev yek ji bo min metaforek mezin e. Belê helbet Şakiro, Reso li ser min bandorek mezin kiriye. Di muzîka nûjen de jî Xelîl Xemgîn, hunermendên salên 90’î, komên NÇM’ê tesîrek mezin li ser min kirin. Hin jî hewl didim stranên wan ên folklorîk û yên şoreşgerî bêjim. Di jiyana xwe de cara yekem ez çûm konsera nemir hunermend Hogir. Ez pir di bin tesîra wê konserê de mam. Ez hewl didim li her deverê stranên wî bêjim.  
 
MA / Bîlal Guldem 

Sernavên din

20/01/2022
12:36 Bakurê Kurdistanê di bin berfê de maye
12:36 Gunay: Divê Tirkiye tavilê dest ji dagirkirina Efrînê berde
12:02 Doza Ceylan û Alokmen hat taloqkirin
11:41 Malbata Şenyaşar: Heta ku jiyan bidome wê têkoşîna me berdewam bike
11:41 Li Wêranşarê kuçe û cade veguherîne kort û çalan
11:10 DEDAŞ'a ku xelkê bê ceyran dihêle, bi helîkopterê diçe ceyrana qereqolê çêdike!
10:52 Li Amedê dê 'Kargeha Çîrokê' were lidarxistin
10:11 Demîrtaş: Tecrîdê rakin û bi Ocalan re biaxivin
09:59 Girtiyê teşhîsa xelet danîn ser felc ma
09:58 Gotiye ‘he’ 10 sal ceza lê birîn!
09:20 Wê doza Denîz Poyraz bi girseyî were lidarxistin
09:01 Girtîgeh veguherandin zanîngehê
09:01 Ma Music dê 'Rojên Muzîkê' li dar bixe
09:01 Beriya komkujiyê tetikkêş Altûn birine 'kampên moralê'
09:00 Dê dosyeya Kirbayir bişînin AYM'ê
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2022'YAN
19/01/2022
23:07 Bavê Îlham Ehmed jiyana xwe ji dest da
17:30 Hrant Dînk hat bibîranîn
17:27 Biryara 'hepsa malê' ya derbarê hevşaredaran de piştî 613 rojan hat rakirin
17:12 Hrant Dînk li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn: Wê ji kujeran hesab were pirsîn
17:12 Doza Madimakê hat dîtin: Demborî ne pêkan e
17:01 ÎHD'ê Orhan Karaagar bi bîr anî
16:34 DTSO û ÎHD'ê banga hilbijkartina dersên bijarte yên kurdî kirin
16:25 ‘Vê berfa ku dibare jî agirê di kezeba me de natefîne’
16:12 HDP’ê serdana xebatkarên BBC’yê ku di grevê de ne kirin
15:52 Olûç: Di komkujiya Konyayê de gelek pirs hene, nayê lêkolînkirin
15:44 Çalakiya malbata Dokû rexmî barîna berfê jî didome
15:22 Li taxên Peyasa Amedê rê girtî ne û ceyran jî hatiye birîn
15:22 Hrant Dînk li pêş mala lê ji dayik bûbû hat bibîranîn
15:21 Kelûpelên girtiyan destserkirin û birin li kantînê firotin
14:45 Doza karesata keştiyê ku 61 penaber fetisîbûn hat taloqkirin
14:29 Rojnamevan Orhan Karaagar li ser gora xwe hat bibîranîn
14:12 Li Mêrdînê qezaya trafîqê: 3 kes mirin û 10 kes jî birîndar in
14:06 Li dijî pêkanînên keyfî 6 roj in di greva birçîbûnê de ne
13:54 Polîsan nivîsa ji berfê ya li ser dîwar qedexe kir!
13:54 Ji ber straneke kurdî ji parlementera HDP’î re fezleke amade kirin
13:24 Ji bo aktîvîstê aştiyê ceza hat xwestin
13:11 Xelkê Amedê: Qeyûm şovê dike lê xebatê nake
13:01 Piştî ku rê hatin girtin qeyûm meseya qrîze ava kir
12:18 Rêya Dîlok û Edeneyê hat girtin, bi hezaran kes di rê de man
11:35 Rojnameger Daştan: Li Efrînê her tişt bi agahiya NY'ê bû
11:22 ‘Tirkiye, Iraq, PDK û NY dixwazin Mexmûrê vala bikin’
11:22 Li naverasta kuçeyê sîxuriyê li zarokê 17 salî ferz kirin!
10:22 Ocalan: Werin em vekirî nîqaş bikin kî terorîst e û kî nîne
10:21 ji ber berfê li bakurê Kurdistanê dibistan hatin girtin
09:43 Dr. Salih: Bikaranîna çekên kîmyewî zirareke cidî dide xelkê û herêmê
09:42 Berfê li Amedê rê girtin û qeyûm 'ne amade' bû!
09:39 Serokê Yeşîlayê bi kafeya xwe ya nargîleyê li dijî tiryakê têdikoşe!
09:21 KASED dê li Mêrsînê konserekê li dar bixe
09:20 'Girtiyên înfazên wan hatine şewitandin berdin'
09:18 Înfaza girtiyê ku tevahiya laşê wî îflas kiriye hat şewitandin
09:16 Bang li CPT'yê kir: Girtîgeh bûne navendên mirinê
09:09 Di hevdîtina vekirî de nehiştin hevjînên hev li kêleka hev rûnên
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2022'YAN
18/01/2022
22:06 Li Qoserê formên dersên bijarte nedan xwendekaran
20:23 Ji bo dersa kurdî belavok belav kirin
20:10 Daxuyaniya hevpar a 8 partiyên siyasî: Em bibiryar in ku berpirsiyariya civakî pêk bînin
18:41 Berfê li navçeyên Amedê jî erd spî kir
16:57 'Nobeta Edaletê' ya Wanê di roja 40'î de ye
16:54 Berfê li Amedê rûyê erdê spî kir
16:33 Serokên daîreyan ên qeyûmê Amedê şerê hev kirin
16:15 Artêşa Iraqê gef li Şengalê dixwe
16:14 Wê daxwaza malbatên Nobeda Edaletê digirin li mitînga Amedê olan bide
15:42 HDP'ê xebatên xwe yên mitînga Amedê li Bismîlê domand
15:32 Rêxistinên sivîl banga parastin û bijartina dersên kurdî kirin
15:13 Ceza li Serokê Komeleya Sarmaşikê hat birîn
15:13 Bûldan: Yên ku tecrîdê didin sepandin û qala Îmraliyê dikin ne jidil in
15:03 Li Aydinê hin dibistanan kurdî ji dersên bijarte derxistin
14:43 Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan serdana malbata Şenyaşar kir
14:13 Şenyaşar: Wê hemû deriyê edliyeyên Tirkiyeyê bibin cihên nobeta edaletê
14:13 Leşkeran li Şêrwanê ciwanek kirin binçavan
14:02 Dadgehê cezayê dîsîplînê betal kir
13:03 Çalakiya ‘Gulistan li ku ye?’ di roja 18’an de ye
12:54 Bahçelî bertekên amediyan bi "dabeşkirinê" sûcdar kir
12:43 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:43 PADÊ: Divê Iraq Şengalê neke qada aloziyê
12:23 Faîlê destdirêjiyê Serokê Ocaxa Ulkuciyan a Ûmûrlûyê hat berdan
11:09 29 sal derbas bûn: Kujerên Orhan diyar in
10:26 Ruhê berxwedêr ê Kalo li her kûçeyên Amedê ye
10:22 Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê angaştên derpkirinê lêkolîn nekir
09:00 Di 15 salan de 82 hezar û 253 kes ji ber tahdeyê serî li TKFD'ê dane
09:00 Krîzê traktor pê da firotin, niha jî dora heywanan e
09:00 Heyeta Şopandinê zend û benda badan: Em ê bibin dengê girtiyan
09:00 Li şûna dibistanên hatin hilweşandin navendên bazirganiyê çêdikin
09:00 Çalakgerê greva birçîbûnê Yagiz: Divê her kes li berxwedana li Îmraliyê xwedî derbikeve
09:00 Ji ber strana bi kurdî derbarê wî de îdianame amade kirin
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2021'Ê
08:56 Li Qeyseriyê erdhej çêbû
17/01/2022
21:22 Karkerê di kana komirê de jehrî bû jiyana xwe ji dest da
20:38 Li Semsûrê kesek hat girtin
19:29 Platforma Jinan a Çîgîlê ji bo berdana Aysel Tûglûkê bang kir
19:12 KCD û DBP çûn taziyeya Kalo
19:00 'DEDAŞ hem ceryanê qut dike hem jî heqê jeneratorê ji gel distîne'
17:04 Wê li pêşiya ATK'ê çalakiya 'Em ê destûr nedin mirinan' bê destpêkirin
16:18 Xebatên HDP'ê yên mitînga Amedê didomin
16:10 Rêveberê HDP'ê Sedat Duşunmez hat berdan
16:04 Dibe ku ciwanê polisan gule lê reşandibûn seqet bimîne
15:39 Li Riha û Colemêrgê 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
15:08 ÎHD: Li Enqereyê binpêkirina mafan zêde bûye
14:41 Ji gotina "xwezî bi kesê ku dibêje ez kurd im" beraet kir