Li Şirnexê di 3 mehan de 160 kes bi îdiayên 'şahidên nepen' hatin binçavkirin

  • rojane
  • 09:08 21 Çile 2022
  • |
img

ŞIRNEX - Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, ji bo binçavkirin û girtinên li Şirnexê yên vê dawiyê got: "APK-MHP di bin kirasê hiqûqê de dijminatiyê dikin." 

Li navenda Şirnexê û navçeyên wê, di 3 mehên dawî de di avêtina ser malan a polîs û cendirmeyan de 160 kes hatin binçavkirin û ji van kesan 93 kes hatin berdan, 63 kes jî hatin girtin. Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû di 10'ê Kanûnê de li Meclîsê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hedef nîşan dabû û piştî vê polîs û cendirmeyan avahiya HDP'ê ya Cizîrê jî di nav de bi awayekî hevwext avêtibûn ser malên gelek HDP'iyan û ew binçav kiribûn. Her wiha di 11'ê Kanûnê de beriya kongreya HDP'a Silopiyayê jî 33 kes û beriya kongreya HDP'a Qilebanê 24 kes û herî dawî jî beriya kongreya HDP'a HEzexê bi rojekê 9 kes hatibûn binçavkirin. 
 
‘JI HÊZA GEL DITIRSIN'
 
Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, bertek nîşanî binçavkirin û girtinên vê dawiyê da. Kaçmaz, bibîr xist ku bi sedan endamên partiya wan hatine binçavkirin û girtin û li hemberî gel helwesteke dijminatiyê heye. Kaçmaz, diyar kir ku tifaqa AKP-MHP'ê di 5-6 salên dawî de konseptek nû xistine dewrê û got: "Gava gelê Botanê bi coş û moralek mezin tê cem hev du, îqtidar ji wan ditirse. Ji hêza gel ditirsin. Lewma ji bo moral û rêxistinbûyîna gel xurt nebe li vir tim konsepeta binçavkirin û girtinê dixin dewrê. Dixwazin bêhnê li gel biçikînin. Bi taybetî jî li Şirnex û navçeyên wê di dema xebatên me yên ji bo kongreyan de kesên tevli xebatên me bûn binçav kirin. Bi vî awayî dixwazin kongreyên me lawaz derbas bibin. Lê her kesî beşdariya li kongreyan û moral û coşa li kongreyan dît." 
 
‘ŞAHIDÊN NEPEN'
 
Kaçmaz, destnîşan kir ku tevahiya binçavkirin û girtinan di çarçoveya "şahidên nepen" de hatine kirin û got: "Şahidên nepen, derwek e. Gelek mînakên vê derketin holê. Şahidên nepen ên tevli dosyeyan kirine an qet tune ne yan jî derew in. Bêbextiyên vana dikin delîl û bi vê bi dehan salan kesan di girtîgehan de dihêlin. Di dema darizandinê de gava ji bo dubarekirina îfadeyê gazî şahidên nepen dikin, dibêjin tiştekî wisa tune ye. Rewşa şahidê nepen ê bi navê 'Mercek' ê di dosyeya Selahattîn Demîrtaş de, her tiştî aşkere dike. Derket holê ku şahidekî wisa tune ye. Çendî di hiqûqê de pênaseyek wisa hebe jî, lê ev bi tena serê xwe ne delîlek e. Ev di hiqûqê de wekî delîl nayê hesibandin. Qanûn hene, lê dewlet dijî van qanûnan tevdogere. AKP-MHP di bin kirasê hiqûqê de dijminatiyê dikin." 
 
‘BOTAN DILÊ BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNÊ YE'
 
Kaçmaz, destnîşan kir ku binçavkirin û girtinên tên kirin bi zanebûnî tên kirin û got: "Gava em li dîrokê mêze dikin, Botan ji bo kurdan xwedî cihekî girîng e. Tim û tim têkoşîn û berxwedana xwe domandiye. Botan ji bo tevahiya kurdan bûye kaniya moral û coşê. Lewma ji herêma Botanê ditirsin. Ji lew re gava li vir gel li ber xwe dide, bandorê li herêmên din jî dike. Ev der, dilê têkoşîn û berxwedanê ye. Ji bo şikandina vîn û rêxistinbûyîna gel çi ji destê wan tê dikin, lê ev gel tu carî serî netewandiye û dê netewîne jî. Her diçe em rêxistinbûyîna xwe xurtir dikin. Em ê xwedî li vîna xwe derkevin. Ev gel ev qas bedêl badilhewa nedaye. Em ê heya dawiyê bitêkoşin." 

Sernavên din

21/01/2022
17:55 Mutalaaya derbarê girtina HDP'ê de: Hevdîtinên dema pêvajoya çareseriyê wekî têkiliyeke organîk a bi PKK'ê re hatin hesibandin
17:05 Baroya Amedê û CHP’ê serdana malbata Dokû kirin
17:05 Jina herî ciwan li dora cîhanê firiya
17:04 Nobeta Edaletê: Werin em mil bidin milê hev û têbikoşin
16:56 Tirkiyê dîsa êriş bir ser Şengalê
16:48 Qeyum darbest û wesayîta cenaze neda malbata girtiyê ku jiyana ji dest da
16:37 Li Mêrsînê jinek hat girtin
16:37 Kemalbay: Daxwazên girtiyên di grevê de ne pêk bînin
16:21 ‘Bila Aysel Tugluk azad bibe’
15:49 Pervîn Bûldan bi koronayê ket
15:24 Dede: HDP wê bi vê doznameyê nayê girtin
15:19 Girtiyê 70 salî jiyana xwe ji dest da
14:33 Li Silopiya kesek hat girtin
14:20 DAIŞ'ê li Hesekê êriş pêk anî û şer derket
14:14 Ji ÎHD’ê rapora Anatoliya Navîn: 83 jê giran 231 girtiyên nexweş hene
14:01 Li Şirnexê civîna ‘operasyonê’ li dar xistin
13:28 Ji bo Tugluk banga lezgîn li NY'yê hat kirin
13:28 Rêvebera Egîtîm Senê hat berdan
13:18 Têkildarî kuştina Kerzîban Keskîn 4 kes kirin binçavan
13:17 Jinan ji bo doza Denîz Poyraz banga tevlîbûnê kirin
13:08 Ferît Şenyaşar gazî mebûsan kir: Terefê xwe diyar bikin
12:44 Kujerê Sertîp Şen beşdarî danişînê nebû
12:36 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:35 Hevdîtina 8 partiyan: Pêwistî bi hevkariya têkoşînê heye
11:49 Derbarê rojnamevan Guney de biryara ‘neşopandinê’ hat dayîn
11:21 ATK nahêle girtiyê ji mêjî, dest û lingê xwe nexweş e were berdan
11:03 Dahatên Seha Futbolê ji serokê AKP'î re tên veqetandin
10:31 Jinên sendîkavan: Krîz kûr dibe, çareserî li kuçeyan e
09:34 Dedeogullari: Îfadeyên 7 neferên malbata min li ber çavan nehatin girtin
09:08 Şêniyên Ben û Senê tên mexdûrkirin
09:08 Pêdiviya Semsûrê ne bi girtîgehan, bi îstihdamê heye
09:08 Li Sûrê avahiyên dîrokî di bin avê de man
09:08 Li Şirnexê di 3 mehan de 160 kes bi îdiayên 'şahidên nepen' hatin binçavkirin
09:07 Sekmen: Dersa bijartî polîtîkayeke xapandinê ye
09:07 Ji qeyûmê Mêrdînê revîzyoneke îmarê ya dijî qanûnê
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2022'YAN
20/01/2022
23:48 QSD: Êrişa DAIŞ'ê bi ser neket
21:03 Dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin
18:23 AYM, dîtina derbarê esasê de ya Dadgeha Bilind ji HDP'ê re şand
16:51 Nobeda Edaletê: Divê zindan bibin rojeva ewil
16:18 Serhed Goç-Der: Mafê penaberan tê binpêkirin
16:15 Endamên EŞÎK'ê serdana Koma HDP'ê ya Meclisê kirin
15:35 Ceza dan xûça Gulistan Dokû
15:24 Çalakiya ji bo Gulistanê di roja 20'an de ye
15:23 Platforma Jinan a Mêrsînê bang li Wezaretê kir: Karê xwe bikin
15:13 Derbarê rojnamevan Gok de dozek nû hat vekirin
14:53 Li Şirnexê riya 129 gund û mezrayan hat girtin
14:47 Ji bo Semra Guzel 'Komîsyona Amadekariyê' hat avakirin
14:01 Agahî ji Goksu yê hatiye girtin nayê wergirtin
13:42 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin
13:35 Malbatên girtiyan li ber ATK'ê nobedê dan destpêkirin
13:19 Derbarê Hevserokê ÎHD’ê Turkdogan de doza ‘Garê’ hat vekirin
12:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:38 Rojnamevan Kaya 17 car in derdikeve pêşberî dadger
12:38 Mitînga HDP’ê ya Amedê hat taloqkirin
12:36 Bakurê Kurdistanê di bin berfê de maye
12:36 Gunay: Divê Tirkiye tavilê dest ji dagirkirina Efrînê berde
12:02 Doza Ceylan û Alokmen hat taloqkirin
11:41 Malbata Şenyaşar: Heta ku jiyan bidome wê têkoşîna me berdewam bike
11:41 Li Wêranşarê kuçe û cade veguherîne kort û çalan
11:10 DEDAŞ'a ku xelkê bê ceyran dihêle, bi helîkopterê diçe ceyrana qereqolê çêdike!
10:52 Li Amedê dê 'Kargeha Çîrokê' were lidarxistin
10:11 Demîrtaş: Tecrîdê rakin û bi Ocalan re biaxivin
09:59 Girtiyê teşhîsa xelet danîn ser felc ma
09:58 Gotiye ‘he’ 10 sal ceza lê birîn!
09:20 Wê doza Denîz Poyraz bi girseyî were lidarxistin
09:01 Girtîgeh veguherandin zanîngehê
09:01 Ma Music dê 'Rojên Muzîkê' li dar bixe
09:01 Beriya komkujiyê tetikkêş Altûn birine 'kampên moralê'
09:00 Dê dosyeya Kirbayir bişînin AYM'ê
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2022'YAN
19/01/2022
23:07 Bavê Îlham Ehmed jiyana xwe ji dest da
17:30 Hrant Dînk hat bibîranîn
17:27 Biryara 'hepsa malê' ya derbarê hevşaredaran de piştî 613 rojan hat rakirin
17:12 Hrant Dînk li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn: Wê ji kujeran hesab were pirsîn
17:12 Doza Madimakê hat dîtin: Demborî ne pêkan e
17:01 ÎHD'ê Orhan Karaagar bi bîr anî
16:34 DTSO û ÎHD'ê banga hilbijkartina dersên bijarte yên kurdî kirin
16:25 ‘Vê berfa ku dibare jî agirê di kezeba me de natefîne’
16:12 HDP’ê serdana xebatkarên BBC’yê ku di grevê de ne kirin
15:52 Olûç: Di komkujiya Konyayê de gelek pirs hene, nayê lêkolînkirin
15:44 Çalakiya malbata Dokû rexmî barîna berfê jî didome
15:22 Li taxên Peyasa Amedê rê girtî ne û ceyran jî hatiye birîn
15:22 Hrant Dînk li pêş mala lê ji dayik bûbû hat bibîranîn
15:21 Kelûpelên girtiyan destserkirin û birin li kantînê firotin
14:45 Doza karesata keştiyê ku 61 penaber fetisîbûn hat taloqkirin
14:29 Rojnamevan Orhan Karaagar li ser gora xwe hat bibîranîn
14:12 Li Mêrdînê qezaya trafîqê: 3 kes mirin û 10 kes jî birîndar in
14:06 Li dijî pêkanînên keyfî 6 roj in di greva birçîbûnê de ne
13:54 Polîsan nivîsa ji berfê ya li ser dîwar qedexe kir!
13:54 Ji ber straneke kurdî ji parlementera HDP’î re fezleke amade kirin
13:24 Ji bo aktîvîstê aştiyê ceza hat xwestin
13:11 Xelkê Amedê: Qeyûm şovê dike lê xebatê nake
13:01 Piştî ku rê hatin girtin qeyûm meseya qrîze ava kir
12:18 Rêya Dîlok û Edeneyê hat girtin, bi hezaran kes di rê de man
11:35 Rojnameger Daştan: Li Efrînê her tişt bi agahiya NY'ê bû
11:22 ‘Tirkiye, Iraq, PDK û NY dixwazin Mexmûrê vala bikin’
11:22 Li naverasta kuçeyê sîxuriyê li zarokê 17 salî ferz kirin!
10:22 Ocalan: Werin em vekirî nîqaş bikin kî terorîst e û kî nîne
10:21 ji ber berfê li bakurê Kurdistanê dibistan hatin girtin