‘Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan têkoşîneke hevpar divê'

  • rojane
  • 09:11 23 Çile 2022
  • |
img
STENBOL  - Nûnerên partiyên siyasî li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan îşaret bi têkoşîna hevpar kirin û destnîşan kirin ku rêya vê jî bi helwesteke zelal kuçe ne. 
 
Li girtîgehên Tirkiyeyê bi taybetş binpêkirinên mafan ên li ser girtiyên siyasî zêde dibin. Gelek girtî înfazên wan tên şewitandin û girtiyên nexweş jî di hucreyan de bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Herî dawî li Girtîgeha Wanê Ramazan Tûran ê 70 salî ku di 31'ê Kanûna 2021'ê de hatibû girtin, duh na pêr di hucreya lê dihat ragirtin de jiyana xwe ji dest da. 
 
Nûnerên Partiya Şoreşger a Yekbûyî, SYKP û Partîzanê diyar kirin ku meseleya girtîgehê meseleya civakê ye û divê partiyên siyasî rola xwe bilîzin. 
 
ZEXT ZÊDE BÛN
 
Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya Şoreşger a Yekbûyî Bûrcûgul Çûbûk, diyar kir ku bi poşîtîkayên "faşîst" ên dewletê re zext zêde bûne. Çûbûk, bal kişand ser mirina Garîbe Gezerê û destnîşan kir ku ev delîla vê yekê ye ku li girtîgehan pêkanîneke dijî rûmeta mirovan heye. Her wiha Çûbûk, anî ziman ku li girtîgehan girtiyên nexweş ên mafê wan ê tedawiyê tê binpêkirin jî jiyana xwe ji dest didin. 
 
‘BERXWEDAN'
 
Çûbûk, bilêv kir ku sedema zêdebûna binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, ew e ku dewlet "karibe derve bi rê ve bibe" û got: "Înfazên girtiyan tên şewitandin. Nahêlin girtî bên berdan. Her wiha hin girtî bi hinceta 'cezayên dîsîplînê' nayên berdan. Ev polîtîkayeke tepisandinê û qutifandinê ya li hemberî şoreşgeran e. Lê li dijî vê berxwedanek jî heye. Girtiyên şoreşger ên bêhêvî nabin û xwe teslîm nakin hene. Em wisa bawer dikin ku dê ev ruhê berxwedanê xwe li kuçeyan jî bide der." 
 
TÊKOŞÎNA YEKBÛYÎ
 
Çûbûk, destnîşan kir ku têkildarî rewşa girtiyên nexweş û şewitandina înfazan mehek e pêvajoyeke berxwedana civakî heye û got: "Bi taybetî jî rêxistinên ku malbatên girtiyan ava kirine qadeke mezin a têkoşînê vekirine. Di demên dawî de xebera mirina girtiyan ji girtîgehan tê. Ev jî tê wateya ku divê em hîn bêtir li ser meseleya girtîgehan bisekinin. Hêleke vê têkoşîna di warê hiqûqî de ye, lê din jî li kuçeyan têkoşîna li dijî binpêkirinên mafan e. Lê divê ev veguhere têkoşîneke yekbûyî. Em di bin banê Înîsyatîfa Piştevaniyê ya Ji Bo Girtiyan û rêxistinên din de têkoşîna xwe didomînin." 
 
HIQÛQA DIJMINATIYÊ
 
Hevseroka SYKP'ê Canan Yuce jî destnîşan kir ku li girtîgehan her diçe şert û mercên jiyanê dijwartir dibin û ev yek di dema Covîd-19'ê de girnatri bûye. Yuce, bilêv kir ku lê ev yek ji bo girtiyên siyasî girantir bûye û ji bo vê bal kişand ser astengkirina hevdîtinan, ragirtina di hucreyan de, kêmkirina hejmara pirtûkan, nedayîna rojnameyan, binpêkirina mafê pêwendîdanînê û hwd. Yuce, destnîşan kir ku ev polîtîkayeke navendî ya dewletê ye û got: "Îqtidara AKP-MHP'ê, li girtîgeha qîma xwe bi hiûqa 12'ê Îlonê jî nayne, hiqûqa dijminatiyê pêk tîne." 
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
 
Yuce, destnîşan kir ku armanca dewletê ya bi van zextû çewisandinan, pêşî lêgirtina liv û tevgerîna gel e û qutkirina pêwendiya girtiyan a bi derve re ye û ji bo vê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Yuce, anî ziman ku polîtîkaya Îmraliyê ya dewletê berdewama polîtîkaya şer a di meseleya kurdî ye û li Îmraliyê ya tê kirin binpêkirina hiqûqê ye. Yuce, bibîr xist ku 10 meh in xeber ji Ocalan nayê girtin û got: "Tecrîdkirina Ocalan, israra di polîtîkaya înkarkirin û qirkirina gelê kurd de ye. Tecrîda li wir pêşiya neçareserkirina pirsgirêka kurdî vedike. Ocalan, kesayeteke polîtîk e ku bi milyonan kes dibêjin 'vîna min' û 'rêberê min' e." 
 
'DEWLET ÇARESERIYÊ NAXWAZE'
 
Yuce, destnîşan kir ku bi tecrîda li Îmraliyê re dewlet dide der ku çareseriyê naxwaze û got: "Ji lew re Ocalan rêvebirê siyaseta aştiyê ye. Kengî ji nava çar dîwaran bang dike, teqez peyamên têkildarî aştiyê dide. Tecrdîkirina wî israr di polîtîkaya şer û neçareserkirina meseleya kurdî de bi xwe ye." 
 
Yuce, di dawiya axaftina xwe de li dijî binpêkirinên mafan, zext û çewisandinan û tecrîdê bal kişand ser rola partiyên siyasî û got: "Em SYKP'ê pratîka xwe ya di vî warî de heya ji dest tê didin der." 
 
‘GIRÊDAYÎ TECRÎDA ÎMRALIYÊ NE'
 
Nûnera Partîzanê Tûba Apaydin jî bal kişand ser zêdebûna binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û destnîşan kir ku ev zextk û çewisandinên sîstematîk in. Apaydin, destnîşan kir ku dewlet bi polîtîkaya tecrîdê dixwaze girtiyan teslîm bigire. Apaydin, bilêv kir ku zextên tên kirin û tecrîda li ser Ocalan girêdayî hev in û got: "Tecrîda li ser Ocalan têkildarî krîza dewletê ye. Dewlet vê tecrîdê carinan ji bo berjwendiyên xwe sist dike û carinan jî dişidîne." 
 
DIVÊ DENG BILIND BIBE
 
Apaydin, diyar kir ku li girtîgehan meseleya sereke rewşa girtiyên nexweş e û got: "Girtiyên nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin jî bi biryarên ATK'ê, bi biryarên dozgerî û midûriyetên polîsan berdana wan tê astengkirin. Ev meseleyeke jiyanî ye. Rêxistinên demokratîk, rêxistinên mafên mirovan divê zorê bidin dewletê. Li kuçeyan divê li dor daxwazên girtiyan bibin xelek û dengê xwebilind bikin. Em Partîzan jî li her derî vê meseleyê dikin rojevê û li gor derfetên xwe xwedî li hevrêyên xwe derdikevin. Divê hemû sazî bên cem hev ji bo vê meseleyê. Pêkanîna rêgeza 'yekîtiya çalakiyê' niha li ser milê şoreşger û demokratan e." 

Sernavên din

24/01/2022
16:49 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 45’an de ye
16:25 Di doza Pinar Gultekîn de rapora ATK’ê: Bi saxî hatiye şewitandin
16:08 Rêxistinên sivîl: Mirina Ramazan Turan bi guman e
15:37 Dozger ji bo Demîrtaş ceza xwest
15:32 Pirtûka li girtîgehê hatiye nivîsandin li nivîskarên wê hat qedexekirin
15:27 Ji Girtîgeha Bakirkoyê name ji bo Nobeda Edaletê hat şandin
14:58 Sancar daxwaza mudaxiliya dozê kir: Em ê heqîqeta madî derxin holê
14:57 Platforma Tenduristiyê ya Amedê plana xwe ya çalakiyan ragihand
14:56 Maşîneya zirxî Dayan 50 metre kaş kiriye û 40 deqe hatiye rawestandin
14:18 Danişîna doza kujerê Denîz Poyraz dereng dest pê kir
14:14 Di lêpirsîna Hurmuz û Şîmonî Dîrîl de rêze skandal
13:55 Li Cizîrê maşîneya zirxî li ciwanekî qelîbî û giran birîndar kir
13:45 Li Siwêregê rêyên 630 gundan hatin girtin: 2 hezar mî li ber mirinê ne
12:56 Ji ber rexneya li Davutoglu kir, salek ceza li Demîrtaş hat birîn
12:45 Malbata Şenyaşar: Serdozger hem çavên xwe hem jî guhên xwe girtî ye
12:31 Dozger xwest malbatên Roboskî werin cezakirin
12:27 Ocalan: Ger ku Hesekê bi dest bixin dê komkujiyê bikin
12:27 Piştevaniya ji bo Sezen Aksû mezintir dibe
11:53 Li Hesekê operasyona li dijî DAIŞ’ê di roja 5’an de ye
11:47 Jinan li pêşiya dadgehê bang kir: Mezinkirina têkoşînê soza me ya bo Denîzê ye
11:03 Sancar: Em li dijî bêedaletiya birêxistinkirî têkoşîna birêxistinkirî mezin dikin
10:54 Kaya: Bi êrişa li dijî DÎAYDER’ê re Kurd tên armanckirin
10:47 Parastina Sebahat Tuncel: Wek ku ceza li min birîne hatiye nîşandan
10:14 Egîtîm Sen: Ferzkirina bijartebûna zimanê zikmakî li dijî mafê mirovan e
10:02 Hunermend naxwazin navê Bahçelî li daristanê were kirin
09:13 Samî Tan: Divê statuya zimanê kurdî hebe
09:01 Li Şakranê leşkeran li girtiyê nexweş da
09:01 Birayê Serdar Taniş: Li vê xakê teslîmiyet tune ye
09:01 Kurkçu: Deriyên Îmraliyê vekin bila Ocalan biaxive
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2022'YAN
00:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexeya derketina derve hat îlankirin
23/01/2022
21:57 20 baroyan bi daxuyaniyeke hevpar daxwaza taloqkirina înfaza Tûglûk kirin
21:46 Serokkomarê Ermenistanê Sarkisyan îstîfa kir
21:35 Namzetê YNK'ê yê Serokkomariya Iraqê Berhem Salih e
20:08 Cotkarê nikaribû deynê xwe bide întihar kir
18:19 Bi hêstiran avê dikişînin
17:33 Komeleya Ekolojiyê: Qeyûm qirkirina ekolojiyê kirine hedef
17:31 Bi hezaran kes di kongreya HDP'ê de hatin gel hev
17:02 Ji Nobeta Edaletê banga yekitiyê
16:41 Mesele ne girtina HDP yê mesele îradeya gele Kurdê
16:12 Dengê xwe bi nameyê ragihandin: Dibe ku girtiyên nexweş bimirin!
15:52 QSD'ê daxuyand ku di 3 rojan de 175 çete hatine kuştin
15:45 Berdevka HDP'ê Gunay tevlî 'Konferansa Diyaloga Kurd-Ereb' bû
15:16 Ji QSD'ê daxuyaniya Hesekê: 13 DAIŞ'î hatin kuştin
13:14 Polisan bi ser şahiyeke muzîkê de girtin û 30 kesî binçav kirin
11:59 Malbata Şenyaşar: Bi qasî kujeran rayedar jî sûcdar in
11:50 Otobûsa rêwiyan qeza kir: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
11:49 Zilamê bi navê Kamîl Tûran hevjîna xwe Elîf Tûran kuşt
11:49 Li Îranê jina wênekêş hat kuştin
10:36 Faîlê ku hewl da du jinan bikujer hat girtin
10:06 Ji Baroya Amedê piştgiriya Aksû: Ji azadiya ramanê re rêz bigirin
09:11 ‘Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan têkoşîneke hevpar divê'
09:10 Berteka ji bo fatûreyan: Bi lepelep zem dibare!
09:08 AYM'ê biryar da ku eskerên amûrsaz Akin kuştin cardin bên darizandina
09:06 Bavê xwe di wêneyan de nas kiriye
09:03 Ronî: Ya dewlet dike xapandin e, divê kurdî bibe zimanê fermî
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
22/01/2022
20:26 Li Navenda Çandê ya Golgeyê ji bo zarokan çalakiya 'Çîrok Mîrok'
19:30 Rojnamevan Sedef Kabaş hat girtin
16:59 Li Denîzliyê pitikek Efxanistanî bi awayek guman mir
16:51 Nobeda Edaletê: Sozên ku dane me bila bicih bînin
16:15 Platforma Jinan a Semsurê: Jin nayên parastin
15:52 Hat xwestin girtiyên nexweş Demîr û Çetînkaya werin berdan
15:39 Gunturk ê divê cara duyemîn emeliyat bibe nayê berdan
15:28 Gardiyan girtiyan provoke dikin
15:08 KESK: Bila xala 35'an were rakirin
15:01 ÎHD’ê xwest ku faîlên komkujiya Basayê werin darizandin
14:56 Li Hesekê DAIŞ’î li çend malan mane û xwe veşartine
14:29 Xizmê Îlyas Eren ê 25 sal in winda ye, Nahît Eren: Divê dewlet bi salên 90’î re hevrû bibe
14:06 Malbata Ramazan Turan: Wî di hucreyê de kuştin
14:05 HDP: Îqtidar dijminatiya miriyên kurdan jî dike
13:49 Indexê Erdogan wek 'zordestê sala 2021'an eşkere kir
13:21 Li Qilebanê kesek hat girtin
13:12 'Mirinên li girtîgehan şerma mirovahî û Tirkiyê ye’
12:53 Bayindir: Kurd tenê dê guhdariya Ocalan bikin
12:18 Di şerê li Eyn Îsayê de du sivîl hatin kuştin
12:17 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 320’emîn de ye
12:17 HDP’ê banga beşdariya doza Denîz Poyraz kir
12:03 Ji bo welatparêz Apê Şêro wê sibê şîn were dayîn
11:32 Ayşe Gokkan ji tevgerên jinan ên li Tirkiyeyê re name şand
11:18 Li Bursayê penaberek ji Sûriyê hat kuştin û penaberek jî birîndar bû
11:17 Kahîlogûllari: Tifaqa Demokrasiyê wê valahiyê tije bike
11:03 Hiqûqzan: Doza Denîz Poyraz ji bo pêkanîna aştiyê girîng e
10:07 Salih Muslim: Êrişên DAIŞ'ê bi piştgiriya Tirkiyê pêk tên
09:04 Dijberên nukleerê: Çareserî enerjiya alternatîf e
09:04 'Ji bo sê çar kes zengîn bibin em birçî tên hiştin!'
09:04 Piştî Omîcronê hejmara pêketiyan zêde bû: Aşî şert e
09:04 Fiyetê derziyê ji sedî 50, ê benik ji sedî 130 biha bûye
09:04 Girtiyê nexweş nayê dermankirin
09:04 Aliyê wê çepê felc bûye û nayê berdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
21/01/2022
22:18 Cenazeyê Tûran bi awayekî girseyî hat definkirin
22:06 Mazlum Ebdî: Êrişa li Hesekê hat berterefkirin
21:27 4'emîn Rojên Ma Musicê hatin taloqkirin
19:04 Gardiyanan bi kûçikan avêtin ser qawîşan û gef li girtiyan xwarin
17:55 Mutalaaya derbarê girtina HDP'ê de: Hevdîtinên dema pêvajoya çareseriyê wekî têkiliyeke organîk a bi PKK'ê re hatin hesibandin
17:05 Baroya Amedê û CHP’ê serdana malbata Dokû kirin
17:05 Jina herî ciwan li dora cîhanê firiya
17:04 Nobeta Edaletê: Werin em mil bidin milê hev û têbikoşin
16:56 Tirkiyê dîsa êriş bir ser Şengalê