Birayê Serdar Taniş: Li vê xakê teslîmiyet tune ye

  • rojane
  • 09:01 24 Çile 2022
  • |
img

ŞIRNEX - Hevserokê HDP'a Silopiyayê Yakûp Taniş ku piştî windabûna wî 21 salan têkoşîna kekê xwe Serokê HADEP'a Silopiyayê Serdar Taniş dewr girt, diyar kir ku li vê xakê serberjêrkirin û çok şikandin tune ye. Heta qezençkirinê wê ala têkoşînê nekeve."

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, Serokê HADEP'a Navçeyê Serdar Taniş û rêveberê navçeyê Ebûbekîr Denîz ku beriya 21 salan di 25'ê çileya 2001'an de ji bo îfadeyê çûn Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê, li vir hatin binçavkirin û careke din agahî ji wan nehat girtin. Kesên ji windabûna wan berpirsyar nehatin darizandin û ji ber ku hemû rêyên hiqûqa navxweyî hatin bikaranîn û encam nehat girtin, ji bo wan serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) hat dayîn û DMME'yê Tirkiyeyê mehkûm kir. 
 
Biraye Tanişê Yakûp Taniş, piştî windabûna wî 21 salan têkoşîna kekê xwe dewr girt û bû Hevserokê HDP'a Silopiyayê û têkoşîna xwe didomîne.
 
Hevserok Yakûp Taniş, Abdûllah Bakşî û Haci Abay derbarê Serdar Taniş û Ebûbekir Denîz de axivîn. 
 
'DORA NOBETÊ YA ME YE!' 
 
Hevserok Yakûp Taniş, derbarê windabûna kekê xwe Serdar û hevalê wî Ebûbekîr Denîz de axivî. Yakûp Taniş, di destpêka axaftina xwe de qala pêvajoya windabûna kekê xwe û hevalê wî Ebûbekîr Denîz kir û bal kişand ser rola Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Bajar a Şirnexê Levent Ersoz û got ku faîlê wan Ersoz e. Taniş, piştî ku qala pêvajoya kekê û xwe û hevalê wî kir destnîşan kir ku dora nobetê ya wan e û wiha got: "Heta dawiyê ez ê ala têkoşlînê hilbigirim. Ji ber zilma ku li cihûyan kiriye Hîtler li dinyayê weke faşîst tê zanîn. Komara Tirkiyeyê ji roja ku hatiye avakirin ve heman pêkanînan li kurdan dike. Gund tên valakirin, bûyerên faîlên wan ne diyar dibin, bajar tên bombebarankirin, bi komployên cuda mirov tên binçavkirin û bi dehan sal ceza li wan tên birîn. Ev gel gelekî mezlûm e û zilmê li tu kesî nekiriye. Sedama zilma li vî gelî dûrneketina ji esl û mirovahiya xwe ye. Di bingeha vê xakê de mirovahî heye, serberjêrkirin tune ye. Zext li Serdar wan hat kirin, beriya wan jî zext hebû. Ji ber vê bi dehan Serdaran sekna parastina rûmeta mirov nîşan dan. Serdar çûn lê hevrêyên Serdaran hê jî partiyê vekirî dihêlin. Îro dora nobetê ya me ye. Îro em dikin belim sibê hinek Serdarên din bên. Li vê zakê serberjêrkirin û çok şikandin tune ye. Li vê xalê rûmeta ku têkoşîn û berxwedana mirov biparêze heye. Wê ala vê têkoşînê qet nekeve."  
 
'SERDAR GELEK DIHAT HEZKIRIN'
 
Abdûllah Bakşî (55) ku wê demê bi Serdar û Ebûbekir re xebitîbû û hejmaryariya HADEP'ê kiribû jî destnîşan kir ku têkoşîna wan bi heman ruhî berdewam dike û ev tişt gotin: "Min gelek mirov nas kirin lê ne mîna Serdar û Ebûbekir. Zanîn û têkoşîna wan mirov bi heyrana wan dikir. Pergal ji mirovên wiha hez nake. Gundên me dihatin valakirin, mirovên me dihatin kuştin, zext û îşkenceyeke mezin li mirovan dihat kirin. Me jî nedixwest em li dijî vê bêdeng bimînin û di nav têkoşînê de cih girt. Têkoşîna me tev ji bo aştiyê bû. Serdar li vir gelek dihat hezkirin. Mirovan di wî de hêvî didît. Hin caran me bi rojan zarokên xwe nedidît. Bi rojan îşkence li me kirin lê me têkoşînê terk nekir. Me Serdar û Ebûbekir winda kir, lê em tekoşîna wan didomînin. Em soz didin ku heta vê têkoşînê jî qezenc bike em ê li ber xwe bidin. 
 
'EV TÊKOŞÎN TESLÎM NEBÛ'
 
Ji hevalên têkoşînê yê Serdar û Ebûbekir Denzi Haci Abay (49), da zanîn ku wê demê gelek caran gefên kuştinê girtine û wiha axivî: "Rexmî hemû polîtîkayên zext û zilmê jî em teslîm nebûn û heta dawiyê li têkoşîna xwe xwedî derketin. Wan salan her yek ji me ji aliyê 5 wesayîtên sivîl ve dihat şopandin û her roj rêya me dihat birîn. Her roj me bi fikara ku "dibe îro em bên kuştin" xebatên xwe didomand. Me digot, 'Ew çi dikin bila bikin em ê têkoşîna xwe bidomînin' û wisa jî dikir. Bi salan em têkoşîna xwe bi awayekî aktîf didomînin û di rêya wan de dimeşin."
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

29/01/2022
09:11 Îstinafê cardin cezayê li Bîlîcî hatibû birîn xera kir û vê carê biryara beraetê da
09:11 Halê bazarê: Destvala vedigerin malê
09:10 ‘Divê hêza gelan tecrîda li Îmraliyê bişikîne'
09:09 Dayika Batû yê 37 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye bifikar e
09:09 Hevserokên HDP’a Amedê: Gotinên Kiliçdaroglu baş in lê têr nakin
09:08 Tevî biryara dadgehê jî girtî nayê berdan
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:05 Wezîrê Dadê Gul îstîfa kir, Bekîr Bozdag tayînî şûna wî hat kirin
28/01/2022
17:43 DBP'ê serdana Bîlgeyê hat berdan kir
17:31 Cezayê hepsê li endamên Komeleya Ciwanan a Şerzan Kûrt hat birîn
16:12 Nobeda Edaletê: Daxwazên me ji bo hemû mirovahiyê ne
16:11 ‘Rêya aştiyê wê di Roboskê de derbas bibe’
15:47 Raportorê PE'yê Amor piştgirî da Gergerlîoglû
15:40 Li gorî dozger dizî na lê aşkerakirina diziyê sûc e!
15:13 Li Îzmîrê ji bo Dayan daxuyanî hat dayîn: Dawî li kuştinên plankirî bînin
15:02 Egitim Senê ji ber qanuna mamostiye li meclîse rê fax şand
14:15 Jina kobanî bi pitika xwe ya 15 rojî re hat binçavkirin
14:14 Çalakiya malbata Doku di roja 28’emîn de ye
13:44 Penaberên afgan ên qaçax dihatin xebitandin hatin binçavkirin
13:42 Başaran: Nexwê deriyan vekin bila Ocalan biaxive
13:18 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin
13:17 700 zarokên ku DAIŞ'ê wan ji xwe re kir mertal, li navendên rehabîlîtasyonê hatin bicihkirin
13:01 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Li çar bajaran herî kêm 6 kes kirin binçavan
12:40 Lavrov: Rûsya şer naxwaze
12:10 Xelkê Amedê bi serkeftina Hesekê dilşad bû: Yekitî ferz e
12:02 Li Enqereyê zext û gefên li ciwanan tên kirin didomin
11:49 Li dijî balafirxaneya Bexdayê êrişa bi mûşekan pêk hat
11:44 Haşim Gezer bang li parêzerên Xerîbeyê kir: Xwe bigihînin min
11:10 Newroz Ehmed: Me li dijî ‘şaneyên razayî’ operasyon da destpêkirin
10:49 Abdullah Ocalan: Bila kes li ser navê min neaxive
10:12 Meclîsa Ciwanên HDP’ê ciwanekî din ji tiryakê xelas kir
10:05 Dê Aysel Tugluk bişînin ATK’ê
09:45 AYM’ê serlêdana rojnamevan Guleş qebûl nekir
09:25 Gunay: Hewceye tecrîd rabe û Ocalan bi xwe biaxive
09:03 Dayika Abdulgaffar Dayan: Bila erebeyên zirxî ji sûkê û cadeyan vekişînin
09:03 Armanca ewil a ciwanan şikandina tecrîdê ye
09:03 Walîtiyê nehişt standa ji bo xebatên kurdî bê vegirtin
09:03 ‘Em bibin dengê girtiyan'
09:03 TGS'ê bang li BBC'yê kir: Daxwazên rojnamevanan qebûl bike
09:03 Dengbêj Hediye: Dengbêjî serîhildana jinê ye
09:03 Dayika girtî: Me zarokên xwe ne ji bo îşkenceyê mezin kirine
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2022'YAN
27/01/2022
20:33 'Nobeda Spî' didome
20:18 Siyasetmedarên hatin berdan bi girseyî hatin pêşwazîkirin
19:39 Platforma Tenduristiyê ya Amedê serdana 'Nobeda Edaletê ya Spî' kir
19:26 Azadkirina Kobanê hat pîrozkirin
18:10 Malbata Dokûyê giliyê Cemîle Yucerê kir
17:48 Aydenîz: Em ê bi rêxistinbûyînê bersiva êrişên îqtidarê bidin
17:00 ‘Li girtîgehê tiştên derî mirovahiyê tên serê min'
16:45 Ji bo piştevaniya bi Tugluk re qert hatin şandin
16:38 Piştgiriya ji bo Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan mezin dibe
16:36 Malbata Dayan bertek nîşanî qeyûm Tunç da: We ev cînayet kiriye
16:11 Bi gotina 'xwezî bi kesê ku dibêje ez kurd im' doza êrişê zêde bû
16:02 Malbata Dokû: Bila Zainal Abarakov bê darizandin
15:55 HSD’ê bersiv da UNICEF’ê: Em girêdayî peymanên mafên zarokan in
15:29 Girtiyê 30 salan Sittar Gunduz hat berdan
15:17 Yekemîn danişîna doza kujerê jina êzidî Rasho hat dîtin
15:13 HSD: Derdora 90 çeteyan li bakurê Girtîgeha Sînaayê asê bûne
14:50 Di 14 salan de 20 jê zarok bi giştî 41 kes bi wesayîtên zirxî hatin kuştin
14:40 Velî Keleş ê êrişî malbata Dedeogûllari kir, ji Erdogan alîkarî xwest
14:30 Li Rihayê 4 siyasetmedar hatin tehliyekirin
14:05 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:58 Nunerên sendîkayan: Têkoşîn û tifaqa hevpar hêvî dide avakirin
13:40 Li Şirnexê karkerên medenê dev ji kar berdan
13:37 Mehmet Ocalan: Şûna ku li ser navê wî biaxivin bila bihêlin ew bi xwe biaxive
13:18 DBP amadekarî dike ku li Stenbolê bi gel re bê gelhev
13:10 Şaredariya qeyûm li xwe girt ku wesayîta wan li Dayan qelibiye
12:58 Aydenîz: Hewldanên Erdogan berhewa ne, deriyan vekin bila Ocalan biaxive
12:57 Tetikkêşê Komkujiya Konyayê di 2 mehan de 50 hezar TL xerc kiriye
12:33 Li Mêrdînê wesayîta ku jinekê eciqand a Artêşa Tirk derket
12:27 ‘Emîne Şenyaşar 325 roj in li dijî tundiyê li ber xwe dide’
12:11 ‘Xwedî derketina li Ocalan, nikare were cezakirin’
09:58 ‘Girtîgehên tîpa S bi zîhniyeta Serdema Navîn hatine çêkirin’
09:10 KNK'ê ji bo têkbirina DAIŞ'ê bang li hêzên navneteweyî kir
09:10 Baş: Zemîneke çareseriyên rast berpêş dike çêdibe
09:09 Ceyrana malbata ku bi meaşê astengdariyê debara xwe dike birîn
09:08 Bilûrvan Dagdelen: Dengê bilûrê wekî girînê û qîrînê ye
09:06 Dayika di Nobeda Edaletê de: Zarokên me bi tecrîdê dikujin
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2022'YAN
26/01/2022
23:59 Daxuyaniya Erdogan a têkildarî Îmraliyê: Divê meriv wî ji Ocalan bipirse
19:46 Dayanê ku wesayîta zirxî lê qelibî hat definkirin
19:00 Aydenîz bertek nîşanî avêtina ser DBP'ê da: Ên dixwazin birûxînin ew bi xwe dirûxin
18:06 Mazlûm Ebdî: Li Hesekê serketina Kobanê hat dubarekirin
17:58 Newroz Ehmed: Me planeke mezin a DAIŞ'ê têk bir
16:57 Malbatên di Nobeta Edaletê de: Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin
16:56 Ciwanê ku maşîneya zirxî lêdabû jiyana xwe ji dest da
16:42 Rêveberiya Xweser: Berxwedana Kobanê hêvî da mirovahiyê
16:37 Bernameya ‘Rojên Muzîkê’ ya Ma Musicê diyar bû
16:17 Zimanê kurdî hebûna kurda ye, zimanê xwe hilbijêrin
16:10 Doza endezyar Cîhan Can ê hat kuştin taloq bû
16:09 DÎB: Pêdivî bi Tifaqa Demokrasiyê heye
16:09 Ji ber ku ranta erd aşkera kir ji 301'an doz lê hat vekirin
15:49 Li Êlihê di salekê de 5 hezar û 19 binpêkirinên mafan qewimîne
15:47 Lêgerîna li avahiya DBP’ê piştî 7 saetan bi dawî bû
15:37 Sancar serdana Sefîra Bilind a Efrîkaya Başûr kir
15:37 Rapora Girtîgehên Tîpa T yên Tarsus, Aksaray û Eregliyê hat weşandin
15:30 ‘Gelo qet wîjdana we tune ye?’
14:50 Danişîna Doza Endama Akademiya Jinan Aras taloq bû
14:48 Ji ÎHD’a Stenbolê rapora 3 mehan: 3 hezar û 118 binpêkirin qewimîne