Kaya: Bi êrişa li dijî DÎAYDER’ê re Kurd tên armanckirin

  • rojane
  • 10:54 24 Çile 2022
  • |
img

STENBOL- Hevberdevka DÎK’ê Huda Kaya diyar kir ku desthilatdarî bi zextên xwe hewl dide yek ol û yek mezhebê li civakê serwer bike. Kaya dibêje ku armanca van êrîşan Kurd in. 

Di 3’yê Tîrmeha 2021’an de li Stenbolê li dijî Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Dîn (DÎAYDER) operasyonek hat kirin. Di operasyonê de 28 kes hatin binçavkirin û ji binçavkiriyan 9 jê hatin girtin. Îdianame 6 meh piştre hat amadekirin. Lê li şûna ku îdianame ji dadgehê re bê şandin, ji ewil pêşkeşî medyaya alîgir hat kirin. Çapemeniya nêzî desthilatdariyê bi îdiaya karê mirîşo û alîkariya pereyan, hem Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) û hem jî DÎAYDER kir armanca êrişan. Li ser vê yekê jî Wezareta Karên Hundir derheqê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de venêrî da destpêkirin. 
 
Hevberdevka Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Huda Kaya derheqê operasyona li dijî endamên DÎAYDER’ê û hedefnîşandana wan de got ku desthilatdarî bi van êrişên xwe hewl dide “yekolîtî û yekmezhebiyê” li civakê ferz bike. 
 
TÊGEHA ‘MELE’ SÛC E!
 
Kaya balkişand ser sûcdariyên di îdianameyê de û wiha got: “Ev sûcdariyên tên kirin dûrî aqil in. Hewl didin têgeha ‘mele’ wek sûc nîşan bidin. Îdiayên bêbext hene. Hewl didin peyva ‘mele’ wek peyva rêxistinê nîşan bidin. Lê ev peyv ne bi AKP’ê û ne jî bi rêxistinekê dest pê kiriye. Nirx û pîroziyên civakan ev bi hezaran salan e ku hene. Civaka me jî ne baweriya xwe, ne pirtûk û ne jî Xwedayê xwe bi AKP’ê nas nekiriye. Di îdianameyê de axaftina bi Kurdî wek ‘propagandaya rêxistinê’ tê nîşandan. Lê ev mele ye bi Tirkî nizanin. Jixwe mecbûr nînin ku bizanin jî. Xutbe, weaz û mewlîdên xwe bi Kurdî da ne û di navbera xwe de bi Kurdî axivîne. Ev jî wek ‘fermana rêxistinê’ pênase kirine.” 
 
KURD ARMANC TÊN GIRTIN
 
Kaya dibêje ku desthilatdarî li ser DÎAYDER’ê hem gelê Kurd û hem jî muxalefeta civakî hedef digire û wiha domand: “Me rûyê rast ê AKP’ê nîşanî her kesî da ye û dê hîn bêhtir nîşan bidin. Dê nekarin xwe ji vê yekê xelas bikin. Ne dixwestin ev rûpoşa wan bikeve lê me xist. Temamiya civakê êdî rûyê wan ê rast dibîne.” 
 
MEBESTA TOLHILDINÊ
 
Bi domdarî jî Kaya anî ziman ku AKP kesayetên oldar wek gefekê dibîne lewma jî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê kir hedef. Kaya got ku AKP wekî her carê niha jî dixwaze bi kevirekî gelek çûkan bikuje û wiha pê de çû: “Windakirina şaredariya Stenbolê ranagirin. Hêj jî ev têkçûna nedaqurtî ne. Birînên wan nû ne. Ji roja destpêkê heta niha hewl didin bi her rê û rêbazan hem Stenbol û hem jî gelê Kurd ceza bikin. Di heman demê de ev rewşekê tolhildanê ye.”
 
GER AKP BIKE DIBE‘ALÎKARÎ’ LÊ YÊN DIN DIBIN ‘TEROR’ 
 
Di dewama axaftina xwe de Kaya bi bîr xist ku derdora heyî ÎBB’ê li ser wan qertên alîkariya civakî ku bi mebesta piştevaniya bi malbatên xizan re tên belavkirin dike hedef û wiha berdewam kir: “AKP bi rêya sedeqeyan dixwaze civakê bike xulame xwe. Lê dema ÎBB van alîkariyan dike jê re dibe sûc. Di pêvajoya pandemiyê de gel nedikarî pariyekî nan bibe mala xwe. Nedikariyan komirê û pateyê zarokan bikirin. Wek HDP’ê me jî alîkarî kirin. Bêguman heke desthilatdarî nekare di vê mijarê de alîkariyê bide civakê, wê demê rêveberî û rêxistinên herêmî dikevin tevgerê. Çend qertên alîkariyê xistine rojeva xwe. Ev şerm e. Dema ew meqerne û komirê belav dikin vê yekê bi pozbilindî vedibêjin. Erê baş e dema şaredarî dikin çima dibe karê ‘terorê’?”
 
ARMANCA AKP’Ê
 
Huda Kaya anî ziman ku AKP dixwaze yek ol û yek mezhebê li ser civakê ferz bike û wiha got: “Ji bo vî karî Karên Diyanetê peywirdar kirine. Dixwazin olperestî-desthilatiya emewiyan li ser tevahiya civakê ferz bikin. Hewl didin bi navê ol tenê ev hebe. Vê wek ol pêşkeş dikin. Ji ber ku bi rêya vî olî hewl didin gel hîpnoz bikin da ku bikarin jiyana xwe ya li qesrê mîsoger bikin. Armanca esasî ev e. Nexwe haya civakê ji ol heye yan nîne ev yek zêde bi ser guhê wan ve nîne. Hewl didin desthilatdariya xwe mayînde bikin.” 
 
PIRSGIRÊKA MAN Û NEMANÊ!
 
Kaya got ku ji dîrokê ve her tim desthilatdaran hewldanên civakî ji bo desthilatdarî û hukmê xwe weke gef dîtine û wiha derbirî: “Heman tişt îro jî berdewam e. Pirsgirêka desthilatdariyê ya man û nemanê heye. Di her mijarên weke siyasî, aborî, rant, daraz û medyayê de hewl didin desthilatiya xwe xurtir bikin. Dixwazin desthilatdariya xwe li ser yekperestiyê mayînde bikin. Lewma polîtîkaya xwe li ser bingeha tunekirina kesayet û derdorên muxalîf ava kirine.” 
 
DIJBERTIYA WEKHEVIYÊ
 
Kaya bal kişand ser polîtîkaya AKP’ê ya ol û ev nirxandin kir: “Ji bo mayîndekirina pêşeroja xwe, têgeha ol wek amûrekî bi kar tînin. Ev yek bi hezaran salan e tê kirin. Ji ber ku herî zêde dikarin bi rêya ol civakan manîpule bikin. Di dema ku pêxemberan ji civakê re pêşengtî dikir, feraseta wekheviyê hebû. Van kesan di hêla zayend, çîn, reng û nasnameyên civakê de peyamên wekheviyê didan. Lê ew kesên ku digotin em li ser rêya wan pêxemberanin ku di serî de jî çînên olperest, ji bo mayîndekirina rehetî û desthilatdariya xwe her tim li dijî vê feraseta wekheviyê bûn muxalîf.”
 
HEVŞIBIYA EMEWÎ Û AKP’Ê
 
Huda Kaya axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hewl didin bi navê Xwedê û ol civakê arasteyî armancên xwe bikin. Piştî ku olperestiya AKP’ê jî ber bi qesrê ve veguherî, şibiya olperestiya Emewiyan. Çawa ku tevgereke sivîl û wekhevîxwaz a li Şamê ber bi împaratorî û rêveberiya qesrê ve veguherî be, heman feraset îro jî berdewam e. Ev sûîqesteke li dijî ol û dij-şoreş e. Ev yek di dema Emewiyan de hat kirin û sedan sal piştre jî her berdewam kir. Hem desthilatdarî bi heman referansan û ji heman hawîzê hebûna xwe berdewam dikin.” 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

24/01/2022
16:49 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 45’an de ye
16:25 Di doza Pinar Gultekîn de rapora ATK’ê: Bi saxî hatiye şewitandin
16:08 Rêxistinên sivîl: Mirina Ramazan Turan bi guman e
15:37 Dozger ji bo Demîrtaş ceza xwest
15:32 Pirtûka li girtîgehê hatiye nivîsandin li nivîskarên wê hat qedexekirin
15:27 Ji Girtîgeha Bakirkoyê name ji bo Nobeda Edaletê hat şandin
14:58 Sancar daxwaza mudaxiliya dozê kir: Em ê heqîqeta madî derxin holê
14:57 Platforma Tenduristiyê ya Amedê plana xwe ya çalakiyan ragihand
14:56 Maşîneya zirxî Dayan 50 metre kaş kiriye û 40 deqe hatiye rawestandin
14:18 Danişîna doza kujerê Denîz Poyraz dereng dest pê kir
14:14 Di lêpirsîna Hurmuz û Şîmonî Dîrîl de rêze skandal
13:55 Li Cizîrê maşîneya zirxî li ciwanekî qelîbî û giran birîndar kir
13:45 Li Siwêregê rêyên 630 gundan hatin girtin: 2 hezar mî li ber mirinê ne
12:56 Ji ber rexneya li Davutoglu kir, salek ceza li Demîrtaş hat birîn
12:45 Malbata Şenyaşar: Serdozger hem çavên xwe hem jî guhên xwe girtî ye
12:31 Dozger xwest malbatên Roboskî werin cezakirin
12:27 Ocalan: Ger ku Hesekê bi dest bixin dê komkujiyê bikin
12:27 Piştevaniya ji bo Sezen Aksû mezintir dibe
11:53 Li Hesekê operasyona li dijî DAIŞ’ê di roja 5’an de ye
11:47 Jinan li pêşiya dadgehê bang kir: Mezinkirina têkoşînê soza me ya bo Denîzê ye
11:03 Sancar: Em li dijî bêedaletiya birêxistinkirî têkoşîna birêxistinkirî mezin dikin
10:54 Kaya: Bi êrişa li dijî DÎAYDER’ê re Kurd tên armanckirin
10:47 Parastina Sebahat Tuncel: Wek ku ceza li min birîne hatiye nîşandan
10:14 Egîtîm Sen: Ferzkirina bijartebûna zimanê zikmakî li dijî mafê mirovan e
10:02 Hunermend naxwazin navê Bahçelî li daristanê were kirin
09:13 Samî Tan: Divê statuya zimanê kurdî hebe
09:01 Li Şakranê leşkeran li girtiyê nexweş da
09:01 Birayê Serdar Taniş: Li vê xakê teslîmiyet tune ye
09:01 Kurkçu: Deriyên Îmraliyê vekin bila Ocalan biaxive
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2022'YAN
00:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexeya derketina derve hat îlankirin
23/01/2022
21:57 20 baroyan bi daxuyaniyeke hevpar daxwaza taloqkirina înfaza Tûglûk kirin
21:46 Serokkomarê Ermenistanê Sarkisyan îstîfa kir
21:35 Namzetê YNK'ê yê Serokkomariya Iraqê Berhem Salih e
20:08 Cotkarê nikaribû deynê xwe bide întihar kir
18:19 Bi hêstiran avê dikişînin
17:33 Komeleya Ekolojiyê: Qeyûm qirkirina ekolojiyê kirine hedef
17:31 Bi hezaran kes di kongreya HDP'ê de hatin gel hev
17:02 Ji Nobeta Edaletê banga yekitiyê
16:41 Mesele ne girtina HDP yê mesele îradeya gele Kurdê
16:12 Dengê xwe bi nameyê ragihandin: Dibe ku girtiyên nexweş bimirin!
15:52 QSD'ê daxuyand ku di 3 rojan de 175 çete hatine kuştin
15:45 Berdevka HDP'ê Gunay tevlî 'Konferansa Diyaloga Kurd-Ereb' bû
15:16 Ji QSD'ê daxuyaniya Hesekê: 13 DAIŞ'î hatin kuştin
13:14 Polisan bi ser şahiyeke muzîkê de girtin û 30 kesî binçav kirin
11:59 Malbata Şenyaşar: Bi qasî kujeran rayedar jî sûcdar in
11:50 Otobûsa rêwiyan qeza kir: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
11:49 Zilamê bi navê Kamîl Tûran hevjîna xwe Elîf Tûran kuşt
11:49 Li Îranê jina wênekêş hat kuştin
10:36 Faîlê ku hewl da du jinan bikujer hat girtin
10:06 Ji Baroya Amedê piştgiriya Aksû: Ji azadiya ramanê re rêz bigirin
09:11 ‘Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan têkoşîneke hevpar divê'
09:10 Berteka ji bo fatûreyan: Bi lepelep zem dibare!
09:08 AYM'ê biryar da ku eskerên amûrsaz Akin kuştin cardin bên darizandina
09:06 Bavê xwe di wêneyan de nas kiriye
09:03 Ronî: Ya dewlet dike xapandin e, divê kurdî bibe zimanê fermî
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
22/01/2022
20:26 Li Navenda Çandê ya Golgeyê ji bo zarokan çalakiya 'Çîrok Mîrok'
19:30 Rojnamevan Sedef Kabaş hat girtin
16:59 Li Denîzliyê pitikek Efxanistanî bi awayek guman mir
16:51 Nobeda Edaletê: Sozên ku dane me bila bicih bînin
16:15 Platforma Jinan a Semsurê: Jin nayên parastin
15:52 Hat xwestin girtiyên nexweş Demîr û Çetînkaya werin berdan
15:39 Gunturk ê divê cara duyemîn emeliyat bibe nayê berdan
15:28 Gardiyan girtiyan provoke dikin
15:08 KESK: Bila xala 35'an were rakirin
15:01 ÎHD’ê xwest ku faîlên komkujiya Basayê werin darizandin
14:56 Li Hesekê DAIŞ’î li çend malan mane û xwe veşartine
14:29 Xizmê Îlyas Eren ê 25 sal in winda ye, Nahît Eren: Divê dewlet bi salên 90’î re hevrû bibe
14:06 Malbata Ramazan Turan: Wî di hucreyê de kuştin
14:05 HDP: Îqtidar dijminatiya miriyên kurdan jî dike
13:49 Indexê Erdogan wek 'zordestê sala 2021'an eşkere kir
13:21 Li Qilebanê kesek hat girtin
13:12 'Mirinên li girtîgehan şerma mirovahî û Tirkiyê ye’
12:53 Bayindir: Kurd tenê dê guhdariya Ocalan bikin
12:18 Di şerê li Eyn Îsayê de du sivîl hatin kuştin
12:17 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 320’emîn de ye
12:17 HDP’ê banga beşdariya doza Denîz Poyraz kir
12:03 Ji bo welatparêz Apê Şêro wê sibê şîn were dayîn
11:32 Ayşe Gokkan ji tevgerên jinan ên li Tirkiyeyê re name şand
11:18 Li Bursayê penaberek ji Sûriyê hat kuştin û penaberek jî birîndar bû
11:17 Kahîlogûllari: Tifaqa Demokrasiyê wê valahiyê tije bike
11:03 Hiqûqzan: Doza Denîz Poyraz ji bo pêkanîna aştiyê girîng e
10:07 Salih Muslim: Êrişên DAIŞ'ê bi piştgiriya Tirkiyê pêk tên
09:04 Dijberên nukleerê: Çareserî enerjiya alternatîf e
09:04 'Ji bo sê çar kes zengîn bibin em birçî tên hiştin!'
09:04 Piştî Omîcronê hejmara pêketiyan zêde bû: Aşî şert e
09:04 Fiyetê derziyê ji sedî 50, ê benik ji sedî 130 biha bûye
09:04 Girtiyê nexweş nayê dermankirin
09:04 Aliyê wê çepê felc bûye û nayê berdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
21/01/2022
22:18 Cenazeyê Tûran bi awayekî girseyî hat definkirin
22:06 Mazlum Ebdî: Êrişa li Hesekê hat berterefkirin
21:27 4'emîn Rojên Ma Musicê hatin taloqkirin
19:04 Gardiyanan bi kûçikan avêtin ser qawîşan û gef li girtiyan xwarin
17:55 Mutalaaya derbarê girtina HDP'ê de: Hevdîtinên dema pêvajoya çareseriyê wekî têkiliyeke organîk a bi PKK'ê re hatin hesibandin
17:05 Baroya Amedê û CHP’ê serdana malbata Dokû kirin
17:05 Jina herî ciwan li dora cîhanê firiya
17:04 Nobeta Edaletê: Werin em mil bidin milê hev û têbikoşin
16:56 Tirkiyê dîsa êriş bir ser Şengalê