Kurê Ramazan Tûran: Em xwişk û biratiyek wiha naxwazin

  • rojane
  • 09:08 25 Çile 2022
  • |
img

COLEMÊRG - Ferhat Tûran ê kurê Ramazan Tûran ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da, got: "Zilmeke din a bi salan e li kurdan tê kirin, li dîroka vê dewletê hat nivîsandin." 

Li Girtîgeha Wanê Ramazan Tûranê 70 salî, di hucreya ku bi tenê lê dihat ragirtin jiyana xwe ji dest dabû. Diviyabû Tûran 14 rojan ji bo karantînayê di hucreyê de bimana, lê  22 rojan tê de hatibû hiştin. Her wiha Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin jî ne wesayîta cenaze ne jî darbest dabû ji bo cenazeyê Tûran. Ji xeynî vê nehatibû hiştin ku cenazeyê Tûran li nexweşxaneyê jî bê şûştin. 
 
Tahdeya ku Ramazan Tûran pê re rû bi rû maye, xwe disipêre salên 1990'î. Tûran, di 4'ê Gulana 1959'an de li gundê Gise yê navçeya Çelê ya Colemêrgê hatiye dinê. Ji 9 xwişk û birayan ê mezin Tûran bûye. Heya sala 1995'an li gundê xwe bûye. Lê piştî wextekê wî jî nesîb ji polîtîkaya dewletê ya valakirina gundan girtiye. Di sala 1995'an de gava gundê wan tê valakirin, tevî malbata xwe koçî navenda Colemêrgê dike. Tûran, di sala 2008'an de tevî hevjîna xwe cardin diçe gund. Piştî diçe gund dest bi sewalvaniyê dike, ji bo debara xwe. Lê bi îfadeyên 'şahidên nepen' û îtirafkaran di sala 2011'an de bi îdiaya 'alîkariya rêxistinê kiriye' derbarê wî de lêpirsînek tê kirin. Ji ber vê lêpirsînê di 21'ê Nîsana 2013'an de tê girtin. Tûran, nêzî 2 salan di girtîgehê de dimîne. Lê piştî wextekê cardin bi heman îdiayê ceza lê tê birîn û di 31'ê Kanûna 2021'ê de cardin tê girtin. 
 
Kurê wî Ferhat Tûran, gotina 'kurd û tirk xwişk û birayên hev in' a rayedarên dewletê bibîr xist û got: "Em xwişk û biratiyek wiha naxwazin." 
 
 
'WELATPARÊZEK BAŞ BÛ'
 
Tûran, anî ziman ku bavê wî tim wekî 'welatparêzerî kurd' tevgeriyaye û jiyaye. Tûran got: "Li gund serê sibehê zû radibû, bax û baxçeyên xwe av dida û diçû nav erd. Gava dihat malê, şêniyên gund li derdorê top dibûn. Bi wan re meseleyên rojane nîqaş dikir. Şêniyên gundên derdorê jî pir ji bavê min hez dikirin. Gava meseleyek hebûna, ji bo helkirinê gazî bavê min dikirin. Bi taybetî jî gava li gund çalakiyek partiyê çêbûbûna, di serî de jin gazî her kesî dikir. Her wiha di çalakiyên wekî Newrozê de jî bavê min gazî me dikir û dixwest em kincên xwe yên herêmî li xwe bikin. Paşê em bi hev re diçûn." 
 
'RÊYA XWE ŞAŞ NEKIN'
 
Tûran destnîşan kir ku bavê wî tim ji wan re digot "Li cem gelê xwe bin, qethiyen rêya xwe şaş nekin' û got: "Me bi felsefeya doza me û tevgera me emzin kir. Em bi wê feraseta ku bavê min da me mezin bûn. Tim digot, qethiyen li ber neheqiyê serî netewînin û bi yek bin. Gava di navbera du gundan an jî xizman de hisûmetek çêbûbûna, bavê min li teref ên neheqî li wan dihat kirin bû." 
 
'KINCÊN WÎ NEDANÊ'
 
Tûran, anî ziman ku bavê wî tim li ber neheqiyê rabûye û got: "Bavê min heya jiyana xwe ji dest da, tam 22 rojan bi tena serê xwe di hucreyekê de hat hiştin. Me tu xeber jê negirtin. Me gelek caran telefonî girtîgehê kir, lê tiştek nekirin. Ji ber ku di karantînayê de bû me dengê wî jî nebihîst. Me kinc jê re şandin, ew jî nedane wî." 
 
'ZILMEK DIN JÎ LI DÎROKA XWE NIVÎSÎN'
 
Tûran, destnîşan kir ku bavê wî bi mirinê re rû bi rû hatiye hiştin û di dema rapora otopsiyê de gazî parêzeran nehatiye kirin. Tûran got: "Dozger, beriya otopsiyê gazî min kir ez çûm morgê. Tenê çavên bavê min rê min da. Deverên din ên laşê wî rê min neda. Tenê pirsî, 'Ev bavê te ye?' û paşê ez derxistim derve. Di cenazeyê bavê min de jî tahde û zilm li me kirin. Qeyûmê Wanê daxwaza me ya ji bo ambulans, wesayîta cenaze û darbestê red kir. Me xwest em cenazeyê xwe serê sibehê veşêrin, lê qebûl nekirin. Gava me cenaze bir, tim em nerihet kirin. Zilm li me kirin. Zilmeke din a bi salan e li kurdan tê kirin, li dîroka vê dewletê hat nivîsandin. Bavê min ev titş heq nekiribûn. Tu mirî tiştekî wiha heq nake." 
 
'EM BIRATIYEK WIHA NAXWAZIN'
 
Tûran, bilêv kir ku rayedarên îqtidar û dewletê tim dibêjin 'kurd û tirk xwişk û birayên hev in' û got: "Ger xwişk û biratî wiha be, em xwişk û biratiyek wiha naxwazin. Nehiştin em cenazeyê xwe jî bişon. Ma em ê çawa bi van kesan re bibin xwişk û bira? Qeda bi xwişk û biratiyek wiha bikeve. Bira li bira wisa nake. Gava te ji yekî re got bira an jî xwişk, meriv canê xwe jî feda dike. Lê tiştên dewletê li me kir, li ber êavan e. Ma mirov zilmek wiha tîne serê xwişk û birayên xwe?"
 
'EM BIBIN DENGÊ GIRTIYAN'
 
Tûran, destnîşan kir ku ji xeynî bavê wî cenazeyê gelek girtiyên din jî ji girtîgehan derketine û ji bo dawî li van mirinan bê got: "Em bibin dengê girtiyan." 
 
'TÊKOŞÎNA ME DÊ BIDOME'
 
Tûran, di dawiya axaftina xwe de got: "Heya dilop xwîn di canê min de hebe ez ê têkoşîna bavê xwe bidomînim û neheqiyê qebûl nekim. Ji bo careke din zilmek wiha neyê serê tu kesî ez ê bitêkoşim." 
 
MA / Mazlûm Engîndenîz 
 

Sernavên din

29/01/2022
09:11 Îstinafê cardin cezayê li Bîlîcî hatibû birîn xera kir û vê carê biryara beraetê da
09:11 Halê bazarê: Destvala vedigerin malê
09:10 ‘Divê hêza gelan tecrîda li Îmraliyê bişikîne'
09:09 Dayika Batû yê 37 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye bifikar e
09:09 Hevserokên HDP’a Amedê: Gotinên Kiliçdaroglu baş in lê têr nakin
09:08 Tevî biryara dadgehê jî girtî nayê berdan
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:05 Wezîrê Dadê Gul îstîfa kir, Bekîr Bozdag tayînî şûna wî hat kirin
28/01/2022
17:43 DBP'ê serdana Bîlgeyê hat berdan kir
17:31 Cezayê hepsê li endamên Komeleya Ciwanan a Şerzan Kûrt hat birîn
16:12 Nobeda Edaletê: Daxwazên me ji bo hemû mirovahiyê ne
16:11 ‘Rêya aştiyê wê di Roboskê de derbas bibe’
15:47 Raportorê PE'yê Amor piştgirî da Gergerlîoglû
15:40 Li gorî dozger dizî na lê aşkerakirina diziyê sûc e!
15:13 Li Îzmîrê ji bo Dayan daxuyanî hat dayîn: Dawî li kuştinên plankirî bînin
15:02 Egitim Senê ji ber qanuna mamostiye li meclîse rê fax şand
14:15 Jina kobanî bi pitika xwe ya 15 rojî re hat binçavkirin
14:14 Çalakiya malbata Doku di roja 28’emîn de ye
13:44 Penaberên afgan ên qaçax dihatin xebitandin hatin binçavkirin
13:42 Başaran: Nexwê deriyan vekin bila Ocalan biaxive
13:18 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin
13:17 700 zarokên ku DAIŞ'ê wan ji xwe re kir mertal, li navendên rehabîlîtasyonê hatin bicihkirin
13:01 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Li çar bajaran herî kêm 6 kes kirin binçavan
12:40 Lavrov: Rûsya şer naxwaze
12:10 Xelkê Amedê bi serkeftina Hesekê dilşad bû: Yekitî ferz e
12:02 Li Enqereyê zext û gefên li ciwanan tên kirin didomin
11:49 Li dijî balafirxaneya Bexdayê êrişa bi mûşekan pêk hat
11:44 Haşim Gezer bang li parêzerên Xerîbeyê kir: Xwe bigihînin min
11:10 Newroz Ehmed: Me li dijî ‘şaneyên razayî’ operasyon da destpêkirin
10:49 Abdullah Ocalan: Bila kes li ser navê min neaxive
10:12 Meclîsa Ciwanên HDP’ê ciwanekî din ji tiryakê xelas kir
10:05 Dê Aysel Tugluk bişînin ATK’ê
09:45 AYM’ê serlêdana rojnamevan Guleş qebûl nekir
09:25 Gunay: Hewceye tecrîd rabe û Ocalan bi xwe biaxive
09:03 Dayika Abdulgaffar Dayan: Bila erebeyên zirxî ji sûkê û cadeyan vekişînin
09:03 Armanca ewil a ciwanan şikandina tecrîdê ye
09:03 Walîtiyê nehişt standa ji bo xebatên kurdî bê vegirtin
09:03 ‘Em bibin dengê girtiyan'
09:03 TGS'ê bang li BBC'yê kir: Daxwazên rojnamevanan qebûl bike
09:03 Dengbêj Hediye: Dengbêjî serîhildana jinê ye
09:03 Dayika girtî: Me zarokên xwe ne ji bo îşkenceyê mezin kirine
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2022'YAN
27/01/2022
20:33 'Nobeda Spî' didome
20:18 Siyasetmedarên hatin berdan bi girseyî hatin pêşwazîkirin
19:39 Platforma Tenduristiyê ya Amedê serdana 'Nobeda Edaletê ya Spî' kir
19:26 Azadkirina Kobanê hat pîrozkirin
18:10 Malbata Dokûyê giliyê Cemîle Yucerê kir
17:48 Aydenîz: Em ê bi rêxistinbûyînê bersiva êrişên îqtidarê bidin
17:00 ‘Li girtîgehê tiştên derî mirovahiyê tên serê min'
16:45 Ji bo piştevaniya bi Tugluk re qert hatin şandin
16:38 Piştgiriya ji bo Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan mezin dibe
16:36 Malbata Dayan bertek nîşanî qeyûm Tunç da: We ev cînayet kiriye
16:11 Bi gotina 'xwezî bi kesê ku dibêje ez kurd im' doza êrişê zêde bû
16:02 Malbata Dokû: Bila Zainal Abarakov bê darizandin
15:55 HSD’ê bersiv da UNICEF’ê: Em girêdayî peymanên mafên zarokan in
15:29 Girtiyê 30 salan Sittar Gunduz hat berdan
15:17 Yekemîn danişîna doza kujerê jina êzidî Rasho hat dîtin
15:13 HSD: Derdora 90 çeteyan li bakurê Girtîgeha Sînaayê asê bûne
14:50 Di 14 salan de 20 jê zarok bi giştî 41 kes bi wesayîtên zirxî hatin kuştin
14:40 Velî Keleş ê êrişî malbata Dedeogûllari kir, ji Erdogan alîkarî xwest
14:30 Li Rihayê 4 siyasetmedar hatin tehliyekirin
14:05 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:58 Nunerên sendîkayan: Têkoşîn û tifaqa hevpar hêvî dide avakirin
13:40 Li Şirnexê karkerên medenê dev ji kar berdan
13:37 Mehmet Ocalan: Şûna ku li ser navê wî biaxivin bila bihêlin ew bi xwe biaxive
13:18 DBP amadekarî dike ku li Stenbolê bi gel re bê gelhev
13:10 Şaredariya qeyûm li xwe girt ku wesayîta wan li Dayan qelibiye
12:58 Aydenîz: Hewldanên Erdogan berhewa ne, deriyan vekin bila Ocalan biaxive
12:57 Tetikkêşê Komkujiya Konyayê di 2 mehan de 50 hezar TL xerc kiriye
12:33 Li Mêrdînê wesayîta ku jinekê eciqand a Artêşa Tirk derket
12:27 ‘Emîne Şenyaşar 325 roj in li dijî tundiyê li ber xwe dide’
12:11 ‘Xwedî derketina li Ocalan, nikare were cezakirin’
09:58 ‘Girtîgehên tîpa S bi zîhniyeta Serdema Navîn hatine çêkirin’
09:10 KNK'ê ji bo têkbirina DAIŞ'ê bang li hêzên navneteweyî kir
09:10 Baş: Zemîneke çareseriyên rast berpêş dike çêdibe
09:09 Ceyrana malbata ku bi meaşê astengdariyê debara xwe dike birîn
09:08 Bilûrvan Dagdelen: Dengê bilûrê wekî girînê û qîrînê ye
09:06 Dayika di Nobeda Edaletê de: Zarokên me bi tecrîdê dikujin
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2022'YAN
26/01/2022
23:59 Daxuyaniya Erdogan a têkildarî Îmraliyê: Divê meriv wî ji Ocalan bipirse
19:46 Dayanê ku wesayîta zirxî lê qelibî hat definkirin
19:00 Aydenîz bertek nîşanî avêtina ser DBP'ê da: Ên dixwazin birûxînin ew bi xwe dirûxin
18:06 Mazlûm Ebdî: Li Hesekê serketina Kobanê hat dubarekirin
17:58 Newroz Ehmed: Me planeke mezin a DAIŞ'ê têk bir
16:57 Malbatên di Nobeta Edaletê de: Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin
16:56 Ciwanê ku maşîneya zirxî lêdabû jiyana xwe ji dest da
16:42 Rêveberiya Xweser: Berxwedana Kobanê hêvî da mirovahiyê
16:37 Bernameya ‘Rojên Muzîkê’ ya Ma Musicê diyar bû
16:17 Zimanê kurdî hebûna kurda ye, zimanê xwe hilbijêrin
16:10 Doza endezyar Cîhan Can ê hat kuştin taloq bû
16:09 DÎB: Pêdivî bi Tifaqa Demokrasiyê heye
16:09 Ji ber ku ranta erd aşkera kir ji 301'an doz lê hat vekirin
15:49 Li Êlihê di salekê de 5 hezar û 19 binpêkirinên mafan qewimîne
15:47 Lêgerîna li avahiya DBP’ê piştî 7 saetan bi dawî bû
15:37 Sancar serdana Sefîra Bilind a Efrîkaya Başûr kir
15:37 Rapora Girtîgehên Tîpa T yên Tarsus, Aksaray û Eregliyê hat weşandin
15:30 ‘Gelo qet wîjdana we tune ye?’
14:50 Danişîna Doza Endama Akademiya Jinan Aras taloq bû
14:48 Ji ÎHD’a Stenbolê rapora 3 mehan: 3 hezar û 118 binpêkirin qewimîne