Piştperdeya Komploya 15’ê Sibatê

img

AMED – Yek ji gavên ku hêzên kûrewî Rojhilatê Navîn veguherandîn dojehê jî, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Ocalan dibêje ku yek ji destwerdana ewil a NATO’yê ya li Rojhilata Navîn, bi damezirandina PKK’ê re dest pê kir. 

Mirovahiya ku ji bakurê parzemîna Efrîqayê derketî ser dika dîrokê, yek ji herêmên yekemîn car gav lê avêtî jî Rojhilata Navîn e. Rojhilata Navîn, malavaniya gelek şaristaniyan kir û bû warê gelek pêşketinên civakî, çandî, dîrokî, olî, zanistî û siyasî. Li gel van pêşketinan, her wiha xwîn cara ewil li ser vê erdnîgariyê hate rijandin. Kîn û nefreta ku ji nava xaka wê aj dayî, di nava bi hezaran salan de êş û elem kir qedera gelên vê herêmê. 
 
Modernîteya kapîtalîst a Ewropayê bi taybet di nava 200 salên dawî de bi rêbazên felsefî, bîrdozî, siyasî, leşkerî û aborî destwerdana herêmê kir û her tim bi cudahiyên wê yên etnîkî, olî û mezhebî lîst. Bi xwînîkirina van birînan re herêma Rojhilata Navîn heta roja me jî di nava çirava şer, tundî, xwîn û nexweşiyan de ma. 
 
POLÎTÎKAYA PARÇE BIKE Û BIRÊVE BIBE
 
Polîtîkaya ‘Parçe bike û birêve bibe’ li ser gel û baweriyên herêmê hat meşandin, bi vê polîtîkayê berê gel û baweriyan dan hev, bi hev dan qirkirin û di nava vê dorpêçê de jî hêzên mêtinger hemû dewlemendiyên herêmê talan kirin. Yek ji van herêmên hatiye talankirin jî erdnîgariya Kurdistanê ye. Piştî Şerê Yekemîn ê Cîhanê ku di desptêka sedsala 20’emîn de dest pê kiribû, hêzên Ewropayî erdnîgariya Rojhilata Navîn di navbera xwe de parve kirin. Di vê çarçoveyê de xaka Kurdistanê li çar parçeyan hat dabeşîkirin. Bi damezirandina Komara Tirkiyeyê re jî polîtîkaya înkar, tunekirin û pişaftinê xistin meriyetê. 
 
DERKETINA PKK’Ê YA SER DIKA DÎROKÊ 
 
Gelê kurd li dijî vê polîtîkayê gelek caran serî hildan lê belê ev serhildanên wan her carê bi komkujiyên mezin hatin têkbirin. Di sala 1978’an de jî bi pêşengtiya Abdullah Ocalan, PKK hat damezirandin û kurdan dest bi serhildaneke nû kirin. Di serî de kurd, Ocalan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê perspektîfeke demokratîk û azadîxwaz pêşkeş kir û parast. Vê hewldan û daxwaza wî kir ku bibe armanca êrişên hêzên kûrewî ku ev hêz di her du şerên cîhanê de beramberî hev hatibûn lê belê Şerê Sêyemîn ê Cîhanê bi awayekî veşartî dimeşandin. 
 
BI BOP’Ê RE PLANA TALANÊ YA NÛ
 
Navenda vî şerî, wek Rojhilata Navîn hatibû destnîşankirin û şer bi dehan sal berê destpêkiribû. Lê belê di destpêka sedsala 21’emîn de bêhtir xuyanî kir. Hêzên kapîtalîst ku bi Projeya Mezin a Rojhilata Navîn (BOP) xwestin herêmê dîsa dîzayn bikin, hewl dan bi êrişa li dijî Navenda Bazirganiyê re vê plana êrişa xwe rewa nîşan bidin. Di vê planê de Spanya û Tirkiye wek hevserok hatibûn hilbijartin. Derheqê planê de yekemîn car Şêwirmenda Ewlehiyê ya Neteweyî ya Serokê DYA’yê George W. Bush, Condoleezza Rice bi ser navê “Transforming Middle East” di 7’ê tebaxa 2003’yan de gotarek parve kir û bi vê yekê re hemû cîhan ji vê planê haydar bû. Plan, li Wezareta Karên Derve ya DYA’yê ji hêla Rice bi xwe ve hat birêvebirin. 
 
ASTENGIYA OCALAN
 
Ji bo ku ev plan li gorî daxwaza wan bi ser keve, yek ji gavên diviya bihata avêtin ew bû ku kurd bihatina astengkirin. Ji ber ku kurd, yek ji hêzên herî çalak ên herêmê bûn ku bandora xwe li gelên din dikir û îro bi awayekî şênber derketiye holê ku gelên herêmê ber bi pêşketinê ve vediguherîne. Ji bo vê jî serî li rêbaza her carê dan. Anku heke ser jê were kirin, laş ji xwe dê belav bibe û tune bibe. Bi vê yekê re xwestin Ocalan tune bikin, tesfiye bikin. Bi qasî yekitiya kurdan, Ocalan her wiha dixwest ku yekitiya gelên Rojhilata Navîn çêbibe. Lewma hemû bala xwe û hêza xwe ya felsefî û bîrdozî dida ser vê mijarê. Lê bi komployeke navneteweyî ku li pişt vê komployê DYA, Ingilistan û Îsraîl hebûn, ji ewil di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê hate derxistin û di 15’ê Sibata sala 1999’an de jî radestî Tirkiyeyê hat kirin. Bi vê yekê xwestin ku Ocalan êdî bêbandor bikin. 
 
Biqasî armanc û encamên vê komployê, di eynika îro ya Rojhilata Navînde de sedemên wê jî hîn bêhtir tên fêmkirin ku ev pêvajo bi derxistina Ocalan a bi darê zorê ji Sûriyeyê dest pê nekiriye. Ocalan, li Girava Îmraliyê di tecrîdeke giran de tê girtin û di hevdîtina bi parêzerên xwe re ya di 23’yê Adara 2011’an de komplo bi hûr û kûr vegot.
 
BI DAMEZIRANDINA PKK’Ê RE NATO KETE TEVGERÊ
 
Ocalan bal kişand ser Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê (NATO) ku piştî Duyemîn Şerê Cîhanê di sala 1949’an de wek hêza leşkerî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hat damezirandin. Ocalan dibêje ku NATO’yê xala 5’emîn a hevpeymanê li Rojhilata Navîn yekemîn car di sala 1985’an de anku salek piştî Pêngava 15’ê Tebaxê li li dijî wan bi kar aniye.
 
Ocalan destnîşan dike ku ev yek bi awayekî fermî nehatiye ragihandin lê belê NATO’yê bi terzê Gladîo li dijî wan xistiye meriyetê. Ocalan wiha didomîne: “Wê demê (1985) navenda Gladio-NATO’yê Almanya bû. Almanyayê, wê salê em wek rêxistina terorî qebûl kirin û qedexe kir. Versiyona Gladiyoya Natoyê ya li Tirkiyeyê jî JÎTEM e. Ev rêxistiniye xwe zêdetir dispêre artêş û leşkeriyê. Ev konsept ji sala 1985’an heta anîna min a vê derê ya sala 1999’an jî berdewam kir. Di vê pêvajoyê de JÎTEM’ê her tim hewl da me tesfiye bike û bêyî ku bidarizîne bi hezaran kes qetil kirin. Hemû rêbazên derhiqûqî bi kar anîn û navberekê rêbaza Hîzbûl-kontrayê jî ceribandin. Lê di yek rêbazên xwe de bi ser neketin. Nekarîn me bi kuştinê tune bikin. Bi anîna min a li vê derê re karê JÎTEM’ê jî qediya. Tevî ewqas cînayetan jî JÎTEM’ê nekarî me tesfiye bike lewma jî serneketî hat dîtin. Li hêla din bi hezaran cînayet kiribûn, bêhiqûqî û rûyê wan qirêjî derketibû holê. Lewma êdî nedikariyan wan bi kar bînin.” 
 
HEWLDANA SUÎQESTÊ YA LI DIJÎ OCALAN
 
Di 6’ê Gulana 1996’an de bi beşdariya endamê JÎTEM’ê Mahmut Yildirim ê bi nasnav ‘Yeşîl’, li dijî Ocalan li Şamê hewldana sûîqestê çêbû. Li rexekî xwestin Ocalan tune bikin û li hêla din jî kesayetên ku dixwestin li derveyî DYA û YE’yê çareseriyekî pêş bixin jî hatin tesfiyekirin. 
 
Ocalan diyar dike ku Turgut Ozal û koma wî fêm kiribûn bê pirsgirêka kurd bi tundiyê çareser nabe û vê nirxandinê dike: “Xwestin gûftûgoyê bi me re pêş bixin. Lewma hewl dan Ozal û koma wî tesfiye bikin. Pêwendiyên me berdewam dikirin lê Ozal hat tesfiyekirin. Ozal jî li dijî me hemû cureyên şerê taybet xistibûn meriyetê. Lê piştî ku fêm kir ev rêbaz bi kêr nayê, wê demê xwest gûftûgoyê pêş bixe û ber bi çareseriyê ve diçû. Di vê çarçoveyê de gûftûgoyên min ên bi dewletê re jî di sala 1993’yan de dest pê kirin. Hewldana çareseriya navxweyî ya Ozal, bi derbeya Çîller-Gureş hat astengkirin. Rêbazên JÎTEM’ê jî hîn bêhtir hovane bûn. Di serdemeke ku ev konsept berdewam dikir de Erbekan jî xwest çareseriyeke navxweyî pêş bixe lewma ew jî hat tesfiyekirin. Helwesta Karadayi jî hinek cuda bû. Kivrikoglu jî ev rêbaz gelek nedipejirandin. Lewma li Qibrisê li dijî Kivrikoglu sûîqest kirin. Di navbera salên 1999’an heta 2002’yan de, di serdema Kivrikoglu û Ecevît de li ser navê dewletê li vir bi min re hevdîtin hatin kirin. Ez tenê qala pêvajoya lêpirsînê ya 10 rojan nakim. Heta sala 2002’yan jî rayedarên dewletê dihatin vir û bi min re hevdîtin dikirin. Kesên dihatin vir peywirdarên sivîl, leşkerî û îstîxbaratê bûn. Di sala 2002’yan de ev hevdîtin di carekê de qut bûn. Helwesta Ecevît a wê demê baş bû, hewl dida çareseriyeke navxweyî pêş bixe, rola xwe bilîze û înîsiyatîfê li xwe bigire. Her wiha li dijî destwerdana DYA’yê jî seknekî wî hebû. Lewma hat tesfiyekirin ku mirina wî hêj tê nîqaşkirin.” 
 
DÎPLOMASIYA LI DIJÎ OCALAN
 
Li hêlekê kesên dixwestin di nava sînorên Tirkiyeyê de çareseriyek were pêşxistin bi destê JÎTEM’ê dihatin tunekirin, li hêla din jî tevna komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan dihat rêsandin. Yek ji hewldanên herî balkêş ên di vê mijarê de, serdana Serokê DYA’yê Bill Clinton a di sala 1994’an de ya ji bo Sûriyeyê bû. Piştî 21 salan, yekemîn car bû ku serokekî DYA’yê dihat serdana Sûriyeyê. Bi salan piştre aşkere bû ku mijara sereke ya hevdîtina di navbera Clinton û Hafiz Esad de Ocalan bû. Hevdîtin 4 saetan berdewam kiribû. Yek ji heqîqetên din ên bi salan piştre derketî holê jî ew bû ku Clinton piştî hevdîtina li Sûriyeyê, bi Serokwezîrê Yewnanistanê Kostas Simitis re li Qesra Spî hevdîtin kir û di vê hevdîtina veşarî de mijara hevdîtinê dîsa Ocalan bû. 
 
LINGÊ KOMPLOYÊ YÊ KURD
 
Di wê serdemê de Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî hat Enqereyê û piştre jî bi Rêberê YNK’ê Celal Talabanî re çûn Washingtonê. Di 17’ê îlona 1998’an de jî ‘Peymana Otonomiya Kurd’ îmze kirin û bi vê yekê re lingê komployê yê kurd jî hate temamkirin. 
 
Komploya navneteweyî piştî vê peymanê kete meriyetê û hêzên kûrewî dixwestin aloziya li Rojhilata Navîn mezintir bikin. Ocalan ku ev plana hêzên kûrewî vala derxist, di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji bo avakirina bingeha çareserkirina pirsgirêka kurd ji Sûriyeyê derket, heta di 15’ê Sibata 1999’an de li Îmraliyê ketiye zindanê, di serî de jî welatên Ewropayê rastî îxaneta gelek dewletên ku li deriyê wan xistibû hat. 
 

Sernavên din

01/02/2022
13:34 Doza Kobanê: Mirovahî bi sosyalîzmê re wê li jiyana xwe ya berê vegere
13:16 DMME'yê ji bo rakirina destnedayîna biryara binpêkirinê da
12:53 Piştperdeya Komploya 15’ê Sibatê
12:53 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:50 47 rojnameger bi 751 sal ceza hatin darizandin
11:28 Julian Assange ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzet hat nîşandan
11:01 Hewldana zindîkirina DAIŞ’ê li Hesekê têk çû
10:46 Li gorî AYM'ê danîna daran a li gundê ku PKK'ê lê hatiye damezrandin sûc e
10:29 Emîne Şenyaşar careke din îfade da
10:00 Dengê polîsê sîxurtî lê ferz kir tomar kir
09:12 Girtî ji ber 'aktîvîteyên hatine betalkirin' nayên berdan
09:12 Hevalê wî behs kir: 13 saet bi şûn de Tûran rakirin nexweşxaneyê
09:10 Behsa tahdeya li wargeha cemaetê kir
09:09 Nivîskar Aysû: Xela hatiye ber derî
09:09 Derket holê ku şirîkên hêwana masajê ya fuhûş lê hatiye kirin polîs in!
09:08 Girtiya nexweş Semîre Dîrekçî hatiye asta mirinê!
09:07 Ji bo Tûglûk bang li Wezareta Dadê û ATK’ê kirin: Peywîra xwe bi cih bînin
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2022'YAN
31/01/2022
22:03 Daxuyaniya midûriyeta polîsan a têkildarî astengkirina muzîka kurdî
21:45 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:33 Li ser Twitterê kampanyaya #KürtçeMüzikSusmayacak
17:04 Çalakiya malbata Doku di roja 31'emîn de ye
17:03 Komîsyona Amedekariyê ji bo Guzel cara duyemîn li hev civiya
17:00 HSD'ê bîlanço aşkera kir: 374 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
16:54 Doza Kobanê: Hûn nikarin kurdan bidarizînin
16:42 Girtî Bîlgîn ku jiyana xwe dest dabû bi girseyî hat definkirin
15:52 Beştaş: Kes nikare zimanê kurdî qedexe bike
15:52 ÎHD’ê ji bo azadiya Tugluk bang kir
15:20 'Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin’
14:45 Şenyaşar: Bila Bekîr Bozdag zilma li ber edliyê bi dawî bike
14:38 Çizirandina sotemeniyê bû sedama gemarbûna hawirdorê
14:29 Serlêdanên serdema duyemîn ên qursa kurdî ya ÎSMEK’ê dest pê kirin
14:19 Lîstika ‘Serbaz’ li Stenbolê du rojan derdikeve ser dikê
14:05 Aysel Tugluk dê 3 hefteyan li ATK’ê bimîne
13:46 'Erdogan rast dibêje, divê ji Ocalan bê pirsîn'
12:59 Çîçek: Yên Îmraliyê jinedîtî ve tên, nikarin demokrasiyê bînin vî welatî
12:45 Polîsan tundiyê û heqaret li stranbêjên kurd kirine
12:07 Hevseroka DBP'ê ya Amedê Gulmez hat berdan
12:06 Sancar: Em wan didarizînin
11:51 HDP amadekariyên parastina xwe dike: Wê nikaribin vê fikriyatê asteng bikin
11:51 HDP'ê ji bo zextên li ser çapameniya kurd lêkolîna meclisê xwest
10:34 Polîsan êrişî karkerên Farplasê kir: 200 kes hatin binçavkirin
10:16 Dîmenên nû yên Sûra qedexekirî
10:08 ‘Bi astengkirina Xwebûnê zimanê kurdî hedef hatiye girtin’
09:38 Cenazeyê Bîlgîn dibin Çewligê
09:00 Hevala Tûglûk a zanîngehê: Niha dora me ye ku em têbikoşin
09:00 ‘Serok endamên Meclîsê, endamên Meclîsê serok sûcdar kirin’
09:00 Jinan ji ATK’ê re got: Dest ji astengkirina azadiyê berde
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2022'YAN
30/01/2022
23:50 Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo bi klaman hat bibîranîn
20:23 Tabloya koronayê: 189 kesan jiyana xwe ji dest dan, 88 hezar kes bi vîrûsê ketin
19:20 Cenazeyê Bîlgîn wê li Çewligê were veşartin
19:02 Birayê Bîlgîn: Em li benda berdana birayê xwe bûn lê agahiya mirinê hat
18:25 HDP’ê têkildarî Bîlgîn daxuyanî da
17:52 Li Girtîgeha Kiriklarê daxwaz hatin qebûlkirin, çalakî bi dawî bû
17:13 'Wê qrîza çandiniyê bi polîtîkayên demokratîk çareser bibe'
17:03 Meclisa HDP’ê: Divê Ocalan bi xwe bi axive
16:41 Rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe
16:40 Girtiyê 30 salan Bîlgîn jiyana xwe ji dest da
15:41 Nobeta Edaletê ket roja 76'an: Êdî bes e
15:29 Midura Karên Nivîsê ya Xwebûnê: Bi biryara astengkirinê re kurdî hedef hat girtin
12:39 Malbata Şenyaşar: Gul bi milyonan axîn li pey hişt
11:58 Bi fezlekeya polîsan cezayê giran li wan birîn
11:05 Baroya Şirnexê: Em astengkirina ragihandina kurdî qebûl nakin
11:04 'Artêşa Iraqê aramiya Şengalê xira dike'
10:05 Parlamentoya Baskê jî amadekariyên naskirina statuya Rêveberiya Xweser dike
09:19 Xizmên girtiyan: Dengê girtiyan bibihîsin
09:17 Elqeyeke mezin ji bo qursa kurdî ya li Mamakê
09:15 Çîroka Doza Kobanê gav bi gav betal dibe: 642 kes nexwestin tevli dozê bibin
09:13 Hevşaredarê hat berdan: Dadger got, ez mecbûr im we bigirim
09:11 Kamaç: Bêhiqûqîtiya herî mezin li Îmraliyê ye
09:09 Xelkê Amedê: Ji ber kurdbûnê wesayîtên zirxî li zarokên me diqelibînin
09:06 Hevalên Abdulgaffar Dayan: Em ê xeyalên wî yên nîvco mayî pêk bînin
09:02 Bi helbesta 'Were Dayê Were' piştgirî da Emîne Şenyaşar
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2021'Ê
29/01/2022
23:05 Baroya Amedê: Astengkirina Xwebûnê înkarkirina hebûna kurdî ye
21:08 Aydenîz: Dizanin gava Ocalan biaxive dê demokrasî bê
20:24 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Tekane çare Ocalan e
17:05 ‘Xelkê Amedê nahêle navê Bahçelî li daîreyekê jî bê kirin’
16:16 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Yagmekan were berdan
16:06 Qeyûm xwedî li projeyên nelirêtiyê derket
15:44 Înîsiyatîfê xwest Seyîd Narîn were berdan
15:22 Li Hesekê di navbera hêzên ewlekariyê û DAIŞ’ê de pevçûn derket
14:53 Jiyana girtiya nexweş Tokmak bi xetereyê re rûbirû ye
14:08 Xizmên Windayan aqûbeta Denîz û Taniş pirsîn
13:58 Li Cizîrê 4 kes kirin binçavan
13:56 Xwişka Ayşenûra 27 sal berê hat windakirin: Em kujeran nas dikin
13:47 Li Hesekê operasyonên legerînê berdewam in
13:14 Malpera rojnameya Yenî Yaşamê jî hat astengkirin
13:10 Rojnameger Guven: Denîz Poyraz bi fermana MHP’ê hat kuştin û haya Soylu jê heye!
12:50 Uca: Çi karê çekên NATO’yê di destê DAIŞ’ê de hene?
11:52 Rêveberê Weqfa Belavkirina Ilmê bû serokê ATK’ê
11:47 Esenturk: Divê em bi hev re têkoşînê birêxistin bikin
11:33 Lêgerîna edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 327’emîn de ye
10:57 Hevseroka DBP’a Amedê Seval Gulmez hat binçavkirin
10:49 Rêxistinên ciwanan: Divê azadiya Ocalan were temînkirin
10:24 Di 13 saliyê de kete girtîgehê û niha jî ji bo azadiya bavê xwe têdikoşe
10:09 Malpera rojnameya Xwebûnê hat astengkirin
09:23 Midûrê polîsan ji malbata Dayan re got: Çima hûn bûyerê ber bi cihekî din ve dikişînin
09:12 Gel nikare biçe nexweşxaneyên bajêr ên veguherîne qadên rantê