Tecrîda girankirî ya 23 salan

img

STENBOL - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 23 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin û di nava van salên dûvdirêj de di tecrîdeke giran de ma. Ji serlêdanên bi mebesta hevdîtina Ocalan hatine kirin 442 jê hatin qebûlkirin lê li hêla din hezar û 433 serlêdan jî hatin redkirin. 

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de ji Sûriyeyê derket. Di 15’ê Sibata sala 1999’an de bi hevkariya hêzên navdewletî hate girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ev 23 sal in jî di Girtîgeha Tîpa F a Bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de dimîne. Sepanên ‘taybet’ ên beriya girtina Ocalan di meriyetê de, di nava 23 salan de her ku diçû girantir bûn. Lê saziyên navneteweyî çavên xwe hem li tecrîdê û hem jî li van sepanên giran girtin. Nerazîbûnên li hemberî vê bêdengiyê jî her ku diçe zêdetir dibin. 
 
Di nava van 23 salan de Ocalan, ji qusandina porê heta jehrîkirinê, bi darê zorê guherandina odeyê wî heta astengkirina bikaranîna alavên peywendiyê, ji qedexekirina hevdîtinên bi malbatê heta yên bi parêzaran re, rastî gelek binpêkirinan hat. Niha jî ji ber tecrîda girankirî, ev 10 meh in tu agahî ji Ocalan nayên girtin. 
 
DÎZAYNA ÎMRALIYÊ YA JI BER OCALAN
 
Hêj ji destpêka anîna Ocalan a Tirkiyeyê ve, ev sepanên navborî ketin meriyetê. Piştî ku Ocalan li paytexta Kenyayê Naîrobiyê hatiye revandin, di 16’ê Sibata 1999’an de anîn Balafirgeha Esenbogayê û ji wir jî saet di 05.00’an de bi balafireke bi cureya Falcom 900 veguhestin 6’emîn Baregeha Jetan a Bandirmayê. Di ketin û derketina baregehê de ji bo ewlekariyê gelek tevdîr hatibûn girtin. Heta li ser efseran jî lêgerîn dihat kirin û li pey hev ambûlans vediguhestin baregehê. Ocalan, li ambulansekê hat siwarkirin û ji ewil birin keştîgeha bi hejmar 4 û ji wir jî veguhestin Zafer Firkateynê ku li bendergehê disekiniya. Di saetên nîvro de Ocalan bi wê firkateyna navbihûrî veguhestin Girava Îmraliyê. Bi anîna Ocalan ya li Girava Îmraliyê re ku wê demê navê wê Girtîgeha Nîvvekirî ya Îmraliyê bû, girtiyên li wê derê bi lez û bez ji giravê hatin derxistin. Çend roj piştre jî sewalên li giravê dihatin xwedîkirin ji giravê hatin veguhestin. Girava Îmraliyê ji serî heta binî bi tevahî li gorî Ocalan hat amadekirin. 
 
BI 55 KAMERAYAN DIHAT ŞOPANDIN
 
Heke gotin di cih de be, bi anîna Ocalan re girav bû du beş. Derdora girtîgehê wek ‘Xeta sor’ hat destnîşankirin û deverên dîtir jî wek ‘Xeta kesk’ bi nav kirin. Hemû avahiyên li giravê li ber qada ‘Xeta kesk’ diketin lewma jî bi hinceta ‘ewlehiyê’, têla ceryanê li derdora wan avahiyan hatin kirin. Peywira ewlekariya giravê dan Hêzên Deryayê û li giravê nêzî hezar leşker bi awayekî mayînde dest bi peywira xwe kirin. Di demên piştre de 55 kamera li girtîgehê hatin bicihkirin û girav 24 saetan bênavber tê şopandin. 
 
PEYWIRAN, DEST GUHERAND
 
Bi anîna Ocalan a li Girava Îmraliyê re, Girtîgeha Îmraliyê veguherandin pergala ewlekariyê. Biryareke li dijî Makeqanûn û qanûnan hat dayîn û wek karê destpêkê, hemû peywirên li Girtîgeha Îmraliyê ji înîsiyatîfa Wezareta Edaletê hatin derxistin û radestî Buroya Peywendiyên Krîzê ya Bendergeha Mudanyayê kirin ku girêdayî Navenda Rêvebirina Krîzan a Serokwezîriyê ye. Ev biryar, di 27’ê sibata sala 1999’an de, di Rojnameya Fermî de hat weşandin û kete meriyetê. Di demên piştre de jî Girava Îmraliyê û derdora wê, ji hêla bejahî, deryayî û hewayî ve wek ‘herêma qedexe ya leşkerî’ hat ragihandin. Piştî van sepanan, Îmrali veguherî giraveke ku hemû sepanên taybet ên dewletê lê dihatin sepandin. Rêziknameya Navenda Rêvebirina Krîzan a Serokwezîrtiyê wek hincet nîşan dan û heta ketin û derketina li giravê jî bi înîsiyatîfa Navenda Rêveberiya Krîzan a Serokweziriyê re hiştin. Rayeyên ku di Rêziknameya Navenda Rêvebirina Krîzan a Serokwezîrtiyê cih digirin, wek peywirekê dewrî Sekreteriya Giştî ya MGK’ê kirin. Bi vê yekê re, Sekreteriya Giştî ya MGK’ê peywira rêvebirin/koordîneyê ya Navenda Rêvebirina Krîzan a Serokwezîriyê li xwe girt. 
 
TECRÎD TEŞE DIGIRE
 
Bi rûniştandina pergala Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê re tecrîda li ser Ocalan jî êdî kete meriyetê. Di çarçoveya tecrîdê de weke karê destpêkê, weşan hatin bisînorkirin û Ocalan bi berdewamî hat şopandin. Ocalan di hucreya xwe de bi rêya kamerayan dihat şopandin, di her serê saetê de ji hêla karmendên girtîgehê li pişt deriyê barkazê dihat kontrolkirin, mafê wî yê axaftina bi telefonê ya 10 deqeyan ku bo hemû girtiyan derbasdare hat binpêkirin û rojname û kovar jî bisînor ‘piştî nivîsên derheqê wî û siyaseta kurd de jê dihatin kirin’ didan wî. Fermaneke taybet hat derxistin û hat qedexekirin ku leşkerên bi Ocalan re di nava têkiliyê de, bi wî re biaxivin. Mafê hewadariyê ku ji sepanên giştî hinek cuda bû û ev maf dabûn Ocalan, hem bisînor bû û hem jî tenê wek sepaneke ji înîsiyatîfa girtîgehê re hatiye hiştin ma. 
 
HEVDÎTINÊN BI PARÊZERAN RE DEST PÊ DIKIN
 
Bi destpêkirina pêvajoya darizandina Ocalan re, hevdîtinên bi parêzeran re jî dest pê kir. Di demên ewilî de ev hevdîtin di bin sepanên hişk de hatin kirin. Hevdîtina ewil di 25’ê Sibata 1999’an de pêk hat. Lê bi hinceta hevdîtinan, lêpirsînên disiplînê û cezayên hucreyê ketin meriyetê. 
 
MAFÊ KU NEDANE OCALAN
 
Bêhiqûqiyên li Îmraliyê dihatin kirin tenê bi van re bisînor neman. Di qanûnên ku têkiliya di navbera parêzer û muwekîlan diyar dike de wiha tê gotin: “Kesek nikare belge, dosya û axaftinên parêzeran ên têkildarî parastinê ku bi muwekîlên xwe re kirine qeyd bike û lêkolîn bike.” Lê belê ev maf her tim hat binpêkirin. Hinek vesazkirinên nû li rêbazên sepanan ên ji bo hevdîtina parêzeran a li Îmraliyê hat zêdekirin û bi vê yekê re êdî di hevdîtinan de li gel parêzer, her wiha dê rêveberê girtîgehê jî cih bigirta. Sepanên taybet bi vê jî sînor neman, êdî dest bi qeydkirina hemû hevdîtinên parêzeran kirin. Bi vê sepanê re hiqûqa navxweyî hat serûbinkirin û Tirkiyeyê berpirsyariyên peymanên navneteweyî yên ku îmzekiribûn bi cih ne anî û binpê kirin. 
 
DOZA ÎMRALIYÊ
 
Di wê demê de Ocalan bi îdiaya binpêkirina xala 125’emîn a Qanûna Cezayan a Tirk (TCK) hat darizandin. Ew xal wiha ye: “Xerakirina yekitiya dewletê yan jî hewldana parçekirina beşekê xaka di bin serweriya dewletê de.” Darizandina Ocalan, di 31’ê Gulana 1999’an de li Dadgeha Ewlekariyê ya ya Dewletê ya Bi Hejmar 2 ya Enqereyê dest pê kir. Peyva ewil a ji devê Ocalan derketî ‘aşitî’ bû. Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê ya Bi Hejmar 2 ya Enqereyê di 29’ê Hezîrana sala 1999’an de bi dengên zêde, ji bo Ocalan biryara darvekirinê da. Ev biryar, ji hêla 9’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind ve hat erêkirin. 
 
YE: MAFÊN OCALAN HATIN BINPÊKIRIN
 
Cezayê darvekirinê; di çarçoveya qanûnên guncaniyê yên Yekitiya Ewropayê (YE) û di serdema koalîsyona DSP-ANAP-MHP’ê de, li hemberî 162 dengên redê, bi 256 dengan hat rakirin. Ev guherîne, di çarçoveya pêvajoya tevlibûna YE’yê de hat dayîn û di encama guherînên qanûnan de ku cezayê muebetê yên kesên di dema aştiyê de vedigerîne cezayê muebbetê de hat dayîn. Di heman demê de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di biryara xwe ya 12’ê gulana 2005’an de destnîşan kir ku mafê parastinê yê Ocalan hatiye binpêkirin û biryar da ku mesrefên ji bo parastina Ocalan derdikevin, ji hêla Tirkiyeyê ve bên pêşwazîkirin. 
 
SERDANA CPT’YÊ 
 
Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ji bo lêkolînê, yekemîn car di 27’ê Sibat-3’yê adara 1999’an de çû Îmraliyê. Piştî serdanê jî raporeke ji 49 xalan pêk dihat amade kir. Di raporê de ji bo dema binçavkirinê heta gelek mijarên din, şîret li hikûmeta wê demê hatin kirin. Yek ji şîretên di raporê de hatine kirin jî ev bû: “Girtina Ocalan a di bin rejîmekî bi ewlehiya bilind û hiştina wî ya bi tena serê xwe li cihekî bêdeng, dê ziyanê bigihîne tenduristiya wî ya zîhnî. Ji bo pêşîlêgirtina van tiştên neyînî, hewceye tevdîrên pêwîst bên girtin.” Lê belê ne ev pêşniyar û ne jî ti pêşniyareke din a CPT’yê yên demên piştre, bi xema Tirkiyeyê bû.
 
ŞERT Û MERCÊN TECRÎD Û TENDURISTIYÊ
 
Tecrîd, îzolasyon û şert û mercên avhewayê yên biritûbet bandoreke neyînî li ser tenduristiya Ocalan kir û gelek nexweşî lê peyda bûn. Parêzerên Ocalan di sala 2007’an de li ser mûyekî serê Ocalan lêkolîn kir û derket holê ku muwekîlê wan hatiye jehrîkirin. Bi vê daxuyaniyê re berê hemû kesî kete Îmraliyê û rewşa tenduristiyê ya Ocalan. Ocalan da zanîn ku mîmariya odeya wî gelek xerabe û rêjeya karbondîoksîtê jî ji sedî 75 e. Ocalan ji parêzerên xwe xwest ku li hemberî dibêtiya jehrîkirinê, ji bo lêkolînê serî li Serokwezîrtî, Odeya Bijîşkan, CPT û DMME’yê bidin. Ocalan got dibe ku hemberî wî ketibin nava hewldaneke jehrîkirinê û ev hişyarî kiribû: “Tevî hemû şert û mercan jî ez ê li ber xwe bidim. Her hewldaneke li hemberî min dê bibe sedem ku Tirkiye bêhtir veguhere Iraqê.” 
 
BÛYERA JEHRÎKIRINÊ
 
Piştî van geşedanan, Ocalan di 7’ê adara 2007’an de bi parêzerên xwe re hevdîtin kir û derheqê tenduristiya xwe de agahî dan. Ocalan da zanîn ku yek jê profesor, du bijîşk hatine Îmraliyê û agahî dane. Ocalan diyar kir ku vê şandeyê mînakên xwîn, destav û porê hilgirtine, odeya wî salek berê hatiye boyaxkirin û dibe ku ev mijara jehrîkirinê ji ber bêhna boyaxa li dîwaran hatiye dayîn qewimî be. Ocalan destnîşan kir ku ji bo dewlet di bin tawanbariya jehrîkirinê de nemîne, hewceye lêkolînên pêwîst bike. Di vê çarçoveyê de jî ji Wezîrê Edaletê yê wê demê Cemîl Çîçek xwest ku komeke bijîşkan ên xweser ên ji Ewropa û Tirkiyeyê bên giravê û lêkolînên pêwîst bikin. Demekî kin piştî van geşedanan, di nîsana 2007’an de cezayê hucreyê yê 20 rojan li Ocalan hat birîn. Ocalan li hêlekî bi pirsgirêkên tenduristiyê re têdikoşiya û li hêla din jî bi cezayê hucreyê yê 20 rojan re tecrîda di nava tecrîdê de dijiya.
 
ÎŞKENCEYA FÎZÎKÎ
 
Di tîrmeha sala 2008’an de vêcarê jî êrişa fîzîkî li dijî Ocalan hat kirin. Tevî ku nedixwest jî, pora wî hat qusandin û rastî îşkenceya fîzîkî hat. Ocalan, hucreya xwe wek ‘darbest’ pênase dikir û di cotmeha sala 2008’an de bi hinceta lêgerînê li erdê hat dirêjkirin û di hucreya wî de lêgerîn hat kirin. Ev hewldanên li dijî Ocalan ên di dema girtina wî de, rê li ber hêrseke mezin a gelê kurd vekir. Ji bilî kûrkirina pirsgirêka kurd, van hewldanan tiştekî din bi xwe re ne anî. Weke ku bi van sepanan qayîl nebin, rêveberiya girtîgehê vêcarê jî odeya Ocalan guherand û odeya wî hêj biçûktir kir. Vê yekê jî tecrîda di nava tecrîdê de hêj girantir kir.
 
OCALAN: BI ÎŞKENCEYÊ DIXWAZIN PEYAMÊ BIDIN
 
Tecrîda li ser Ocalan car bi car veguherî awayên cuda. Di hevdîtina 4’ê tîrmeha 2008’an de Ocalan ji parêzerên xwe re got ku rêveberiya girtîgehê bi darê zorê pora wî qusandiye. Ocalan, ev sepana girtîgehê wiha şîrove kir: “Pora min qusandin. Bi vê yekê dixwazin vê peyamê bidin; ‘em kengî bixwazin tu di kontrola me de yî, em dikarin her tiştekî bi te bikin, tu di destên me de yî û 24 saetan di kontrola me de yî.’”
 
SERLÊDANÊN JI BO HEVDÎTINÊ Û BERSIVÊN HATIN DAYÎN
 
Li hêlekî ev sepanên li dijî Ocalan didomiyan û li hêla din jî serlêdanên ji bo hevdîtina bi Ocalan re yên parêzer û malbatê bi hincetên cuda dihatin redkirin an jî qet nedihatin bersivandin. Di sala 1999’an de ku Ocalan radestî Tirkiyeyê hatibû kirin, Ocalan 62 caran bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Di sala 2000’ê de bi giştî 54 serlêdan hatin kirin û ji wan serlêdanan 34 jê hatin qebûlkirin û 20 jî hatin redkirin. Di sala 2001’an de 52 serlêdanên ji bo hevdîtinê hatin kirin. Ji van serlêdanan 34 hatin qebûlkirin û 18 jî hatin redkirin. Di sala 2002’yan de 52 serlêdan hatin kirin û ji van 34 jê hatin qebûlkirin û 18 jî hatin redkirin. Di sala 2003’yan de 55 serlêdan hatin kirin û ji van serlêdanan 20 hatin qebûlkirin û ji bo 35’an jî destûr nehat dayîn. Ji bo serlêdanên hatine redkirin jî gelemperî ‘muxalefeta hewa’ wek sedem hat nîşandan. Parêzerên Ocalan di sala 2004’an de ji bo hevdîtinê 53 caran serlêdan kir lê ji van serlêdanan 29 jê hatin qebûlkirin û 24 jî hatin redkirin. Di sala 2005’an de 51 serlêdan hatin kirin û ji van tenê 16 jê hatin qebûlkirin. Di sala 2006'an de jî parêzeran 60 caran ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re serlêdan kirin lê ji van 24 jê hatin qebûlkirin û 36 jî hatin redkirin. Di sala 2007’an de parêzeran 60 caran serlêdan kirin lê ji van 30 bi erênî hatin bersivandin û yên din jî hatin redkirin. 
 
HINCETA NÛ ‘KEŞTÎ XERABE YE’
 
Ji 56 serlêdanên parêzeran ên di sala 2008’an de 37 jê hatin qebûlkirin û 19 jî hatin redkirin. Serlêdanên beriya niha bi hinceta ‘muxalefeta hewa’ dihatin redkirin lê vêcarê li serlêdanên sala 2008’an hinceta ‘keştî xerabe ye’ jî hat zêdekirin. Ji 61 serlêdanên sala 2009'an 50 jê hatin qebûlkirin û 11 jî hatin redkirin. Di sala 2010’an de parêzeran 65 serlêdan kirin lê ji van 43 heb bi erênî û 22 jî bi neyînî hatin bersivandin. Di sala 2011’an de parêzeran 84 caran serlêdan kirin. Ji van 24 bi erênî û 23 jî bi neyînî hatin bersivandin. Ji bo redkirina 2 serlêdanên sala 2011’an jî hinceta ‘betlaneya cejnê’ hat nîşandan. Di sala 2012’an de parêzeran 104 caran serlêdan kir. Lê tevek jî hatin redkirin. Ji van serlêdanan 73 jê bi hinceta ‘keştî xerabe ye’, 14 jê bi hinceta ‘muxalefeta hewa’, 16 jê bi hinceta ‘keştî tê çêkirin’ û ji bo serlêdanekê jî hinceta ‘betlaneya cejnê’ wek sedema redkirinê hatin nîşandan. Di sala 2013’an de jî 102 serlêdan hatin kirin û ji van serlêdanan 82 bi hinceta ‘xerabûna keştiyê’, 12 bi hinceta ‘muxalefeta hewa’ û 4 jî bi hinceta ‘betlaneya fermî’ hatin redkirin. Anku hemû jî hatin redkirin. Di sala 2014’an de parêzeran ji bo hevdîtinê 104 serlêdan kirin lê tevek jî hatin redkirin. Di vê çarçoveyê de 86 serlêdan bi hinceta ‘xerabûna keştiyê’, 9 serlêdan bi hinceta ‘muxalefeta hewa’, 6 serlêdan bi hinceta ‘keştî tê çêkirin’ û 3 serlêdan jî bi hinceta ‘betlaneya fermî’ hatin redkirin. Di sala 2015’an de bi giştî 100 serlêdan hatin kirin. Daxwaza hevdîtinê yên vê salê jî bi temamî hatin redkirin. Ji van serlêdanan 24 jê bi hinceta ‘muxalefeta hewa’, 20 jê bi hinceta ‘erzeya di keştiyê de’, 37 bi hinceta ‘keştî xera bûye’ û 20 serlêdan jî bi hinceta ‘keştî tê çêkirin’ hatin redkirin. 
 
‘BIRYARÊN DADGEHÊ’ DI DEWRÊ DE NE!
 
Yek ji salên ku tecrîda li Îmraliyê her ku diçû girantir dibû jî sala 2016’an bû. Di 15’ê tîrmeha 2016’an de hewldana darbeyê çêbû û parêzeran xwest biçin Îmraliyê. Lê vêcarê jî biryarên dadgehan ên di navbera 3 û 6 mehan de hatine dayîn wek hincet hatin nîşandan û daxwazên serlêdanê hatin redkirin. Di sala 2016’an de 124 serlêdan hatin kirin. Heta 15’ê tîrmeha 2016’an hincetên wek ‘muxalefeta hewa’, ‘keştî xerab bûye’ û ‘keştî di tamîrê de ye’ dihatin nîşandan. Lê piştî 15’ê tîrmehê jî ji bo redkirina serlêdanan hincetên wek “dema şert û merc guncav bûn”, “dozgeriyê daxwaz nexistiye nav dosyayê” û “biryara dadgehê” hatin nîşandan. Ji serlêdanên hatine kirin 2 jê bi hinceta “dema şert û merc guncav bûn”, 1 bi hinceta “dozgeriyê daxwaza hevdîtinê nexistiye nava dosyayê”, ji bo 64’an hinceta “biryara dadgehê”, ji bo 46’an hinceta “keştî xerabe ye”, ji bo 7’an hinceta “muxalefeta hewa” û ji bo 2 serlêdanan jî hinceta “erzeya keştiyê heye” hat nîşandan. Di heman demê de bersiva 2 serlêdanan jî nehat dayîn. 
 
Di sala 2017’an de 10 û di sala 2018’an de jî 102 serlêdan hatin kirin. Temamiya van serlêdanan bi hinceta “Biryara dadgehê” hatin redkirin. Ji 104 serlêdanên di sala 2019’an de hatine kirin 5 jê bi erênî hatin bersivandin, 32 jê bi hinceta “biryara dadgehê” hatin redkirin û ji bo 67 serlêdanan jî tu bersivek nehat dayîn. Di sala 2020’an de bi giştî 89 serlêdan hatin kirin. Lê bersivekî erênî yan jî neyînî nedan 60 serlêdanan. 29 serlêdan jî bi hinceta “biryara dadgehê” hatin redkirin. 
 
BERSIVÊ NADIN SERLÊDANAN 
 
Di sala 2021’an de jî parêzerên Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re 171 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Ji serlêdanên heta 12’ê adarê 20 jê bi hinceta “biryara dadgehê” hatin redkirin. Parêzerên Ocalan heta 12’ê adarê jî hefteyê du caran serlêdan dikirin. Lê piştî ku li ser medyaya civakî derheqê tenduristiya Ocalan de hinek agahî hatîn parvekirin, vêcarê parêzeran êdî her roj serlêdan dikirin. Parêzeran piştî 12’ê adarê, bi giştî ji bo hevdîtinê 151 caran serlêdan kirin lê serdozgeriyê hemû serlêdan jî bêbersiv hiştin. 
 
JI HEZAR Û 875 SERLÊDANAN TENÊ 442 HATIN QEBÛLKIRIN
 
Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re di heyva çileya sala 2022’yan de 8 û di sibatê de jî heta niha 2 serlêdan kirine. Lê tu bersivek ji van serlêdanan re nehatiye dayîn. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re, ji sala 1999’an heta niha bi giştî hezar û 875 caran serlêdan kirin. Ji van serlêdanan 442 jê hatin qebûlkirin û hezar û 433 serlêdan jî hatin redkirin. 
 
OCALAN LÎSTIKA HEYÎ VALA DERXIST
 
Ji roja Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin heta niha, hemû mafên wî yên şexsî ku bi peymanên neteweyî û navneteweyî hatine destnîşankirin, di şexsê Ocalan de hatin binpêkirin. Ji qusandina porê heta jehrîkirinê, guherandina odeya wî ya bi darê zorê, astengkirina peywendiyan û heta astengkirina hevdîtinên bi parêzer û malbatê re, li rastî gelek binpêkirinan hat. Di vê pêvajoya 23 salan de pergala tecrîd û îşkenceyê ya li ser Ocalan hat girankirin. Lê tevî vê yekê jî bi têkoşîna xwe, ev lîstike tevek jî vala derxistin. 
 
MA / Ferhat Çelîk
 

Sernavên din

09/02/2022
10:23 Ajokar: Tişta em qezenc dikin jî didin sotemeniyê
10:16 Xelkê Amedê: Bila kesên wêneyên wan bi DAIŞ’iyan re heyî bên darizandin
09:04 Ji ber bihabûna mazotê êdî nikarin bixebitin
09:02 Berteka herî mezin a li dijî komployê: Hûn nikarin Roja me tarî bikin
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2022'YAN
08/02/2022
20:48 Eleqeyeke mezin ji 'Rojên Ma Muzîkê'
19:21 Li Şirnexê zem hatin protestokirin
17:24 Malbatên Pirsûsê: Ne heyeta dadgehê, divê feraset biguhere
17:07 Li Feleknas Uca cezayê pere birîn
16:47 Li Wanê 2 kes hatin binçavkirin
16:45 Kedkarên tenduristiyê ketin grevê: Em mafê xwe dixwazin
16:42 Li Leyla Guvenê 11 roja cezayê hucreyê hat birîn
16:29 Di Doza Komkujiya Konyayê de serokê dadgehê şahid beralî kirin
16:29 Nivîskar Omer Agin ji doza xwe beraet kir
15:56 Malbatên girtiyan ji ber zarokên xwe bifikar in
15:52 Gunay a HDP’î ji bo jinên girtî bang kir
15:44 Li Wanê bangî Wezareta Edaletê kirin: Guh bidin dengê malbatan
15:29 Şandeya ku di Doza Pirsûsê de biryar dabû xwe ji dozê vekişand
15:21 Doza Komkujîya Konyayê: Gazînker û parêzeran eywan terk kirin
14:49 Weşanxaneya Aramê 10 pirtûkên nû çap kirin
14:48 Doza Kobanê: Kurd biçin li Çînê jî tiştekî bikin Tirkiye xwe aciz dike
14:07 Danişîna doza Seda Kurt hat taloqkirin
14:06 Polîsan êrişî kedkarên tenduristiyê kirin
13:49 ‘Tirkiye krîza li Iraqê kûrtir dike’
13:46 Li hevjînê Remziye Yoldaş cezayê hefsê yê muebbetê hat birîn
13:41 Xelkê Amedê zem protesto kirin
13:00 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
12:53 Li rojnamevan Mandûzê salek û 6 meh cezayê hefsê hat birîn
12:52 Xwestin dadgerê Doza Komkujiya Konyayê bê guherandin
12:50 Li rojnamevan Mandûzê salek û 6 meh cezayê hefsê hat birîn
12:44 Derbarê pankarta komkujiyê de doz vekirin
12:13 Xebatkarên Gur Tekstîl û Aras Kargoyê dest ji kar berdan
12:10 Malbata Şenyaşar: Em mafdar in û dê bi ser kevin
11:53 Hevdîtina kujer a bi polîsan re ji dosyaya Komkujiya Konyayê derxistin
11:47 Rojnamevan Bogatekîn: Em nikarin ji ber dozan karê xwe bikin
11:21 Li çiyayên Spîrêzê operasyona leşkerî hat destpêkirin
11:13 Sozerî: Peyvên kurd û Kurdistanê bi zanebûn tên sansûrkirin
10:39 Ji Girtîgeha Panosê ku vîrûsa koronayê lê zêde dibe bang kirin
10:22 Îdianameya Şîmon Dîrîl: Heta ku kuştîn lê xistine
09:59 Strana kurdî weke ‘propagandaya rêxistinê’ hat hesibandin
09:15 Çîroka dayikekê: Bi têkoşînê li ser pêyan ma
09:13 Eyşe Efendî: Wê jin nehêlin komplo bigihê armanca xwe
09:09 Nava Sûrê kirin herêma rantê
09:09 Qeyûm dixwaze bi betonê bêhna bajêr biçikîne!
09:08 Ji ber krîzê êdî nikare heywanên xwe xwedî bike
09:08 Nikarin nan bikirin: Wextê çûna AKP'ê hatiye
09:07 Maçîn: Hatina Barzanî wekî ku kêrê li hestên netewî xistibe
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2022'YAN
07/02/2022
21:05 'Rojên Muzîkê' yên Ma Musicê didomin
20:12 Rojnamevan Yalçin hat berdan
18:22 Îstinafê cezayê ku li derhênerên fîlmê Bakur hatibû birîn xera kir
16:57 Dayikên Aştiyê çûn serdana dayikên di Nobeta Edaletê de
16:30 Dadgehê îdianameya malbata Dîrîl qebûl kir
15:58 Li Efrînê 5 kes hatin revandin
15:40 Meşa ji bo Ocalan a li Fransayê di roja duyemîn de ye
15:39 Hilbijartina serokomariyê ya Iraqê hat taloqkirin
15:21 Meclisa Jinan a HDP’ê: Armanca ji êrişa li dijî Guzel dê hasil nebe
15:20 Dema binçavkirina endamê ÎHD’ê Berkpinar hat dirêjkirin
15:15 Xelkê Hezexê û Qilebanê jî rabû ser piya: Ne Covid-19, DEDAŞ me dikuje
14:53 Rojnamevan Yalçin sewqî edliyeyê hat kirin
14:35 HDP: Bila tiştên li jêrzemînên Cizîrê qewimîn derhî bikin
14:27 Rêxistinên maf û hiqûqê: Li Girtîgeha Bunyanê îşkenceya sîstematîk heye
13:59 Karkerên Bendergeha Hopa’yê daxwazên xwe dan qebûlkirin
13:48 Bijîşk sibê dest ji kar berdidin
13:41 Doza Kobanê: Em dijminatiya li dijî gelên din qebûl nakin
13:29 Kesên li jêrzemînên Cizîrê hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn
13:28 HDP’ê ji bo kedkarên tenduristiyê banga piştevaniyê kir
13:11 Ferît Şenyaşar: Navên rayedaran wê bi komkujiyê bên bîranîn
13:10 Ji ber zeman li 30 navçeyên Îzmîrê protesto hatin kirin
12:13 Ajansa ku nûçeya qetilkirina Mona Hayderî dabû li Îranê hat girtin
12:13 Karkerên Karinca Lojîstîk’ê dev ji kar berdan
11:18 Tevî ku cezayê Peldek û Ozerk xelas bûye jî nayên berdan
11:13 Kars a ji Komkujiya 19’ê Kanûnê bi birîndarî xelas bûbû jiyana xwe ji dest da
10:51 Eren Keskîn: Ji ber ku me parêzertiya Ocalan dikir, xwestin me bikujin
09:34 Salvegera 10'emîn a GKSM’ê bi coş hat pîrozkirin
09:25 Polîsan bi ser malên HDP’iyan de girtin
09:03 Avên koçeran qut kirin: 16 hezar serî pez tî maye
09:03 Nûnertiya DBP'a Çûkûrovayê: Çareserî bi Ocalan re pêkan e
09:02 'Hiqûqa dijminatiyê li Aysel Tugluk tê sepandin’
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2022'YAN
06/02/2022
22:58 Li Qoserê şahiya helbestên pirzimanî hat lidarxistin
22:12 Ji bo Ocalan meşa dirêj ya li Frankfûrtê dest pê kir
19:06 Li Şemrexê jî xelk li dijî fatûreyên ceyranê rabû
17:56 Aydenîz: Yê ku çareseriyê pêşkêş dike birêz Ocalan e
16:41 Li Qoserê bi hezaran kes li dijî zeman daket qadan: Tayyîp îstîfa, dewlet îstîfa
16:18 Dadgeha Federal a Iraqê namzetiya Hoşyar Zêbarî da sekinandin
15:59 Farqînê zema ceyranê hat şermezarkirin
15:49 TÛHAY-DER: Deemildest dawî li îşkenceyê bînin
15:13 Mêrdiniyan zema ceyranê şermezar kirin
14:25 Yek ji jin 2 kes bi çeka cerdevanan hatin kuştin
14:18 Li Semsûrê bi hezaran kes tevlî kongreya HDP'ê bûn
13:02 Jina ku hatibû Tirkiyeyê û careke din wê biribûn Îranê hat kuştin
12:46 Li kongreya Dersimê HDP'î li eywanê bi cih nebûn
12:28 Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Keskîn serdana malbata Şenyaşar kir
10:36 Esnafên Geverê li şûna ceyranê find pêxistin!
10:36 Li gorî JINNEWS’ê di meha çileyê de 32 jin hatine kuştin
10:35 Bijîjkan tedawiya girtiyê siyasî sekinandin û emeliyata wî betal kirin
09:01 Ji Mexmûrê bang li NY'yê kirin: Helwesta xwe zelal bike
09:01 Zîkrî Zebarî yê YNK'î: PDK, li gor daxwaza Tirkiyeyê namzet danî
09:00 Projeya Mezin rûxiya: Dixwazin kurdan di navbera Tirkiye û PDK'ê de asê bikin