Dayikên cizîrî 15'ê Sibatê şermezar kirin: Em deyndarê Ocalan in

  • jin
  • 09:04 5 Sibat 2022
  • |
img

ŞIRNEX - Li Cizîrê dayikan anîn ziman ku 15'ê Sibatê komploya navdewletî li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah ji bo wan rojeke reş e û gotin: "Ew bû mamosteyê me jinan. Em ji bo wî çi bikin têr nake. Em deyndarê Ocalan in."

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi komployeke navdewletî ji Sûriyeyê hatibû derxistin. Piştî ji Sûriyeyê hat derxistin di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hatibû kirin. Piştî komploya navdewletî li herêmê, Tirkiyeyê û seranserê cîhanê bi hezaran mirov daketibûn kuçe û kolanan û gotibûn "Hûn nikarin roja me tarî bikin." Gava Ocalan radestî Tirkiyeyê hatibû kirin bi hefteyekê 63 kesan agir berdabû bedena xwe û komploya li Ocalan hatibû kirin şermezar kiribûn. 
 
 
Wê demê ji deverên ku bi awayekî girseyî li hemberî komploya navdewletî derketibû yek jê jî navçeya Cizîr a Şirnexê bû. Li navçeyê jinên ku wê demê pêşengtiya çalakiyên li dijî komployê dikirin, behsa wan salên ewil ên komployê kirin û ew şermezar kirin. 
 
'EM JI BO WÎ ÇI BIKIN JÎ TÊR NAKE' 
 
Yek ji pêşengên çalakiyên li dijî komployê Asya Oglagi (58) diyar kir ku wê xiyaneta hêzên navdewletî tu carî nayê jibîrkirin û got: "Birêz Ocalan mirovevekî gelek hêja bû. Her tişt bi me dabû fêmkirin. Kesên ku wî qet nas nedikirin jî felsefeya wî ji xwe re esas girtin. Bi saya wî xwe naskirin. Me ji bo wî pir hindik tişt kir. Rojîgirtin, lixwekirina kincên reş ji bo wî tiştên pir hindik bûn. Em çi qasî bikin jî em ê deyndarê wî bin. Kê dizanibû em kurd in, an jî me nedizanî em kurd in. Wî ehr tişt nîşanî me da. Di wan salên ewil ên dema girtina wî de, mer her sal di 15'ê Sibatê de rojî digirt. Em sê rojan di grevê de diman. Tenê ew ji destê me dihat. Her kes li ser pêyan bû. Xelk li ser pêyan bû. Meş dihatin lidarxistin, mirovan kincên reş li xwe dikirin. Diviyabû em xwedî li wî derketana, ji ber ku gelek keda wî li ser me hebû. Bi sedan kesan xwe ji bo wî şewitandin. Ew roj ji bo me reş e. Her ku ew roj tê em xemgîn dibin. Heta ku ew azad nebe em nikarin azad bibin. Wê demê me tiştek nedît. Me nizanibû li dinyayê çi diqewime. Me bi dizî Roj TV temaşe dikir. Lê niha her tiştê me bi saya wî heye. Lê em hê niha jî zilmê dibînin. Ew jî ji destê me ye. Heger kurmê darê ne ji darê be, wê ew dar her şil be. Em 15'ê Sibatê tu caran ji bîr nakin. Her tim li ber çavê me reş e. Her tim di hişê me û dilê me de ye. Hê çend meh jê re dimînin em dibêjin roja reş li pêşiya me ye. Heger ew bê berdan wê aramiyek bikeve Tirkiyeyê. Wê her kes aram bibe. Wekî ku wê gur bi berxan re biçêre, dê aramî çêbibe. Ew hevalê mazlûman e. Çawa ku xwedê ji pêxemberan re Qur'an hiştiye, hişmendiya wî jî ji me re ew qas pîroz e. Xwedê vê xwînê bisekinîne. Hê niha jî dema ku 15'ê Sibatê tê ez rojî digirim. Ez ê îsal jî sedeqeyî wan bikim. "
 
'EM DEYNDARÎ WÎ NE' 
 
Yek ji çalakvanên wê salê Emîne Çagirga (50), dayika Cemîle Çagirga ya ku di dema qedexeyên derketina derve yên li Cizîrê de hat qetilkirin, Cagirga jî, anî ziman ku jinan bi saya fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di berxwedanê de cihê xwe girtine û got: "Em 15'ê Sibatê şermezar dikin. Ew, ji roja ku hatiye girtin heya niha dinya li me reş e. Ji wê rojê heya niha, her ku ew roj tê em kincên reş li xwe dikin. Ampûlên xwe vêdixin û ditemirînin. Ev meh, meha reş e. Her ku 15'ê Sibatê tê em şînê digirin. Ew roj li ber çavê me bûye hezar sal. Wekî ku li ser girtina wî hezar sal derbas bûne. Ew roj tu caran nayê jibîrkirin. Ji bo me kurdan rojeke giran e. Bi saya Birêz Ocalan çavê jinên kurd vebûn. Beriya wî jinan nedikarî heta ber mala xwe jî biçûna. Her tişt ji bo jinan qedexe bû. Lê bi saya wî em pêş ketin. Em bûn zana û her tişt bi me da fêmkirin. Niha tu ferq û cudahî di navbera jin û zilaman de tune ye. Ew bû mamosteyê zanistiya jinan. Em jin azadiya xwe deyndarî Birêz Ocalan in. Em wan kesên ku bûne sedema girtina wî şermezar dikin. Ew serokê her çar perçeyên Kurdistanê ye. "
 
MEHA REŞ
 
Dayila Fatma Işik (65) jî diyar kir ku wan saln di nav hemû çalakiyan de cih girtiye. Işik, anî ziman ku meha Sibatê ji bo wan meha xemgîniyê ye û got: "Wê demê çi qas ji destê me dihat me dikir. Heta dawiyê jî ji bo şermezarkirina wê rojê me li ber xwe da. Me kincên xwe yên reş li xwe dikirin û me ew roj qebûl nedikir. Me li serê her kolanekê alên reş diçikandin. Ew serokê me bû. Heger em nekevin xema wî em ê bikevin xema kê? Ji bo ku bê berdan em çûne her derî. Hewledanên me dayikan gelek çêbûn. Lê bernedan. Me digot em ê ruh û canê xwe jî li ser bikin. Em bi ruh û can bi wî re bûn. Lê belê bernedan. Me koneyên xwe li parqan vedidan. Di wan koneyan de em ketin greva birçîbûnê. Bijîşk hatin gotin, 'Divê hûn dev ji grevê berdin hûn nexweş in.' Xelkê ji min re digot, 'Tu nasekînî.' Min ji wan re digot, 'Ez ê li ber xwe bidim heta mirinê.' Me kincên reş li xwe dikir û me ew roj bi vî rengî şermezar dikir. Her hatina vê mehê dinya reş dibe. Ruhê me her tim bi wî re ye. Wekî ku di nava dilê min de çûbe ez ew qas pê diqehirim."
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

11/02/2022
15:10 'Berpirsyarên gotinên li dijî elewiyan serkarê desthilatê ne'
15:07 Beştaş: Divê em malbatên di Nobeta Edaletê de bi tenê nehêlin
14:23 Başaran: Dê jin dawiya vê desthilatdariyê bînin
14:20 Şandeya HDP’ê serdana Mexmûrê kir: Xelkê Mexmûrê ne bi tenê ye
14:19 Îfadeya yekane şahidê êrişa Dedeogûllari piştî meh û nîvan hat wergirtin
14:03 Şandeya HDP’ê serdana Dêra Surp Giragosê kir
13:51 Doza Kobanê: Ji bo ku me gotiye bila kes nemire em hatine girtin
13:29 25 parêzer û rojnamevanek hatin beraetkirin
13:18 Ji bo hevşaredar Esmez 15 sal cezayê girtîgehê xwestin
13:05 Li Hezexê 2 kes hatin berdan
13:04 Li Dîlokê di nava 10 rojan de karkeran li 18 kargehan çalakî kirin
13:04 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:50 Jina ku ji qata 5’an kete xwarê bi giranî birîndar bû
12:28 Malbata Şenyaşar: Heq hiqûq edalet
12:07 'Rik'a Bahoz Baran derket
11:51 Cenazeyê Bîrsen Kars hat veşartin
11:50 Destûra xebatê ya Rûdawê çima hat betalkirin?
11:38 Ocalan: Hêza bingehîn a NATO’yê komplo pêk anî
11:07 Polîsan li Cizîrê 2 kes kirin binçavan
10:56 Operasyona Garê: Beriya kuştinê çareserî dikaribû bihata dîtin
10:13 Bersiva serlêdana Îmraliyê nehatiye dayîn: Divê Meclîs bikeve tevgerê
09:37 ‘Ew wêne îspata hevkariya Barzanî ya bi Tirkiyeyê re bû’
09:30 Cenazeyê Fatma Çîçek hat veşartin
09:25 Jinên HDP'î: Em ê di civaka biexlaq û polîtîk de israr bikin
09:16 Rojnamevan Zagros: Barzanî destkeftiyên kurdan belav dike
09:09 ‘Ne zem e, şêlandin e'
09:07 ‘Heya Aysel Tûglûk bê berdan em ê têbikoşin'
09:05 Qeyûm birayê seroka AKP'î kir midûrê îmarê
09:04 'Em ê li dijî faşîzmê di kongreyê de bên cem hev'
09:04 Bazarvanên Amedê: Divê xelk rabe ser piyan
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2022'YAN
10/02/2022
23:28 Meryem Malgaz a 65 salî hat girtin
22:43 Girtî Hasan Çelîk hat berdan
21:44 Li Mêrdînê mirineke biguman
20:50 Şandeya HDP'ê serdana rêxistinên civaka sivîl ên Amedê kir
19:34 MED-DER'ê 15-21'ê Sibatê wekî Hefteya Zimanê Kurdî îlan kir
19:02 Daxuyaniya ÎHD'ê ya têkildarî astengkirina çalakiyên dijî bihabûnê
16:07 Ji ber çêkirina sêke derheqê girtiyan de angaştname hat amadekirin
16:03 Miştekiyê Doza Kobanê dest ji gilîkariya xwe berda
15:36 Gergerlîoglu derheqê Fuat Oktay de serlêdana sûc kir
15:32 Malbaten girtiyan li Stenbolê daxwaza edaletê kirin
15:31 ‘Dema kurd dibin mijar edalet li vî welatî tune ye'
15:27 Cenazeyê Bîrsen Kars li Mala Cemê ya Gaziyê tê sekinandin
15:11 Cenazeyê Dîlen ji hêla bi sedan kesan ve hat veşartin
14:40 Kesên bi kujer Altun re li hotêlê mayîn xizmên 3 malbatan derketin
14:33 Di Doza Kobanê de zexta ‘bibe gazinker’ li miştekiyan hat kirin
14:28 Xizmên girtiyan: zarokên me bidin
14:05 Li Wanê jin bi rojeva 8'ê adarê li hev civiyan
13:24 Gunay: Deng bidin dengê kolanan
13:22 Ferît Şenyaşar: Dibin şirîkê sûc
13:11 DÎB’ê li dijî zeman Platforma Demokrasiyê danî
13:03 Ji bo azadiya kurê xwe yê birîndar têdikoşe
12:36 Doza nivîskar Azad Zal hat taloqkirin
12:31 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:00 Tirkiyê welatiyek din li Efrînê revand
11:53 Li Girtîgeha Rihayê gardiyan bi kûçikan lêgerîn pêk tînin
11:25 Ji bo Ocalan 23 sal in bênavber çalakî tên lidarxistin
11:06 Şandeya HDP’ê guh li gilî û gazinên sewalvanên Amedê kir
10:33 Dayikên Aştiyê daxwaza azadiya Ocalan kirin
10:12 Bayindir: PDK destkeftiyên gelê kurd diyarî rejîma AKP-MHP'ê dike
10:00 Parêzerên Ocalan ji bo bikeve tevgerê serî li NY'yê dan
09:03 Rojnamevan Êzidî: Çawa ku Teyrê Tawis serî netewand, dê êzidî jî netewînin
09:03 Wêneyên malbatê bi hinceta 'xetere ne' nedanê
09:03 Fatûreyên ceyranê heqê kirê jî derbas kirin
09:03 Midûrên bijartî yên girtîgehan: Hiqûqa dijminatiyê pêk tînin
09:03 Kav: Perspektîfa çareseriyê ya Ocalan li ser hemû meseleyên cîhanê disekine
09:03 Di dosyeya 'kiryarên wê diyar' de biryara 'kiryar nediyar' hat dayîn
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2022'YAN
09/02/2022
21:36 Şagirtên Ma Musîcê bi performansa xwe temaşevan heyr hiştin
20:16 Li Amûdê êrişek hewayî: Zarokek mir, 3 kes birîndar bûn
19:36 Başaran: Divê em ji bo girtiyên nexweş têkoşîna hevpar nîqaş bikin
16:54 Ji kujerê Dîlek Kaya re cezayê muebbeta giran hat xwestin
16:46 HDP'ê li Îzmîrê banga kongreya xwe kir
16:14 Cerdevanê ku 2 kesan kuşt hat binçavkirin
16:04 'Polîtîkaya tecrîdê parçeyeke Komploya 15’ê Sibatê ye'
16:01 Li Derikê şermezarkirina zema ceyranê
15:35 HDP: Bila kargehên hilberandin û belavkirinê yên ceryanê bên îstimlakkirin
15:34 Di dosyaya derhêner Selamo de biryar nepeniyê hat dayîn
15:24 Rêxistinên elewiyan li dijî fatoreyên ceyranê serî li dadgehê dan
15:02 CHP’ê zemên li ceryanê hatine kirin protesto kir
14:42 Li Efrînê 2 sivîl hatin revandin
14:17 Rojnameger Demîr beraet kir
14:11 Platforma Azadî Ji Aysel Tugluk û Girtiyên Nexweş re hat avakirin
14:04 Ayşe Gokkan û 3 jinên girtî bi koronayê ketin
13:53 Li Dara Hênê aşûtê rê girt
13:52 Polîsan bi kuştinê gef li wan xwarin
13:41 Ji bo tevlibûna doza Mehmet Sîncar bang kirin
13:17 Êrişa li dijî endamên meclisê şaredariyê hat şermezarkirin
12:59 Li Hezexê gundiyan şerê erd kir û 8 kes birîndar bûn
12:54 Surucu cezaya ku li Guven hatibû birîn bir rojeva meclisê
12:41 Wê derbarê jinên siyasetmedar de mutalaa bê amadekirin
12:28 Rewşa Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korsakoff e giran e
12:27 Ji bo Guzel şerha destnedayînê: Em siyaseta jiyanê diparêzin
12:22 Emîne Şenyaşar bangî jinan kir
12:03 Derbarê Gergerlîoglû de biryara neşopandinê hat dayîn
11:24 Derbarê Leyla Guven de doznameyeke nû hat amadekirin
10:57 Li Afyonê otobusa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn
10:47 Karkerên depoyê yên Mîgrosê banga boykotê kirin
10:35 Qeyûmê Nisêbînê 5 qadên xizmetê ji rantê re vekirin
10:31 Yannis Vasilis Yaylali: Ji bo sergirtina têkçûnê yek bi yek dîlan înfaz kirin