Şaredarî bêyî ku cih ji dikandaran veqetîne pasaja wan hildiweşîne

img
RIHA - Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê bi “Biryara Îstîmlaqkirina Bi lez” biryara hilweşandina Sûka Zêrîngêran a li Dezgeha Balikligolê wergirt. 122 dikandarên di pasajê de dimînin xwe amade dikin ku biryara şaredariyê şermezar bikin. 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê derbarê Sûka Zêrîngêran a li Qada Haşimiye ya Dezgeha Balikligolê de bi armanca Hemama Arasa, Xana Gumrikê û sûkên dîrokî yên li herêmê derxîne holê, “Biryara Hilweşandin û Îstîmlaqkirina Bil ez” wergirt. Dikandarên Sûka Zêrîngêran a Ozdîker bertek nîşanî, biryara hilweşînê ya Şaredariya Bajarê Mezin a bi biryarnameya ji aliyê Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan ve hatiye îmzekirin da. Di sûkê de gelek jê zêrîngêr 122 dikan hene. Hat îdiakirin ku bihayekî gelek kêm dane xwediyê dikanên bitapo ku biryara hilweşandina wan girtine. 
 
BANG LI ŞAREDAR KIR
 
Yek ji esnafan Mûstafa Uçeş bi lêv kir ku 15 meh in bi biryara hilweşandinê re rûbirû ne û wiha got: “Bi şaredariyê re serê me ketiye belayê. Guhdariya me nakin. Şaredar bi 4-5 esnafan re hevdîtin kir. Me got birêz şaredar were vir gele xwe guhdar bike. Tu dê di nav vê şewbê û qeyranê de kengî dest ji reklaman berdî? Em qenalên herêmî yên li Rihayê vedixwînin ku bên derdê me guhdar bikin lê ji ber hûn reklamê didin wan nayên. Medyaya Rihayê êdî bûye medyaya şaredariyê.”
 
CIH NADIN
 
Uçeş, bertek nîşanî biryara hilweşînê ya Şaredar Zeynel Abîdîn Beyazgul da û wiha berdewam kir: “Heke hilweşînin bila hilweşînin. Lê bila li cihekî ku em jî dixwazin pasajeke weke ya me çêbikin ku em lê cih bibin. Heke nikare vê yekê bikin bila ne hilweşînin. Heke li vir 10 metrekare cihê me hebe, bila li sûkê 5 metrekarê bidin me em ji wê jî razî ne.” Uçeş, bi lêv kir ku şaredar gotinên xwe yên ku dê li Sûka Binerd û Qada Hala Kevin cih bide me bi cih neanîn û got: “Ka da li Sûka Binerd cih bidî me. Li TOKI’yan cih nîşanî me dide. Ew der li kêrî me nayê.”
 
 
‘EM Ê ÇALAKIYÊ LI DAR BIXIN’
 
Nejdet Modanli yê ji avakirina pasajê ve 32 sal in kargeha xwe ya ocaxa çayê bi rê ve dibe jî diyar kir ku Şaredar Zeynel Abîdîn Beyazgul salek û nîv in têkildarî hilweşîna pasajê xebatan dimeşîne û wiha got: “Fikra tu esnafan nehatiye girtin. Dema me beriya salekê pê re hevdîtin kir ji me re got dê li Kizilayê cih bidin. Pişt re dest ji vê jî berda.”
 
Yek ji zêrîngêran Mûrat Duger jî hevdîtina xwe ya beriya salekê ya bi şaredar û Waliyê Rihayê re bi bîr xist û wiha got: “Heke dikana min a ez pê debara xwe dikim ji destê min çû 500 hezar lîreyan bidin min bo çi ye. Em nikarin xwe bigihînin şaredar û dengê xwe derxînin. Em ê hefteya pêşiya me çalakiyeke mezin li dar bixin. Heke tu 122 dikanan hilweşînî tu dê bê li gel me biaxivî û projeyên xwe pêşkeş bikî.”
 
JI SEDÎ 95 NAXWAZIN SÛKÊ HILWEŞÎNIN
 
Yek ji dikandarên pasajê Haci Ekîncî jî anî ziman ku ji dikandaran ji sedî 95 naxwazin sûk were hilweşandin û wiha axivî: “Me rûyê şaredar jî nedît. Wê vê derê bikin qad lê milet di derdê debara xwe de ye. Madem dê xerab bikî mafê me jî bide.”
 
‘BILA ME MEXDÛR NEKIN’
 
Ekîncî, bi lêv kir ku wê bi hilweşîna cihê wan bikirên wan jî dê kêm bin û wiha got: “Tu ku derê hildiweşînî. Ev der kargeh in. Mirov li vê derê bikiran winda dike. Ev der dilê Rihayê Qada Haşimiyeyê ye. Bila me mexdûr nekin. Çi ji destê me were em ê wê bikin. Şaredar Rihayê mexdûr dike.”
 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

11/02/2022
15:10 'Berpirsyarên gotinên li dijî elewiyan serkarê desthilatê ne'
15:07 Beştaş: Divê em malbatên di Nobeta Edaletê de bi tenê nehêlin
14:23 Başaran: Dê jin dawiya vê desthilatdariyê bînin
14:20 Şandeya HDP’ê serdana Mexmûrê kir: Xelkê Mexmûrê ne bi tenê ye
14:19 Îfadeya yekane şahidê êrişa Dedeogûllari piştî meh û nîvan hat wergirtin
14:03 Şandeya HDP’ê serdana Dêra Surp Giragosê kir
13:51 Doza Kobanê: Ji bo ku me gotiye bila kes nemire em hatine girtin
13:29 25 parêzer û rojnamevanek hatin beraetkirin
13:18 Ji bo hevşaredar Esmez 15 sal cezayê girtîgehê xwestin
13:05 Li Hezexê 2 kes hatin berdan
13:04 Li Dîlokê di nava 10 rojan de karkeran li 18 kargehan çalakî kirin
13:04 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:50 Jina ku ji qata 5’an kete xwarê bi giranî birîndar bû
12:28 Malbata Şenyaşar: Heq hiqûq edalet
12:07 'Rik'a Bahoz Baran derket
11:51 Cenazeyê Bîrsen Kars hat veşartin
11:50 Destûra xebatê ya Rûdawê çima hat betalkirin?
11:38 Ocalan: Hêza bingehîn a NATO’yê komplo pêk anî
11:07 Polîsan li Cizîrê 2 kes kirin binçavan
10:56 Operasyona Garê: Beriya kuştinê çareserî dikaribû bihata dîtin
10:13 Bersiva serlêdana Îmraliyê nehatiye dayîn: Divê Meclîs bikeve tevgerê
09:37 ‘Ew wêne îspata hevkariya Barzanî ya bi Tirkiyeyê re bû’
09:30 Cenazeyê Fatma Çîçek hat veşartin
09:25 Jinên HDP'î: Em ê di civaka biexlaq û polîtîk de israr bikin
09:16 Rojnamevan Zagros: Barzanî destkeftiyên kurdan belav dike
09:09 ‘Ne zem e, şêlandin e'
09:07 ‘Heya Aysel Tûglûk bê berdan em ê têbikoşin'
09:05 Qeyûm birayê seroka AKP'î kir midûrê îmarê
09:04 'Em ê li dijî faşîzmê di kongreyê de bên cem hev'
09:04 Bazarvanên Amedê: Divê xelk rabe ser piyan
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2022'YAN
10/02/2022
23:28 Meryem Malgaz a 65 salî hat girtin
22:43 Girtî Hasan Çelîk hat berdan
21:44 Li Mêrdînê mirineke biguman
20:50 Şandeya HDP'ê serdana rêxistinên civaka sivîl ên Amedê kir
19:34 MED-DER'ê 15-21'ê Sibatê wekî Hefteya Zimanê Kurdî îlan kir
19:02 Daxuyaniya ÎHD'ê ya têkildarî astengkirina çalakiyên dijî bihabûnê
16:07 Ji ber çêkirina sêke derheqê girtiyan de angaştname hat amadekirin
16:03 Miştekiyê Doza Kobanê dest ji gilîkariya xwe berda
15:36 Gergerlîoglu derheqê Fuat Oktay de serlêdana sûc kir
15:32 Malbaten girtiyan li Stenbolê daxwaza edaletê kirin
15:31 ‘Dema kurd dibin mijar edalet li vî welatî tune ye'
15:27 Cenazeyê Bîrsen Kars li Mala Cemê ya Gaziyê tê sekinandin
15:11 Cenazeyê Dîlen ji hêla bi sedan kesan ve hat veşartin
14:40 Kesên bi kujer Altun re li hotêlê mayîn xizmên 3 malbatan derketin
14:33 Di Doza Kobanê de zexta ‘bibe gazinker’ li miştekiyan hat kirin
14:28 Xizmên girtiyan: zarokên me bidin
14:05 Li Wanê jin bi rojeva 8'ê adarê li hev civiyan
13:24 Gunay: Deng bidin dengê kolanan
13:22 Ferît Şenyaşar: Dibin şirîkê sûc
13:11 DÎB’ê li dijî zeman Platforma Demokrasiyê danî
13:03 Ji bo azadiya kurê xwe yê birîndar têdikoşe
12:36 Doza nivîskar Azad Zal hat taloqkirin
12:31 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:00 Tirkiyê welatiyek din li Efrînê revand
11:53 Li Girtîgeha Rihayê gardiyan bi kûçikan lêgerîn pêk tînin
11:25 Ji bo Ocalan 23 sal in bênavber çalakî tên lidarxistin
11:06 Şandeya HDP’ê guh li gilî û gazinên sewalvanên Amedê kir
10:33 Dayikên Aştiyê daxwaza azadiya Ocalan kirin
10:12 Bayindir: PDK destkeftiyên gelê kurd diyarî rejîma AKP-MHP'ê dike
10:00 Parêzerên Ocalan ji bo bikeve tevgerê serî li NY'yê dan
09:03 Rojnamevan Êzidî: Çawa ku Teyrê Tawis serî netewand, dê êzidî jî netewînin
09:03 Wêneyên malbatê bi hinceta 'xetere ne' nedanê
09:03 Fatûreyên ceyranê heqê kirê jî derbas kirin
09:03 Midûrên bijartî yên girtîgehan: Hiqûqa dijminatiyê pêk tînin
09:03 Kav: Perspektîfa çareseriyê ya Ocalan li ser hemû meseleyên cîhanê disekine
09:03 Di dosyeya 'kiryarên wê diyar' de biryara 'kiryar nediyar' hat dayîn
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2022'YAN
09/02/2022
21:36 Şagirtên Ma Musîcê bi performansa xwe temaşevan heyr hiştin
20:16 Li Amûdê êrişek hewayî: Zarokek mir, 3 kes birîndar bûn
19:36 Başaran: Divê em ji bo girtiyên nexweş têkoşîna hevpar nîqaş bikin
16:54 Ji kujerê Dîlek Kaya re cezayê muebbeta giran hat xwestin
16:46 HDP'ê li Îzmîrê banga kongreya xwe kir
16:14 Cerdevanê ku 2 kesan kuşt hat binçavkirin
16:04 'Polîtîkaya tecrîdê parçeyeke Komploya 15’ê Sibatê ye'
16:01 Li Derikê şermezarkirina zema ceyranê
15:35 HDP: Bila kargehên hilberandin û belavkirinê yên ceryanê bên îstimlakkirin
15:34 Di dosyaya derhêner Selamo de biryar nepeniyê hat dayîn
15:24 Rêxistinên elewiyan li dijî fatoreyên ceyranê serî li dadgehê dan
15:02 CHP’ê zemên li ceryanê hatine kirin protesto kir
14:42 Li Efrînê 2 sivîl hatin revandin
14:17 Rojnameger Demîr beraet kir
14:11 Platforma Azadî Ji Aysel Tugluk û Girtiyên Nexweş re hat avakirin
14:04 Ayşe Gokkan û 3 jinên girtî bi koronayê ketin
13:53 Li Dara Hênê aşûtê rê girt
13:52 Polîsan bi kuştinê gef li wan xwarin
13:41 Ji bo tevlibûna doza Mehmet Sîncar bang kirin
13:17 Êrişa li dijî endamên meclisê şaredariyê hat şermezarkirin
12:59 Li Hezexê gundiyan şerê erd kir û 8 kes birîndar bûn
12:54 Surucu cezaya ku li Guven hatibû birîn bir rojeva meclisê
12:41 Wê derbarê jinên siyasetmedar de mutalaa bê amadekirin
12:28 Rewşa Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korsakoff e giran e
12:27 Ji bo Guzel şerha destnedayînê: Em siyaseta jiyanê diparêzin
12:22 Emîne Şenyaşar bangî jinan kir
12:03 Derbarê Gergerlîoglû de biryara neşopandinê hat dayîn
11:24 Derbarê Leyla Guven de doznameyeke nû hat amadekirin
10:57 Li Afyonê otobusa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn
10:47 Karkerên depoyê yên Mîgrosê banga boykotê kirin
10:35 Qeyûmê Nisêbînê 5 qadên xizmetê ji rantê re vekirin
10:31 Yannis Vasilis Yaylali: Ji bo sergirtina têkçûnê yek bi yek dîlan înfaz kirin