Rojnameger Sarya: Xeta îxanetê dê têk biçe

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameger Bêrîtan Sarya, êrişên Tirkiyeyê nirxand û wiha got: “Li rexekî xeta îxanetê û li rexa din jî xeta berxwedanê heye. Aliyek, bi hêza xwe ya cewherî li ber xwe dide û teslîm nabe. Lê li rexa din xeta îxanetê heye ku Nêçîrvan diçe xwe diavêje ber piyên şefê faşîst. Lê çi dibe bila bibe dê xeta îxanetê winda bike.” 

Tirkiyeyê di 1’ê Sibatê de êrişî Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku di bin parastina Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye, Şengal û herêmên Dêrik û Şehba yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di encama bombebaranan de li Mexmûrê 2, li Şengalê 3 û li Dêrikê jî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Gelek kes jî di van êrişan de birîndar bûn. Têkildarî mijarê rojnameger Bêrîtan Sarya ji ajansa me re axivî. 
 
Rojnameger Bêrîtan Sarya diyar kir ku Tirkiyeyê piştî têkçûna DAIŞ’ê ya li Hesekê ev êriş bi mebesta tolhildanê pêk anîne û wiha got: “Xwestin bi DAIŞ’ê re derbekî mezin li Rêveberiya Xweser û HSD’ê bidin. Qala du planan dihat kirin. Yek jê dê DAIŞ’ê serweriya xwe ragihandibûya ku dixwest ji Hesekê heta Dêra Zor û Reqayê bi dest bixe. Lê têk çû. Ev DAIŞ’iye ji Iraq, Serêkanî û Girê Spî hatibûn. Anku plana heyî Tirkiyeyê amade kiribû. Plana duyemîn, heke DAIŞ’ê ev dever dagir bikirana dê Tirkiye bi hinceta ‘şerê li dijî DAIŞ’ê’ dê biketa Hesekê. Lê ev plana bi saya berxwedana HSD’ê têk çû.” 
 
BI TÊKÇÛNA DAIŞ’Ê RE TIRKIYE KETE DEWRÊ
 
Sayar destnîşan kir ku êrişa DAIŞ’ê û ya Tirkiyeyê girêdayî hev bûn û wiha domand: “DAIŞ’ê di 20’ê çileyê anku roja salvegera êrişên dagirkeriyê yên li dijî Efrînê dest pê kir. Rêveberiya Xweser jî di 20-21’ê çileya 2014’an de damezirandina xwe ragihandibû. Di 20-21’ê çileya par de jî DAIŞ’ê li Deşîşa ya Hesekê 2 jinên ereb ku xebatkarên Rêveberiya Xweser bûn, qetil kiribûn. Di 20’ê çileyê de Wezîrê Parastinê Hulusî Akar, Serokê Serfermandariyê û şandeyek li Şirnexê bû. Ev tevek jî nîşan didin ku ev êriş, êrişeke plankirî bû. Bi têkçûna DAIŞ’ê re jî Tirkiyeyê êriş dan desptêkirin.”
 
‘DIXWAZIN RÊVEBERIYA XWESER QELS BIKIN’
 
Rojnameger Sarya got ku mebesta Tirkiyeyê ya ji êrişan Rêveberiya Xweser û pergala jinan e û wiha pê de çû: “Tifaqa stratejîk a kurd û ereban, nasnameya kurd hedef tê girtin. Hêzên navdewletî ji ber berjewendiyên xwe destûrê didin Tirkiyeyê. Naxwazin pergala Rêveberiya Xweser li herêmê belav bibe. Ne dixwazin tune bikin û ne jî bi temamî red bikin. Lewma hewl didin qels bikin. Ji bo vê yekê destûrê didin Tirkiyeyê. Êrişên Tirkiyeyê qet nesekinîn. Hewl dide Rêveberiya Xweser bifetisîne, destkeftiyên kurdan tune bike û qirkirina xwe temam bike.”
 
Sarya da zanîn ku armancên DYA û Rûsyayê ji yên Tirkiyeyê cudatirin lê naxwazin kurd û jinên azadîxwaz li herêmê bibin hêz. Sarya got ku DYA û Rûsya ji bo berjewendiyên xwe, Tirkiyeyê wek amûreke zextê bi kar tîne. Sarya, wihja dirêjî da axaftina xwe: “Heke bala we kişandibe, tenê têkiliyên leşkerî di navbera DYA û HSD’ê de hene. Ji bo naskirina Rêveberiya Xweser hêj jî gavek neavêtîne. Qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di destê van hêzan de ye lê pêşî li ÎHA-SÎHA’yên Tirkiyeyê nagirin.” 
 
‘SEROKÊN DAIŞ’Ê LI SÎNORÊ TIRKIYEYÊ HATIN KUŞTIN’ 
 
Bi domdarî Sarya daxuyand ku her du serokên DAIŞ’ê jî li herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de hatine kuştin û ev nirxandin kir: “Ev demekî dirêj bû ku HSD’ê û DYA’yê ji bo El Selbî xebat dimeşandin. Têkildarî El Selbî min bi gelek DAIŞ’iyên girtî re hevdîtin kirin. Wan digotin ku di dema El Selbî de têkiliyên DAIŞ’ê yên bi Tirkiyeyê re xurtir bûne. Di lêkolînên min de xuya bû ku Selbî di sala 2017’an de çûye Idlibê û ji wir jî derbasî Tirkiyeyê. Herî dawî jî vedigere Dêrazorê. Çavkaniyên taybet jî dan zanîn ku Selbî di 2018’an de vedigere Idlibê û ji wir jî diçe Tirkiyeyê.”
 
‘CIVÎNA MÎT Û DAIŞ’ê’
 
Sarya da zanîn ku MÎT’ê di sala 2019’an de li Dîlokê bi pêşengtiya Selbî, bi 13 emîrên DAIŞ’ê re civînek li dar xistiye û hûrgiliyên wê wiha parve kir: “Xwestin ji bo DAIŞ’iyên li Iraq û Sûriyeyê hêzên nû veguhêzin, DAIŞ’ê xurt bikin û qada xwe berfirehtir bikin. Avakirina şaneyên li Rêveberiya Xweser jî ji Tirkiye û Idlibê koordîne kirin. Selbî di mehên nîsan-gulana 2020’an de dîsa çû Idlibê û ji wir derbasî Tirkiyeyê bû. DAIŞ, herî zêde li van qadan ji hêla Tirkiyeyê ve tê birêxistinkirin.” 
 
ÊRIŞÊN SER ŞENGALÊ 
 
Di berdewamê de jî Sarya got ku Tirkiye ji 2017’an ve êrişên giran li Şengalê dike û wiha derbirî: “Gelek kes hatin qetilkirin. Di 2020’an de jî PDK û Iraqê bi mîsogeriya NY’ê Peymana 9’ê Cotmehê mohr kir. Bi vê peymanê dixwazin îradeya xelkê Şengalê bi temamî ji holê rakin. Pêşengtiya vê jî NY dike. Bi vê peymanê re pêşî li êrişên Tirkiyeyê vedikin. Lê tevî vê zext û êrişan jî gelê êzdî li ber xwe dide. Tirkiye hewl dide tişta ku DAIŞ’ê nekarî bike, pêk bîne.”
 
‘XETA ÎXANETÊ DÊ WINDA BIKE’
 
Sarya herî dawî jî bal kişand ser hevkariya PDK û Tirkiyeyê û axaftina xwe wiha xelas kir: “PDK yek ji hevkarên sereke yên Tirkiyeyê ye. Tiliya wê di êrişên ser Mexmûr, Şengal, Dêrik û Şehbayê de heye. Li Kurdistanê du xet hene. Yek xeta berxwedanê ye û ya din jî xeta îxanetê ye. Di demekî ku Tirkiye kurdan qir dike de PDK û Nêçîrvan Barzanî çûn ber piyê şefê faşîst. Xetek tevî her êrîşan jî bi hêza xwe ya cewherî li ber xwe dide û teslîm nabe. Lê xeta îxanetê diçe ber piyê şefê faşîst û êrişî gelê xwe dike. Lê çi dibe bila bibe, xeta îxanetê dê winda bike.” 
 
MA / Azîz Oruç
 

Sernavên din

11/02/2022
15:10 'Berpirsyarên gotinên li dijî elewiyan serkarê desthilatê ne'
15:07 Beştaş: Divê em malbatên di Nobeta Edaletê de bi tenê nehêlin
14:23 Başaran: Dê jin dawiya vê desthilatdariyê bînin
14:20 Şandeya HDP’ê serdana Mexmûrê kir: Xelkê Mexmûrê ne bi tenê ye
14:19 Îfadeya yekane şahidê êrişa Dedeogûllari piştî meh û nîvan hat wergirtin
14:03 Şandeya HDP’ê serdana Dêra Surp Giragosê kir
13:51 Doza Kobanê: Ji bo ku me gotiye bila kes nemire em hatine girtin
13:29 25 parêzer û rojnamevanek hatin beraetkirin
13:18 Ji bo hevşaredar Esmez 15 sal cezayê girtîgehê xwestin
13:05 Li Hezexê 2 kes hatin berdan
13:04 Li Dîlokê di nava 10 rojan de karkeran li 18 kargehan çalakî kirin
13:04 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:50 Jina ku ji qata 5’an kete xwarê bi giranî birîndar bû
12:28 Malbata Şenyaşar: Heq hiqûq edalet
12:07 'Rik'a Bahoz Baran derket
11:51 Cenazeyê Bîrsen Kars hat veşartin
11:50 Destûra xebatê ya Rûdawê çima hat betalkirin?
11:38 Ocalan: Hêza bingehîn a NATO’yê komplo pêk anî
11:07 Polîsan li Cizîrê 2 kes kirin binçavan
10:56 Operasyona Garê: Beriya kuştinê çareserî dikaribû bihata dîtin
10:13 Bersiva serlêdana Îmraliyê nehatiye dayîn: Divê Meclîs bikeve tevgerê
09:37 ‘Ew wêne îspata hevkariya Barzanî ya bi Tirkiyeyê re bû’
09:30 Cenazeyê Fatma Çîçek hat veşartin
09:25 Jinên HDP'î: Em ê di civaka biexlaq û polîtîk de israr bikin
09:16 Rojnamevan Zagros: Barzanî destkeftiyên kurdan belav dike
09:09 ‘Ne zem e, şêlandin e'
09:07 ‘Heya Aysel Tûglûk bê berdan em ê têbikoşin'
09:05 Qeyûm birayê seroka AKP'î kir midûrê îmarê
09:04 'Em ê li dijî faşîzmê di kongreyê de bên cem hev'
09:04 Bazarvanên Amedê: Divê xelk rabe ser piyan
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2022'YAN
10/02/2022
23:28 Meryem Malgaz a 65 salî hat girtin
22:43 Girtî Hasan Çelîk hat berdan
21:44 Li Mêrdînê mirineke biguman
20:50 Şandeya HDP'ê serdana rêxistinên civaka sivîl ên Amedê kir
19:34 MED-DER'ê 15-21'ê Sibatê wekî Hefteya Zimanê Kurdî îlan kir
19:02 Daxuyaniya ÎHD'ê ya têkildarî astengkirina çalakiyên dijî bihabûnê
16:07 Ji ber çêkirina sêke derheqê girtiyan de angaştname hat amadekirin
16:03 Miştekiyê Doza Kobanê dest ji gilîkariya xwe berda
15:36 Gergerlîoglu derheqê Fuat Oktay de serlêdana sûc kir
15:32 Malbaten girtiyan li Stenbolê daxwaza edaletê kirin
15:31 ‘Dema kurd dibin mijar edalet li vî welatî tune ye'
15:27 Cenazeyê Bîrsen Kars li Mala Cemê ya Gaziyê tê sekinandin
15:11 Cenazeyê Dîlen ji hêla bi sedan kesan ve hat veşartin
14:40 Kesên bi kujer Altun re li hotêlê mayîn xizmên 3 malbatan derketin
14:33 Di Doza Kobanê de zexta ‘bibe gazinker’ li miştekiyan hat kirin
14:28 Xizmên girtiyan: zarokên me bidin
14:05 Li Wanê jin bi rojeva 8'ê adarê li hev civiyan
13:24 Gunay: Deng bidin dengê kolanan
13:22 Ferît Şenyaşar: Dibin şirîkê sûc
13:11 DÎB’ê li dijî zeman Platforma Demokrasiyê danî
13:03 Ji bo azadiya kurê xwe yê birîndar têdikoşe
12:36 Doza nivîskar Azad Zal hat taloqkirin
12:31 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:00 Tirkiyê welatiyek din li Efrînê revand
11:53 Li Girtîgeha Rihayê gardiyan bi kûçikan lêgerîn pêk tînin
11:25 Ji bo Ocalan 23 sal in bênavber çalakî tên lidarxistin
11:06 Şandeya HDP’ê guh li gilî û gazinên sewalvanên Amedê kir
10:33 Dayikên Aştiyê daxwaza azadiya Ocalan kirin
10:12 Bayindir: PDK destkeftiyên gelê kurd diyarî rejîma AKP-MHP'ê dike
10:00 Parêzerên Ocalan ji bo bikeve tevgerê serî li NY'yê dan
09:03 Rojnamevan Êzidî: Çawa ku Teyrê Tawis serî netewand, dê êzidî jî netewînin
09:03 Wêneyên malbatê bi hinceta 'xetere ne' nedanê
09:03 Fatûreyên ceyranê heqê kirê jî derbas kirin
09:03 Midûrên bijartî yên girtîgehan: Hiqûqa dijminatiyê pêk tînin
09:03 Kav: Perspektîfa çareseriyê ya Ocalan li ser hemû meseleyên cîhanê disekine
09:03 Di dosyeya 'kiryarên wê diyar' de biryara 'kiryar nediyar' hat dayîn
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2022'YAN
09/02/2022
21:36 Şagirtên Ma Musîcê bi performansa xwe temaşevan heyr hiştin
20:16 Li Amûdê êrişek hewayî: Zarokek mir, 3 kes birîndar bûn
19:36 Başaran: Divê em ji bo girtiyên nexweş têkoşîna hevpar nîqaş bikin
16:54 Ji kujerê Dîlek Kaya re cezayê muebbeta giran hat xwestin
16:46 HDP'ê li Îzmîrê banga kongreya xwe kir
16:14 Cerdevanê ku 2 kesan kuşt hat binçavkirin
16:04 'Polîtîkaya tecrîdê parçeyeke Komploya 15’ê Sibatê ye'
16:01 Li Derikê şermezarkirina zema ceyranê
15:35 HDP: Bila kargehên hilberandin û belavkirinê yên ceryanê bên îstimlakkirin
15:34 Di dosyaya derhêner Selamo de biryar nepeniyê hat dayîn
15:24 Rêxistinên elewiyan li dijî fatoreyên ceyranê serî li dadgehê dan
15:02 CHP’ê zemên li ceryanê hatine kirin protesto kir
14:42 Li Efrînê 2 sivîl hatin revandin
14:17 Rojnameger Demîr beraet kir
14:11 Platforma Azadî Ji Aysel Tugluk û Girtiyên Nexweş re hat avakirin
14:04 Ayşe Gokkan û 3 jinên girtî bi koronayê ketin
13:53 Li Dara Hênê aşûtê rê girt
13:52 Polîsan bi kuştinê gef li wan xwarin
13:41 Ji bo tevlibûna doza Mehmet Sîncar bang kirin
13:17 Êrişa li dijî endamên meclisê şaredariyê hat şermezarkirin
12:59 Li Hezexê gundiyan şerê erd kir û 8 kes birîndar bûn
12:54 Surucu cezaya ku li Guven hatibû birîn bir rojeva meclisê
12:41 Wê derbarê jinên siyasetmedar de mutalaa bê amadekirin
12:28 Rewşa Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korsakoff e giran e
12:27 Ji bo Guzel şerha destnedayînê: Em siyaseta jiyanê diparêzin
12:22 Emîne Şenyaşar bangî jinan kir
12:03 Derbarê Gergerlîoglû de biryara neşopandinê hat dayîn
11:24 Derbarê Leyla Guven de doznameyeke nû hat amadekirin
10:57 Li Afyonê otobusa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn
10:47 Karkerên depoyê yên Mîgrosê banga boykotê kirin
10:35 Qeyûmê Nisêbînê 5 qadên xizmetê ji rantê re vekirin
10:31 Yannis Vasilis Yaylali: Ji bo sergirtina têkçûnê yek bi yek dîlan înfaz kirin