Sancar: Ger em li Dersimê bi ser bikevin, em ê li Tirkiyeyê jî bi ser bikevin

img
DERSIM - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, anî ziman ku êrişên sîstematîk ên li hemberî Dersimê laboratûvara feraseta ku tê xwestin li Dersimê bê avakirin bi xwe ye û got: "Ger em karibin di çarçoveya demokrasî, edalet, wekhevî û azadiyê de têkoşîna hevpar pêk bînin em ê karibin pêşî li ber hemû êrişên li Dersimê tên kirin bigirin. Em ê li Tirkiyeyê jî bi heman awayî bi ser bikevin." 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, têkildarî kongreyên rêxistinên bajêr ên partiyê li Dersimê hevdîtin bi nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re kirin. Hevdîtin li Otêla Grand Şaroglû hat çêkirin. Serokê Baroya Dersimê Kenan Çetîn, cîgirên şaredarê Dersimê Canan Ay û Umît Kaya, Hevşaredarê ŞAredariya Akpinarê Orhan Çelebî yê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin, Rêvebirên Komeleyên Elewî yên Demokratîk (DAD), Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD), ÎHD, CHP, ESP, Partîzan, EMEP, SMF û sendîkayên girêdayî TMMOB û KESK'ê tevli hevdîtinê bûn. 
 
Parlementerê HDP'ê yê Dersimê Alîcan Onlu, Serokê Giştî yê Konfederasyona Yekîtiyên Elewî ya Ewropayê û parlementerê berê Tûrgût Oker, Hevserokên HDp'a Dersimê Nûrşat Yeşîl û Îbrahîm Kasûn û Endamê Meclîsa Partiyê Nesîmî Aday jî tevî Sancar tevli civînê bûn. 
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, di hevdîtinê de li ser krîzên piralî yên li Tirkiyeyê, êrişên li ser Dersimê û Tifaqa Demokrasiyê senkinî. Sancar anî ziman ku êrişên sîstematîk ên li hemberî Dersimê laboratûvara feraseta ku tê xwestin li Dersimê bê avakirin bi xwe ye û got: "Ger em karibin di çarçoveya demokrasî, edalet, wekhevî û azadiyê de têkoşîna hevpar pêk bînin em ê karibin pêşî li ber hemû êrişên li Dersimê tên kirin bigirin. Em ê li Tirkiyeyê jî bi heman awayî bi ser bikevin." 
 
Sancar, destnîşan kir ku ji bo tevî hêzên demokrasiyê rêya xwe diyar bikin û meşa xwe bidomînin hevdîtinan dikin û li her bajarî bi derdorên demokratîk re rûdinên û civînên îstoşarekirinê dikin. Sancar, bilêv kir ku hevdîtina îro jî di vê çarçoveyê de dikin.
 
Sancar di axaftina xwe de li ser meseleyên Dersimê sekinî û got: "Dersim ji gelek aliyan ve tê dorpêçkirin û bi êrişan re rû bi rû ye. Ev êrişên li vir ji bo hemû deverên Tirkiyeyê derbasdar in. Ji lew re em bi feraseteke îqtidarê ya wisa re rû bi rû ne ku bawerî, xweza û gelan talan dike." 
 
Sancar, diyar kir ku peywireke pir girîng û dîrokî li ber wan e û got: "Di Hezîrana borî de min di axaftina xwe ya li vir de gotibû dê sala 2022'yan bibe sala fînalê. Min gotibû dê bibe sala fînalê ya hesbapirsînê ya ji bê feraseta tekparêz, çewisîner, rantxurt. Lê ji bo em karibin divêtiya vê sala fînalê bikin, divê em bibin yek û heqê têkoşînê bidin. Divê em ne li ser veqetînê li ser hatine cem hev hûr bibin. Divê em nîqaş bikin ku divê em li ku li cem hev bin. Ger em karibin li cem hev bimeşin, dê nîqaşa bi hev re pêkan e, hêsan be û baştir be. 
 
Hevparî û tevkariya têkoşînê di heman demê de nîqaşkirina bi hev re ye jî. Lêpirsînê û rexneyê jî dihewîne. Rêgezên me, armancên me diyar in. Ji bo vê jî divê em li dor têkoşîneke hevpar bên cem hev û hemû qadên jiyanê tije bikin. Peywira sereke ya li benda me ev e. Helbet dê fikirên cuda hebin. Jixwe gava em behsa tifaqa demokrasiyê ya herî ebrfireh dikin, em behsa vê dikin ku fikirên cuda bên cem hev du. Di vî warî de tu şik û gumanên min tune ne. Dê Dersim tevî hemû zor û zehmtiyan jî nekeve dafika veqetînê. Bereksê wê dê Dersim bike ku hemû cudahî ber bi armanca hevpar ve biçinç Tu şik û gumanên min tune ne, dê Dersim vê yekê bike."
 
Piştî axaftina Sancar, ji bo beşdarvan bi rihetî karibin baixivin hat xwestin ku rojnamevan deng tomar nekin. 

Sernavên din

11/02/2022
15:10 'Berpirsyarên gotinên li dijî elewiyan serkarê desthilatê ne'
15:07 Beştaş: Divê em malbatên di Nobeta Edaletê de bi tenê nehêlin
14:23 Başaran: Dê jin dawiya vê desthilatdariyê bînin
14:20 Şandeya HDP’ê serdana Mexmûrê kir: Xelkê Mexmûrê ne bi tenê ye
14:19 Îfadeya yekane şahidê êrişa Dedeogûllari piştî meh û nîvan hat wergirtin
14:03 Şandeya HDP’ê serdana Dêra Surp Giragosê kir
13:51 Doza Kobanê: Ji bo ku me gotiye bila kes nemire em hatine girtin
13:29 25 parêzer û rojnamevanek hatin beraetkirin
13:18 Ji bo hevşaredar Esmez 15 sal cezayê girtîgehê xwestin
13:05 Li Hezexê 2 kes hatin berdan
13:04 Li Dîlokê di nava 10 rojan de karkeran li 18 kargehan çalakî kirin
13:04 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:50 Jina ku ji qata 5’an kete xwarê bi giranî birîndar bû
12:28 Malbata Şenyaşar: Heq hiqûq edalet
12:07 'Rik'a Bahoz Baran derket
11:51 Cenazeyê Bîrsen Kars hat veşartin
11:50 Destûra xebatê ya Rûdawê çima hat betalkirin?
11:38 Ocalan: Hêza bingehîn a NATO’yê komplo pêk anî
11:07 Polîsan li Cizîrê 2 kes kirin binçavan
10:56 Operasyona Garê: Beriya kuştinê çareserî dikaribû bihata dîtin
10:13 Bersiva serlêdana Îmraliyê nehatiye dayîn: Divê Meclîs bikeve tevgerê
09:37 ‘Ew wêne îspata hevkariya Barzanî ya bi Tirkiyeyê re bû’
09:30 Cenazeyê Fatma Çîçek hat veşartin
09:25 Jinên HDP'î: Em ê di civaka biexlaq û polîtîk de israr bikin
09:16 Rojnamevan Zagros: Barzanî destkeftiyên kurdan belav dike
09:09 ‘Ne zem e, şêlandin e'
09:07 ‘Heya Aysel Tûglûk bê berdan em ê têbikoşin'
09:05 Qeyûm birayê seroka AKP'î kir midûrê îmarê
09:04 'Em ê li dijî faşîzmê di kongreyê de bên cem hev'
09:04 Bazarvanên Amedê: Divê xelk rabe ser piyan
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2022'YAN
10/02/2022
23:28 Meryem Malgaz a 65 salî hat girtin
22:43 Girtî Hasan Çelîk hat berdan
21:44 Li Mêrdînê mirineke biguman
20:50 Şandeya HDP'ê serdana rêxistinên civaka sivîl ên Amedê kir
19:34 MED-DER'ê 15-21'ê Sibatê wekî Hefteya Zimanê Kurdî îlan kir
19:02 Daxuyaniya ÎHD'ê ya têkildarî astengkirina çalakiyên dijî bihabûnê
16:07 Ji ber çêkirina sêke derheqê girtiyan de angaştname hat amadekirin
16:03 Miştekiyê Doza Kobanê dest ji gilîkariya xwe berda
15:36 Gergerlîoglu derheqê Fuat Oktay de serlêdana sûc kir
15:32 Malbaten girtiyan li Stenbolê daxwaza edaletê kirin
15:31 ‘Dema kurd dibin mijar edalet li vî welatî tune ye'
15:27 Cenazeyê Bîrsen Kars li Mala Cemê ya Gaziyê tê sekinandin
15:11 Cenazeyê Dîlen ji hêla bi sedan kesan ve hat veşartin
14:40 Kesên bi kujer Altun re li hotêlê mayîn xizmên 3 malbatan derketin
14:33 Di Doza Kobanê de zexta ‘bibe gazinker’ li miştekiyan hat kirin
14:28 Xizmên girtiyan: zarokên me bidin
14:05 Li Wanê jin bi rojeva 8'ê adarê li hev civiyan
13:24 Gunay: Deng bidin dengê kolanan
13:22 Ferît Şenyaşar: Dibin şirîkê sûc
13:11 DÎB’ê li dijî zeman Platforma Demokrasiyê danî
13:03 Ji bo azadiya kurê xwe yê birîndar têdikoşe
12:36 Doza nivîskar Azad Zal hat taloqkirin
12:31 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:00 Tirkiyê welatiyek din li Efrînê revand
11:53 Li Girtîgeha Rihayê gardiyan bi kûçikan lêgerîn pêk tînin
11:25 Ji bo Ocalan 23 sal in bênavber çalakî tên lidarxistin
11:06 Şandeya HDP’ê guh li gilî û gazinên sewalvanên Amedê kir
10:33 Dayikên Aştiyê daxwaza azadiya Ocalan kirin
10:12 Bayindir: PDK destkeftiyên gelê kurd diyarî rejîma AKP-MHP'ê dike
10:00 Parêzerên Ocalan ji bo bikeve tevgerê serî li NY'yê dan
09:03 Rojnamevan Êzidî: Çawa ku Teyrê Tawis serî netewand, dê êzidî jî netewînin
09:03 Wêneyên malbatê bi hinceta 'xetere ne' nedanê
09:03 Fatûreyên ceyranê heqê kirê jî derbas kirin
09:03 Midûrên bijartî yên girtîgehan: Hiqûqa dijminatiyê pêk tînin
09:03 Kav: Perspektîfa çareseriyê ya Ocalan li ser hemû meseleyên cîhanê disekine
09:03 Di dosyeya 'kiryarên wê diyar' de biryara 'kiryar nediyar' hat dayîn
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2022'YAN
09/02/2022
21:36 Şagirtên Ma Musîcê bi performansa xwe temaşevan heyr hiştin
20:16 Li Amûdê êrişek hewayî: Zarokek mir, 3 kes birîndar bûn
19:36 Başaran: Divê em ji bo girtiyên nexweş têkoşîna hevpar nîqaş bikin
16:54 Ji kujerê Dîlek Kaya re cezayê muebbeta giran hat xwestin
16:46 HDP'ê li Îzmîrê banga kongreya xwe kir
16:14 Cerdevanê ku 2 kesan kuşt hat binçavkirin
16:04 'Polîtîkaya tecrîdê parçeyeke Komploya 15’ê Sibatê ye'
16:01 Li Derikê şermezarkirina zema ceyranê
15:35 HDP: Bila kargehên hilberandin û belavkirinê yên ceryanê bên îstimlakkirin
15:34 Di dosyaya derhêner Selamo de biryar nepeniyê hat dayîn
15:24 Rêxistinên elewiyan li dijî fatoreyên ceyranê serî li dadgehê dan
15:02 CHP’ê zemên li ceryanê hatine kirin protesto kir
14:42 Li Efrînê 2 sivîl hatin revandin
14:17 Rojnameger Demîr beraet kir
14:11 Platforma Azadî Ji Aysel Tugluk û Girtiyên Nexweş re hat avakirin
14:04 Ayşe Gokkan û 3 jinên girtî bi koronayê ketin
13:53 Li Dara Hênê aşûtê rê girt
13:52 Polîsan bi kuştinê gef li wan xwarin
13:41 Ji bo tevlibûna doza Mehmet Sîncar bang kirin
13:17 Êrişa li dijî endamên meclisê şaredariyê hat şermezarkirin
12:59 Li Hezexê gundiyan şerê erd kir û 8 kes birîndar bûn
12:54 Surucu cezaya ku li Guven hatibû birîn bir rojeva meclisê
12:41 Wê derbarê jinên siyasetmedar de mutalaa bê amadekirin
12:28 Rewşa Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korsakoff e giran e
12:27 Ji bo Guzel şerha destnedayînê: Em siyaseta jiyanê diparêzin
12:22 Emîne Şenyaşar bangî jinan kir
12:03 Derbarê Gergerlîoglû de biryara neşopandinê hat dayîn
11:24 Derbarê Leyla Guven de doznameyeke nû hat amadekirin
10:57 Li Afyonê otobusa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn
10:47 Karkerên depoyê yên Mîgrosê banga boykotê kirin
10:35 Qeyûmê Nisêbînê 5 qadên xizmetê ji rantê re vekirin
10:31 Yannis Vasilis Yaylali: Ji bo sergirtina têkçûnê yek bi yek dîlan înfaz kirin