Hevserokê KNK'ê Karamûs: Raporên çekên kîmyewî ji 40 welatan re hatin şandin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs, diyar kir ku wan raporên têkildarî çekên kîmyewî yên ku Tirkiye li herêmê bi kar anîne ji 40 welatan re şandine û got: "Kesên ku di êrişan de jiyana xwe ji dest dane testên wan hatine girtin. Di encama van testan de îspat bû ku dewleta tirk teqez li herêmê çekên kîmyewî bikartîne." 
 
Operasyonên Tirkiyeyê yên ku di 23'yê Nîsana 2021'ê de li herêma Zap, Avaşîn û Metînayê dan destpêkirin, didomin. Di van operasyonên ku ji bejahiyê û hewayê ve tên kirin, çekên kîmyewî tên bikaranîn. Ji ber van çekên kîmyewî heya niha 33 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Her wiha ji xeynî vê li herêmên çekên kîmêyewî lkê tên bikaranîn gelek kes ji ber nexweşînên cur bi cur diçin nexweşxaneyan. Li gel vê hêzên navneteweyî xwe li bêdengiyê datînin û PDK jî hewl dide ser vê yekê bigire. 
 
Kongreya Netewa Kurdistan (KNK) jî belge û delîlan têkildarî çekên kîmyewî berhev dike û wan ji sazî û rêxistinên navdewletî re dişîne. Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs têkildarî lêkolînên kirine û encamên wan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
HAT ÎSPATKIRIN
 
Ahmet Karamûs, diyar kir ku heta niha wan ji dehan sazî û rêxistinên navneteweyî re delîlên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî şandine. Karamûs, destnîşan kir ku piştî ku Tirkiye li Garê têk şikiyaye vê carê serî li çekên kîmyewî daye û got: "Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, di êrişan de ku ji meha Adar, Nîsan û Sibata 2021'an û vir ve pêk hatine, çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Li gorî agahiyên ku di destê me de ne li herêma Kanîmasî, Avaşîn û Metînayê 323 caran ji hewayê û bejahiyê ve çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Hin saziyên navdewletî li van herêman lêkolîn kirin. Kesên ku di encama êrişan de jiyana xwe ji dest dane testên wan hatin girtin. Di encama van testan de hat îspatkirin ku dewleta tirk çekên kîmyewî bi kar tîne. Agahiyên ku heta îro gihiştine ber destê me; dewleta tirk bi şêwazên cuda çekên kîmyewî bi kar anîne. Heger em van bi nav bikin gaza sinir a ku mirov di carekê de bêtevger dihêle û her wiha cureya çekên kîmyewî yeke din jî girngrkros e. Ji çekên kîmyewî yek jê jî ya ku li herêmê tê bikaranîn, kloropoîn gaz û ya dîtir jî îsota gazê ye. Ev çek li van herêmê û derdora wê hatine bikaranîn." 
 
BERPIRSIYARÎ Û ERKES HER KESÎ YE
 
Karamûs, bilêv kir ku hin dewlet li gorî berjewendiyên xwe nêzî vê mijarê dibin û lêkolînkirina vê meseleyê tenê ne erka KNK'ê ye. Karamûs, destnîşan kir ku ev berpirsiyarî û erka hemû saziyên kurd e ku li ber çekên kîmyewî rabe û xwedî helwest be. 
 
Karamûs got: "Ji ber ku dîroka kurd di vî warî de xwedî tecrûbe ye. Di bikaranîna çekan de gelek bedelên giran dane. Bi salan e jî bi vî rengî em qurbaniyan didin. Ji ber wê jî KNK di qada navneteweyî, siyasî û dîplomasîyê de ketiye nav liv û tevgerê. Di vê mijarê de me KNK gelek serdan û hevdîtin me pêk anîn."
 
'OPEC POLÎTÎZE BÛYE'
 
Karamûs, da zanîn ku wan têkildarî vê hevdîtin bi OPCW'ê re kirine û got: "Ev rêxistineke ku ji aliyê 193'ê welatan ve bi peymanekê hatiye damizirandin û niha jî li Holandayê ye. Me bi wan delîl û raporên ku me kom kirine serî lê da. Me gelek caran serî li wan daye. Me rapor û belgeyên xwe dan wan. Lê belê wan gelek caran gotiye ku ger ew xwe bi xwe ne di nav de bin nikarin lêkolînê bikin. Hêzên li herêmê şer dikin bang lê kirin ku li cihên ku dewleta tirk çekên kîmyewî lê bikaranîne lêkolînan bike. Heta niha hê bersiva serlêdanên me nedane û ew bi xwe jî neçûne herêmê û lêkolîn nekirine. Bêguman sedemên wan jî hene. Li gorî nêrîna me ev sazî polîtîze bûye. Li gorî berjewendiyên hin kesan tevdigere û di xizmeta hin dewletan de ye. Dewletên NY'yê ji ber ku Tirkiye jî di nav dewletên NATO'yê de ye, heta niha ji alîyê wan ve tiştekî berbiçav bi dest me neketiye. Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di nav de me heya niha raporên ku me berhev kirine ji nûnerên 40 welatan re şandine."
 
RAPOR JI 40 WELATAN RE HATIN ŞANDIN 
 
Karamûs, anî ziman ku hevdîtinên wan ê bi saziyên navneteweyî re berdewam dikin û delîlên ku hatine berhevkirin jî heya niha ji gelek welatan re hatine şandin. Karamûs, diyar kir ku wan serî li CPT'yê jî daye û got: "Ev sazîmsaziyeke ku li hemberî îşkenceyê disekine. Ev sazî li gorî îdia û nirxên xwe xebat dide meşandin. Wan bi xwe jî li herêmê lêkolîn kirin. Ev sazî dixwaze kesên ku di encama çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane û yan jî bûne hedefa wan, li ser wan lêkolînan bike. Danûstandinên me li gel wan hene. Ew di vî warî de kar û xebatên xwe didin meşandin. Ji bilî wê me serî li Konseya Yekîtiya Ewropayê da. Serokê konseyê bersiveke cihê şermezariyê da. Dibêje, 'Heta îro tu delîlek negihîştiye destê me ku Tirkiye li wir çekên kîmyewî bi kar aniye.' Lê me hemû belge û agahiyên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî  berhev kiribûn ji wan re şandibûn. Ne ew bi raporên me qayil dibin û ne jî ew bi xwe hewl didin ku biçin herêmê tiştekî bikin. Delîlên bikaranîna çekên kimyewî yên li herêmê di destê welatên wekî Îtalya, Îsvîçre, Danîmarka û Norwecê de ne. Wan bi xwe jî di parlementoyên xwe de ew nirxandin. Her wiha ev rapor ji NATO'yê re jî hatine şandin." 
 
'LI 550 GUNDAN ÇEKÊN KÎMYEWÎ HATINE BIKARANÎN' 
 
Karamûs, diyar kir ku li herêmê piştî bikaranîna çekên kîmyewî gelek kes diçin nexweşxaneyan. Her wiha Karamûs, destnîşan kir ku ji bo ku Tirkiye li dadgehên navdewletî bê darizandin di nava liv û tevgerê de ne û got: "Ji bilî vê komeke karên siyasî û dîplomasiyê ya KNK'ê ku ji hiqûqnasan pêk tê serî li dîwana edeletê ya li bajarê Dennhag ê Hollendayê da ku Tirkiye bê darizandin. Em hewl didin ku Tirkiye di vê dîwana edeletê ya navdewletî de bê darizandin. Di vî warî de xebatên me didomin. Divê tu dewlet çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar neyne. Lê em baş dizanin ku hin dewlet qanûnên navneteweyî qebûl nakin. Ji ber vê jî erka me ye ku em zextê li ser wan bikin. Ji bo parastina berjewendiyên navneteweyî pêwîst e em bi hev re tevbigerin. Ji Helebçeyê bigirin heta roja me ya îro bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dane. Hin kesên ku di wê demê de bi çekên kîmyewî birîndar bûne di bedena wan de texrîbatên mezin çêbûne. Li devera Dihok, Zaxo û Kanîmasyayê li 550 gundan çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Di wê encamê de kesên ku birîndar bûne û nexweş ketine serî li saziyên tendûristiyê dane. Lê mixabin heta niha jî bêdengiyeke gelek xurt heye. Bêguman aşkerekirina vana ne tenê erka KNK'ê ye. Erkeke neteweyî, ehlaqî dikeve ser milê hikûmeta Kurdistanê û saziyên herêmê jî. Pêwîst e hikûmeta Kurdistanê bi hikûmeta Iraqê ya navendî re dozê li Tirkiyeyê veke. Em ê li benda tu kesî nesekînin û di qada dîplomasiyê û neteweyî de em ê xebatên xwe bidin meşandin."
 
'TEHEMUL NEMA YE' 
 
Karamûs, di berdewama axaftina xwe de li ser êrişên Tirkiyeyê yên li ser Kampa Mexmûrê û Şengalê jî sekinî. Karamûs, anî ziman ku dewleta tirk dev ji van êrişên xwe bernade, lê li hemberî vê bêdengiyeke mezin jî heye û got: "Bêdengiyeke gelek mezin di nava kurdan de heye. Li dijî qadên gerîllayan êrişeke gelek mezin heye. Divê em baş zanibin ku êrişên dewleta tirk bi Başûr û Bakur tenê ne sînorkirî ne. Li Rojavayê Kurdistanê jî heman tişt heye. Êdî nijadperestiya dewleta tirk gihaştiye asteke gelek bilind. Li ku derê deskeftiyeke kurdan hebe, dewleta tirk êrişî wir dike. Dewleta tirk li hemberî gelê kurd şerekî topyekûn daye destpêkirin. Di demên dawî de êrişî herêma Efrîn, Şehba, Girêspî, Serêkaniyê, Minbic û Eyn Îsayê dike. Bê şik û guman tehemula dewleta tirk li hemberî kurdên ku ji bo berjewendiyên gelê xwe tedikoşin nemaye. Di êrişa DAIŞ'ê ya vê dawiyê de îspat bû ku ew di bin kontrola Tirkiyeyê de ne. Herêm di bin rewşeke awarte de ye. Lê bêguman li van deveran îradeya gelê kurd heye û berxwedan heye. Hebûna Tirkiyeyê li van herêma ji bo statuya her çar perçeyên Kurdistanê xetereyeke mezin e. "
 
BANGAWAZÎ
 
Karamûs, bilêv kir ku xwedîderketina li Şengal û Mexmûrê erka her kurdî ye û got: "Li ku derê li hemberî dewleta Tirkiyeyê nêrazîbûnek hebe ew der hedef e. Şengal herêmeke ku di nava sînorên Iraqê de ye. Xelkê wê  pîranî êzidî ne. Ji ber ku plan û armancên dewleta Tirkiyeyê li wir tên teşhîrkirin, di hedefê de ye. Ji dema Osmaniyan heya roja me ya îro êrişên li ser tunekirina civaka êzidiyan didome. Dixwazin Şengalê dagir bikin û hebûna civaka êzidî ji holê rakin. Tişta ku DAIŞ'ê nîvco hişt dewleta tirk dixwaze wê temam bike. Heman şêwazan li Mexmurê jî pêk tîne. Cihê rexnekirinê ye ku hikûmeta Iraqê ne dikare Şengalê biparêze, ne jî dikare Mexmûrê biparêze. Eşkere ye ku şirîkên vê êrişê ew in. Ji ber ku li wan deran îradeya gel heye, êriş dikin. Pêwîst e ku em li Şengal û Mexmûrê xwedî derkevin."
 
MA / Zeynep Dûrgût
 
 
 

Sernavên din

11/02/2022
15:10 'Berpirsyarên gotinên li dijî elewiyan serkarê desthilatê ne'
15:07 Beştaş: Divê em malbatên di Nobeta Edaletê de bi tenê nehêlin
14:23 Başaran: Dê jin dawiya vê desthilatdariyê bînin
14:20 Şandeya HDP’ê serdana Mexmûrê kir: Xelkê Mexmûrê ne bi tenê ye
14:19 Îfadeya yekane şahidê êrişa Dedeogûllari piştî meh û nîvan hat wergirtin
14:03 Şandeya HDP’ê serdana Dêra Surp Giragosê kir
13:51 Doza Kobanê: Ji bo ku me gotiye bila kes nemire em hatine girtin
13:29 25 parêzer û rojnamevanek hatin beraetkirin
13:18 Ji bo hevşaredar Esmez 15 sal cezayê girtîgehê xwestin
13:05 Li Hezexê 2 kes hatin berdan
13:04 Li Dîlokê di nava 10 rojan de karkeran li 18 kargehan çalakî kirin
13:04 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:50 Jina ku ji qata 5’an kete xwarê bi giranî birîndar bû
12:28 Malbata Şenyaşar: Heq hiqûq edalet
12:07 'Rik'a Bahoz Baran derket
11:51 Cenazeyê Bîrsen Kars hat veşartin
11:50 Destûra xebatê ya Rûdawê çima hat betalkirin?
11:38 Ocalan: Hêza bingehîn a NATO’yê komplo pêk anî
11:07 Polîsan li Cizîrê 2 kes kirin binçavan
10:56 Operasyona Garê: Beriya kuştinê çareserî dikaribû bihata dîtin
10:13 Bersiva serlêdana Îmraliyê nehatiye dayîn: Divê Meclîs bikeve tevgerê
09:37 ‘Ew wêne îspata hevkariya Barzanî ya bi Tirkiyeyê re bû’
09:30 Cenazeyê Fatma Çîçek hat veşartin
09:25 Jinên HDP'î: Em ê di civaka biexlaq û polîtîk de israr bikin
09:16 Rojnamevan Zagros: Barzanî destkeftiyên kurdan belav dike
09:09 ‘Ne zem e, şêlandin e'
09:07 ‘Heya Aysel Tûglûk bê berdan em ê têbikoşin'
09:05 Qeyûm birayê seroka AKP'î kir midûrê îmarê
09:04 'Em ê li dijî faşîzmê di kongreyê de bên cem hev'
09:04 Bazarvanên Amedê: Divê xelk rabe ser piyan
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2022'YAN
10/02/2022
23:28 Meryem Malgaz a 65 salî hat girtin
22:43 Girtî Hasan Çelîk hat berdan
21:44 Li Mêrdînê mirineke biguman
20:50 Şandeya HDP'ê serdana rêxistinên civaka sivîl ên Amedê kir
19:34 MED-DER'ê 15-21'ê Sibatê wekî Hefteya Zimanê Kurdî îlan kir
19:02 Daxuyaniya ÎHD'ê ya têkildarî astengkirina çalakiyên dijî bihabûnê
16:07 Ji ber çêkirina sêke derheqê girtiyan de angaştname hat amadekirin
16:03 Miştekiyê Doza Kobanê dest ji gilîkariya xwe berda
15:36 Gergerlîoglu derheqê Fuat Oktay de serlêdana sûc kir
15:32 Malbaten girtiyan li Stenbolê daxwaza edaletê kirin
15:31 ‘Dema kurd dibin mijar edalet li vî welatî tune ye'
15:27 Cenazeyê Bîrsen Kars li Mala Cemê ya Gaziyê tê sekinandin
15:11 Cenazeyê Dîlen ji hêla bi sedan kesan ve hat veşartin
14:40 Kesên bi kujer Altun re li hotêlê mayîn xizmên 3 malbatan derketin
14:33 Di Doza Kobanê de zexta ‘bibe gazinker’ li miştekiyan hat kirin
14:28 Xizmên girtiyan: zarokên me bidin
14:05 Li Wanê jin bi rojeva 8'ê adarê li hev civiyan
13:24 Gunay: Deng bidin dengê kolanan
13:22 Ferît Şenyaşar: Dibin şirîkê sûc
13:11 DÎB’ê li dijî zeman Platforma Demokrasiyê danî
13:03 Ji bo azadiya kurê xwe yê birîndar têdikoşe
12:36 Doza nivîskar Azad Zal hat taloqkirin
12:31 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:00 Tirkiyê welatiyek din li Efrînê revand
11:53 Li Girtîgeha Rihayê gardiyan bi kûçikan lêgerîn pêk tînin
11:25 Ji bo Ocalan 23 sal in bênavber çalakî tên lidarxistin
11:06 Şandeya HDP’ê guh li gilî û gazinên sewalvanên Amedê kir
10:33 Dayikên Aştiyê daxwaza azadiya Ocalan kirin
10:12 Bayindir: PDK destkeftiyên gelê kurd diyarî rejîma AKP-MHP'ê dike
10:00 Parêzerên Ocalan ji bo bikeve tevgerê serî li NY'yê dan
09:03 Rojnamevan Êzidî: Çawa ku Teyrê Tawis serî netewand, dê êzidî jî netewînin
09:03 Wêneyên malbatê bi hinceta 'xetere ne' nedanê
09:03 Fatûreyên ceyranê heqê kirê jî derbas kirin
09:03 Midûrên bijartî yên girtîgehan: Hiqûqa dijminatiyê pêk tînin
09:03 Kav: Perspektîfa çareseriyê ya Ocalan li ser hemû meseleyên cîhanê disekine
09:03 Di dosyeya 'kiryarên wê diyar' de biryara 'kiryar nediyar' hat dayîn
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2022'YAN
09/02/2022
21:36 Şagirtên Ma Musîcê bi performansa xwe temaşevan heyr hiştin
20:16 Li Amûdê êrişek hewayî: Zarokek mir, 3 kes birîndar bûn
19:36 Başaran: Divê em ji bo girtiyên nexweş têkoşîna hevpar nîqaş bikin
16:54 Ji kujerê Dîlek Kaya re cezayê muebbeta giran hat xwestin
16:46 HDP'ê li Îzmîrê banga kongreya xwe kir
16:14 Cerdevanê ku 2 kesan kuşt hat binçavkirin
16:04 'Polîtîkaya tecrîdê parçeyeke Komploya 15’ê Sibatê ye'
16:01 Li Derikê şermezarkirina zema ceyranê
15:35 HDP: Bila kargehên hilberandin û belavkirinê yên ceryanê bên îstimlakkirin
15:34 Di dosyaya derhêner Selamo de biryar nepeniyê hat dayîn
15:24 Rêxistinên elewiyan li dijî fatoreyên ceyranê serî li dadgehê dan
15:02 CHP’ê zemên li ceryanê hatine kirin protesto kir
14:42 Li Efrînê 2 sivîl hatin revandin
14:17 Rojnameger Demîr beraet kir
14:11 Platforma Azadî Ji Aysel Tugluk û Girtiyên Nexweş re hat avakirin
14:04 Ayşe Gokkan û 3 jinên girtî bi koronayê ketin
13:53 Li Dara Hênê aşûtê rê girt
13:52 Polîsan bi kuştinê gef li wan xwarin
13:41 Ji bo tevlibûna doza Mehmet Sîncar bang kirin
13:17 Êrişa li dijî endamên meclisê şaredariyê hat şermezarkirin
12:59 Li Hezexê gundiyan şerê erd kir û 8 kes birîndar bûn
12:54 Surucu cezaya ku li Guven hatibû birîn bir rojeva meclisê
12:41 Wê derbarê jinên siyasetmedar de mutalaa bê amadekirin
12:28 Rewşa Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korsakoff e giran e
12:27 Ji bo Guzel şerha destnedayînê: Em siyaseta jiyanê diparêzin
12:22 Emîne Şenyaşar bangî jinan kir
12:03 Derbarê Gergerlîoglû de biryara neşopandinê hat dayîn
11:24 Derbarê Leyla Guven de doznameyeke nû hat amadekirin
10:57 Li Afyonê otobusa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn
10:47 Karkerên depoyê yên Mîgrosê banga boykotê kirin
10:35 Qeyûmê Nisêbînê 5 qadên xizmetê ji rantê re vekirin
10:31 Yannis Vasilis Yaylali: Ji bo sergirtina têkçûnê yek bi yek dîlan înfaz kirin