Ji Mexmûrê bang li NY'yê kirin: Helwesta xwe zelal bike

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Meclîsa Gel a Kampa Mexmûrê Fîlîz Bûdak, diyar kir ku divê avahiya NY'yê ya li kampê vala nesekine, peywira xwe bi cî bîne. 

Tirkiyeyê di 1'ê Sibatê de Kampa Mexmûrê, Şengalê û bajarên Dêrik û Şehbayê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî hevwext bombe kiribûn. Di êrişa Tirkiyeyê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û gelek kes jî birîndar bûbûn. Hevseroka Meclîsa Gel a Kampa Mexmûrê Fîlîz Bûdak, têkildarî êrişa hewayî ya Tirkiyeyê ya li ser Kampa Mexmûrê axivî. 
 
 
'WÊ GEL XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVE'
 
Bûdak, bibîr xist ku Kampa Mexmûrê heya niha gelek caran bi êrişan re rû bi rû maye û di her êrişê de jî gel bertek nîşan daye. Bûdak, destnîşan kir ku şêniyên taxê tevî ev qas êrişan jî dev ji berxwedana xwe û daxwazên xwe bernadine û got: "Şeva ku Tirkiyeyê êriş kir, şêniyên kampê heya serê sibê şiyar bûn û li ser pêyan bûn. Di dema bombebaranê de gel ji bo birîndarên xwe rakin derketin derve. Ev vîneke mezin e. Gelê me heya sibehê li ber nexweşxaneyan ma û li cihê hat bombekirin ma. Wê kêliyê ev gel diyar kir ku dê xwedî li cîna xwe derkeve û bedêl çi dibe bila bibe dê li ber xwe bide." 
 
'TIRKIYE DIXWAZE KAMPÊ VALA BIKE'
 
Bûdak, diyar kir ku gelek sedemên êrişên Tirkiyeyê hene û got: "Cîhan kampa me nas dike. Kampa me kampeke penaberan e. 27 sal ine m li vira ne. Li vê kampê kesên dê û bavên wan, xwişk û birayên wan û xizmên wan ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine kuştin hene. Ên li vê kampê dijîn, kesên ku gundên wan hatine şewitandin. Tirkiye dixwaze kampê vala bike." 
 
'PERGALA NETEWEYA DEMOKRATÎK'
 
Bûdak, destnîşan kir ku sedemeke êrişên Tirkiyeyê yên li ser kmapê jî pergala neteweya demokratîk e û got: "Gava ewil a pergala neteweya demokratîk di sala 2005'an de li Kampa Mexmûrê hat avêtin. Kampa Mexmûrê, nîşan da ku pergaleke bêdewlet jî pêkan e." 
 
Bûdak, bilêv kir ku ne hêsan e mirov 27 salan li kampekê xwe bi rê ve bibe û bi rêxistin bike. Bûdak, destnîşan kir ku lê belê şêniyên kampê ev yek kirine û got: "Li hemberî dewleteke ku zimanê wan û nasnameya wan înkar dike, bi zimanê xwe û çanda xwe zarokên xwe gihandin. Kampa Mexmûrê bû keleha kurdbûnê." 
 
IRAQ BÊDENG E
 
Bûdak, bal kişand ser hewldanên hikûmeta Iraqê yên vê dawiyê jî ku dixwaze bi têlan dora kampê bigire û got: "Xwestin me bikin êsir. Her wiha xwestin li dora kampê qûleyên eskeran jî çêbikin. Lê gelê me bi helwesteke zelal li ber vê rabû, daket kuçeyan û got, ew tiştekî wiha qebûl nakin. PIştî dîtin gel ji ya xw enayê xwar, tavilê Tirkiyeyê ji hewayê de êriş kir. Li gor qanûnên navdewletî êrişa dewletekê ya li ser dewleteke din, sûc e. Lê Tirkiye bi rihetî axa Iraqê bombe dike. Em li nav sînorên Iraqê ne, lê em bi bombebarana Tirkiyeyê re rû bi rû dimînin. Çima hikûmeta Iraq qada hewayî li ber Tirkiyeyê nagire? Mirovên li vê kampê bi destûrên qanûnî yên Iraqê dijîn. Çima li dijî van êrişan gavina navêje? Bêdengiya li hemberî van êrişan, şirîkantî ye. Ger hikûmeta Iraqê dixwaze bide der ku ne şirîkê van êrişan e, divê qada xwe ya hewayî li ber Tirkiyeyê bigire." 
 
BANG LI NY'YÊ KIR
 
Bûdak, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Kampa me, gava di sala 2014'an de bi êrişên DAIŞ'ê re rû bi rû ma, nûnerên Neteweyên Yekbûyî (NY) ji kampê reviyan. Ji wê rojê heya niha avahiya NY'yê ya li kampê vala ye. NY, divê ji bo ewlehiya 12 hezra mirovan tevbigere. Lê radibe dibêje kamp ji bû nûnerên wê talûke ye û wan naşîne vira. NY, têkildarî êrişên Tirkiyeyê de tenê daxuyniyên kurd dide û ji dêvla tiştekî bike, qîma xwe bi van daxuyaniyan tîne. Êdî NY divê helwesta xwe zelal bike. divê peywir û berprisiyariya xwe ya ji bo ewlehiya Kampa Mexmûrê pêk bîne." 
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

11/02/2022
15:10 'Berpirsyarên gotinên li dijî elewiyan serkarê desthilatê ne'
15:07 Beştaş: Divê em malbatên di Nobeta Edaletê de bi tenê nehêlin
14:23 Başaran: Dê jin dawiya vê desthilatdariyê bînin
14:20 Şandeya HDP’ê serdana Mexmûrê kir: Xelkê Mexmûrê ne bi tenê ye
14:19 Îfadeya yekane şahidê êrişa Dedeogûllari piştî meh û nîvan hat wergirtin
14:03 Şandeya HDP’ê serdana Dêra Surp Giragosê kir
13:51 Doza Kobanê: Ji bo ku me gotiye bila kes nemire em hatine girtin
13:29 25 parêzer û rojnamevanek hatin beraetkirin
13:18 Ji bo hevşaredar Esmez 15 sal cezayê girtîgehê xwestin
13:05 Li Hezexê 2 kes hatin berdan
13:04 Li Dîlokê di nava 10 rojan de karkeran li 18 kargehan çalakî kirin
13:04 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:50 Jina ku ji qata 5’an kete xwarê bi giranî birîndar bû
12:28 Malbata Şenyaşar: Heq hiqûq edalet
12:07 'Rik'a Bahoz Baran derket
11:51 Cenazeyê Bîrsen Kars hat veşartin
11:50 Destûra xebatê ya Rûdawê çima hat betalkirin?
11:38 Ocalan: Hêza bingehîn a NATO’yê komplo pêk anî
11:07 Polîsan li Cizîrê 2 kes kirin binçavan
10:56 Operasyona Garê: Beriya kuştinê çareserî dikaribû bihata dîtin
10:13 Bersiva serlêdana Îmraliyê nehatiye dayîn: Divê Meclîs bikeve tevgerê
09:37 ‘Ew wêne îspata hevkariya Barzanî ya bi Tirkiyeyê re bû’
09:30 Cenazeyê Fatma Çîçek hat veşartin
09:25 Jinên HDP'î: Em ê di civaka biexlaq û polîtîk de israr bikin
09:16 Rojnamevan Zagros: Barzanî destkeftiyên kurdan belav dike
09:09 ‘Ne zem e, şêlandin e'
09:07 ‘Heya Aysel Tûglûk bê berdan em ê têbikoşin'
09:05 Qeyûm birayê seroka AKP'î kir midûrê îmarê
09:04 'Em ê li dijî faşîzmê di kongreyê de bên cem hev'
09:04 Bazarvanên Amedê: Divê xelk rabe ser piyan
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2022'YAN
10/02/2022
23:28 Meryem Malgaz a 65 salî hat girtin
22:43 Girtî Hasan Çelîk hat berdan
21:44 Li Mêrdînê mirineke biguman
20:50 Şandeya HDP'ê serdana rêxistinên civaka sivîl ên Amedê kir
19:34 MED-DER'ê 15-21'ê Sibatê wekî Hefteya Zimanê Kurdî îlan kir
19:02 Daxuyaniya ÎHD'ê ya têkildarî astengkirina çalakiyên dijî bihabûnê
16:07 Ji ber çêkirina sêke derheqê girtiyan de angaştname hat amadekirin
16:03 Miştekiyê Doza Kobanê dest ji gilîkariya xwe berda
15:36 Gergerlîoglu derheqê Fuat Oktay de serlêdana sûc kir
15:32 Malbaten girtiyan li Stenbolê daxwaza edaletê kirin
15:31 ‘Dema kurd dibin mijar edalet li vî welatî tune ye'
15:27 Cenazeyê Bîrsen Kars li Mala Cemê ya Gaziyê tê sekinandin
15:11 Cenazeyê Dîlen ji hêla bi sedan kesan ve hat veşartin
14:40 Kesên bi kujer Altun re li hotêlê mayîn xizmên 3 malbatan derketin
14:33 Di Doza Kobanê de zexta ‘bibe gazinker’ li miştekiyan hat kirin
14:28 Xizmên girtiyan: zarokên me bidin
14:05 Li Wanê jin bi rojeva 8'ê adarê li hev civiyan
13:24 Gunay: Deng bidin dengê kolanan
13:22 Ferît Şenyaşar: Dibin şirîkê sûc
13:11 DÎB’ê li dijî zeman Platforma Demokrasiyê danî
13:03 Ji bo azadiya kurê xwe yê birîndar têdikoşe
12:36 Doza nivîskar Azad Zal hat taloqkirin
12:31 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:00 Tirkiyê welatiyek din li Efrînê revand
11:53 Li Girtîgeha Rihayê gardiyan bi kûçikan lêgerîn pêk tînin
11:25 Ji bo Ocalan 23 sal in bênavber çalakî tên lidarxistin
11:06 Şandeya HDP’ê guh li gilî û gazinên sewalvanên Amedê kir
10:33 Dayikên Aştiyê daxwaza azadiya Ocalan kirin
10:12 Bayindir: PDK destkeftiyên gelê kurd diyarî rejîma AKP-MHP'ê dike
10:00 Parêzerên Ocalan ji bo bikeve tevgerê serî li NY'yê dan
09:03 Rojnamevan Êzidî: Çawa ku Teyrê Tawis serî netewand, dê êzidî jî netewînin
09:03 Wêneyên malbatê bi hinceta 'xetere ne' nedanê
09:03 Fatûreyên ceyranê heqê kirê jî derbas kirin
09:03 Midûrên bijartî yên girtîgehan: Hiqûqa dijminatiyê pêk tînin
09:03 Kav: Perspektîfa çareseriyê ya Ocalan li ser hemû meseleyên cîhanê disekine
09:03 Di dosyeya 'kiryarên wê diyar' de biryara 'kiryar nediyar' hat dayîn
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2022'YAN
09/02/2022
21:36 Şagirtên Ma Musîcê bi performansa xwe temaşevan heyr hiştin
20:16 Li Amûdê êrişek hewayî: Zarokek mir, 3 kes birîndar bûn
19:36 Başaran: Divê em ji bo girtiyên nexweş têkoşîna hevpar nîqaş bikin
16:54 Ji kujerê Dîlek Kaya re cezayê muebbeta giran hat xwestin
16:46 HDP'ê li Îzmîrê banga kongreya xwe kir
16:14 Cerdevanê ku 2 kesan kuşt hat binçavkirin
16:04 'Polîtîkaya tecrîdê parçeyeke Komploya 15’ê Sibatê ye'
16:01 Li Derikê şermezarkirina zema ceyranê
15:35 HDP: Bila kargehên hilberandin û belavkirinê yên ceryanê bên îstimlakkirin
15:34 Di dosyaya derhêner Selamo de biryar nepeniyê hat dayîn
15:24 Rêxistinên elewiyan li dijî fatoreyên ceyranê serî li dadgehê dan
15:02 CHP’ê zemên li ceryanê hatine kirin protesto kir
14:42 Li Efrînê 2 sivîl hatin revandin
14:17 Rojnameger Demîr beraet kir
14:11 Platforma Azadî Ji Aysel Tugluk û Girtiyên Nexweş re hat avakirin
14:04 Ayşe Gokkan û 3 jinên girtî bi koronayê ketin
13:53 Li Dara Hênê aşûtê rê girt
13:52 Polîsan bi kuştinê gef li wan xwarin
13:41 Ji bo tevlibûna doza Mehmet Sîncar bang kirin
13:17 Êrişa li dijî endamên meclisê şaredariyê hat şermezarkirin
12:59 Li Hezexê gundiyan şerê erd kir û 8 kes birîndar bûn
12:54 Surucu cezaya ku li Guven hatibû birîn bir rojeva meclisê
12:41 Wê derbarê jinên siyasetmedar de mutalaa bê amadekirin
12:28 Rewşa Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korsakoff e giran e
12:27 Ji bo Guzel şerha destnedayînê: Em siyaseta jiyanê diparêzin
12:22 Emîne Şenyaşar bangî jinan kir
12:03 Derbarê Gergerlîoglû de biryara neşopandinê hat dayîn
11:24 Derbarê Leyla Guven de doznameyeke nû hat amadekirin
10:57 Li Afyonê otobusa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn
10:47 Karkerên depoyê yên Mîgrosê banga boykotê kirin
10:35 Qeyûmê Nisêbînê 5 qadên xizmetê ji rantê re vekirin
10:31 Yannis Vasilis Yaylali: Ji bo sergirtina têkçûnê yek bi yek dîlan înfaz kirin