'Hiqûqa dijminatiyê li Aysel Tugluk tê sepandin’

img

EDENE - Parêzer Mehtap Sert bal kişand ser rewşa siyasetmedara kurd Aysel Tugluk û got: “Pir zelal e ku hiqûqa dijminatiyê li Aysel Tugluk tê sepandin. Tevî ewqas hewldanan jî nayê berdan û sedemê vê yekê jî ew e ku piştevaniya têkoşîna jinan kiriye.” 

Li gorî daneyên Wezareta Dadê ji dîroka 31’ê kanûna 2021’an ve li girtîgehên Tirkiyê 38 hezar û 43 hikumxwar bi giştî 297 hezar û 726 girtî hene. Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) jî di adara 2021’an de lîsteya girtiyê nexweş eşkere kiribû û li gorî vê lîsteyê 604' girtiyên nexweş ên rewşa wan giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Di sala 2021’an de li girtîgehan 7 jê yên ku cezayê wan hat taloqkirin bi giştî herî kêm 59 girtiyan ji ber mafê wan tedawiyê hat astengkirin jiyana xwe ji dest dan. 
 
REWŞA AYSEL TUGLUK GIRANTIR DIBE Û NAYÊ BERDAN 
 
Yek ji van girtiyên jî Siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk e ku ji sala 2016’an ve li Girtîgeha Kandiraya Kocaeliyê ya Jimara 1’an a Tîpa F’yê tê ragirtin e. Nexweşîna Tugluk piştî ku di 13’ê îlona 2017’an de li dijî cenazeyê dayika wê Hatûn Tugluk êrişa nijadperestî pêk hat dest pê kir. Teşhîsa demansê bi Tugluk re peyda bûye. Tevî ku nexweşxaneyê rapora “nikare di hepsê de bimîne” daye jî lê ji aliyê Saziya Tiba Edlî (ATK) ve nayê berdan. ATK îdia dike ku Tugluk bi serê xwe dikare di girtîgehê de bimîne. Parêzer Mehtap Sert û Sevîl Araci Bek têkildarî rewşa Aysel Tugluk ji ajansa me re axivîn. 
 
'HERÎ ZÊDE LI GIRTÎGEHAN MAF TÊN BINPÊKIRIN’ 
 
Mehtap Sert helwesta ATK’ê ya li hember girtiyên nexweş rexne kir û wiha got: “Êdî girtiyên nexweş ku ji tedawiya xwe jî encam nagirin û raporên saziya tiba edlî didin jî ji aliyê dadgehê ve li ber çavan nayên girtin. Li gorî rêziknameyên peymanên navnetewî jî pêwîstiya ji bo girtiyên nexweş ku werin tedawîkirin jî bicih nayinin. Girtîgehên Tirkiyê cihên ku herî lê zêde mirov nexweş dikevin e. Ji mafên xwe yên tenduristiyê û tedawiyê bêpar tên hiştin. Herî zêde li girtîgehan mafê mirovan tên binpêkirin. Ji dema berê ve heta niha li dijî girtiyan hiqûqa dijminane tê sepandin. Dixwazin vê bêhiqûqê rewa bikin. Êdî rewşa girtiyên li dijî rastiya mirovî ye. Ev jî kêrî karê îqtidara siyasî tê. Divê parêzvanên mafê mirovan û rêxistinên sivîl di vê mijarê de ji bo qanûnên werin xebitandin bikevin dewrê hewldanan bikin.” 
 
'TUGLUK XETA MOR A SIYASETÊ YE’ 
 
Parêzer Mehtap Sert diyar kir ku Aysel Tugluk xeta mor a siyasetê ye û wiha got: “Aysel Tugluk rastiya erdnîgariya me ye. Jin e, kurd e, elewî ye. Seranserî jiyana xwe ji bo jinan xebitî ye û têkoşiya ye. Li hember hemû girtiyan heman polîtîka tê birêvebirin. Rewşa Aysel Tugluk jî wiha ye. Mesele rewşa Mehmet Emîn Ozkan jî wisa ye, tevî ku extiyar e û rewşa wî giran e jî nayê berdan. Pir eşkere û zelal e li hember Aysel Tugluk jî hiqûqa dijminatiyê tê sepandin. Tevî ewqas hewldanan jî nayê berdan. Sedemê vê yekê jî ev e ku Tugluk piştevaniya têkoşîna jinan kiriye. Ji ber ku ew yek ji pêşenga têkoşîna jinan e.”
 
'BÊCEZA DIMÎNIN’ 
 
Parêzer Sevîl Araci Bek jî anî ziman ku rewşa girtiyên nexweş yek ji pirsgirêkên herî mezin ên welat e û tevî hemû hewldanan, bangên tên kirin û daxwazan jî girtiyên nexweş nayên berdan û jiyana xwe ji dest didin. Gelek girtî di girtîgehê de mirin. Parêzer Bek di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Lê belê qanûnên înfazê ji bo paşxistina înfaza kesên ku nexweşiyên wan kujer in an jî dermankirina wan di şert û mercên girtîgehê de ne mumkine an dijwar e, guncan e. Lê belê gelek mehkûm tevî îdiayên ku nikarin di girtîgehê de bimînin jî nayên berdan. Dema behsa sûcên li dijî jin û zarokan tê kirin, em şahidiya pêkanînên berevajî dikin. Ji ber ku îfadeyên jin û zarokan weke delîl nayên qebûlkirin, gelek sûc bêceza tên hiştin, bi hinceta kêmasiya delîlan xwe diparêzin. Raporên ATK di nav delîlên ku carinan têne paşguh kirin de ne. Mixabin, ev yek nîşanî me dide ku pergal her carê alîgirê kê ye.” 
 
REWŞA TUGLUK BI FIKAR DIŞOPÎNIN
 
Bek destnîşan kir ku rewşa Aysel Tugluk bi fikar ji nêz ve dişopînin û got: “Aysel Tugluk ji ber ramanên xwe û nêrînên xwe yên siyasî hatiye mehkûmkirin. Ew jinek têkoşer û siyasetmedar e. Li ber çavên dinyayê wê dişînin mirinê. Nexweşîna wê her roj girantir dibe. Ev yek kesî xemgîn dike lê ne di xema îktidarê û darazê de ye. Em carek din gazî dikin; divê Aysel Tugluk tavilê were berdan da ku tedawiya wê li derve were kirin.” 
 
MA / Hamdullah Yagiz Kesen
 

Sernavên din

11/02/2022
15:10 'Berpirsyarên gotinên li dijî elewiyan serkarê desthilatê ne'
15:07 Beştaş: Divê em malbatên di Nobeta Edaletê de bi tenê nehêlin
14:23 Başaran: Dê jin dawiya vê desthilatdariyê bînin
14:20 Şandeya HDP’ê serdana Mexmûrê kir: Xelkê Mexmûrê ne bi tenê ye
14:19 Îfadeya yekane şahidê êrişa Dedeogûllari piştî meh û nîvan hat wergirtin
14:03 Şandeya HDP’ê serdana Dêra Surp Giragosê kir
13:51 Doza Kobanê: Ji bo ku me gotiye bila kes nemire em hatine girtin
13:29 25 parêzer û rojnamevanek hatin beraetkirin
13:18 Ji bo hevşaredar Esmez 15 sal cezayê girtîgehê xwestin
13:05 Li Hezexê 2 kes hatin berdan
13:04 Li Dîlokê di nava 10 rojan de karkeran li 18 kargehan çalakî kirin
13:04 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:50 Jina ku ji qata 5’an kete xwarê bi giranî birîndar bû
12:28 Malbata Şenyaşar: Heq hiqûq edalet
12:07 'Rik'a Bahoz Baran derket
11:51 Cenazeyê Bîrsen Kars hat veşartin
11:50 Destûra xebatê ya Rûdawê çima hat betalkirin?
11:38 Ocalan: Hêza bingehîn a NATO’yê komplo pêk anî
11:07 Polîsan li Cizîrê 2 kes kirin binçavan
10:56 Operasyona Garê: Beriya kuştinê çareserî dikaribû bihata dîtin
10:13 Bersiva serlêdana Îmraliyê nehatiye dayîn: Divê Meclîs bikeve tevgerê
09:37 ‘Ew wêne îspata hevkariya Barzanî ya bi Tirkiyeyê re bû’
09:30 Cenazeyê Fatma Çîçek hat veşartin
09:25 Jinên HDP'î: Em ê di civaka biexlaq û polîtîk de israr bikin
09:16 Rojnamevan Zagros: Barzanî destkeftiyên kurdan belav dike
09:09 ‘Ne zem e, şêlandin e'
09:07 ‘Heya Aysel Tûglûk bê berdan em ê têbikoşin'
09:05 Qeyûm birayê seroka AKP'î kir midûrê îmarê
09:04 'Em ê li dijî faşîzmê di kongreyê de bên cem hev'
09:04 Bazarvanên Amedê: Divê xelk rabe ser piyan
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2022'YAN
10/02/2022
23:28 Meryem Malgaz a 65 salî hat girtin
22:43 Girtî Hasan Çelîk hat berdan
21:44 Li Mêrdînê mirineke biguman
20:50 Şandeya HDP'ê serdana rêxistinên civaka sivîl ên Amedê kir
19:34 MED-DER'ê 15-21'ê Sibatê wekî Hefteya Zimanê Kurdî îlan kir
19:02 Daxuyaniya ÎHD'ê ya têkildarî astengkirina çalakiyên dijî bihabûnê
16:07 Ji ber çêkirina sêke derheqê girtiyan de angaştname hat amadekirin
16:03 Miştekiyê Doza Kobanê dest ji gilîkariya xwe berda
15:36 Gergerlîoglu derheqê Fuat Oktay de serlêdana sûc kir
15:32 Malbaten girtiyan li Stenbolê daxwaza edaletê kirin
15:31 ‘Dema kurd dibin mijar edalet li vî welatî tune ye'
15:27 Cenazeyê Bîrsen Kars li Mala Cemê ya Gaziyê tê sekinandin
15:11 Cenazeyê Dîlen ji hêla bi sedan kesan ve hat veşartin
14:40 Kesên bi kujer Altun re li hotêlê mayîn xizmên 3 malbatan derketin
14:33 Di Doza Kobanê de zexta ‘bibe gazinker’ li miştekiyan hat kirin
14:28 Xizmên girtiyan: zarokên me bidin
14:05 Li Wanê jin bi rojeva 8'ê adarê li hev civiyan
13:24 Gunay: Deng bidin dengê kolanan
13:22 Ferît Şenyaşar: Dibin şirîkê sûc
13:11 DÎB’ê li dijî zeman Platforma Demokrasiyê danî
13:03 Ji bo azadiya kurê xwe yê birîndar têdikoşe
12:36 Doza nivîskar Azad Zal hat taloqkirin
12:31 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:00 Tirkiyê welatiyek din li Efrînê revand
11:53 Li Girtîgeha Rihayê gardiyan bi kûçikan lêgerîn pêk tînin
11:25 Ji bo Ocalan 23 sal in bênavber çalakî tên lidarxistin
11:06 Şandeya HDP’ê guh li gilî û gazinên sewalvanên Amedê kir
10:33 Dayikên Aştiyê daxwaza azadiya Ocalan kirin
10:12 Bayindir: PDK destkeftiyên gelê kurd diyarî rejîma AKP-MHP'ê dike
10:00 Parêzerên Ocalan ji bo bikeve tevgerê serî li NY'yê dan
09:03 Rojnamevan Êzidî: Çawa ku Teyrê Tawis serî netewand, dê êzidî jî netewînin
09:03 Wêneyên malbatê bi hinceta 'xetere ne' nedanê
09:03 Fatûreyên ceyranê heqê kirê jî derbas kirin
09:03 Midûrên bijartî yên girtîgehan: Hiqûqa dijminatiyê pêk tînin
09:03 Kav: Perspektîfa çareseriyê ya Ocalan li ser hemû meseleyên cîhanê disekine
09:03 Di dosyeya 'kiryarên wê diyar' de biryara 'kiryar nediyar' hat dayîn
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2022'YAN
09/02/2022
21:36 Şagirtên Ma Musîcê bi performansa xwe temaşevan heyr hiştin
20:16 Li Amûdê êrişek hewayî: Zarokek mir, 3 kes birîndar bûn
19:36 Başaran: Divê em ji bo girtiyên nexweş têkoşîna hevpar nîqaş bikin
16:54 Ji kujerê Dîlek Kaya re cezayê muebbeta giran hat xwestin
16:46 HDP'ê li Îzmîrê banga kongreya xwe kir
16:14 Cerdevanê ku 2 kesan kuşt hat binçavkirin
16:04 'Polîtîkaya tecrîdê parçeyeke Komploya 15’ê Sibatê ye'
16:01 Li Derikê şermezarkirina zema ceyranê
15:35 HDP: Bila kargehên hilberandin û belavkirinê yên ceryanê bên îstimlakkirin
15:34 Di dosyaya derhêner Selamo de biryar nepeniyê hat dayîn
15:24 Rêxistinên elewiyan li dijî fatoreyên ceyranê serî li dadgehê dan
15:02 CHP’ê zemên li ceryanê hatine kirin protesto kir
14:42 Li Efrînê 2 sivîl hatin revandin
14:17 Rojnameger Demîr beraet kir
14:11 Platforma Azadî Ji Aysel Tugluk û Girtiyên Nexweş re hat avakirin
14:04 Ayşe Gokkan û 3 jinên girtî bi koronayê ketin
13:53 Li Dara Hênê aşûtê rê girt
13:52 Polîsan bi kuştinê gef li wan xwarin
13:41 Ji bo tevlibûna doza Mehmet Sîncar bang kirin
13:17 Êrişa li dijî endamên meclisê şaredariyê hat şermezarkirin
12:59 Li Hezexê gundiyan şerê erd kir û 8 kes birîndar bûn
12:54 Surucu cezaya ku li Guven hatibû birîn bir rojeva meclisê
12:41 Wê derbarê jinên siyasetmedar de mutalaa bê amadekirin
12:28 Rewşa Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korsakoff e giran e
12:27 Ji bo Guzel şerha destnedayînê: Em siyaseta jiyanê diparêzin
12:22 Emîne Şenyaşar bangî jinan kir
12:03 Derbarê Gergerlîoglû de biryara neşopandinê hat dayîn
11:24 Derbarê Leyla Guven de doznameyeke nû hat amadekirin
10:57 Li Afyonê otobusa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn
10:47 Karkerên depoyê yên Mîgrosê banga boykotê kirin
10:35 Qeyûmê Nisêbînê 5 qadên xizmetê ji rantê re vekirin
10:31 Yannis Vasilis Yaylali: Ji bo sergirtina têkçûnê yek bi yek dîlan înfaz kirin