Avên koçeran qut kirin: 16 hezar serî pez tî maye

img

ŞIRNEX - Koçerên ku xwedî 16 hezar serî keriyê pez in 10 roj in ava wan hatiye qutkirin û bi zehmetiyên mezin re rûbirû mane. Koçeran bertek nîşanî qutkirina avê dan û gotin: "Av tune ye ku em nimêj jî bikin. Zarokên me hemû neşûştî ne. Pezê me tî maye."

Li herêmê koçerên ku bi salane bi sewelkariyê debara xwe dikin, îsal ji ber qedexeyan û astengiyên leşkeran bi zehmetiyên mezin re rûbirû man. Koçerên ku di salên berê de her hatina demsala biharê berê xwe didan zozanan îsal ji ber hişkesaliyê û qedexeyan dereng çûn. Li tevî van zehmetiyan koçerên ku li cihên ku dimînin pirsgirêka avê dikişînin. Koçerên ku 4 meh in li gundê Kovexê ya bi ser navçeya Hezexa Şirnexê dimînin, ji aliyê Şîrketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ve bi hêceta ku faturayên ceyrana avê “nerazandine” ava wan 10 roj in hatiye qutkirin. Li gund 50 kon û 16 hezar serî pezê koçeran heye û bêav mane. Koçeran bertek nîşanî qutkirina avê dan û daxwaz kirin ku avên wan demildest bên berdan. 
 
'PEZÊ ME TÎ MAYE' 
 
Yek ji koçeran Abdullah Aslan (50), anî ziman ku ji ber tunebûna avê ew zehmetiyên mezin dikişînin û wiha axivî: "Her hatina demsala biharê zozanan li me qedexe dikin. Par em diçûn kîjan zozanan leşkeran digot qedexe ye û em ji wan deran derdixistin. Me par gelek zehmetî kişandin. Dema ku havîn xelas dibe û dibe payîz zozanan serbest dikin. Payîzê jî kes naçe zozanan. Ji ber qedexeyan em par dereng çûn zozanan. Ji ber çûyina dereng jî gelek pezê me mirin. Ji ber ku gelek pezê me jî nexweş ket me 10 hezar lîre xerc kir. Em niha nikarin du torbeyên arvan ji zarokên xwe re bikirin. Em nikarin ji pezê xwe re kayê bikirin. Her tiştek biha bûye. Êdî her tiştek bi pereye û ne weke berê ye. Zor û zehmetiya ku em dibînin kesek nabîne. Li ser vê neçariyê şaredariyê avên me jî qutkirine. Av tune ye ku em nimêj bikin. Zarokên me hemû neşûştî ne. Pezê me tî maye.” 
 
'BIHAYÊ PEZ Û RÛN HEMAN E'
 
Muhyettîn Erden (45) jî bal kişand ser tunebûna avê û diyar kir qutkirina avê nayê qebûlkirin û wiha got: "Ev heftiyeke ava me tune ye. Em xwedî pez in. Cihê ku av nebe pez nikare bisekine û bijî. Li gel qutkirina avê zehmetiyên me destpêkirin. Av tune ye ku em bidin pezê xwe. Em nikarin pêdiviyên xwe yên rojane pêk bînin. Tu tişt ji koçeriyê zehmetir nîne. Li welatê me tişta ku herî zêde zehmet e koçerî ye. Ji bo ku avê peyda bikim ez heta Hezêxê jî çûm. Lê belê min tangerek peyda nekir ku avê bînim. Niha 20 nifûsa min heye. Em bi sewalkariyê debara xwe dikin. Lê niha qîmeta pez jî nema ye. Niha bihayê pez û tenekeyek rûn heman e. Îsal me her tişteke xwe me deyn kiriye. Di van şert û mercan de em êdî nema dikarin koçeriyê bikin." 
 
'ZAROKÊN ME NEŞÛŞTÎ MANE’ 
 
Yek ji jinên koçer Hatîce Arslan (40) jî bi lêv kir ku ji ber tunebûna avê pezê wan nikare biçêre û got: "Zehmetiyên me pir in. Em niha bêav mane û mexdûr bûne. Bi keran em avê ji ciheke din tînin. Em pir zehmetiyê dikişînin. Zarokê me serneşûştî dimînin. Av tune ye ku em bidin pezê xwe. Ji berê ve zehmetî hebûn. Lê belê ne weke îsal bû. Em niha rezîl bûne. Av tune ye. Em dixwazin ku ava me berdin. Ji bo ku zarokên me bikaribin serê xwe bişon. Em êm didin pezê xwe lê av tune ye. Pez wê çawa êm ê xwe bixwe û biçêre? Di vê zivistanê de em ji neçariya xwe êvaran pez dibin cihên avî. Pez avê nevexwe nikare bijî. Av li tu deran nema ye."
 
Alî Arslan (30) jî diyar kir ku tişta ku DEDAŞ dike zilm e û bang kir ku ava wan demildest were berdan. 
 
MA / Zeynep Durgut
 
 

Sernavên din

11/02/2022
15:10 'Berpirsyarên gotinên li dijî elewiyan serkarê desthilatê ne'
15:07 Beştaş: Divê em malbatên di Nobeta Edaletê de bi tenê nehêlin
14:23 Başaran: Dê jin dawiya vê desthilatdariyê bînin
14:20 Şandeya HDP’ê serdana Mexmûrê kir: Xelkê Mexmûrê ne bi tenê ye
14:19 Îfadeya yekane şahidê êrişa Dedeogûllari piştî meh û nîvan hat wergirtin
14:03 Şandeya HDP’ê serdana Dêra Surp Giragosê kir
13:51 Doza Kobanê: Ji bo ku me gotiye bila kes nemire em hatine girtin
13:29 25 parêzer û rojnamevanek hatin beraetkirin
13:18 Ji bo hevşaredar Esmez 15 sal cezayê girtîgehê xwestin
13:05 Li Hezexê 2 kes hatin berdan
13:04 Li Dîlokê di nava 10 rojan de karkeran li 18 kargehan çalakî kirin
13:04 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:50 Jina ku ji qata 5’an kete xwarê bi giranî birîndar bû
12:28 Malbata Şenyaşar: Heq hiqûq edalet
12:07 'Rik'a Bahoz Baran derket
11:51 Cenazeyê Bîrsen Kars hat veşartin
11:50 Destûra xebatê ya Rûdawê çima hat betalkirin?
11:38 Ocalan: Hêza bingehîn a NATO’yê komplo pêk anî
11:07 Polîsan li Cizîrê 2 kes kirin binçavan
10:56 Operasyona Garê: Beriya kuştinê çareserî dikaribû bihata dîtin
10:13 Bersiva serlêdana Îmraliyê nehatiye dayîn: Divê Meclîs bikeve tevgerê
09:37 ‘Ew wêne îspata hevkariya Barzanî ya bi Tirkiyeyê re bû’
09:30 Cenazeyê Fatma Çîçek hat veşartin
09:25 Jinên HDP'î: Em ê di civaka biexlaq û polîtîk de israr bikin
09:16 Rojnamevan Zagros: Barzanî destkeftiyên kurdan belav dike
09:09 ‘Ne zem e, şêlandin e'
09:07 ‘Heya Aysel Tûglûk bê berdan em ê têbikoşin'
09:05 Qeyûm birayê seroka AKP'î kir midûrê îmarê
09:04 'Em ê li dijî faşîzmê di kongreyê de bên cem hev'
09:04 Bazarvanên Amedê: Divê xelk rabe ser piyan
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2022'YAN
10/02/2022
23:28 Meryem Malgaz a 65 salî hat girtin
22:43 Girtî Hasan Çelîk hat berdan
21:44 Li Mêrdînê mirineke biguman
20:50 Şandeya HDP'ê serdana rêxistinên civaka sivîl ên Amedê kir
19:34 MED-DER'ê 15-21'ê Sibatê wekî Hefteya Zimanê Kurdî îlan kir
19:02 Daxuyaniya ÎHD'ê ya têkildarî astengkirina çalakiyên dijî bihabûnê
16:07 Ji ber çêkirina sêke derheqê girtiyan de angaştname hat amadekirin
16:03 Miştekiyê Doza Kobanê dest ji gilîkariya xwe berda
15:36 Gergerlîoglu derheqê Fuat Oktay de serlêdana sûc kir
15:32 Malbaten girtiyan li Stenbolê daxwaza edaletê kirin
15:31 ‘Dema kurd dibin mijar edalet li vî welatî tune ye'
15:27 Cenazeyê Bîrsen Kars li Mala Cemê ya Gaziyê tê sekinandin
15:11 Cenazeyê Dîlen ji hêla bi sedan kesan ve hat veşartin
14:40 Kesên bi kujer Altun re li hotêlê mayîn xizmên 3 malbatan derketin
14:33 Di Doza Kobanê de zexta ‘bibe gazinker’ li miştekiyan hat kirin
14:28 Xizmên girtiyan: zarokên me bidin
14:05 Li Wanê jin bi rojeva 8'ê adarê li hev civiyan
13:24 Gunay: Deng bidin dengê kolanan
13:22 Ferît Şenyaşar: Dibin şirîkê sûc
13:11 DÎB’ê li dijî zeman Platforma Demokrasiyê danî
13:03 Ji bo azadiya kurê xwe yê birîndar têdikoşe
12:36 Doza nivîskar Azad Zal hat taloqkirin
12:31 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:00 Tirkiyê welatiyek din li Efrînê revand
11:53 Li Girtîgeha Rihayê gardiyan bi kûçikan lêgerîn pêk tînin
11:25 Ji bo Ocalan 23 sal in bênavber çalakî tên lidarxistin
11:06 Şandeya HDP’ê guh li gilî û gazinên sewalvanên Amedê kir
10:33 Dayikên Aştiyê daxwaza azadiya Ocalan kirin
10:12 Bayindir: PDK destkeftiyên gelê kurd diyarî rejîma AKP-MHP'ê dike
10:00 Parêzerên Ocalan ji bo bikeve tevgerê serî li NY'yê dan
09:03 Rojnamevan Êzidî: Çawa ku Teyrê Tawis serî netewand, dê êzidî jî netewînin
09:03 Wêneyên malbatê bi hinceta 'xetere ne' nedanê
09:03 Fatûreyên ceyranê heqê kirê jî derbas kirin
09:03 Midûrên bijartî yên girtîgehan: Hiqûqa dijminatiyê pêk tînin
09:03 Kav: Perspektîfa çareseriyê ya Ocalan li ser hemû meseleyên cîhanê disekine
09:03 Di dosyeya 'kiryarên wê diyar' de biryara 'kiryar nediyar' hat dayîn
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2022'YAN
09/02/2022
21:36 Şagirtên Ma Musîcê bi performansa xwe temaşevan heyr hiştin
20:16 Li Amûdê êrişek hewayî: Zarokek mir, 3 kes birîndar bûn
19:36 Başaran: Divê em ji bo girtiyên nexweş têkoşîna hevpar nîqaş bikin
16:54 Ji kujerê Dîlek Kaya re cezayê muebbeta giran hat xwestin
16:46 HDP'ê li Îzmîrê banga kongreya xwe kir
16:14 Cerdevanê ku 2 kesan kuşt hat binçavkirin
16:04 'Polîtîkaya tecrîdê parçeyeke Komploya 15’ê Sibatê ye'
16:01 Li Derikê şermezarkirina zema ceyranê
15:35 HDP: Bila kargehên hilberandin û belavkirinê yên ceryanê bên îstimlakkirin
15:34 Di dosyaya derhêner Selamo de biryar nepeniyê hat dayîn
15:24 Rêxistinên elewiyan li dijî fatoreyên ceyranê serî li dadgehê dan
15:02 CHP’ê zemên li ceryanê hatine kirin protesto kir
14:42 Li Efrînê 2 sivîl hatin revandin
14:17 Rojnameger Demîr beraet kir
14:11 Platforma Azadî Ji Aysel Tugluk û Girtiyên Nexweş re hat avakirin
14:04 Ayşe Gokkan û 3 jinên girtî bi koronayê ketin
13:53 Li Dara Hênê aşûtê rê girt
13:52 Polîsan bi kuştinê gef li wan xwarin
13:41 Ji bo tevlibûna doza Mehmet Sîncar bang kirin
13:17 Êrişa li dijî endamên meclisê şaredariyê hat şermezarkirin
12:59 Li Hezexê gundiyan şerê erd kir û 8 kes birîndar bûn
12:54 Surucu cezaya ku li Guven hatibû birîn bir rojeva meclisê
12:41 Wê derbarê jinên siyasetmedar de mutalaa bê amadekirin
12:28 Rewşa Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korsakoff e giran e
12:27 Ji bo Guzel şerha destnedayînê: Em siyaseta jiyanê diparêzin
12:22 Emîne Şenyaşar bangî jinan kir
12:03 Derbarê Gergerlîoglû de biryara neşopandinê hat dayîn
11:24 Derbarê Leyla Guven de doznameyeke nû hat amadekirin
10:57 Li Afyonê otobusa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn
10:47 Karkerên depoyê yên Mîgrosê banga boykotê kirin
10:35 Qeyûmê Nisêbînê 5 qadên xizmetê ji rantê re vekirin
10:31 Yannis Vasilis Yaylali: Ji bo sergirtina têkçûnê yek bi yek dîlan înfaz kirin