Yuksekdag: We edaletê li çarmixê da, hûn ê bi ser nekevin

  • rojane
  • 18:22 11 Sibat 2022
  • |
img
ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag bertek nîşanî îfadeyên şahidên nepen ên Doza Kobaniyê da û got: "We edaletê li çarmixê da. Hûn ê bi ser nekevin." 
 
Danişîna 9'an a Doza Kobanê di roja 8'an de li Kampusa Girtîgeha Sîncanê dewam kir. Endamên Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê, parlementerên partiyê, rêvebirên HDP'ê yên Enqereyê û gelek parêzer tevli danişîna li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê bûn. Siyasetmedarên di Girtîgeha Sîncanê de anîn hêwana danişînê û siyasetmedarên di girtîgehên cuda de jî bi rêya SEGBÎS'ê tevli danişînê bûn. Hin siyasetmedar jî ji ber hin pirsgirêkan tevli danişînê nebûn. 
 
Piştî navberê danişîn bi beyanên parêzeran dewam kir. 
 
Piştî parêzran endamê Pena-Kurd Nezîr Çakan axivî. Çakan, destnîşan kir ku ji xeynî beyanên şahidan derbarê wî de tu delîl tune ne û got: "Ez cotkarek im û li gund dimam. Her wiha ez helbestvan im. We min bi îfadeyên derewîn, bi xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê sûcdar kir. Gelo min li fûara pirtûkan bi îmzekirina pirtûkan yekîtiya dewletê xera kir? Gelo min bi cotkariyê yekîtiya dewletê xera kir? Tu delîlek tune ku girtina min piştrast bike. Ez doza berdanê dikim." 
 
Piştî parêzerê Çakan, endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Zeynep Olbecî, parastin kir. Olbecî, parastina xwe bi kurdî kir. Olbecî got: "Heyetê mîkrofona min girt. Gava bixwazin, dixwazî wergêr hebe yan jî tune be mafê gotinê didin, lê gava bixwazin jî gotina min dibirin. Li vira jî zextên li ser zimanê me didomin. Ez vê helwestê qebûl nakim. Demek berê ji Bakirkoyê hatim. Gava li wir bûm hard-dîsk şandin. Keys çêbû ez sê caran li hard-dîskê mêze bikim û paşê min biryar da werim vira. Hard-dîska min li wir ma û dixwazim wê bişînin vira. Min bi rêya hevalên xwe di wan hard-dîskan de dît ku bê li Amedê mirov çawa hatine kuştin. Ez ê piştî bidestxistina agahî, belge û vîdeoyên di wan de parastina xwe bikim." 
 
Paşê Endama Desteya Rêvebir a Navendî ay HDP'ê Zeynep Karaman parastin kir. Karaman, parastina xwe bi kurdî kir. Karaman got, anî ziman ku nû ji Girtîgeha Edîrneyê hatiye û tu hard-dîsk nehatine vira. Karaman, bilêv kir ku parêzerê wê ne li vira ye û pir en serwextê dozê ye. Karaman, di berdewama parastina xwe de destnîşan kir ku ew ji bo siyaseteke demokratîk xebatên xwe didomînin û got: "Xebatên me yên ji bo azadiya jinê û wekheviyê didomin. Her wiha daxwazên me hene ji bo meseleya kurdî bi awayekî demokratîk bê çareserkirin. Mesele meseleya hemû gelan e. Meseleya ciwanan, karkeran, dîndaran, kedkaran e. Lê ev îdianame naxwaze ev mesele bê helkirin. Em naxwazin dadgeh berbayî armancên îqtidara siyasî bikeve. Ev doz, dozeke ku dixwazin HDP'ê tasfiye bikin. Bi her awayî hiqûqeke dijminatiyê pêk tê. Em dixwazin biryareke adil bê dayîn. Tu hincetek tune ji bo ragirtina me ya li vira. Doza berdanê dikim." 
 
Meryem Adibellî diyar kir ku naxwaze di vê danişînê de biaxive û xwest parêzerê wê biaxive. 
 
Pervîn Odûncû jî destnîşan kir ku tekane daxwaza wê darizandinek adil û bêalî ye. 
 
Paşê Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekda bi rêya SEGBÎS'ê tevli danişînê bû. Yuksekdag, destnîşan kir ku heya krîza şahidê nepen ya duh rû da neyê çareserkirin domandina vê dozê ne pkan e. Yuksekdag got: "Nepêşbîniya vê dozê hat piştrastkirin. Tu îtibar û rewabûnek wê tune ye. Hûn jî baş dizanin li vira bi navê darizandinê tiştek tune ye. Hûn vê yekê her roj piştrast dikin. Ne darizandin e, tu dibêjî qey nivîsa 'Dibe hirç derê pêşiya we' ya li Kastamonûyê ye. Em û parêzerên me deraqiliya li vira dibêjin, lê hûn li gor salnameya xwe tevdigerin û hewl didin em di vê pêvajoyêd e asê bikin. Plana we ya ku hûn vê dozê di demeke kurt de biqedînin xera bû. Êdî hûn evgeriyan stratejiya domandina heta bi hetayê." 
 
Yuksekdag, di berdewama parastina xwe de bilêv kir ku pergala bêedaletiyê êdî bi sazûman bûye û her biryareke heyeta dadgehê çarenivîsa welêt diyar dike û got: "Lê ev keştî êdî wisa nameşe." 
 
Yuksekdag,  got: "Me li Enqereyê, li Pirsûsê, li Dîlokê li orta hêwana dawetê cenaze rakirin. Em li avahiyên partiyên xwe rastî êrişên alçaxan hatin. Ev alçax ji aliyê polîsan ve hatin parastin. Ger hiqûq hiqûq be, dê HDP'ê biparêze, lê hûn tirsonek in. We têgiha edaletê bi sînorên xwe yên tabelayê li dîwarê dadgehan li çarmixê da. Ê wê çarmixê daxîne em in. Ger bi awayekî şiklî be jî, divê hûn vê bêhiqûqtiyê bisekinîn. Hûn bi van derewan û durîtiyê dixwazin krîza siyasî çareser bikin. Lê hûn ê bi ser nekevin. Dê hiqûq bê vî welatî, dê edalet bê. Em ê wan rojan bibînin, hûn jî bibînin.' 
 
Piştî Yuksekdagê, Gultan Kişand axivî. Kişanakê jî ji bo domandina kûmpasê kûmpasine xelekî yên nû lê hatien zêdekirin û got: "Em ê bibînin, bê derew çawa diqedin, bê heqîqet çawa eşkere dibe. Ne ji ber ku hêviyek me ji vê heyetê heye em xeber didin. Em û parêzer şaşiyên tên kirin û tiştên dijî hiqûqê tên kirin rêz dikin ji roja ewil de. Lê hûn, wekî tu tişt nehatibe gotin guhên xwe digirin. Ger ev bêhiqûqîtî li bin ehv bên nivîsandin dê ji Enqereyê heya Kocaeliyê dirêj bin. Senaryoyeke xirab hatibû nivîsandin û we wê wekî îdianameyê qebûl kir. Niha jî hûn dixwazin ser derewên kifş bûn bigirin. Ez wî şahidê nepen nas dikim. Ez kesên ji sibehê heya êvarî di çapemeniyê de qamê dikin, her êvar temaşe dikim. Wer xuya ye kaxizek dane we. Min bi salan rojnamevanî kir, ez ew qas rast xeber didim, peyvek netekûz jî tune ye. Dewletê ew îfade danî wir, dewletê. Li Tirkiyeyê siyaset dîskorsekê çêdike û îqtidar jî derbarê wan siyasetmedarên ne li gor dilê xwe fermanê dide." 
 
Danişîn bi parastina siyasetmedaran didome. 

Sernavên din

17/02/2022
11:11 Li Mêrsînê ‘Pêşangeha Pirtûkên Girtiyan’ tê vekirin
10:08 Ocalan: Ev pêncî sal in em ji bo zimanê xwe têkoşîneke bêhempa didin
09:02 Îfadeya Kasim Guler ê DAIŞ'î hat girtin: Kiryar çalak in û li ser kar in
09:02 Krîz kûr dibe: Em xwe bi kîsikê ava germ, germ dikin
09:02 ‘Paradîgmaya Ocalan dê li vê erdnîgariyê bi ruh û can bibe'
09:02 Navê rojnamevanê hat qetilkirin li 40 zarokî hatiye kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2022'YAN
01:00 Êriş birin ser avahiya HDP'ê ya Yuregîrê
16/02/2022
21:45 Ji bo rojnamevan Dûrgût kampanya
20:33 Li Mêrdînê 22 kest hatin berdan
18:32 Îfadeya rojnamevan Dûrgût a li midûriyeta polîsan hat girtin
16:25 Nobeda Edaletê: Em zarokên xwe dixwazin
16:10 Li Edeneyê kesek hat girtin û 13 kes hatin berdan
16:02 LaWje dê li Stenbolê konserek bide
15:59 Baroya Çewlikê dê giliyê tundiya leşkeran bike
15:41 Jinan bertek nîşanî rapora ji bo Tûglûk hatiye amadekirin da
15:33 Tê payîn ku li komîsyonê dê Tiryakî li şûna Guzel parastinê bike
15:09 Li Çewligê 10 kes hatin berdan
14:55 Ji bo doza Buldan dê ji AYM’ê agahiyan bixwazin
14:34 Ji bo nîşandana gorên Şêx Seîd û hevalên wî serî li wezaretê dan
14:34 Cezayê ji bo şermezarkirina mirina Gezer hatibû dayîn ‘guncav’ hat dîtin
14:18 Li Agiriyê 6 kesên din jî hatin binçavkirin
14:09 Hiqûqnasan giliyê îşkencekarên li Girtîgeha Amedê kirin
13:57 Ji rapora HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: MÎT, gefan li welatiyan dixwe
13:54 'Ne karker, divê patron vî welatî biterikînin'
12:44 TGS’ê bertek nîşanî nedayîna mûçeyê rojnamevanan da
12:25 Malbata Şenyaşar: Em ê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:33 Ronî: Daxwaza gelê kurd perwerdehiya bi zimanê kurdî ye
11:10 Hemû binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
10:54 Di operasyona hişbirê ya Licê de gosermetên nû
10:11 Gelo ATK çima nexweşîna Aysel Tugluk nabîne?
10:11 Li Îmraliyê sepana 'incommunicado' di meriyetê de ye
09:30 Ji bo ku fatûreyên xwe razînin kelûpelên xwe difiroşin
09:03 Fatûreyên sendeliyên bi ceyran giran bûn!
09:02 HDP'î û DBP'î sûcdar kirin: Çima hûn tevli daxuyaniyan bûn?
09:02 ‘Ger em têbikoşin dê dewlet nikaribe neheqiyan bike'
09:02 Taşçier: Rêya Sêyem dê siyaseta Tirkiyeyê biguherîne
09:02 Dayika tim ji bo zimanê xwe li ber xwe da: Îpek Elmas
09:02 Bernameya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê eşkere bû
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2022'YAN
15/02/2022
22:58 Nisêbînê 15'ê Sibatê şermezar kir
21:10 Dayika Bêrîvan Cizîrî jiyana xwe ji dest da
21:02 Çalakiya lembetefandinê ya esnafên Amedê bi dawî bû
18:54 Li Agiriyê 5 kes hatin girtin
18:43 Tirkiyeyê êriş bi ser Til Rifatê: 2 jê zarok 5 birîndar
18:34 Li dijî komployê meşeke girseyî: Silav hezar silav li Îmraliyê!
17:14 Parêzerê rojnameger Dûrgût pê re hevdîtin kir
16:54 MKGP'ê bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Dûrgût da
16:53 Ji Qada Deriyê Çiyê bang kirin: Bila Ocalan biaxive
16:38 Nobeta Edaletê di roja 92’yemîn de berdewam e
16:32 Dadgehê biryara astengkirina malpera Xwebûnê betal kir
16:31 Leşkeran di serdegirtina malê de tundî kir
16:06 HDP: Tecrîdê rakin, bila Ocalan biaxive
15:58 Rêxistinên elewiyan: Em ê fatûreyên cemxaneyan ranezînin
15:57 Dozger li Tûncel û Akdenîz ên îşkence li wan hatibû kirin doz vekir
15:45 Rêveberê MEBYA-DER’ê Olçen beraet bû
15:15 Komploya 15’ê Sibatê li gelek bajaran hat protestokirin
14:14 ‘Çima di astengiya li pêşiya aştiya civakî de israr dikin?’
14:10 Serokkomarê Îsraîlê dê serdana Tirkiyê bike
14:06 Cenazeyê Guvenç hat veşartin
13:56 Kujerê penaber Tacîk bi 5 mehan ceza kirin
13:39 Bûldan: Komplo negihîşt armanca xwe
13:32 Kedkara tenduristiyê yê îxrackirî jiyana xwe ji dest da
13:28 Li Wanê 15’ê Sibatê şermezar kirin: Sekna Îmraliyê komplo vala derxist
13:24 Rêxistinên rojnamegeran xwestin ku Dûrgût were berdan
13:16 Di doza greva birçîbûnê de biryara beraetê hat dayîn
13:10 Malbata Şenyaşar: Di çavên gel de kesê windakirî diyar e
12:47 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Zindî ne bes bûn êdî dora miriyan e!
12:40 335 kesan ji bo Mîgrosê banga boykotê kirin
12:10 DBP û TJA'yê banga azadiya Ocalan kirin
12:10 Cerdevanê ku dest dirêjî keçeke 16 salî kir hate berdan
11:35 Li Enqereyê jin xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin: Jin wê li Qada Tandoganê bin
11:28 Rojnamevan Agirel û Pehlîvan dîsa dikevin girtîgehê
11:12 Dê derheqê parêzer Ulaş de mutalaa bê amadekirin
10:58 Serdana HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: Li wan zilm hatiye kirin
10:58 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: 35 kes hatin binçavkirin.
10:37 Serokê Goç-Der’a Çûkûrovayê Guvenç jiyana xwe ji dest da
09:57 Ji girtiyan daxuyaniya 15'ê Sibatê: Sala 2022'yan wê bibe sala azadiya Ocalan
09:54 Li Stenbolê rojnamevanek û siyasetmedar hatin binçavkirin
09:34 Li Uşakê jinek hat qetilkirin
09:04 Seroka Komeleya Koçberiyê: Penaber bi awayekî sîstematîk tune tên hesibandin
09:03 Kilavuz: Em ê fatûreyên ceryanê yên cemxaneyan nedin
09:03 Xizmên girtiyan: Heya zarokên me neyên berdan em ji vir naçin
09:03 Ocalan: Ez ji heqê komployê derdikevim
09:03 Jinên Rihayî: Em azadiya birêz Ocalan dixwazin
09:03 Dayikên girtiyan: Em îro ranebin ser piya wê sibê pir dereng be
09:03 Dayika Fatma Eraslan: Hêviya min ji edaletê nema ye
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2022'YAN
14/02/2022
22:49 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Komplo bi saya têkoşîna Ocalan bi ser neket
20:40 Li Amedê 27 ciwan hatin binçavkirin
18:40 Li Rihayê komplo hat şermezarkirin
18:33 Li Wanê 4 kes hatin girtin
18:27 Derbarê rojnamevan Dûrgût de biryara qedexeya hevdîtina bi parêzer re
16:52 KKP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
16:46 DAD’ê xwest ku qeymeqamê Qislê ji peywirê bê girtin
16:42 Hevseroka HDP’a Mûşê hat berdan
16:37 'Dilê me dayikan diêşe, girtiyan berdin'
16:24 Protestoya 15'ê Sibatê: Wê komploger winda bikin û azadî qezenc bike
16:19 DBP çû serdana TUAY-DER û AYKAY-DER'ê