Xelk bi tirs li benda hatina fatûreyên xwe ne!

  • rojane
  • 09:04 12 Sibat 2022
  • |
img

STENBOL - Welatî û esnafên li Kadikoyê li hember bihabûnê bertek nîşan dan û anîn ziman ku sedemên bihabûnê polîtîkayên îktidarê yên xelet in û gotin ew bi tirs li benda hatina fatûreyên xwe ne. 

Li Tirkiyê ji ber bihabûna ceyran û gaza xwezayî, welatî, karker û karmend nikarin fatûreyên xwe razînin. Ji ber polîtîkayên îktidarê ku di aboriyê de rê li ber krîzan vedike, fatûreyên biha li xelkê tê birîn. Li bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê bi deh hezaran welatî daketin qadan û fatûreyên ceyranê, gaza xwezayî û bihakirina xwarinê protesto kirin û ev protesto berdewam dikin. 
 
Her wiha lig elek bajarên rojavayê Tirkiyê jî xelkê li dijî bihabûnê nerazîbûn nîşan da û bihabûna ceyran û gaza xwezayî protesto kirin. Yek ji van navnîşanên ku xelk daket qadan jî Stenbol e. Esnaf û welatiyên ku nikarin van fatûreyên zêde li wan hatine birîn, razînin û bi camên kargehan ve daliqandin. Li navçeya Kadikoyê welatî û esnafên ku nikarin fatûreyên xwe razînin, ji ajansa me re axivîn û bertek nîşanî bihabûnê dan. 
 
XELK NE DI XEMA ÎKTIDARÊ DE YE 
 
Yek ji van şêniyên Kadikoyê Faruk Saraç da zanîn ku îktidar bi vê yekê fersendê dide şirketên mezin û gel perîşan bûye. Saraç anî ziman ku ew li malê du kes dijîn û vê mehê ji meha berê fatûreya wî bihatir hatiye û dikin û nakin nikarin heqê fatûreyan bidin. Saraç da zanîn ku ew jî nizanin wê ev rewş çawa bibe û got: “Ez pirs dikim kesên ku bi meaşê asgarî dixebitin wê çawa debara xwe bikin? Hemû sedemên bihabûnê ceyranê ew şîrketên taybet in. Îktidar dîbêje, ‘Bila şirket kar bikin, çi ji welatiyan tê bila were’. Xwedê alîkarê me be.” 
 
‘EZ BI HALÊ ME DIKENIM’ 
 
Welatiyê bi navê Ramazan Ulusoy ji got halê wan yê xerab li berçavan e û kes nikare fatûreyên xwe razîne. Ulusoy da zanîn ku kesên ku bi meaşê herî kêm dixebite bi zehmetî debara xwe dike û got: “Ez li meaşê distînim û li halê xwe dinêrim, kenê min bi me tê. Pêkenok e. Em dixwazin van zemên hatine kirin paş ve werin kişandin.” 
 
DAYIKA WÊ BI TIRS LI BENDA HATINA FATÛREYAN E 
 
Dîcle Serayge jî anî ziman ku gel li hemberî bihabûna bertek nîşan nadin û wek ku tu tişte nebûye dijîn û tenê temaşe dikin ka dê halê wan çawa bibe. Serayge diyar kir ku tiştên ku ew dijîn ne normal in û wiha got: “Her tişt hat bihakirin û çi wateya meaşê herî kêm nema. Hêj fatûreya me nehatiye. Beriya fatûreyên me werin tirsek ketiye dilê dayika min. Ew her roj bi tirsa wê fatûreya me çiqas were dijî. Ez xwendekar im û nikarim debara xwe bikim. Em dixwazin zemên hatine kirin bila werin kêmkirin.” 
 
‘WELAT DI WARÊ ABORÎ DE TÊK ÇÛYE’ 
 
Servet Yulali ku li hember bihabûnan gazinên xwe anî ziman û wiha got: “Her meh fatûreyên ceyranê li gorî mehên berê gihatir tên. Em nikarin ji bin bihayê fatûreyan derkevin. Ez sibê bizewicim ez ê çawa xwe xwedî bikim. Her tişt biha bûye. Vê meha bihûrî me qet gaza xwezayî bikar neaniye 750 lîre fatÂure ji me re hatiye. Welat di warê aboriyê de têk çûye. Ji ber rewşa aborî her kes bi fikar dijî.” 
 
‘SEDEM TAYBETKIRINA ŞIRKETAN E’ 
 
 Serap Gûltekîn jî da zanîn ku ew kesên bûne sedêmên bihabûnan heqê xwe li wan helal nake û got: “Fatûreya me 600-700 lîre hatiye. Vê mehê heqê ceyrana me 670 lîre hatiye. Meha beriya wê 140 lîre hatibû. Sedemên vê bihabûnê ew e ku saziyên dewletê xistine destê şirketên taybet.” 
 
‘EM BI ZORÊ XWE LI SER PIYA DIGIRIN’
 
Umît Yaşardevelî yê esnafiyê dike jî diyar kir ku di nava 2 mehan de bihayê fatûreyên wî du qat zêde bûne û hemû karmend li ber vê rewşê bi gazin in. Yaşadevelî anî ziman ku ji heqê kirê zêdetir heqê ceyranê tê û wiha got: “Fatûreya min a meha berê 702 lîre hatibû. Vê mehê hezar û 323 lîre hatiye. Heqê fatûreya kargeha min jî hezar û 300 lîre hatiye. Karê me jî nabe. Em esnafên biçûk bi darê zorê li ser piya disekinin. Min hêj heqê fatûreyê nerazandiye. Hefteya pêşiya me wê bên ceyranê bibirin.” 
 
RO BI RO XWEZÎ BI DUH E 
 
Yaşardevelî destnîşan kir ku sedemê van bihabûnan îktidar e û got: “Niha ceyran ji aliyê şirketên taybet ve tê belavkirin. Ew ji dewletê bi erzanî digirin û ew jî biha difiroşin me. Dixwazin qezenc bikin. Tiştekî ku xelk bike tune ye. Kes nikare dengê xwe derxe. Yên ku dengê xwe jî derdixin, serê wan ditewînin. Em zorê xwe rojane xwe xwedî dikin.” 
 
HÊJ NÛ BIHABÛNEK WIHA DIBÎNE 
 
Sellattîn Înce yê teqewît jî destnîşan kir ku li hemberî bihabûnê îsyanê dike û got: “Tiştên ku me bi 3 lîreyan dikirî, niha bûye 6 lîre. Teqewît nikarin xwe xwedî bikin. Kes nikare fatûreyan bide. Kîloyek xiyar bûye 30 lîre. Ez 73 salî me, min di jiyana xwe de bihabûnek wiha nedîtiye. Em nikarin xwe xwedî bikin. Em di serdema herî nexweş de derbas dibin.” 
 
 

Sernavên din

17/02/2022
11:11 Li Mêrsînê ‘Pêşangeha Pirtûkên Girtiyan’ tê vekirin
10:08 Ocalan: Ev pêncî sal in em ji bo zimanê xwe têkoşîneke bêhempa didin
09:02 Îfadeya Kasim Guler ê DAIŞ'î hat girtin: Kiryar çalak in û li ser kar in
09:02 Krîz kûr dibe: Em xwe bi kîsikê ava germ, germ dikin
09:02 ‘Paradîgmaya Ocalan dê li vê erdnîgariyê bi ruh û can bibe'
09:02 Navê rojnamevanê hat qetilkirin li 40 zarokî hatiye kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2022'YAN
01:00 Êriş birin ser avahiya HDP'ê ya Yuregîrê
16/02/2022
21:45 Ji bo rojnamevan Dûrgût kampanya
20:33 Li Mêrdînê 22 kest hatin berdan
18:32 Îfadeya rojnamevan Dûrgût a li midûriyeta polîsan hat girtin
16:25 Nobeda Edaletê: Em zarokên xwe dixwazin
16:10 Li Edeneyê kesek hat girtin û 13 kes hatin berdan
16:02 LaWje dê li Stenbolê konserek bide
15:59 Baroya Çewlikê dê giliyê tundiya leşkeran bike
15:41 Jinan bertek nîşanî rapora ji bo Tûglûk hatiye amadekirin da
15:33 Tê payîn ku li komîsyonê dê Tiryakî li şûna Guzel parastinê bike
15:09 Li Çewligê 10 kes hatin berdan
14:55 Ji bo doza Buldan dê ji AYM’ê agahiyan bixwazin
14:34 Ji bo nîşandana gorên Şêx Seîd û hevalên wî serî li wezaretê dan
14:34 Cezayê ji bo şermezarkirina mirina Gezer hatibû dayîn ‘guncav’ hat dîtin
14:18 Li Agiriyê 6 kesên din jî hatin binçavkirin
14:09 Hiqûqnasan giliyê îşkencekarên li Girtîgeha Amedê kirin
13:57 Ji rapora HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: MÎT, gefan li welatiyan dixwe
13:54 'Ne karker, divê patron vî welatî biterikînin'
12:44 TGS’ê bertek nîşanî nedayîna mûçeyê rojnamevanan da
12:25 Malbata Şenyaşar: Em ê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:33 Ronî: Daxwaza gelê kurd perwerdehiya bi zimanê kurdî ye
11:10 Hemû binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
10:54 Di operasyona hişbirê ya Licê de gosermetên nû
10:11 Gelo ATK çima nexweşîna Aysel Tugluk nabîne?
10:11 Li Îmraliyê sepana 'incommunicado' di meriyetê de ye
09:30 Ji bo ku fatûreyên xwe razînin kelûpelên xwe difiroşin
09:03 Fatûreyên sendeliyên bi ceyran giran bûn!
09:02 HDP'î û DBP'î sûcdar kirin: Çima hûn tevli daxuyaniyan bûn?
09:02 ‘Ger em têbikoşin dê dewlet nikaribe neheqiyan bike'
09:02 Taşçier: Rêya Sêyem dê siyaseta Tirkiyeyê biguherîne
09:02 Dayika tim ji bo zimanê xwe li ber xwe da: Îpek Elmas
09:02 Bernameya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê eşkere bû
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2022'YAN
15/02/2022
22:58 Nisêbînê 15'ê Sibatê şermezar kir
21:10 Dayika Bêrîvan Cizîrî jiyana xwe ji dest da
21:02 Çalakiya lembetefandinê ya esnafên Amedê bi dawî bû
18:54 Li Agiriyê 5 kes hatin girtin
18:43 Tirkiyeyê êriş bi ser Til Rifatê: 2 jê zarok 5 birîndar
18:34 Li dijî komployê meşeke girseyî: Silav hezar silav li Îmraliyê!
17:14 Parêzerê rojnameger Dûrgût pê re hevdîtin kir
16:54 MKGP'ê bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Dûrgût da
16:53 Ji Qada Deriyê Çiyê bang kirin: Bila Ocalan biaxive
16:38 Nobeta Edaletê di roja 92’yemîn de berdewam e
16:32 Dadgehê biryara astengkirina malpera Xwebûnê betal kir
16:31 Leşkeran di serdegirtina malê de tundî kir
16:06 HDP: Tecrîdê rakin, bila Ocalan biaxive
15:58 Rêxistinên elewiyan: Em ê fatûreyên cemxaneyan ranezînin
15:57 Dozger li Tûncel û Akdenîz ên îşkence li wan hatibû kirin doz vekir
15:45 Rêveberê MEBYA-DER’ê Olçen beraet bû
15:15 Komploya 15’ê Sibatê li gelek bajaran hat protestokirin
14:14 ‘Çima di astengiya li pêşiya aştiya civakî de israr dikin?’
14:10 Serokkomarê Îsraîlê dê serdana Tirkiyê bike
14:06 Cenazeyê Guvenç hat veşartin
13:56 Kujerê penaber Tacîk bi 5 mehan ceza kirin
13:39 Bûldan: Komplo negihîşt armanca xwe
13:32 Kedkara tenduristiyê yê îxrackirî jiyana xwe ji dest da
13:28 Li Wanê 15’ê Sibatê şermezar kirin: Sekna Îmraliyê komplo vala derxist
13:24 Rêxistinên rojnamegeran xwestin ku Dûrgût were berdan
13:16 Di doza greva birçîbûnê de biryara beraetê hat dayîn
13:10 Malbata Şenyaşar: Di çavên gel de kesê windakirî diyar e
12:47 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Zindî ne bes bûn êdî dora miriyan e!
12:40 335 kesan ji bo Mîgrosê banga boykotê kirin
12:10 DBP û TJA'yê banga azadiya Ocalan kirin
12:10 Cerdevanê ku dest dirêjî keçeke 16 salî kir hate berdan
11:35 Li Enqereyê jin xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin: Jin wê li Qada Tandoganê bin
11:28 Rojnamevan Agirel û Pehlîvan dîsa dikevin girtîgehê
11:12 Dê derheqê parêzer Ulaş de mutalaa bê amadekirin
10:58 Serdana HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: Li wan zilm hatiye kirin
10:58 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: 35 kes hatin binçavkirin.
10:37 Serokê Goç-Der’a Çûkûrovayê Guvenç jiyana xwe ji dest da
09:57 Ji girtiyan daxuyaniya 15'ê Sibatê: Sala 2022'yan wê bibe sala azadiya Ocalan
09:54 Li Stenbolê rojnamevanek û siyasetmedar hatin binçavkirin
09:34 Li Uşakê jinek hat qetilkirin
09:04 Seroka Komeleya Koçberiyê: Penaber bi awayekî sîstematîk tune tên hesibandin
09:03 Kilavuz: Em ê fatûreyên ceryanê yên cemxaneyan nedin
09:03 Xizmên girtiyan: Heya zarokên me neyên berdan em ji vir naçin
09:03 Ocalan: Ez ji heqê komployê derdikevim
09:03 Jinên Rihayî: Em azadiya birêz Ocalan dixwazin
09:03 Dayikên girtiyan: Em îro ranebin ser piya wê sibê pir dereng be
09:03 Dayika Fatma Eraslan: Hêviya min ji edaletê nema ye
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2022'YAN
14/02/2022
22:49 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Komplo bi saya têkoşîna Ocalan bi ser neket
20:40 Li Amedê 27 ciwan hatin binçavkirin
18:40 Li Rihayê komplo hat şermezarkirin
18:33 Li Wanê 4 kes hatin girtin
18:27 Derbarê rojnamevan Dûrgût de biryara qedexeya hevdîtina bi parêzer re
16:52 KKP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
16:46 DAD’ê xwest ku qeymeqamê Qislê ji peywirê bê girtin
16:42 Hevseroka HDP’a Mûşê hat berdan
16:37 'Dilê me dayikan diêşe, girtiyan berdin'
16:24 Protestoya 15'ê Sibatê: Wê komploger winda bikin û azadî qezenc bike
16:19 DBP çû serdana TUAY-DER û AYKAY-DER'ê