Li seranserê cîhanê girtîgeheke bêmîsal: Îmrali!

  • rojane
  • 09:07 12 Sibat 2022
  • |
img

EDENE - Girtîgeha Îmraliyê ya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 23 sal in tê de ye, çendî hîmê xwe ji Girtîgeha Gûantanamiyê wergirtibe jî û hin hêlên wan bişibin hev du jî, lê îro ro li seranserê cîhanê mînakek wekî wê tune ye. 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi komployeke navdewletî ewilî di sala 1998'an de ji Sûriyeyê hat derxistin. Piştî vê bi tevkariya gelek dewletan di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Çawa ku Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin û ew anîn Tirkiyeyê Girava Îmraliyê zûzûka hat valakirin û ew xistin wir. Navê vê girtîgeha ku girtîgeheke nîvvekirî bû û girtiyên edlî tê de diman, wekî Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F hat guherandin. 
 
DI 1935'AN DE HAT ÇÊKIRIN
 
Girtîgeha li Girava Îmraliyê, ewilî di 11'ê Tebaxa 1935'an de hat vekirin. Gava nû ewilî hat vekirin, armanc ew bû ku girtî li wir karên çandiniyê bikin. Ewilî 50 kesên ji ber sûcên cinayetê hatibûn girtin û di girtîgehên Stenbol û Bûrsayê de bûn anîn vira. Li vê giravê serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê Adnan Menderes û wezîr Fatîh Ruştu Zorlû û Hasan Polatkaya jî mane û ji xeynî wan sînemager Yilmaz Guney, wênesaz Îbrahîm Balaban û wênesazê rûm Andulos Stafanodîs jî tê de mane. 
 
HERÊMA QEDEXE
 
Gava Ocalan di 15'ê Sibata 1998'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin û ew xistin vê girtîgehê, Girava Îmraliyê wekî "herêma ewlehiya taybet" hat îlankirin. Li girtîgehê midûrek û 3 alîgirên midûr û 34 gardiyan hene. 700 esker jî berpirsê ewlehiya wê ya derve ne. Keştiyên sivîl tenê bi qasî 3 mîlan dikarin nêzî giravê bibin û her wiha helîkopterên sivîl jî nikarin di ser giravê re biçin. 
 
LI WIR HIQÛQ Û QANÛN NE DERBASDAR IN'
 
Li Girtîgeha Îmraliyê ku awayê rêvebiriya wê bi protokoleke taybet hatiye diyarkirin, 23 sal in ne hiqûqa navxweyî, ne jî ya Tirkiyeyê lê nederbasdar e. Ên tiliya wan di avakirina vê girtîgehê û revnadina Ocalan de hene hêzên navdewletî yên wekî DYA'yê ne. Jixwe Ocalan ji bo Tirkiyeyê gotibû, Tirkiye li vir rola "notirvaniyê û gardiyantiyê" dilîze. 
 
GÛANTANAMO
 
Girtîgeha Îmraliyê, bi feraseta Gûantanamoya DYA'yê ji bû ve hatiye sererastkirin. Du taybetmendiyên wê û yên Gûantanamoyê dişibin hev du. Ya ewil xwe disipêre "revandineke korsanî" û ya dudoyan jî li van girtîgehan hiqûqên neteweyî û navdewletî ne derbasdar in. 
 
MÎNAKEK WEKÎ WÊ TUNE YE
 
Çendî Girtîgeha Îmraliyê bi Gûantanamoyê re bê berawirdkirin jî, lê şert û mercên wê ji yên Gûantanamoyê girantir in. Li Gûantanamoyê bi xwe jî mafê wekî hevdîtina bi parêzeran, bi malbatê re, mafê name, telefon, faks û telgirafê ne mafine qedexe bûn, lê li Girtîgeha Îmraliyê ev maf tune ne. Çendî bi hin aliyên xwe bişibin hev du jî, lê îro ro li seranserê cîhanê mînakek wekî wê tune ye. 
 
PÊKANÎNÊN LI ÎMRALIYÊ
 
Li Îmraliyê bi tu awayî qanûnên Tirkiyeyê pêk nayên. Mafên li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê pêk tên, li Îmraliyê ji bo Ocalan esas nayên girtin. Li Tirkiyeyê tu girtî li cihekî hem ji hewayê, hem ji behrê û hem jî ji bejahiyê wekî herêma qedexe hatibe îlankirin nayê ragirtin. 
 
Ocalan bi van gotinan pergala Îmraliyê xulase kiribû: "Kes nikare 6 rojan jî di van şert û mercan de bimîne. Em avêtine vira. Ez girtiyê herî giran ê cîhanê me. Rojavayê cîhanê jî di nav de. Ê min daye girtin pergala kapîtalîst a cîhanê ye. Dewlet jî min wekî kozekê, wekî dîlgirtiyekî di dest xwe de digire. Ez li vir dîlgirtiyekî siyasî me. Divê weziyeta min bi vî awayî bê zanîn. Ez dikarim vê yekê bi şibandinek wiha jî rave bikim: Ez wekî kesekî girêdayî makîneya hilmijandinê bim. Kengî bixwazin dikarin fîşa wê bikişînin. Jixwe girankirina tecrîdê, tê wateya dardakirinê. Li seranserê cîhanê tu kesekî di nav şert û mercan de tune ye. Tenê ez nemirime, hew." 
 
MANDELA Û GIRAVA ROBENÊ
 
Li cîhanekê giraveke din a girtiyên siyasî lê tên ragirtin jî Afrîkaya Başûr Girava Robenê ye. Pêşengê Konseya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) Nelson Mandela 18 salan tevî hin girtiyan di vê girtîgehê de ma. Mandela û hevalên xwe sûd ji mafên ji bo girtiyên din digirtin. Girava Robenê, di sala 1999'an de ji aliyê UNESCO'yê ve daxilî nav lîsteya mîrateyên cîhanê hat kirin û paşê bû muze. 
 
Li Ewropayê jî girtîgehên giravê hebûn. Bi taybetî di dema Şerê Cîhanê yê Yekê û piştî wê de hin girav wekî girtîgehan hatin bikaranîn. Ji van girtîgehên giravan yên berbiçav ev in; li Behra Hezarê Nargîn, li nêzî Girava Sardûnyayê Asînara, li Behra Spî Malta, li Behra Ohotskê Sahalîn, li Behra Qeşayê ya Bakur Solevest û li nêzî Çînê Girava Malayê. 
 
MA / Hamdûllah Yagiz Kesen

Sernavên din

17/02/2022
11:11 Li Mêrsînê ‘Pêşangeha Pirtûkên Girtiyan’ tê vekirin
10:08 Ocalan: Ev pêncî sal in em ji bo zimanê xwe têkoşîneke bêhempa didin
09:02 Îfadeya Kasim Guler ê DAIŞ'î hat girtin: Kiryar çalak in û li ser kar in
09:02 Krîz kûr dibe: Em xwe bi kîsikê ava germ, germ dikin
09:02 ‘Paradîgmaya Ocalan dê li vê erdnîgariyê bi ruh û can bibe'
09:02 Navê rojnamevanê hat qetilkirin li 40 zarokî hatiye kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2022'YAN
01:00 Êriş birin ser avahiya HDP'ê ya Yuregîrê
16/02/2022
21:45 Ji bo rojnamevan Dûrgût kampanya
20:33 Li Mêrdînê 22 kest hatin berdan
18:32 Îfadeya rojnamevan Dûrgût a li midûriyeta polîsan hat girtin
16:25 Nobeda Edaletê: Em zarokên xwe dixwazin
16:10 Li Edeneyê kesek hat girtin û 13 kes hatin berdan
16:02 LaWje dê li Stenbolê konserek bide
15:59 Baroya Çewlikê dê giliyê tundiya leşkeran bike
15:41 Jinan bertek nîşanî rapora ji bo Tûglûk hatiye amadekirin da
15:33 Tê payîn ku li komîsyonê dê Tiryakî li şûna Guzel parastinê bike
15:09 Li Çewligê 10 kes hatin berdan
14:55 Ji bo doza Buldan dê ji AYM’ê agahiyan bixwazin
14:34 Ji bo nîşandana gorên Şêx Seîd û hevalên wî serî li wezaretê dan
14:34 Cezayê ji bo şermezarkirina mirina Gezer hatibû dayîn ‘guncav’ hat dîtin
14:18 Li Agiriyê 6 kesên din jî hatin binçavkirin
14:09 Hiqûqnasan giliyê îşkencekarên li Girtîgeha Amedê kirin
13:57 Ji rapora HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: MÎT, gefan li welatiyan dixwe
13:54 'Ne karker, divê patron vî welatî biterikînin'
12:44 TGS’ê bertek nîşanî nedayîna mûçeyê rojnamevanan da
12:25 Malbata Şenyaşar: Em ê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:33 Ronî: Daxwaza gelê kurd perwerdehiya bi zimanê kurdî ye
11:10 Hemû binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
10:54 Di operasyona hişbirê ya Licê de gosermetên nû
10:11 Gelo ATK çima nexweşîna Aysel Tugluk nabîne?
10:11 Li Îmraliyê sepana 'incommunicado' di meriyetê de ye
09:30 Ji bo ku fatûreyên xwe razînin kelûpelên xwe difiroşin
09:03 Fatûreyên sendeliyên bi ceyran giran bûn!
09:02 HDP'î û DBP'î sûcdar kirin: Çima hûn tevli daxuyaniyan bûn?
09:02 ‘Ger em têbikoşin dê dewlet nikaribe neheqiyan bike'
09:02 Taşçier: Rêya Sêyem dê siyaseta Tirkiyeyê biguherîne
09:02 Dayika tim ji bo zimanê xwe li ber xwe da: Îpek Elmas
09:02 Bernameya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê eşkere bû
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2022'YAN
15/02/2022
22:58 Nisêbînê 15'ê Sibatê şermezar kir
21:10 Dayika Bêrîvan Cizîrî jiyana xwe ji dest da
21:02 Çalakiya lembetefandinê ya esnafên Amedê bi dawî bû
18:54 Li Agiriyê 5 kes hatin girtin
18:43 Tirkiyeyê êriş bi ser Til Rifatê: 2 jê zarok 5 birîndar
18:34 Li dijî komployê meşeke girseyî: Silav hezar silav li Îmraliyê!
17:14 Parêzerê rojnameger Dûrgût pê re hevdîtin kir
16:54 MKGP'ê bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Dûrgût da
16:53 Ji Qada Deriyê Çiyê bang kirin: Bila Ocalan biaxive
16:38 Nobeta Edaletê di roja 92’yemîn de berdewam e
16:32 Dadgehê biryara astengkirina malpera Xwebûnê betal kir
16:31 Leşkeran di serdegirtina malê de tundî kir
16:06 HDP: Tecrîdê rakin, bila Ocalan biaxive
15:58 Rêxistinên elewiyan: Em ê fatûreyên cemxaneyan ranezînin
15:57 Dozger li Tûncel û Akdenîz ên îşkence li wan hatibû kirin doz vekir
15:45 Rêveberê MEBYA-DER’ê Olçen beraet bû
15:15 Komploya 15’ê Sibatê li gelek bajaran hat protestokirin
14:14 ‘Çima di astengiya li pêşiya aştiya civakî de israr dikin?’
14:10 Serokkomarê Îsraîlê dê serdana Tirkiyê bike
14:06 Cenazeyê Guvenç hat veşartin
13:56 Kujerê penaber Tacîk bi 5 mehan ceza kirin
13:39 Bûldan: Komplo negihîşt armanca xwe
13:32 Kedkara tenduristiyê yê îxrackirî jiyana xwe ji dest da
13:28 Li Wanê 15’ê Sibatê şermezar kirin: Sekna Îmraliyê komplo vala derxist
13:24 Rêxistinên rojnamegeran xwestin ku Dûrgût were berdan
13:16 Di doza greva birçîbûnê de biryara beraetê hat dayîn
13:10 Malbata Şenyaşar: Di çavên gel de kesê windakirî diyar e
12:47 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Zindî ne bes bûn êdî dora miriyan e!
12:40 335 kesan ji bo Mîgrosê banga boykotê kirin
12:10 DBP û TJA'yê banga azadiya Ocalan kirin
12:10 Cerdevanê ku dest dirêjî keçeke 16 salî kir hate berdan
11:35 Li Enqereyê jin xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin: Jin wê li Qada Tandoganê bin
11:28 Rojnamevan Agirel û Pehlîvan dîsa dikevin girtîgehê
11:12 Dê derheqê parêzer Ulaş de mutalaa bê amadekirin
10:58 Serdana HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: Li wan zilm hatiye kirin
10:58 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: 35 kes hatin binçavkirin.
10:37 Serokê Goç-Der’a Çûkûrovayê Guvenç jiyana xwe ji dest da
09:57 Ji girtiyan daxuyaniya 15'ê Sibatê: Sala 2022'yan wê bibe sala azadiya Ocalan
09:54 Li Stenbolê rojnamevanek û siyasetmedar hatin binçavkirin
09:34 Li Uşakê jinek hat qetilkirin
09:04 Seroka Komeleya Koçberiyê: Penaber bi awayekî sîstematîk tune tên hesibandin
09:03 Kilavuz: Em ê fatûreyên ceryanê yên cemxaneyan nedin
09:03 Xizmên girtiyan: Heya zarokên me neyên berdan em ji vir naçin
09:03 Ocalan: Ez ji heqê komployê derdikevim
09:03 Jinên Rihayî: Em azadiya birêz Ocalan dixwazin
09:03 Dayikên girtiyan: Em îro ranebin ser piya wê sibê pir dereng be
09:03 Dayika Fatma Eraslan: Hêviya min ji edaletê nema ye
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2022'YAN
14/02/2022
22:49 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Komplo bi saya têkoşîna Ocalan bi ser neket
20:40 Li Amedê 27 ciwan hatin binçavkirin
18:40 Li Rihayê komplo hat şermezarkirin
18:33 Li Wanê 4 kes hatin girtin
18:27 Derbarê rojnamevan Dûrgût de biryara qedexeya hevdîtina bi parêzer re
16:52 KKP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
16:46 DAD’ê xwest ku qeymeqamê Qislê ji peywirê bê girtin
16:42 Hevseroka HDP’a Mûşê hat berdan
16:37 'Dilê me dayikan diêşe, girtiyan berdin'
16:24 Protestoya 15'ê Sibatê: Wê komploger winda bikin û azadî qezenc bike
16:19 DBP çû serdana TUAY-DER û AYKAY-DER'ê