Smellie: Divê DAIŞ’î li welatên xwe bên vegerandin

  • cîhan
  • 12:55 12 Sibat 2022
  • |
img

ENQERE - Berdevkê Înîsiyatîfa li Kurdistanê Aştî Stephen Smellie diyar kir ku Tirkiye, DAIŞ’ê li dijî hêzên kurd bi kar tîne û wiha got: “Divê dewletên navneteweyî barê DAIŞ’ê tenê li ser milê kurdan nehêlin û ji bo darizandina wan, hemwelatiyên xwe bibin.” 

Endamên DAIŞ’ê di 20’ê çileyê de êrişî Girtîgeha Sînaa ya Hesekê kir û xwest ku endamên xwe birevîne. Lê ev hewldan, ji hêla Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hat têkbirin. Ji 57 welatên cuda, zêdetirî 5 hezar DAIŞ’î li girtîgeha navbihûrî diman û di êrişa li dijî girtîgehê de 122 şervanên HSD’ê, xebatkarên girtîgehê û sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Piştî têkçûna êrişa DAIŞ’ê, Tirkiyeyê bi balafiran êrişî Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku di bin parastina Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye, Şengal, Dêrik, Til Temir, Girê Spî, Zirgan, Şehba, û Minbicê kir. Ev êrişên Tirkiyeyê weke “tola DAIŞ’ê dihilîne” hat şîrovekirin. Bêdengiya NY û hêzên navdewletî jî rê li ber nerazîbûnan vekir.
 
Têkildarî mijarê, Berdevkê Înîsiyatîfa Aştiyê ya li Kurdistanê (PIKC) û nûnerê Sendîqeya Unison a Ingilistanê ya Îskçoyayê Stephen Smellie bi ajansa me re axivî. Smellie dibêje ku divê barê DAIŞ’iyan tenê li ser pişta kurdan neyê hiştin û divê her dewletek hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’ê bibe. 
 
 
‘EV DAIŞ’Î LI WELATÊN XWE TUNDRAW BÛN’
 
Smellie anî ziman ku divê hêzên navdewletî DAIŞ’iyên xwe bibin û bidarizînin. Smellie wiha domand: “Berxwedana gelê kurd a li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê û têkbirina DAIŞ’ê divê tu caran neyê jibîrkirin. DAIŞ’iyên ku ji 57 dewletên cuda di destê kurdan de ne. Divê ev dewlet bi berpirsyarî tevbigerin û di zûtirin dem de hemwelatiyên xwe bibin û bidarizînin. Ev kes beriya ku biçin Sûriyeyê, ji ewil li welatên xwe veguherîn kesên tundraw. Lê ew sûcên hovane li wir kirin. Divê bedeleka vê hebe. Ingilistan an jî dewletên din çima berpirsyariya vê li xwe nagirin? Di bingeha vê mijarê de îslamofobî heye ku ev tundrawî jî ji vê qewimî. Ji wan ditirsin, lewma dixwazin ku vê pirsgirêkê hinek kesên din çareser bikin. Anku berpirsyariyê didin ser milên kurdan.”
 
‘DAIŞ BO HEMÛ CÎHANÊ XETERE YE’
 
Di berdewamê de jî Smelli got ku zindîbûna DAIŞ’ê ji bo hemû cîhanê xetere ye û wiha pê de çû: “Ya ji van dewletan ve ew pirsgirêk dê li Sûriyeyê bimîne. Lê DAIŞ’ê bi êrişa xwe nîşan da bû ku dê wisa nebe. DAIŞ ji holê ne rabû û heke bihêz bibe, dê dîsa derkeve. Ji bo pêşîlêgirtina vê pirsgirêkê divê bikevin nava tevgerê. Ingilistan ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê wek gava ewil bila hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’î bîne û alîkariyê bide hêzên kurd.” 
 
'KURD, LI GORÎ PEYMANA CINEVÊ TEVGERIYAN’
 
Smellie bi domdarî bal kişand ser nêzikatiya HSD’ê ya di operasyonê de û ev nirxandin kir: “Tevî êrişên DAIŞ’ê jî, HSD gelek mirovî û biexlaq nêz bû. Rêveberiya Xweser, li gorî Peymana Hiqûqa Şer a Cinevê tevgeriya. Hewldana rehabîlîtekirina 700 zarokên DAIŞ’ê hêjayî pîrozkirinê ye ku dilovanî û mirovatiya gelê kurd nîşan dide. Divê ev zarok bên perwerdekirin lê ne li vir, li welatên xwe. Her wiha di nava van zarokan de yên ku sûcên hovane kirin hene. Divê ev kes bi rastiya xwe re rû bi rû bimînin.” 
 
 
‘TIRKIYE RASTE RAST ALÎKARÎ DA DAIŞ’Ê’ 
 
Di berdewamê de Smellie got ku Tirkiye DAIŞ’ê bi kar tîne û ev tişt anî ziman: “Kurd kengî bihêz bibin, DAIŞ êrişên mezin dike. Ya ku vê bi DAIŞ’ê dide kirin, Tirkiye ye. Dixwaze bi destê DAIŞ’ê ziyanê bigihîne kurdan. Têkçûna DAIŞ’ê nîşan da ku kurd hêj jî li herêmê bihêzin. Lewma Tirkiyeyê bêyî ku guh bide bertekên cîhanê, bi awayeke bêkontrolî êrişên hewayî kirin. Ev jî nîşan dide ku Tirkiye bi awayeke raste rast piştgiriyê dide DAIŞ’ê. Lê xuyaye ku tekane armanca Tirkiyeyê, tunekirina destkeftiyên kurdan e.”
 
‘TIRKIYEYÊ SÛCÊ ŞER KIR’
 
Smellie diyar kir ku bombebarankirina Mexmûrê “sûcê şer e” û wiha berdewam kir: “Hêzên rojava jî di van êrişan de li gorî berjewendiyên xwe tevgeriyan. Ji ber berjewendiyên xwe, dengê xwe ji Tirkiyeyê nekirin. Lê Tirkiyeyê bi êrişa xwe sûcê şer kir û hemû hêzên bêdeng mayîn jî şirîkên vê êrişê ne. Li hêla din peymanên Ingilistanê yên leşkerî û bazirganiyê bi Tirkiyeyê re hene. Li dijî hemû sûcên şer ên Tirkiye li dijî kurdan û bindestên din dike, çavên xwe girtin. Tevek jî ji ber berjewendiyên leşkerî û aborî bûn. Daxwaza min ji welatê min ew e ku peymanên xwe yên aborî û alîkariya leşkerî ya bi Tirkiyeyê re betal bikin.” 
 
‘TÊKOŞÎNA ME DÊ BIDOME’
 
Herî dawî jî Smellie ev tişt anî ziman: “Wek Înîsiyatîfa li Kurdistanê Aştî, plansaziyên me yên çalakiyan hene û dê hewldanên me bidomin. Em bênavber pêşnûmeyan didin parlamentoyê, mijarê dixin rojeva meclisê. Em hewl didin ku hikûmeta Ingilistanê Tirkiyeyê şermezar bike, li dijî binpêkirina helwestekî nîşan bide û têkiliyên xwe yên kûr vekole. Hewla me ew e ku em sendîqe û rêxistinên civaka sivîl jî têxin nava liv û tevgerê. Heta ku aştiyeke birûmet a mayînde çêdibe jî em ê vê têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
MA / Gozde Çagrı Ozkose
 

Sernavên din

17/02/2022
11:11 Li Mêrsînê ‘Pêşangeha Pirtûkên Girtiyan’ tê vekirin
10:08 Ocalan: Ev pêncî sal in em ji bo zimanê xwe têkoşîneke bêhempa didin
09:02 Îfadeya Kasim Guler ê DAIŞ'î hat girtin: Kiryar çalak in û li ser kar in
09:02 Krîz kûr dibe: Em xwe bi kîsikê ava germ, germ dikin
09:02 ‘Paradîgmaya Ocalan dê li vê erdnîgariyê bi ruh û can bibe'
09:02 Navê rojnamevanê hat qetilkirin li 40 zarokî hatiye kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2022'YAN
01:00 Êriş birin ser avahiya HDP'ê ya Yuregîrê
16/02/2022
21:45 Ji bo rojnamevan Dûrgût kampanya
20:33 Li Mêrdînê 22 kest hatin berdan
18:32 Îfadeya rojnamevan Dûrgût a li midûriyeta polîsan hat girtin
16:25 Nobeda Edaletê: Em zarokên xwe dixwazin
16:10 Li Edeneyê kesek hat girtin û 13 kes hatin berdan
16:02 LaWje dê li Stenbolê konserek bide
15:59 Baroya Çewlikê dê giliyê tundiya leşkeran bike
15:41 Jinan bertek nîşanî rapora ji bo Tûglûk hatiye amadekirin da
15:33 Tê payîn ku li komîsyonê dê Tiryakî li şûna Guzel parastinê bike
15:09 Li Çewligê 10 kes hatin berdan
14:55 Ji bo doza Buldan dê ji AYM’ê agahiyan bixwazin
14:34 Ji bo nîşandana gorên Şêx Seîd û hevalên wî serî li wezaretê dan
14:34 Cezayê ji bo şermezarkirina mirina Gezer hatibû dayîn ‘guncav’ hat dîtin
14:18 Li Agiriyê 6 kesên din jî hatin binçavkirin
14:09 Hiqûqnasan giliyê îşkencekarên li Girtîgeha Amedê kirin
13:57 Ji rapora HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: MÎT, gefan li welatiyan dixwe
13:54 'Ne karker, divê patron vî welatî biterikînin'
12:44 TGS’ê bertek nîşanî nedayîna mûçeyê rojnamevanan da
12:25 Malbata Şenyaşar: Em ê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:33 Ronî: Daxwaza gelê kurd perwerdehiya bi zimanê kurdî ye
11:10 Hemû binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
10:54 Di operasyona hişbirê ya Licê de gosermetên nû
10:11 Gelo ATK çima nexweşîna Aysel Tugluk nabîne?
10:11 Li Îmraliyê sepana 'incommunicado' di meriyetê de ye
09:30 Ji bo ku fatûreyên xwe razînin kelûpelên xwe difiroşin
09:03 Fatûreyên sendeliyên bi ceyran giran bûn!
09:02 HDP'î û DBP'î sûcdar kirin: Çima hûn tevli daxuyaniyan bûn?
09:02 ‘Ger em têbikoşin dê dewlet nikaribe neheqiyan bike'
09:02 Taşçier: Rêya Sêyem dê siyaseta Tirkiyeyê biguherîne
09:02 Dayika tim ji bo zimanê xwe li ber xwe da: Îpek Elmas
09:02 Bernameya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê eşkere bû
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2022'YAN
15/02/2022
22:58 Nisêbînê 15'ê Sibatê şermezar kir
21:10 Dayika Bêrîvan Cizîrî jiyana xwe ji dest da
21:02 Çalakiya lembetefandinê ya esnafên Amedê bi dawî bû
18:54 Li Agiriyê 5 kes hatin girtin
18:43 Tirkiyeyê êriş bi ser Til Rifatê: 2 jê zarok 5 birîndar
18:34 Li dijî komployê meşeke girseyî: Silav hezar silav li Îmraliyê!
17:14 Parêzerê rojnameger Dûrgût pê re hevdîtin kir
16:54 MKGP'ê bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Dûrgût da
16:53 Ji Qada Deriyê Çiyê bang kirin: Bila Ocalan biaxive
16:38 Nobeta Edaletê di roja 92’yemîn de berdewam e
16:32 Dadgehê biryara astengkirina malpera Xwebûnê betal kir
16:31 Leşkeran di serdegirtina malê de tundî kir
16:06 HDP: Tecrîdê rakin, bila Ocalan biaxive
15:58 Rêxistinên elewiyan: Em ê fatûreyên cemxaneyan ranezînin
15:57 Dozger li Tûncel û Akdenîz ên îşkence li wan hatibû kirin doz vekir
15:45 Rêveberê MEBYA-DER’ê Olçen beraet bû
15:15 Komploya 15’ê Sibatê li gelek bajaran hat protestokirin
14:14 ‘Çima di astengiya li pêşiya aştiya civakî de israr dikin?’
14:10 Serokkomarê Îsraîlê dê serdana Tirkiyê bike
14:06 Cenazeyê Guvenç hat veşartin
13:56 Kujerê penaber Tacîk bi 5 mehan ceza kirin
13:39 Bûldan: Komplo negihîşt armanca xwe
13:32 Kedkara tenduristiyê yê îxrackirî jiyana xwe ji dest da
13:28 Li Wanê 15’ê Sibatê şermezar kirin: Sekna Îmraliyê komplo vala derxist
13:24 Rêxistinên rojnamegeran xwestin ku Dûrgût were berdan
13:16 Di doza greva birçîbûnê de biryara beraetê hat dayîn
13:10 Malbata Şenyaşar: Di çavên gel de kesê windakirî diyar e
12:47 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Zindî ne bes bûn êdî dora miriyan e!
12:40 335 kesan ji bo Mîgrosê banga boykotê kirin
12:10 DBP û TJA'yê banga azadiya Ocalan kirin
12:10 Cerdevanê ku dest dirêjî keçeke 16 salî kir hate berdan
11:35 Li Enqereyê jin xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin: Jin wê li Qada Tandoganê bin
11:28 Rojnamevan Agirel û Pehlîvan dîsa dikevin girtîgehê
11:12 Dê derheqê parêzer Ulaş de mutalaa bê amadekirin
10:58 Serdana HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: Li wan zilm hatiye kirin
10:58 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: 35 kes hatin binçavkirin.
10:37 Serokê Goç-Der’a Çûkûrovayê Guvenç jiyana xwe ji dest da
09:57 Ji girtiyan daxuyaniya 15'ê Sibatê: Sala 2022'yan wê bibe sala azadiya Ocalan
09:54 Li Stenbolê rojnamevanek û siyasetmedar hatin binçavkirin
09:34 Li Uşakê jinek hat qetilkirin
09:04 Seroka Komeleya Koçberiyê: Penaber bi awayekî sîstematîk tune tên hesibandin
09:03 Kilavuz: Em ê fatûreyên ceryanê yên cemxaneyan nedin
09:03 Xizmên girtiyan: Heya zarokên me neyên berdan em ji vir naçin
09:03 Ocalan: Ez ji heqê komployê derdikevim
09:03 Jinên Rihayî: Em azadiya birêz Ocalan dixwazin
09:03 Dayikên girtiyan: Em îro ranebin ser piya wê sibê pir dereng be
09:03 Dayika Fatma Eraslan: Hêviya min ji edaletê nema ye
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2022'YAN
14/02/2022
22:49 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Komplo bi saya têkoşîna Ocalan bi ser neket
20:40 Li Amedê 27 ciwan hatin binçavkirin
18:40 Li Rihayê komplo hat şermezarkirin
18:33 Li Wanê 4 kes hatin girtin
18:27 Derbarê rojnamevan Dûrgût de biryara qedexeya hevdîtina bi parêzer re
16:52 KKP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
16:46 DAD’ê xwest ku qeymeqamê Qislê ji peywirê bê girtin
16:42 Hevseroka HDP’a Mûşê hat berdan
16:37 'Dilê me dayikan diêşe, girtiyan berdin'
16:24 Protestoya 15'ê Sibatê: Wê komploger winda bikin û azadî qezenc bike
16:19 DBP çû serdana TUAY-DER û AYKAY-DER'ê