Sancar: Werin em bi Tifaqa Demokrasiyê vê pergala zalim biguherînin

img

MÊRDÎN - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ê li Nisêbînê axivî, wiha got: “Ji bo welat ji zilm, zor û şêlanê xelas bibe, em hewl didin Tifaqa Demokrasiyê ya herî berfireh ava bikin. Werin em bi hev re bimeşin û vê pergala zalim biguherînin.”

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Nisêbînê bi dirûşmeya “Dema Azadiyê” 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Di kongreya li eywaneke dawetê hat lidarxistin de bi gelek zimanan pankarta “Dema Azadiye” hat daliqandin. Ji ber eywan tejî bû gelek kes man derve. Li eywana ku stranên HDP’ê dihatin lêxistin, welatiyan govend gerand û bi ketina Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û parlementerên partiyê kêliyên bicoş hatin jiyîn. Girseyê her tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “AKP îstîfa”, “Şehîd namirin”, “Bijî Berxwedana Zindanan”, “Bijî Berxwedana HDP’ê” berz kirin.  
 
 
MIFTEYA AŞTIYÊ DI DESTÊ OCALAN DE YE
 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ê di kongreyê de axivî, diyar kir ku desthilatê bi Plana Çokdanînê ya di sala 2014’an amade kir de ji holê rakirina gelê kurd armanc kir û anî ziman ku li her derên ku kurd lê dijîn êrîş zêdekirin. Ozturk, da zanîn ku tecrîd bi destûr nedayîna hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re tê berdewamkirin û bi lêv kir ku bi tecrîdê qeyranên li Tirkiyeyê dest pê kirin. Ozturk, destnîşan kir ku kesên beriya 7 salan digotin “em ê xelas bikin” ew bi xwe xelas dibin û wiha got: “AKP û MHP niha pergalê temsîl dike. Pergal niha bi hişmendiya xwe ya dagirker tune dibe. Gelê kurd li her çar perçeyan jî li vîn, ziman û çanda xwe xwedî derdikeve.”
 
Ozturk, anî ziman ku divê çareseriya pirsgirêka kurd li derve neyê gerandin û wiha axivî: “Ne Amerîka ne Rûsya, Îmrali nêzîk e. Birêz Ocalan mifteya rûmet, aştî û azadiyê ye. Mifte di destê birêz Ocalan de ye.”
 
NISÊBÎN DIBE BERSIV
 
Sancar ê piştî Ozturk axivî jî diyar kir ku desthilatê pergala li ser yek kirin û pişaftinê avakiriye û wiha got: “Heke HDP serbikeve wê ev pergal were guhertin, vê dizanin. Ji ber vê êrişî HDP’ê dikin û dixwazin me tune bikin. Ji ber vê hevalên me di girtîgehê de dîl tên girtin. Ji ber vê Doza Komployê ya Kobanê vekirin. Ji kesên digotin ‘HDP ji hêzê ketiye re’ bersiva herî xweş Nisêbîn dide. Vê coşê bibînin. Zilm û zordariya we nikare asteng bike. Dozên we yên girtinê jî nikare me ji rêya me vegerîne. Tevî hemû astengiyan serê me bilind e. Armanca me zelal e û em di rêya xwe de dimeşin.”
 
‘EM Ê AŞTIYÊ BÎNIN VÎ WELATÎ’
 
Sancar, destnîşan kir ku di pirsgirêka kurd de mifteya aştiya mezin çareseriya demokratîk e û wiha berdewam kir: “Me soz daye ku em ê aştiya mezin bînin vî welatî. Em ê polîtîkayên dijminane yên desthilatê vala derxînin û aştiyê ava bikin. Ev vala derxistin dikare bi têkoşîneke bi biryar, bi rêxistinkirinê were kirin. Nisêbîn îro vê yekê nîşan dide. Di kongreyên çar aliyên Tirkiyeyê û Kurdistanê de ev yek derdikeve holê. HDP dimeşe û mezin dibe. Pêşiya me aştî, demokrasî û edalet e.”
 
DAIŞ CESARETA XWE JI KU DERÊ DIGIRE?
 
Sancar, da zanîn ku dixwazin bi gelên ku bi sînorên çêker hatine veqetandin re bi hev re bijîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo me serxet û binxet nîne, hemû yek in. Êrişên DAIŞ’ê yên talanker, zilm û zordar di serî de gelê kurd ê fedakar bi berxwedan û têkoşîna gelan têk çûn. Lê van rojên derbasbûyî li Hesekê êrişeke mezin pêk hat. DAIŞ vê cesarete ji ku derê digire? Delîl di holê de ne. Du serokên DAIŞ’ê hatin kuştin. Bagdadî 4 kîlometreyan ji dûrî sînorên Tirkiyeyê serokê din ê piştî wî hat jî kîlometreyek û nîv dûrî sînor hat kuştin. Ev çi nîşan dide? Vê hişmeniyê kî diparêze û vê rêyê kî ji wan re vedike? Vaye wê têkoşîna me van têkiliyên qirêj bi dawî bike û wê pêşerojeke ronî ava bike. Hişmendiya DAIŞ’ê li wir têk çû em nahêlin ku li vir zindî bibe.”
 
‘WÊ BIBÎNIN KU HIN RÊYÊN DIN HENE’
 
Sancar, bi lêv kir ku li dijî wan desthilateke bi dek û dolaban tevdigere heye û wiha pê de çû: “Difikirin ku dê me bitirsînin û bêçare bihêlin. HDP ne bêçare ye û bêçare namîne. HDP bi hêza gel çare û rêyan hildiberîne. Bi baweriya gel rêyên nû ava dike. Em ê teqez pêşerojeke demokratîk azadîparêz, wekhevîxwaz ji hemû gelên vî welatî re bînin. Eger em aştiyeke mezin, demokrasi û jiyaneke hevpar bînin, em jî neçar in tifaqa herî berfireh a demokrasiyê ava bikin. Em ji bo vê dixebitin. Ji bo welat ji zilm, zor û şêlanê xelas bibe, em hewl didin Tifaqa Demokrasiyê ya herî berfireh ava bikin. Ev tifaq ne tenê bi çend koman û derdoran bi sînor e. Wê ev tifaq, wê tifaqa demokrasiya berfireh a hemû kesên bindest, tune tên hesibandin û mêhtin bigire nava xwe be. Wê bibînin ku ji bilî du rêyên din hin rêyên din jî hene. Banga me ji bo hemû hêzên demokrasiyê ne; Werin em bi hev re bimeşin û vê pergala zalim biguherînin.”
 
EM JI FIKRE NAMZETÊ HEVPAR RE VEKIRÎNE
 
Sancar, bal kişand ser meseleya tifaqan û wiha domand: “Em ê di hilbijartina parlementoyê de bi tifaqa xwe bikevin hilbijartinê lê ji bo hilbijartina serokkomariyê jî em dixwazin bi hemû partiyên muxalefetê re diyalog û muzakereyê bikin. Eger aliyên mûxalîf li ser pêvajoya derbasbûnê û pîvanên bingehîn ên serdema pêş bi me re danûstandinan bikin, em ji fikra namzetekî hevpar re vekirî ne. Îro serokên 6 partiyên mûxalîf hatin gelhev, bila werin. Lê ev hişmendiya ku HDP’ê tune dihesibîne divê aşkere bike ku soza pêşerojeke çawa didin Tirkiyeyê. Ji ber ku kesên li ser vê maseyê rûniştin divê ewil hev bikin û hev qebûl bikin. Mafê partiyeke ku bi awayekî dijmin nêzîkî HDP’ê bibe nîne ku xwe we weke hêza mûxalîf bi nav bike. Di demeke ber bi hilbijartina Serokkomariyê ve diçin de şert e ku bi HDP’ê re müzakere bikin. Bi tunehesibandina HDP’ê ne pêkane HDP’ê ji vê pergala şêlan û çiravê derxînin. Ferqa kesên ku HDP’ê dikin dijmin ji AKP’ê û MHP’ê nîne.”
 
ZILMA DEDAŞÊ 
 
Sancar, bal kişand zemên ji ceyranê re hatin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ceyran ji sedî 100 zêdetir zem kirin. Mirov êdî nikarin fatoreyên xwe bidin, dikandar dikanên xwe digirin. Zilma DEDAŞ’ê vê axê zuha dike. Li vî welatî kengî polîtîkayeke zilmê bêxin meriyetê, ewilî li ser vê axê tê ceribandin. Ji bo politikaya wan jî ev derbasdar e. Ji bo ku hûn van ji kokê ve bidin sekinandin, divê hûn têkoşîn, bawerî û biryardariyê mezin bibînin. Ev hêz e ku wê Tirkiyeyê û vê herêmê di rêya aştî, demokrasî, edalet û wekheviyê de biguherîne. Vaye bernameya rastîn a avakirina aştiya mezin li vir e.”
 
Piştî axaftinan Şîndar Akinci û Mehmet Şîrîn Bariş weke hevserok hatin hilbijartin.
 

Sernavên din

17/02/2022
11:11 Li Mêrsînê ‘Pêşangeha Pirtûkên Girtiyan’ tê vekirin
10:08 Ocalan: Ev pêncî sal in em ji bo zimanê xwe têkoşîneke bêhempa didin
09:02 Îfadeya Kasim Guler ê DAIŞ'î hat girtin: Kiryar çalak in û li ser kar in
09:02 Krîz kûr dibe: Em xwe bi kîsikê ava germ, germ dikin
09:02 ‘Paradîgmaya Ocalan dê li vê erdnîgariyê bi ruh û can bibe'
09:02 Navê rojnamevanê hat qetilkirin li 40 zarokî hatiye kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2022'YAN
01:00 Êriş birin ser avahiya HDP'ê ya Yuregîrê
16/02/2022
21:45 Ji bo rojnamevan Dûrgût kampanya
20:33 Li Mêrdînê 22 kest hatin berdan
18:32 Îfadeya rojnamevan Dûrgût a li midûriyeta polîsan hat girtin
16:25 Nobeda Edaletê: Em zarokên xwe dixwazin
16:10 Li Edeneyê kesek hat girtin û 13 kes hatin berdan
16:02 LaWje dê li Stenbolê konserek bide
15:59 Baroya Çewlikê dê giliyê tundiya leşkeran bike
15:41 Jinan bertek nîşanî rapora ji bo Tûglûk hatiye amadekirin da
15:33 Tê payîn ku li komîsyonê dê Tiryakî li şûna Guzel parastinê bike
15:09 Li Çewligê 10 kes hatin berdan
14:55 Ji bo doza Buldan dê ji AYM’ê agahiyan bixwazin
14:34 Ji bo nîşandana gorên Şêx Seîd û hevalên wî serî li wezaretê dan
14:34 Cezayê ji bo şermezarkirina mirina Gezer hatibû dayîn ‘guncav’ hat dîtin
14:18 Li Agiriyê 6 kesên din jî hatin binçavkirin
14:09 Hiqûqnasan giliyê îşkencekarên li Girtîgeha Amedê kirin
13:57 Ji rapora HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: MÎT, gefan li welatiyan dixwe
13:54 'Ne karker, divê patron vî welatî biterikînin'
12:44 TGS’ê bertek nîşanî nedayîna mûçeyê rojnamevanan da
12:25 Malbata Şenyaşar: Em ê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:33 Ronî: Daxwaza gelê kurd perwerdehiya bi zimanê kurdî ye
11:10 Hemû binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
10:54 Di operasyona hişbirê ya Licê de gosermetên nû
10:11 Gelo ATK çima nexweşîna Aysel Tugluk nabîne?
10:11 Li Îmraliyê sepana 'incommunicado' di meriyetê de ye
09:30 Ji bo ku fatûreyên xwe razînin kelûpelên xwe difiroşin
09:03 Fatûreyên sendeliyên bi ceyran giran bûn!
09:02 HDP'î û DBP'î sûcdar kirin: Çima hûn tevli daxuyaniyan bûn?
09:02 ‘Ger em têbikoşin dê dewlet nikaribe neheqiyan bike'
09:02 Taşçier: Rêya Sêyem dê siyaseta Tirkiyeyê biguherîne
09:02 Dayika tim ji bo zimanê xwe li ber xwe da: Îpek Elmas
09:02 Bernameya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê eşkere bû
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2022'YAN
15/02/2022
22:58 Nisêbînê 15'ê Sibatê şermezar kir
21:10 Dayika Bêrîvan Cizîrî jiyana xwe ji dest da
21:02 Çalakiya lembetefandinê ya esnafên Amedê bi dawî bû
18:54 Li Agiriyê 5 kes hatin girtin
18:43 Tirkiyeyê êriş bi ser Til Rifatê: 2 jê zarok 5 birîndar
18:34 Li dijî komployê meşeke girseyî: Silav hezar silav li Îmraliyê!
17:14 Parêzerê rojnameger Dûrgût pê re hevdîtin kir
16:54 MKGP'ê bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Dûrgût da
16:53 Ji Qada Deriyê Çiyê bang kirin: Bila Ocalan biaxive
16:38 Nobeta Edaletê di roja 92’yemîn de berdewam e
16:32 Dadgehê biryara astengkirina malpera Xwebûnê betal kir
16:31 Leşkeran di serdegirtina malê de tundî kir
16:06 HDP: Tecrîdê rakin, bila Ocalan biaxive
15:58 Rêxistinên elewiyan: Em ê fatûreyên cemxaneyan ranezînin
15:57 Dozger li Tûncel û Akdenîz ên îşkence li wan hatibû kirin doz vekir
15:45 Rêveberê MEBYA-DER’ê Olçen beraet bû
15:15 Komploya 15’ê Sibatê li gelek bajaran hat protestokirin
14:14 ‘Çima di astengiya li pêşiya aştiya civakî de israr dikin?’
14:10 Serokkomarê Îsraîlê dê serdana Tirkiyê bike
14:06 Cenazeyê Guvenç hat veşartin
13:56 Kujerê penaber Tacîk bi 5 mehan ceza kirin
13:39 Bûldan: Komplo negihîşt armanca xwe
13:32 Kedkara tenduristiyê yê îxrackirî jiyana xwe ji dest da
13:28 Li Wanê 15’ê Sibatê şermezar kirin: Sekna Îmraliyê komplo vala derxist
13:24 Rêxistinên rojnamegeran xwestin ku Dûrgût were berdan
13:16 Di doza greva birçîbûnê de biryara beraetê hat dayîn
13:10 Malbata Şenyaşar: Di çavên gel de kesê windakirî diyar e
12:47 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Zindî ne bes bûn êdî dora miriyan e!
12:40 335 kesan ji bo Mîgrosê banga boykotê kirin
12:10 DBP û TJA'yê banga azadiya Ocalan kirin
12:10 Cerdevanê ku dest dirêjî keçeke 16 salî kir hate berdan
11:35 Li Enqereyê jin xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin: Jin wê li Qada Tandoganê bin
11:28 Rojnamevan Agirel û Pehlîvan dîsa dikevin girtîgehê
11:12 Dê derheqê parêzer Ulaş de mutalaa bê amadekirin
10:58 Serdana HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: Li wan zilm hatiye kirin
10:58 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: 35 kes hatin binçavkirin.
10:37 Serokê Goç-Der’a Çûkûrovayê Guvenç jiyana xwe ji dest da
09:57 Ji girtiyan daxuyaniya 15'ê Sibatê: Sala 2022'yan wê bibe sala azadiya Ocalan
09:54 Li Stenbolê rojnamevanek û siyasetmedar hatin binçavkirin
09:34 Li Uşakê jinek hat qetilkirin
09:04 Seroka Komeleya Koçberiyê: Penaber bi awayekî sîstematîk tune tên hesibandin
09:03 Kilavuz: Em ê fatûreyên ceryanê yên cemxaneyan nedin
09:03 Xizmên girtiyan: Heya zarokên me neyên berdan em ji vir naçin
09:03 Ocalan: Ez ji heqê komployê derdikevim
09:03 Jinên Rihayî: Em azadiya birêz Ocalan dixwazin
09:03 Dayikên girtiyan: Em îro ranebin ser piya wê sibê pir dereng be
09:03 Dayika Fatma Eraslan: Hêviya min ji edaletê nema ye
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2022'YAN
14/02/2022
22:49 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Komplo bi saya têkoşîna Ocalan bi ser neket
20:40 Li Amedê 27 ciwan hatin binçavkirin
18:40 Li Rihayê komplo hat şermezarkirin
18:33 Li Wanê 4 kes hatin girtin
18:27 Derbarê rojnamevan Dûrgût de biryara qedexeya hevdîtina bi parêzer re
16:52 KKP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
16:46 DAD’ê xwest ku qeymeqamê Qislê ji peywirê bê girtin
16:42 Hevseroka HDP’a Mûşê hat berdan
16:37 'Dilê me dayikan diêşe, girtiyan berdin'
16:24 Protestoya 15'ê Sibatê: Wê komploger winda bikin û azadî qezenc bike
16:19 DBP çû serdana TUAY-DER û AYKAY-DER'ê