Xwîşka du windakiriyan: Ez naxwazim wêneyên birayên min bêxwedî bimînin

  • rojane
  • 16:51 12 Sibat 2022
  • |
img
AMED/ÊLIH - Îffet Mutaş ku beşdarî çalakiya xizmên windakiriyan a li Amedê bû, aqûbeta birayên xwe Mehmet ê di sala 1993’yan de bi cînayeteke kiryarnediyar hatibû qetilkirin û Alî Tekdag ku hatibû windakirin, pirsî. Mutaş got: “Ez naxwazim wêneyên birayên min bêxwedî bimînin.” Li Êlihê jî çalakiya malbatan bi hinceta qedexeyê hat astengkirin. 
 
Xizmên windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ji bo dîtina windakiriyan û darizandina kujerên wan, di hefteya 679’emîn de jî çalakiya xwe li dar xist. Çalakî li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê hat kirin. Di çalakiyê de pankartên “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” hatibû vekirin û di destê çalakvanan de jî wêneyên windakiriyan hebûn. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta birayên hev Mehmet û Alî Tekdag hat pirsîn. 
 
HEVRÛBÛNA BI RABÛRDIYÊ RE 
 
Di çalakiyê de Alîkara Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ezgî Sila Demîr axivî û diyar kir ku ev nêzî 40 sal in gelek dewlet ji bo ku pergaleke demokratîk ava bikin, bi rabûrdiya xwe re hevrû dibin û wiha dom kir: “Lê li Tirkiyeyê tu desthilatdarî guh nedan vê yekê. Ji salên 90’î heta niha li pêşiya vê bîrdariyê, ji bo kesên hatine windakirin, bi îşkenceyê hatine kuştin û windakirin edalet tê xwestin.”
 
‘DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN’
 
Di berdewamê de Demîr bal kişand ser rewşa siyasetmedar Aysel Tugluk û wiha got: “Tugluk bi salan têkoşîna demokrasî, edalet û azadiyê da. Ji 2016’an ve jî di bin şert û mercên îşkenceyê de dimîne. Wekî hûn jî dizanin, 9 meh berê dayika Tugluk rehmet kir û Tugluk beşdarî merasîma cenazeyê bû. Lê nîjadperestan êrişî cenaze kir û vê yekê birînên xedar di Tugluk de vekirin. Bi pêşketina nexweşiya wê re êdî her tiştî ji bîr dike. Banga me ji bo ATK’ê ew e ku raporeke bêalî amade bike û Tugluk bê berdan. Em dixwazin hemû girtiyên nexweş bên berdan.” Piştre jî axaftina Tugluk a di çalakiyeke xizmên windayan a di 7’ê gulana 2012’an de hat guhdarîkirin. 
 
SERPÊHATIYA DU BIRAYAN
 
Piştre jî serpêhatiya birayên hev Mehmet û Alî Tekdag ji hêla xwîşka wan Îffet Mutaş ve hat vegotin. Mutaş da zanîn ku birayê wê Alî di serdemeke herî tarî de hatiye windakirin û kujerên Mehmet Tekdag jî hêj nehatine girtin. Mutaş axaftina xwe wiha domand: “Di sala 1993’yan de ku mirov li nava kolanan dihatin qetilkirin û windakirin. Birayê min Mehmet, di 12’ê sibata 1993’yan saetên piştî nîvro de bi giranî hat birîndarkirin. Dema dibirin nexweşxaneyê, di rê de jiyana xwe ji dest da. Birayê min Alî jî di sala 1994’an de li Deriyê Çiyê hat revandin. Em du mehan lê geriyan lê piştre em ji rojnameyê hîn bûn ku hatiye kuştin. 24 rojan hatiye îşkencekirin û piştre birine Farqînê. Ez kengî biçim Farqînê, her tim wiha dibêjim; ‘Ez dizanim Alî ku gora te li vir e lê nizanim tu li ku yî. Tu min dibînî lê ez te nabînim.’ Di rojnameyê de digotin ku hatiye şewitandin û wisa hatiye veşartin. Ji wê rojê ve ez li hestiyên birayê xwe digerim. Dixwazim hestiyên birayê xwe bidim ber singa xwe. Ez naxwazim wêneyên wan bêxwedî bimînin lewma dê heta dawiyê van wêneyan her bilind bikim.” 
Piştî axaftina Mutaş, çalakiya rûniştinê hat kirin û çalakî bi çepikan bi dawî bû. 
 
ÊLIH 
 
Xizmên windakiriyan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 516’emîn a çalakiya xwe de bi dirûşma “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” çûn pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê. Malbatan xwestin li vir daxuyaniyê bidin lê bi hinceta qedexeya walîtiyê, destûr nehat dayîn. Lewma malbat neçar man ku daxuyaniya xwe li avahiya ÎHD’ê bidin. 
 
Di daxuyaniyê de Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê parêzer Devran Yildiz bertek nîşanî qedexeyê da û got ku ev biryar, biryareke derhiqûqî ye. 
 
AQÛBETA EFEOGLU PIRSÎN
 
Di daxuyaniya vê hefteyê de serpêhatiya xwendekarê Zanîngeha Yildiz Teknîkê Ayhan Efeoglu (25) hat vegotin ku di 6’ê cotmeha sala 1992’yan de ji hêla polîsên sivîl ve li pêşiya zanîngehê hatibû binçavkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nehatine girtin. 
 

Sernavên din

17/02/2022
11:11 Li Mêrsînê ‘Pêşangeha Pirtûkên Girtiyan’ tê vekirin
10:08 Ocalan: Ev pêncî sal in em ji bo zimanê xwe têkoşîneke bêhempa didin
09:02 Îfadeya Kasim Guler ê DAIŞ'î hat girtin: Kiryar çalak in û li ser kar in
09:02 Krîz kûr dibe: Em xwe bi kîsikê ava germ, germ dikin
09:02 ‘Paradîgmaya Ocalan dê li vê erdnîgariyê bi ruh û can bibe'
09:02 Navê rojnamevanê hat qetilkirin li 40 zarokî hatiye kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2022'YAN
01:00 Êriş birin ser avahiya HDP'ê ya Yuregîrê
16/02/2022
21:45 Ji bo rojnamevan Dûrgût kampanya
20:33 Li Mêrdînê 22 kest hatin berdan
18:32 Îfadeya rojnamevan Dûrgût a li midûriyeta polîsan hat girtin
16:25 Nobeda Edaletê: Em zarokên xwe dixwazin
16:10 Li Edeneyê kesek hat girtin û 13 kes hatin berdan
16:02 LaWje dê li Stenbolê konserek bide
15:59 Baroya Çewlikê dê giliyê tundiya leşkeran bike
15:41 Jinan bertek nîşanî rapora ji bo Tûglûk hatiye amadekirin da
15:33 Tê payîn ku li komîsyonê dê Tiryakî li şûna Guzel parastinê bike
15:09 Li Çewligê 10 kes hatin berdan
14:55 Ji bo doza Buldan dê ji AYM’ê agahiyan bixwazin
14:34 Ji bo nîşandana gorên Şêx Seîd û hevalên wî serî li wezaretê dan
14:34 Cezayê ji bo şermezarkirina mirina Gezer hatibû dayîn ‘guncav’ hat dîtin
14:18 Li Agiriyê 6 kesên din jî hatin binçavkirin
14:09 Hiqûqnasan giliyê îşkencekarên li Girtîgeha Amedê kirin
13:57 Ji rapora HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: MÎT, gefan li welatiyan dixwe
13:54 'Ne karker, divê patron vî welatî biterikînin'
12:44 TGS’ê bertek nîşanî nedayîna mûçeyê rojnamevanan da
12:25 Malbata Şenyaşar: Em ê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:33 Ronî: Daxwaza gelê kurd perwerdehiya bi zimanê kurdî ye
11:10 Hemû binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
10:54 Di operasyona hişbirê ya Licê de gosermetên nû
10:11 Gelo ATK çima nexweşîna Aysel Tugluk nabîne?
10:11 Li Îmraliyê sepana 'incommunicado' di meriyetê de ye
09:30 Ji bo ku fatûreyên xwe razînin kelûpelên xwe difiroşin
09:03 Fatûreyên sendeliyên bi ceyran giran bûn!
09:02 HDP'î û DBP'î sûcdar kirin: Çima hûn tevli daxuyaniyan bûn?
09:02 ‘Ger em têbikoşin dê dewlet nikaribe neheqiyan bike'
09:02 Taşçier: Rêya Sêyem dê siyaseta Tirkiyeyê biguherîne
09:02 Dayika tim ji bo zimanê xwe li ber xwe da: Îpek Elmas
09:02 Bernameya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê eşkere bû
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2022'YAN
15/02/2022
22:58 Nisêbînê 15'ê Sibatê şermezar kir
21:10 Dayika Bêrîvan Cizîrî jiyana xwe ji dest da
21:02 Çalakiya lembetefandinê ya esnafên Amedê bi dawî bû
18:54 Li Agiriyê 5 kes hatin girtin
18:43 Tirkiyeyê êriş bi ser Til Rifatê: 2 jê zarok 5 birîndar
18:34 Li dijî komployê meşeke girseyî: Silav hezar silav li Îmraliyê!
17:14 Parêzerê rojnameger Dûrgût pê re hevdîtin kir
16:54 MKGP'ê bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Dûrgût da
16:53 Ji Qada Deriyê Çiyê bang kirin: Bila Ocalan biaxive
16:38 Nobeta Edaletê di roja 92’yemîn de berdewam e
16:32 Dadgehê biryara astengkirina malpera Xwebûnê betal kir
16:31 Leşkeran di serdegirtina malê de tundî kir
16:06 HDP: Tecrîdê rakin, bila Ocalan biaxive
15:58 Rêxistinên elewiyan: Em ê fatûreyên cemxaneyan ranezînin
15:57 Dozger li Tûncel û Akdenîz ên îşkence li wan hatibû kirin doz vekir
15:45 Rêveberê MEBYA-DER’ê Olçen beraet bû
15:15 Komploya 15’ê Sibatê li gelek bajaran hat protestokirin
14:14 ‘Çima di astengiya li pêşiya aştiya civakî de israr dikin?’
14:10 Serokkomarê Îsraîlê dê serdana Tirkiyê bike
14:06 Cenazeyê Guvenç hat veşartin
13:56 Kujerê penaber Tacîk bi 5 mehan ceza kirin
13:39 Bûldan: Komplo negihîşt armanca xwe
13:32 Kedkara tenduristiyê yê îxrackirî jiyana xwe ji dest da
13:28 Li Wanê 15’ê Sibatê şermezar kirin: Sekna Îmraliyê komplo vala derxist
13:24 Rêxistinên rojnamegeran xwestin ku Dûrgût were berdan
13:16 Di doza greva birçîbûnê de biryara beraetê hat dayîn
13:10 Malbata Şenyaşar: Di çavên gel de kesê windakirî diyar e
12:47 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Zindî ne bes bûn êdî dora miriyan e!
12:40 335 kesan ji bo Mîgrosê banga boykotê kirin
12:10 DBP û TJA'yê banga azadiya Ocalan kirin
12:10 Cerdevanê ku dest dirêjî keçeke 16 salî kir hate berdan
11:35 Li Enqereyê jin xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin: Jin wê li Qada Tandoganê bin
11:28 Rojnamevan Agirel û Pehlîvan dîsa dikevin girtîgehê
11:12 Dê derheqê parêzer Ulaş de mutalaa bê amadekirin
10:58 Serdana HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: Li wan zilm hatiye kirin
10:58 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: 35 kes hatin binçavkirin.
10:37 Serokê Goç-Der’a Çûkûrovayê Guvenç jiyana xwe ji dest da
09:57 Ji girtiyan daxuyaniya 15'ê Sibatê: Sala 2022'yan wê bibe sala azadiya Ocalan
09:54 Li Stenbolê rojnamevanek û siyasetmedar hatin binçavkirin
09:34 Li Uşakê jinek hat qetilkirin
09:04 Seroka Komeleya Koçberiyê: Penaber bi awayekî sîstematîk tune tên hesibandin
09:03 Kilavuz: Em ê fatûreyên ceryanê yên cemxaneyan nedin
09:03 Xizmên girtiyan: Heya zarokên me neyên berdan em ji vir naçin
09:03 Ocalan: Ez ji heqê komployê derdikevim
09:03 Jinên Rihayî: Em azadiya birêz Ocalan dixwazin
09:03 Dayikên girtiyan: Em îro ranebin ser piya wê sibê pir dereng be
09:03 Dayika Fatma Eraslan: Hêviya min ji edaletê nema ye
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2022'YAN
14/02/2022
22:49 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Komplo bi saya têkoşîna Ocalan bi ser neket
20:40 Li Amedê 27 ciwan hatin binçavkirin
18:40 Li Rihayê komplo hat şermezarkirin
18:33 Li Wanê 4 kes hatin girtin
18:27 Derbarê rojnamevan Dûrgût de biryara qedexeya hevdîtina bi parêzer re
16:52 KKP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
16:46 DAD’ê xwest ku qeymeqamê Qislê ji peywirê bê girtin
16:42 Hevseroka HDP’a Mûşê hat berdan
16:37 'Dilê me dayikan diêşe, girtiyan berdin'
16:24 Protestoya 15'ê Sibatê: Wê komploger winda bikin û azadî qezenc bike
16:19 DBP çû serdana TUAY-DER û AYKAY-DER'ê