Rewşa girtiya nexweş Acar giran dibe: Bila bes cenaze ji girtîgehan derkevin

  • jin
  • 09:03 13 Sibat 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Rismiye Acar, dayika girtiya nexweş Tenzîle Acar, diyar kir ku rewşa keça wê giran dibe û got: "Li gorî xwe dermanan didin wan. Ne bijîşk, girtîgeh bi xwe dide wan. Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin."
 
Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di sala 2021'ê de li seranserê girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê giran herî kêm hezar û 605 nexweşön girtî hene. Tevî raporên “nikarin de girtîgehê de bimînin” jî nayên berdan. 
 
Ji girtiyên rewşa wan giran yek jê jî Tenzîle Acar e. Acar, di Girtîgeha Bakirkoy a Stenbolê ya Jinan de ye. Acar ku di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD'ê de ye,  nexweşîna Hepatît B, lê peyda bûye. Acar ku bi salan di nav xebatên jinan de cih girtiye, di sala 2015'an de hatiye girtin û 16 sal cezayê girtîgehê li wê hatiye birîn. Rewşa Acar her roj giran dibe û bi tu awayî nayê tedawikirin. 
 
Dayika wê Rismiye Acar (45) anî ziman ku ew naxwaze cenazeyê keça wê ji girtîgehê derkeve û xwest keça wê bê berdan. 
 
'TU NEXWEŞIYÊN WÊ TUNE BÛN' 
 
Dayik Acar, bilêv kir ku beriya girtinê tu nexweşînên keça wê tune bûne û got: "Tenzîle xwendekar bû. Pişt re derbasî Stenbolê bû û li wir jî tevlî nav refên PKK'ê bû. Piştî çend salan di nav de ma li Stenbolê hat girtin. Miroveke gelek kêfxweş bû. Pir dixwwest alîkariya hevalên xwe bikira. Heya nehatibû girtin tu nexweşiyên wê tune bûn. Ciwaneke gelek jîr bû. Lê ji ber ku derfet tune bûn, me nehişt dibistanê bixwîne. Pişt re di nav xebatên partiyê de cihê xwe girt." 
 
'LI GORÎ XWE DERMANAN DIDIN GIRTIYAN'
 
Acar, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku berdana keça wê ferz e û got: "Ji roja hatiye girtin heya niha nexweş e. Nexweşiya wê jî her diçe girantir dibe. Tedawiya nexweşiya wê jî tune ye. Dema ku diêşe jî wê nabin nexweşxaneyê. Tenê carekê wê birine ew jî bi awayekî kelemçekirî birine. Piştî 4 salan wê birine nexweşxaneyê. Bi jineke girtî re leşkerên mêr bikevin odeyê wê çawa tedawî bibe? Ev jî ne însanî ye. Ji ber vê nêzikatiyê jî wê tedawiya wan red kiriye. Tenê carekê biribûn ew jî 2 mehan wê di hucreyê de hiştin. Keseke nexweş û di hucreyê de wê çawa karibe hewcetiyên xwe peyde bike? Li şûna ku vê zilmê bibînin, hema neçin ser bijîşk ji wan re baştir e. Li gorî xwe dermanan didin wan. Ne bijîşk, girtîgeh bi xwe dide wan. Ji ber wan dermanan devê wê hemû birîn bûye. Êşa wê girantir bû. Miroveke di rewşeke wiha de, divê bê tedawîkirin. Divê her roj kincên wê bên guhertin. Lê wî tiştî nakin. "
 
'EM NAXWAZIN CENAZEYÊN WAN BÊN' 
 
Acar, diyar kir ku ji girtîgehan cenazeyek din derneketiye, bila girtiyên nexweş hemû bên berdan û di dawiya axaftina xwe de got: "Xwarin hemû lê nayên. Lê ji neçarî dixwe. Em dixwazin ev zilma li ser girtiyan bi dawî bibe. Pêwîst e hemû girtiyên nexweş bên berdan û bi awayekî rêk û pêk bên tedawîkirin. Hemû girtiyên nexweş di van zindanan de mirin. Wan tedawî nakin. Em aştiyê dixwazin. Em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin. Bila bes kezeba dayikan bişewite. Em naxwazin ji girtîgehan cenazeyên zarokên me derkevin."
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

17/02/2022
11:11 Li Mêrsînê ‘Pêşangeha Pirtûkên Girtiyan’ tê vekirin
10:08 Ocalan: Ev pêncî sal in em ji bo zimanê xwe têkoşîneke bêhempa didin
09:02 Îfadeya Kasim Guler ê DAIŞ'î hat girtin: Kiryar çalak in û li ser kar in
09:02 Krîz kûr dibe: Em xwe bi kîsikê ava germ, germ dikin
09:02 ‘Paradîgmaya Ocalan dê li vê erdnîgariyê bi ruh û can bibe'
09:02 Navê rojnamevanê hat qetilkirin li 40 zarokî hatiye kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2022'YAN
01:00 Êriş birin ser avahiya HDP'ê ya Yuregîrê
16/02/2022
21:45 Ji bo rojnamevan Dûrgût kampanya
20:33 Li Mêrdînê 22 kest hatin berdan
18:32 Îfadeya rojnamevan Dûrgût a li midûriyeta polîsan hat girtin
16:25 Nobeda Edaletê: Em zarokên xwe dixwazin
16:10 Li Edeneyê kesek hat girtin û 13 kes hatin berdan
16:02 LaWje dê li Stenbolê konserek bide
15:59 Baroya Çewlikê dê giliyê tundiya leşkeran bike
15:41 Jinan bertek nîşanî rapora ji bo Tûglûk hatiye amadekirin da
15:33 Tê payîn ku li komîsyonê dê Tiryakî li şûna Guzel parastinê bike
15:09 Li Çewligê 10 kes hatin berdan
14:55 Ji bo doza Buldan dê ji AYM’ê agahiyan bixwazin
14:34 Ji bo nîşandana gorên Şêx Seîd û hevalên wî serî li wezaretê dan
14:34 Cezayê ji bo şermezarkirina mirina Gezer hatibû dayîn ‘guncav’ hat dîtin
14:18 Li Agiriyê 6 kesên din jî hatin binçavkirin
14:09 Hiqûqnasan giliyê îşkencekarên li Girtîgeha Amedê kirin
13:57 Ji rapora HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: MÎT, gefan li welatiyan dixwe
13:54 'Ne karker, divê patron vî welatî biterikînin'
12:44 TGS’ê bertek nîşanî nedayîna mûçeyê rojnamevanan da
12:25 Malbata Şenyaşar: Em ê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:33 Ronî: Daxwaza gelê kurd perwerdehiya bi zimanê kurdî ye
11:10 Hemû binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
10:54 Di operasyona hişbirê ya Licê de gosermetên nû
10:11 Gelo ATK çima nexweşîna Aysel Tugluk nabîne?
10:11 Li Îmraliyê sepana 'incommunicado' di meriyetê de ye
09:30 Ji bo ku fatûreyên xwe razînin kelûpelên xwe difiroşin
09:03 Fatûreyên sendeliyên bi ceyran giran bûn!
09:02 HDP'î û DBP'î sûcdar kirin: Çima hûn tevli daxuyaniyan bûn?
09:02 ‘Ger em têbikoşin dê dewlet nikaribe neheqiyan bike'
09:02 Taşçier: Rêya Sêyem dê siyaseta Tirkiyeyê biguherîne
09:02 Dayika tim ji bo zimanê xwe li ber xwe da: Îpek Elmas
09:02 Bernameya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê eşkere bû
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2022'YAN
15/02/2022
22:58 Nisêbînê 15'ê Sibatê şermezar kir
21:10 Dayika Bêrîvan Cizîrî jiyana xwe ji dest da
21:02 Çalakiya lembetefandinê ya esnafên Amedê bi dawî bû
18:54 Li Agiriyê 5 kes hatin girtin
18:43 Tirkiyeyê êriş bi ser Til Rifatê: 2 jê zarok 5 birîndar
18:34 Li dijî komployê meşeke girseyî: Silav hezar silav li Îmraliyê!
17:14 Parêzerê rojnameger Dûrgût pê re hevdîtin kir
16:54 MKGP'ê bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Dûrgût da
16:53 Ji Qada Deriyê Çiyê bang kirin: Bila Ocalan biaxive
16:38 Nobeta Edaletê di roja 92’yemîn de berdewam e
16:32 Dadgehê biryara astengkirina malpera Xwebûnê betal kir
16:31 Leşkeran di serdegirtina malê de tundî kir
16:06 HDP: Tecrîdê rakin, bila Ocalan biaxive
15:58 Rêxistinên elewiyan: Em ê fatûreyên cemxaneyan ranezînin
15:57 Dozger li Tûncel û Akdenîz ên îşkence li wan hatibû kirin doz vekir
15:45 Rêveberê MEBYA-DER’ê Olçen beraet bû
15:15 Komploya 15’ê Sibatê li gelek bajaran hat protestokirin
14:14 ‘Çima di astengiya li pêşiya aştiya civakî de israr dikin?’
14:10 Serokkomarê Îsraîlê dê serdana Tirkiyê bike
14:06 Cenazeyê Guvenç hat veşartin
13:56 Kujerê penaber Tacîk bi 5 mehan ceza kirin
13:39 Bûldan: Komplo negihîşt armanca xwe
13:32 Kedkara tenduristiyê yê îxrackirî jiyana xwe ji dest da
13:28 Li Wanê 15’ê Sibatê şermezar kirin: Sekna Îmraliyê komplo vala derxist
13:24 Rêxistinên rojnamegeran xwestin ku Dûrgût were berdan
13:16 Di doza greva birçîbûnê de biryara beraetê hat dayîn
13:10 Malbata Şenyaşar: Di çavên gel de kesê windakirî diyar e
12:47 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Zindî ne bes bûn êdî dora miriyan e!
12:40 335 kesan ji bo Mîgrosê banga boykotê kirin
12:10 DBP û TJA'yê banga azadiya Ocalan kirin
12:10 Cerdevanê ku dest dirêjî keçeke 16 salî kir hate berdan
11:35 Li Enqereyê jin xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin: Jin wê li Qada Tandoganê bin
11:28 Rojnamevan Agirel û Pehlîvan dîsa dikevin girtîgehê
11:12 Dê derheqê parêzer Ulaş de mutalaa bê amadekirin
10:58 Serdana HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: Li wan zilm hatiye kirin
10:58 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: 35 kes hatin binçavkirin.
10:37 Serokê Goç-Der’a Çûkûrovayê Guvenç jiyana xwe ji dest da
09:57 Ji girtiyan daxuyaniya 15'ê Sibatê: Sala 2022'yan wê bibe sala azadiya Ocalan
09:54 Li Stenbolê rojnamevanek û siyasetmedar hatin binçavkirin
09:34 Li Uşakê jinek hat qetilkirin
09:04 Seroka Komeleya Koçberiyê: Penaber bi awayekî sîstematîk tune tên hesibandin
09:03 Kilavuz: Em ê fatûreyên ceryanê yên cemxaneyan nedin
09:03 Xizmên girtiyan: Heya zarokên me neyên berdan em ji vir naçin
09:03 Ocalan: Ez ji heqê komployê derdikevim
09:03 Jinên Rihayî: Em azadiya birêz Ocalan dixwazin
09:03 Dayikên girtiyan: Em îro ranebin ser piya wê sibê pir dereng be
09:03 Dayika Fatma Eraslan: Hêviya min ji edaletê nema ye
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2022'YAN
14/02/2022
22:49 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Komplo bi saya têkoşîna Ocalan bi ser neket
20:40 Li Amedê 27 ciwan hatin binçavkirin
18:40 Li Rihayê komplo hat şermezarkirin
18:33 Li Wanê 4 kes hatin girtin
18:27 Derbarê rojnamevan Dûrgût de biryara qedexeya hevdîtina bi parêzer re
16:52 KKP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
16:46 DAD’ê xwest ku qeymeqamê Qislê ji peywirê bê girtin
16:42 Hevseroka HDP’a Mûşê hat berdan
16:37 'Dilê me dayikan diêşe, girtiyan berdin'
16:24 Protestoya 15'ê Sibatê: Wê komploger winda bikin û azadî qezenc bike
16:19 DBP çû serdana TUAY-DER û AYKAY-DER'ê