Ocalan 'şerê aştiyê' dimeşîne

  • rojane
  • 09:12 14 Sibat 2022
  • |
img

AMED - Rêveberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di Pirsgirêka Kurd ku dewlet û desthilat ji çareseriya wê direvin de xwedî roleke diyarker e. Ocalan, siyaseta xwe ya jiyandinê ku weke "şerê aştiyê" bi nav dike 23 sal in di şertê tecrîdê de bi israr diomîne û ji bo vê gav avêtin. 

 
Pirsgirêka Kurd weke rastînîqiya nasnameya dîrokî li holê ye û tunehesibandina kurdan a dirêjî salên damzrandina Komara Tirkiyeyê dibe hê jî didome. Ev jî Pirsgirêka Kurd mezin dike û dibe sedem ku di siyaseta welat de cih bigire. Ne tenê di siyaseta Tirkiyeyê de di siyaseta Rojhlata Navîn de jî kurd di asteke nikarin bên paşguhkirin de cih digirin. Kurd bi tekoşîneke zor û bedelên gelek giran ên mîna qirkirin, îmhakirin, înkarkirin, polîtîkayên pişaftinê û cînayetên faîlên wan nediyar hatin vê astê.
 
Kesê ku kurdan kir hêzeke nikarin bên paşguhkirin û gihand asteke ku hêzen navneteweyî ji Pirsgirêka Kurd bêdeng namînin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.
 
Abdullah Ocalan, serkêşiya serhildana kurdan ku di salên destpêkê yên sedsala 20'emîn de tune hatin hesibandin û xaka wan hat parçekirin kir. Ji ber vê serkêşiya wî di destpêka sedsela 21'emîn de Ocalan di plana dîzaynkirina nû ya Rojhilata Navîn de weke astengî hat dîtin û bi komployeke navneteweyî ku Amerîka jê re serkêşî kir, di 15'ê sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin û li Girtîgeha Îmraliyê hat girtin. 
 
NIKARIN OCALAN PAŞGUH BIKIN
 
Di bin şertê tecrîdê de jî Ocalan tevahiya 23 salan berovajiyê tişta ku hatibû armanckirin rola xwe ya sereke ya di Pirsgirêka Kurd de domand. Her çiqas niha hevdîtina wî ya bi malbat û parêzerên wî re bê astengkirin, têkiliya wî ya bi derve re bê qutkirin û destûr nayê dayîn ku peyamên wî bigihîjin raya giştî jî di pozîsyoneke wisa de ye ku ne desthilat ne jî muxalefet nikarin wî paşguh bikin. Di van rojên ku rojeva hilbijartina pêşwaxt tê nîqaşkirin de Serokkomarê AKP'î Tayyî Erdogan li ser navê Ocalan diaxive û Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû dibêje, 'Rêya Demokrasiyê di Amedê re derbas dibe'. Sedema bingehîn a van hewldanan rastiya ku rêya desthilatê di Amedê re derbas dibe ye. 
 
ISRARA SIYASETA JIYANDINÊ
 
Heta niha bi polîtîkayên taybet hewl hat dayîn ku Ocalan bê behokirin û ji çavê kurdan bê xistin. Lê wî her li şûna şer di "siyaseta jiyandinê" de yanî di aştiyê de israr kir. Di navbera 1993 û 1998'an de Ocalan 3 caran agirbest îlan kir û nîşanî dewletê da ku li şûna rêbazên leşkerî pirsgirêkê bi aştiyê çareser bike. Lê her çiqas destê wî nehat girtin jî piştî ku hat Îmraliyê jî Ocalanvê helwesta xwe berdewam kir. Bi lêgerînên xwe yên dîrokî û civakî pergaleke paradîgmayî bi pêş xist û di şertên girtîgehê de dest bi avakirina vê paradîgmayê kir."
 
HATIN KOMÊN AŞTIYÊ
 
Di 1'ê îlona 1999'an de cara 4'emîn agirbest îlan kir û bang li PKK'ê kir ku hêzên xwe yên çekdarî vekişîne derveyî sînorên Tirkiyeyê û ji Qendîl, Mexmûr, Ewropayê "Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê" bên Tirkiyeyê. Piştî vê banga Ocalan koma destpêkê ya ji 8 kesan pêk dihat di 1'ê cotgmeha 1999'an de ji Qendîlê hat Tirkiyeyê û hemû endamên komê hatin girtin û ceza li wan hatin birîn. Rexmî vê jî piştî 29 rojan komeke din a ku ji 8 kesan pêk dijat jî Ewropayê hat Tirkiyeyê. Aqûbeta vê komê yî weke ya beriya wê bû. 
 
'ŞERÊ AŞTIYÊ DIDIM'
 
Ligel van girtina jî Ocalan israra xwe ya çareseriyê domand û got ku ew 24 saetan di nav şerekî de ye, şerê aştiyê dide û şerê aştiyê ji şerê li derve zehmettir e. Wê serdemê Tirkiyeyê desthilata DSP-MHP-ANAP'ê bi rê ve dibirin. Ocalan di 20'ê çileya 2000'î de "Projeya Aştiyê", di 4'ê mijdara 2000'î de "Plana Lezgîn a Aştî û Demokrasiyê" û di 19'ê hezîrana 2001'an de jî "Danezana Daxwazên Lezgîn" danîn pêşiya hikûmetê. Ev hemû hewldanên Ocalan bêbersiv hatin hiştin. 
 
PLANA AŞTIYÊ AMADE KIR
 
Ocalan ku dev ji israra xwe ya çareseriyê berneda piştî ku di 3'ê mijdara 2002'yan de AKP hat desthilatê, bi "Danezana Çareseriya Lezgîn" banga diyalogê li AKP'ê kir. Piştre jî Ocalan "Plana Aştiyê" ku ji 10 xalan pêk dihat a nexşerêya bêçekkirinê pêşkêşî hikûmetê kir. Ocalan, bi van gotinan bangî Erdogan kir: "Aştî girêdayî 2 hevokên ku tu bibêjî ye. Ji bo aştiyeke bi rûmet derfetên xebata demokratîk hene. Ev her du hevok wê jiyana bi deh hezaran kesî xelas bike."
 
Dema ku li bendê bû di vê mijarê de gav bên avêtin tecrîda li ser Ocalan hat girankirin. Bi mehan destûr nehat dayîn ku Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike. Li dijî vê helwestê PKK'ê agirbesta ku 5 sal bûn berdewam dikir di 1'ê hezîrana 2004'an de bi dawî kir. Di pêvajoya ku şer berdewam dikir de Ocalan di sala 2005'an de "Nexşerêya ji bo Aştiyê" amade kir û ji desthilata AKP'ê daxwaz kir ku "Qanûna Tevlîbûna Demôkratîk" derbixe û daxistina gerîlla ya ji çiyayayn pêk bîne. Lê desthilata AKP'ê "Qanûna Vegera Malê" ku poşmantiyê ferz dikir derxist. 
 
MUSTEŞARÊ MÎT'Ê ÇÛ ÎMRALIYÊ
 
Di sala 2008'an de Musteşarê MÎT'ê Emre Taner çû Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kir. Piştî vê hevdîtinê "Hevdîtinê Osloyê" yên di bin çavdêriya welateke sêyemîn de di navbera rayedarên dewletê û rêveberên KCK'ê de pêk hatin hatin berfirehkirin. Ji bo ku di mijara çareseriyê de destê hikûmeta AKP'ê bi hêz bike KCK'ê di 31'ê gulana 2009'an de careke din agirbestê îlan kir. Piştre ji aliyê Hikûmeta AKP'ê ve pêvajoyeke ku destpêkê weke "Vebûna Kurdan" û dûre jî "Projeya Biratî û Yekitiya Neteweyî" hat binavkirin hat destpêkirin. Ocalan jî ragihand ku ji bo aştiyê amade ye ku her gavî bavêje û "Nexşerêyeke" ku ji 10 xalan pêk dihat amade kir û ji bo çareseriya demokratîk AKP'ê vexwend ser mesê. 
 
KOMA SÊYEMÎN AŞTIYÊ
 
Ocalan bi vê bangê bi sînor nema û li ser banga wî piştî 10 salan di 19'ê cotmeha 2009'an de ji Qendîl û Mexmûrê 4 jê zarok Koma Aştiyê ya ji 34 kesan pêk dihat hat Tirkiyeyê. Ev kom li Deriyê Xabûrê ji aliyê 50 hezar kesî ve hat pêşwazîkirin. Lê bi zexta hêzên ku ji van geşedanan aciz bûn Hikûmeta AKP'ê li vê pêvajoyê xwedî derneket û koma duyemîn ku wê piştî vê komê ji Ewropayê bihatina hatine wê hat betalkirin. Piştre derbarê 30 endamên vê komê de doz hatin vekirin û 17 ji wan hatin girtin. Mîma komên beriya niha hatibûn hin kesên di vê komê de jî li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan. 
 
OPERASYONÊN KCK'ê
 
Piştî ku Dadgeha Destûra Bingehîn di 11'ê Kanûna 2009'an de Partiya Civaka Demokratîk (DTP) girt û di 25'ê kanûna heman salê de li dijî siyasetmedarên kurd "operasyonên KCK'ê hat destpêkirin pêvajo bi dawî bû. Li tevahiya Tirkiyeyê parêzerên Ocalan jî di nav de bi hezaran kes hatin girtin. Rexmî van hewldanan jî Ocalan heyeta ku pê re hevdîtin pêk anî re ragihand ku li ser "Konseya Aştiyê" li hev kirine. Piştî vê daxuyaniyê bi 3 hefteyan di 27'ê mijdara 2011'an de hevdîtina parêzeran a Ocalan re hat qedexekirin û tecrîd li hat ferzkirin. 
 
ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ
 
Di pêvajoya ku li Roboskî 34 welatî, li Colemêrgê 13 welatî hatin kuştin, şerê dijwar ê bi PKK'ê re û geşedanên ku ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê qewimî de bi mehan agahî ji Ocalan nehat girtin. Ji ber vê girtiyên PKK û PAJK'ê di 12'ê îlona 2012'an de dest bi greva birçîbûnê kirin. Bi hezaran girtî tevlî vê çalakiyê bûn û AKP neçar ma ku careke din li deriyê Îmraliyê bide. Di roja 66'an de çalakî li ser banga Ocalan di 18'ê mijdara 2012'an bi dawî bû. Piştre parlamenterên HDP'ê Ahmet Turk û Ayla Akat Ata di 3'ê çileya 2013'an de çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. Ev hevdîtin bû nîşana pêvajoyeke nû. Lê tenê 6 roj piştî vê hevdîtinê di 9'ê çileya 2013'an de siyasetmedarên jin ên kurd Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li paytecta Fransa Parîsê ji aliyê tetikkêş Omer Guney ve hatin kuştin. Di demeke kurt de derket holê ku cinayet ji aliyê MÎT'ê ve hatiye organîzekirin. 
 
NEWROZA AMEDÊ YA 2013'AN
 
Ocalan, ji bo cînayetan ev tişt got: "Ha wan ha Sakîneyan kuştine, piştî hevdîtina yekemîn ku me li vir kiriye, li Parîsê bersiv dan. Piştî her hevdîtineke girîng teqez darbe hatine pêşxistin." Her wiha Ocalan, destnîşan kir ku destê rêxistinbûna Gladioyê di cinayetan de heye û bû kesê yekemîn ku "Dewleta Parelel" teşhîr kir. Ocalan, lîstika kesên ku xwestin wî bikişînin nav xefika şer bi israra xwe ya ji bo aştiyê xera kir û bi peyama xwe ya "Bila êdî çek bisekinin, fikir û siyaset biaxivin" ku di sala 2013'an de li Newroza Amedê da jî berpirsyariya xwe ya di mijara çareserkirina Pirsgirêka Kurd de nîşan da. 
 
NIYETA RAST DERKET HOLÊ
 
Di berdewama pêvajoyê de AKP'ê li Qesra Dolmabahçeyê bi kurdan re mutabaqatê îmze kir. Li hêla din jî aciziya xwe ya ji rêveberiya xweser a bakurê Sûriyeyê bi piştgiriya DAIŞ'ê ya êrişî Kobanê kir nîşan da. Desthilata AKP'ê ku bi alîkariya YPG'ê gora Suleyman Şah ji êrişa DAIŞ'ê xelas kir, di Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) de bi "Plana Çokşikandinê" nîyeta xwe ya bi dawîkirina pêvajoyê nîşan da. Rojek piştî peyama Ocalan a di Newroza Amedê de da û got ku amadekarî dike banga "çek danînê" bike, Erdogan got ku ew Mutabaqata Dolmabahçeyê nas nake. 
 
Piştî vê ku hevdîtinên bi Ocalan re bi dawî bûn û di 7'ê Hezîrana 2015'an de ji ber ku nebû desthilat desthilata AKP'ê "Plana Çokşikandinê" kir meriyetê û bi vê planê re li cihên mîna Sûr, Cizîr, Nisebînê derî ji şerê ku bûn sedema hilweşandina bajaran re vekir. Piştre destnedayîna parlamenterên HDP'ê hatin rakirin û qeyûm tayînî şûna hevşaredarên DBP'ê hatin kirin. 
 
DÎSA GREVA BIRÇÎBÛNÊ
 
Ji bo ku dengê wî neyê bihîstin tecrîda li ser Ocalan hat kûrkirin. Li ser vê di 5'ê çileya 2016'an de li ji HDP û DBP'ê 50 siyasetmedar li Amedê dest bi greva birçîbûnê kirin. Piştî vê çalakiyê Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî û di mijara çareseriyê de banga jidilbûnê li AKP'ê kir. Piştî bi dawîbûna grevê careke din deriyên Îmraliyê hatin girtin. Piştî vê pêvajoyê Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di 8'ê mijdara 2018'an de bi daxwaza bi dawîkirina tecrîda li ser Ocalan li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir. 
 
Weke pêvajoya beriya desthilatê xwest bi destûr dayîna hevdîtinê ya ji bo Mehmet Ocalan vê grevê bi dawî bike. Lê Guven û çalakgerên din dev ji greva xwe bernedan. Li ser vê piştî 8 salan deriyên Îmraliyê ji parêzeran re vebûn. Di navbera 2'ê gulan û 7'ê tebaxa 2019'an de 5 caran bi Ocalan re hevdîtin hatin kirin. Ocalan di van hevdîtinan de jî banga li ser mesê li desthilata AKP'ê kir. 
 
11 MEH IN AGAHÎ JI OCALAN NAYÊ GIRTIN
 
Ocalan ku bi 3 girtiyên din ên li cem xwe re bi awayekî komî tê tecrîdkirin, piştî 21 salan cara yekemîn di 27'ê Nîsana 2020'an de mafê xwe yê afaxtina xwe bi telefonê bi kar anî. Cara duyemîn Ocalan vî mafê xwe di 25'ê adara 2021'an de bi kar anî û telefona wî di nîvî de hat birîn. Ji vê rojê ve 11 meh in bi tu awayî agahî ji Ocalan nayê girtin. Hemû serlêdanên parêzeran ên vê derbarê de bêbersiv tên hiştin. 
 
Bedêla qrîza ku ji ber şerê bi girtina deriyê Îmraliyê tê berdewamkirin jî hemû gelên Tirkiyeyê didin. 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

19/02/2022
16:58 Li Êlihê panela tecrîdê: Divê Ocalan azad be
16:26 Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan berdewam dike
16:20 Polisan êrişê daxuyaniya 8'ê adarê kir
16:16 Hat xwestin girtiyê nexweş Guler were berdan
16:16 Sendîkayan serdana HDP'ê kirin
16:09 OHD’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû bijart
15:58 'Parastina Semra parastina têkoşîna jinan e'
15:55 Doru: Divê hewsên elewiyan yekîtiya xwe ava bikin
15:15 Temellî: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:52 ÎHD'a Stenbolê bal kişand ser rewşa 3 girtiyên nexweş
14:29 Bozgeyîk: Ew ê biçin, em ê bimînin
14:20 'Perwerdeya bi zimanê zikmakî maf e'
13:54 Dayika Murat Yildiz: Min neçarî parçeyek hestî kirin!
13:27 Mesrûr û Nêçirvan Barzanî bi Akar re hevdîtin kirin
13:20 Li Amedê ji bo dersa bijarte ya kurdî hinceta 'hejmara kêm'!
13:12 28 sal in kujerên Hamet Barut ê bi 32 guleyan hat kuştin, nehatine dîtin
11:58 Roger Waters banga berdana Dûrak kir
11:21 Xêzkarê Xwebûnê bal kişand ser qedexeya ziman
11:07 'Wargeha Mexmûrê bingeha perwerdeya kurdî ye'
11:01 Malbata Şenyaşar: Ji rojên xweş re hindik ma
10:48 Baroya Rihayê çalakiyên hefteya zimanê zikmakî diyarî Îpek Ateş kir
10:22 Midûrê polîsan gef li parêzer xwar: Em te nas dikin, em ê bên gel te
10:01 Netewên ku zimanê wan bi tunebûnê re rûbirû mane: Ziman kok e, em xwedî lê derkevin
09:21 Ji dengbêjan banga 21'ê Sibatê: Her tim bi kurdî biaxivin
09:16 Girtî Marûf Denîz: Em bi helwesteke tecrîdê re rû bi rû ne
09:15 Hem bazarvan hem jî xelk ji halê heyî ne razî ne
09:14 DEDAŞ'ê saeta ceryanê ya 'xerabe' ji xwe re kir hinceta 'ceryana qaçax'
09:14 Tîmûr ê di Nobeda Edaletê de: Em doza darizandineke adil dikin
09:13 Dadgeha herêmî guh li biryara AYM'ê nake!
09:10 Zimanzan Samî Tan: Em bi zimanê xwe bibin xwe û azad bibin
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2022'YAN
18/02/2022
21:52 Eleqeyeke mezin ji bo konsera Lawje
20:13 28 xwendekar jehrî bûn
19:30 Banga MED-DER'ê ya ji bo şahiya zimanê zikmakî
19:16 Li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
17:59 Bernameya MED-DER'e ya 21'ê Sibatê didome
16:57 Doza Pirsûsê: Daxwaza ‘bila Davutoglu bê guhdarîkirin’ dê bê nirxandin
16:41 Êrişên li ser HDP’ê hatin protestokirin
16:38 Li Amedê 6 partiyan bi hev re zema ceyranê şermezar kir
16:37 Malbatên girtiyan: Em ji bo herkesê edaletê dixwazin
16:26 Doza DÎAYDER’ê: Peyvên ku bi kurdî hatine tawanbarkirin di Qûrana Diyanetê de jî hene
16:05 Cara ewil di Doza Pirsûsê de axivî: Di dema komkujiyê de polîs li wir nebûn
16:03 Rojnamevan Turfent bi koronayê ket
15:49 Rojnameger Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:40 Li Rihayê 15 kes hatin berdan
15:12 Serdana malbata hevxemên xwe kirin
14:51 Derbarê Gulser Yildirim de dozeke nû hat vekirin
14:20 Dema binçavkirinê ya 12 kesan hat dirêjkirin
14:10 Walîtiya Colemêrgê firandina pifdank û fanosa mirazan jî qedexe kir
14:10 Di doza sercerdevan û kurên wî de biryar derneket
14:00 Li Stenbolê starta 8’ê Adarê hate dayîn: Em ê têkoşîna xwe li qadan bidomînin
13:55 Turkan Elçî: Em bi dadgeha engîzîsyonê re rûbirû ne
13:50 Almanya dê ciwanê kurd dersînor bike
13:14 Rojnivîskên Gurbetellî Ersoz li Lozanê hatin pêşandan
13:10 Dozgeriyê îtîrazî beraeta 4 rojnamevanan kir
12:47 Doza DÎAYDER'ê: Em li dadgehên Engîzîsyonê tên darizandin
12:32 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:15 Başaran: Yên ji kurdan fêm nekin nikarin bi ser kevin
11:25 Ferît Şenyaşar: Bila edalet were, zilm bi dawî bibe
10:54 Strana Tarkan a nû bû rojev: Wê biçe weke ku hatî wê biçe
10:16 Qedexeyên li ser kurdî di dema AKP’ê de hîn zêdetir bûn
10:15 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
09:49 Rojnamevan Dûrgût: Hin kes ji rastiyan aciz dibin
09:04 HDP’a Mêrsînê ji bo kongreyê amade ye
09:04 ‘Gefa qeymeqamê Qisleyê tê nixumandin'
09:04 Di girtîgehên li Rihayê de 5 jê giran 34 girtiyên nexweş hene
09:04 Li Amedê di 15 rojan de hejmara pêketiyan ji sedî 50 zêde bû
09:00 Qeyûm navê Navenda Çandê ya Nûdayê kir 'Hacibekîr'
09:00 Karkerên Mîgrosê bang kirin: Bibin dengê me
09:00 Kêmkirina KDV'ê pişta dikandarên biçûk şikand
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2022'YAN
17/02/2022
21:43 Li Şirnex, Mêrdîn û Mêrsînê 50 kes hatin berdan
19:10 Komîsyona Têkel biryar da ku parlementeriya Guzelê bê betalkirin
17:55 Li Sêrtê 9 kes hatin berdan
17:36 MED-DER'ê dest bi çalakiyên xwe yên 21'ê Sibatê kirin
16:52 ‘Şewitandina înfaza girtiyan li dijî edaletê ye’
16:39 Nûçegîhana me Dûrgût hat berdan
16:35 Dundar: Bi êrişan nikarin bitirsînin
16:07 Li Wanê malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin
16:01 Hevseroka HDP'a Yuregîrê: Ew gule berdan demokrasiyê
15:54 2 endamên HDP’ê hatin girtin
15:10 Cezayê Parlamenterê HDP'ê Bulbul hat erêkirin
14:59 Leyla Xalid ji Aysel Tûglûk re peyam şand
14:36 Komîsyonê ji bo girtiyê nexweş biryar da: Dikare di girtîgehê de tenê bimîne
14:34 Hevseroka ÎHD’ê Keskîn ji doza li Dêrsimê hat beraetkirin
14:22 Nûçegihana me Durgut birin edliyê
14:05 'Tirkiye pere ji bo DAIŞ’ê dabîn kiriye’
13:59 Komîsyona Tevlîhev ji bo Guzel li hev civiya
13:41 Danişîna ‘Doza KCK’a Stenbolê’ hat taloqkirin
13:24 Li Çiyayên Amonasan operasyona leşkerî
12:42 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Wê derbarê xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de mutalaa bê amadekirin
12:27 8 sal şunde ji esiriya DAIŞ’ê xelas bû
12:18 Ebrû Gunay: Em dixwazin tifaqa kurdî ava bikin
12:05 Danişîna ewil a meleyan sibê ye: Şahidên nepen ji doza KCK’ê mane
11:43 Weşana KCD'ê a mijara sûc wê ji RTUK'ê bê pirsîn
11:42 Çetîn a îşkenceya bi kûçik lê hatibû kirin nehat berdan
11:42 Malbata Şenyaşar: Em ê heta kengê bisekinin?
11:12 Li Wan û Erziromê 22 kes hatin berdan
11:11 Serokê Cemxaneya Duzgin Bava walîtiyê derewand