Dayika malwêran a bi zarokên xwe serbilind: Hacîce Çatak

  • rojane
  • 09:20 14 Sibat 2022
  • |
img

ŞIRNEX - Hacice Çatak ku dema qedexeyên derketina derve mala wê ya li navçeya Hezexê hat şewitandin û wêrankirin û ji ber zilma ku li wan hatiye kirin hin zarokên wê tevlî nav refên PKK'ê bûne û hin zarokên wê jî neçar mane ku derbasî Ewropayê bibin, got ku ew bi zarokên xwe serbilind e.

Di navbera salên 2015 û 2016'an de li gelek bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê qedexeyên derketina derve hatin ragihandin û şer û pevçûnên dijwar li wan qewimîn. Navçeya Hezexê ya Şirnexê jî yek ji van navçeyan bû ku qedexeya derketina derve lê hat ragihandin. Li navçeyê di 16'ê sibata 2016'an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û li taxên Tûrgût Ozal û Yenîmahaleyê şerekî dijwar qewimî. Di pêvajoya şer de bi dehan kes neçar man ku malên xwe biterikînin û bi dehan kes jî di şer de jiyana xwe ji dest dan. 
 
Her wiha di şer de bi sedan avahî hatin hilweşandin û piştî şer jî bi hezaran mirovên di van avahiyan de mexdûr bûn û nikaribûn li taxên xwe vegerin.  Yek ji van avahiyên ku hatin hilweşandin mala Hacîce Çatak (68) bû. Mala Çatak Taxa Tûrgût Ozalê ye û hê jî kavilên malê li cihê xwe ne. Çatak, dem deman diçe ser van kavilên mala xwe ku hemû zarokên xwe lê mezin kir û sebra xwe bi wan tîne. 
 
Çîrokeke balkêş a Çatak heye; dayika 12 zarokan e. Di salên 1990'î de ji aliyê dewletê ve gelek zilm lê wê tên kirin. Zilma ku di salên 1990'î de lê tên kirin di sala 2016'an de dubare dibin. Her çiqas sal biguherin jî zilma ku lê hatiye kirine neguheriye û careke din bi heman pêkanîna re rû bi rû dimîne. Dema qedexeyan navçeyê terk nake û şahidiya gelek êşan dike. Ji ber vê zilma li hemberî malbata wan tê kirin zarokên wê ji hev belav dibin û neçar dimînin ku her yek ji wan bi cihekî ve biçe.
 
ÇÎROKÊN ZAROKÊN WÊ
 
Keça Çatak Cîhan di sala 1990'an de dema ku hê 16 salî ye ji ber binçavkirin û îşkenceyên berdewam ên li bavê tên kirin hêrs dibe  û berê xwe dide nav refên PKK'ê. Piştî keça Çatak kurê wê Mûsa Anter Çatak jî dide ser şopa xwişka xwe û diçe naf refên PKK'ê. Ji zarokên Çatak Vasfî Çatak jî ji ber ku timik di noqteyên lêgerînê de tê binçavkirin, nikare li Tirkiyeyê bisekine û ji ber zext û zorderiyên li dijî xwe derbasî Ewropayê dibe. Kurê Çatak Ferzen Çatak jî ku dema qedexeyên derketina derve yên li navçeyê rojnamegerî dikir û hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan jî neçar dimîne ku derbasî Ewropayê bibe. Herî dawî kurê Çatak Kawa Çatak jî tê girtin û 7 mehên di girtîgehê de dimîne û îşkenceyên giran lê tên kirin. 
 
SEBRA XWE BI KAVILAN TÎNE
 
Ji ber vê zilma ku li wan tê kirin û piştre neçar dimînin ji hev belawela bibin dayika wan Hacîce Çatak û bavê wan bi tena serê xwe dimînin. Dema şerê qedexeyên derketina derve polis û leşkerên ku tevlî şer bûne agir berî mala Çatak dane û şewitandine. Dayika Çatak ji ber hesreta û parastina bîranînên zarokên xwe naçe tu derê û li maleke tenê bi qasî 200 metreyan dûrî mala xwe ya kavil dimîne. Ji bo hesreta zarokên xwe rojê du caran diçe ser kavilên mala xwe û sebra xwe bi van kavilan tîne. Hê jî navê zarokên wê li ser dîwarên malê nivîsandî ne. Şopên guleyan li ser navê zarokên wê hene. Ji bo kavilên mala wê hê bêtir xesarê nebînin û wan konan diparêze.
 
'EM KÊFXWEŞ BÛN' 
 
Dayik Çatak, li ser kavilê mala xwe derbarê vê serboriya xwe û zarokên xwe de axivî û diyar kir ku hevjînê wê timik girtî bûye û tunebûna bavêtiyê bi zarokên xwe nedaye hîskirin û wiha got: "Zarokên min hemû li vir bûn. Ez hem dayik û hem jî bavê wan bûm. Zarokên min pir ji hev hez dikirin. Her tim mêvanên me hebûn. Em kêfxweş bûn. Me ev baxçe ji bo zarokên xwe çêkir. Wê demê dewarên me hebûn. Me bi wan debara xwe dikir. Her tiştê min di vê malê de bû, lê dewletê ew xera kir û şewitand. Nikaribûm tiştekî derbixim. Bi zanebûn mala min şewitandin. Wan dizanibû ku ev mala kê ye. Li navçeyê şerekî giran hat kirin, di şer de tiştek bi mala min nebûbû. Piştre mala min şewitandin. Me ji mala xwe tiştek jî negirtibû. Min zarokên xwe li vê avahiyê di nav tunebûbê de mezin kir. Lê mala min şewitandin û xera kirin. Ji ber vê jî ez niha di kirê de dijîm."
 
'BÎRANÎNÊN MIN JÎ ŞEWITANDIN'
 
Çatak ku ji zarokên xwe dûr, bêkes ma û di maleke sar de dijî, da zanîn ku beriya bên Hezeê li gund jiyane û ev tişt anîn ziman: "Ji ber karê hevjînê min em neçar man û hatin Hezexê. Hevjîna min piştî karê 5 salan hat girtin. Ji ber ku hat girtin mûçeyî wî jî birîn. Piştî ku hat girtin, debara malê gelek zehmet bû. Min zarokên xwe dikir hembêza xwe û diçûm hevdîtinên girtîgehê. Min hemû zarokên xwe di vê malê de şandin zanîngehê. Neviyê min navên zarokên min li ser vî dîwarî nivîsandin. Hemû wêneyên ku min bi zarokên xwe re kişandibûn û kiribû albûmê jî şewitandin. Ne tenê mala min, bîranînên min jî şewitandin. Tişta ku ji zarokên min ji min re maye navên wan ên li ser van dîwaran hatine nivîsandinin."
 
BI ZAROKÊN XWE SERBILIND E
 
Di berdewama axaftina xwe de Çatak, bi lêv kir ku ew bi zarokên xwe serbilind e û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: "Min nedihişt ku zarokên min di tu mijarê de zehmetî bikişînin. Lê niha tune ne. Ez her serê sibehan û êvaran têm vir. Ez her ku têm li ser vî kursiyî rûdinim. Dema têm vir xwe rehet hîs dikim. Her ku têm vir zarokên min û bîranînên wan tên bîra min. Gava ew bi min re bûn, min wisa hîs dikir ku hemû dinya bi min re ye. Her çend min gelek êş kişandibe jî dema ku min wan li kêleka xwe didît her tişt ji bîr dikir. Ez û hevjînê xwe tenê mane. Ji bo ku ev êş min nekuje her roj têm vir. Ev berhemek ji bîranînên min e. Ji ber vê yekê ez vê malê diparêzim. Kurê min Mûsa Anter jî di vê malê de mezin bûye. Hezkirineke min a taybet li hemberî wî hebû. Lê ew jî çû.  Ez bi wan serbilind im. Zarokên min tu carî serê min netewandin. Ji ber wê ez qet poşman nebûme. Ji wir re mirovên baş hewce ne. Ji bo wê li vê axê hezar carî pîroz be."
 
MA / Zeynep Dûrgût
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

19/02/2022
16:58 Li Êlihê panela tecrîdê: Divê Ocalan azad be
16:26 Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan berdewam dike
16:20 Polisan êrişê daxuyaniya 8'ê adarê kir
16:16 Hat xwestin girtiyê nexweş Guler were berdan
16:16 Sendîkayan serdana HDP'ê kirin
16:09 OHD’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû bijart
15:58 'Parastina Semra parastina têkoşîna jinan e'
15:55 Doru: Divê hewsên elewiyan yekîtiya xwe ava bikin
15:15 Temellî: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:52 ÎHD'a Stenbolê bal kişand ser rewşa 3 girtiyên nexweş
14:29 Bozgeyîk: Ew ê biçin, em ê bimînin
14:20 'Perwerdeya bi zimanê zikmakî maf e'
13:54 Dayika Murat Yildiz: Min neçarî parçeyek hestî kirin!
13:27 Mesrûr û Nêçirvan Barzanî bi Akar re hevdîtin kirin
13:20 Li Amedê ji bo dersa bijarte ya kurdî hinceta 'hejmara kêm'!
13:12 28 sal in kujerên Hamet Barut ê bi 32 guleyan hat kuştin, nehatine dîtin
11:58 Roger Waters banga berdana Dûrak kir
11:21 Xêzkarê Xwebûnê bal kişand ser qedexeya ziman
11:07 'Wargeha Mexmûrê bingeha perwerdeya kurdî ye'
11:01 Malbata Şenyaşar: Ji rojên xweş re hindik ma
10:48 Baroya Rihayê çalakiyên hefteya zimanê zikmakî diyarî Îpek Ateş kir
10:22 Midûrê polîsan gef li parêzer xwar: Em te nas dikin, em ê bên gel te
10:01 Netewên ku zimanê wan bi tunebûnê re rûbirû mane: Ziman kok e, em xwedî lê derkevin
09:21 Ji dengbêjan banga 21'ê Sibatê: Her tim bi kurdî biaxivin
09:16 Girtî Marûf Denîz: Em bi helwesteke tecrîdê re rû bi rû ne
09:15 Hem bazarvan hem jî xelk ji halê heyî ne razî ne
09:14 DEDAŞ'ê saeta ceryanê ya 'xerabe' ji xwe re kir hinceta 'ceryana qaçax'
09:14 Tîmûr ê di Nobeda Edaletê de: Em doza darizandineke adil dikin
09:13 Dadgeha herêmî guh li biryara AYM'ê nake!
09:10 Zimanzan Samî Tan: Em bi zimanê xwe bibin xwe û azad bibin
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2022'YAN
18/02/2022
21:52 Eleqeyeke mezin ji bo konsera Lawje
20:13 28 xwendekar jehrî bûn
19:30 Banga MED-DER'ê ya ji bo şahiya zimanê zikmakî
19:16 Li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
17:59 Bernameya MED-DER'e ya 21'ê Sibatê didome
16:57 Doza Pirsûsê: Daxwaza ‘bila Davutoglu bê guhdarîkirin’ dê bê nirxandin
16:41 Êrişên li ser HDP’ê hatin protestokirin
16:38 Li Amedê 6 partiyan bi hev re zema ceyranê şermezar kir
16:37 Malbatên girtiyan: Em ji bo herkesê edaletê dixwazin
16:26 Doza DÎAYDER’ê: Peyvên ku bi kurdî hatine tawanbarkirin di Qûrana Diyanetê de jî hene
16:05 Cara ewil di Doza Pirsûsê de axivî: Di dema komkujiyê de polîs li wir nebûn
16:03 Rojnamevan Turfent bi koronayê ket
15:49 Rojnameger Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:40 Li Rihayê 15 kes hatin berdan
15:12 Serdana malbata hevxemên xwe kirin
14:51 Derbarê Gulser Yildirim de dozeke nû hat vekirin
14:20 Dema binçavkirinê ya 12 kesan hat dirêjkirin
14:10 Walîtiya Colemêrgê firandina pifdank û fanosa mirazan jî qedexe kir
14:10 Di doza sercerdevan û kurên wî de biryar derneket
14:00 Li Stenbolê starta 8’ê Adarê hate dayîn: Em ê têkoşîna xwe li qadan bidomînin
13:55 Turkan Elçî: Em bi dadgeha engîzîsyonê re rûbirû ne
13:50 Almanya dê ciwanê kurd dersînor bike
13:14 Rojnivîskên Gurbetellî Ersoz li Lozanê hatin pêşandan
13:10 Dozgeriyê îtîrazî beraeta 4 rojnamevanan kir
12:47 Doza DÎAYDER'ê: Em li dadgehên Engîzîsyonê tên darizandin
12:32 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:15 Başaran: Yên ji kurdan fêm nekin nikarin bi ser kevin
11:25 Ferît Şenyaşar: Bila edalet were, zilm bi dawî bibe
10:54 Strana Tarkan a nû bû rojev: Wê biçe weke ku hatî wê biçe
10:16 Qedexeyên li ser kurdî di dema AKP’ê de hîn zêdetir bûn
10:15 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
09:49 Rojnamevan Dûrgût: Hin kes ji rastiyan aciz dibin
09:04 HDP’a Mêrsînê ji bo kongreyê amade ye
09:04 ‘Gefa qeymeqamê Qisleyê tê nixumandin'
09:04 Di girtîgehên li Rihayê de 5 jê giran 34 girtiyên nexweş hene
09:04 Li Amedê di 15 rojan de hejmara pêketiyan ji sedî 50 zêde bû
09:00 Qeyûm navê Navenda Çandê ya Nûdayê kir 'Hacibekîr'
09:00 Karkerên Mîgrosê bang kirin: Bibin dengê me
09:00 Kêmkirina KDV'ê pişta dikandarên biçûk şikand
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2022'YAN
17/02/2022
21:43 Li Şirnex, Mêrdîn û Mêrsînê 50 kes hatin berdan
19:10 Komîsyona Têkel biryar da ku parlementeriya Guzelê bê betalkirin
17:55 Li Sêrtê 9 kes hatin berdan
17:36 MED-DER'ê dest bi çalakiyên xwe yên 21'ê Sibatê kirin
16:52 ‘Şewitandina înfaza girtiyan li dijî edaletê ye’
16:39 Nûçegîhana me Dûrgût hat berdan
16:35 Dundar: Bi êrişan nikarin bitirsînin
16:07 Li Wanê malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin
16:01 Hevseroka HDP'a Yuregîrê: Ew gule berdan demokrasiyê
15:54 2 endamên HDP’ê hatin girtin
15:10 Cezayê Parlamenterê HDP'ê Bulbul hat erêkirin
14:59 Leyla Xalid ji Aysel Tûglûk re peyam şand
14:36 Komîsyonê ji bo girtiyê nexweş biryar da: Dikare di girtîgehê de tenê bimîne
14:34 Hevseroka ÎHD’ê Keskîn ji doza li Dêrsimê hat beraetkirin
14:22 Nûçegihana me Durgut birin edliyê
14:05 'Tirkiye pere ji bo DAIŞ’ê dabîn kiriye’
13:59 Komîsyona Tevlîhev ji bo Guzel li hev civiya
13:41 Danişîna ‘Doza KCK’a Stenbolê’ hat taloqkirin
13:24 Li Çiyayên Amonasan operasyona leşkerî
12:42 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Wê derbarê xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de mutalaa bê amadekirin
12:27 8 sal şunde ji esiriya DAIŞ’ê xelas bû
12:18 Ebrû Gunay: Em dixwazin tifaqa kurdî ava bikin
12:05 Danişîna ewil a meleyan sibê ye: Şahidên nepen ji doza KCK’ê mane
11:43 Weşana KCD'ê a mijara sûc wê ji RTUK'ê bê pirsîn
11:42 Çetîn a îşkenceya bi kûçik lê hatibû kirin nehat berdan
11:42 Malbata Şenyaşar: Em ê heta kengê bisekinin?
11:12 Li Wan û Erziromê 22 kes hatin berdan
11:11 Serokê Cemxaneya Duzgin Bava walîtiyê derewand