Mehmet Ocalan: Em rica nakin çûyîna Îmraliyê mafê me ye

  • rojane
  • 09:24 14 Sibat 2022
  • |
img

RIHA - Mehmet Ocalan, diyar kir ku mafên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tên binpêkirin û ev tişt got: "Em dixwazin herin Îmraliyê. Divê dewlet deriyê Îmraliyê veke. Em rica nakin ev mafê me ye."

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 24 sal beriya niha di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi komployeke navdewletî ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Di ser vê komployê re 23 sal derbas bûn û di serî mafê wî yê hevdîtinê gelek mafên Ocalan tên binpêkirin. Kopmloya ku gelek welatan li serê li hev kiribû bi ser neket. Komplo bi berxwedana gel hat pûçkirin û paradîgmaya ku Ocalan afirand jî ji hemû beşên civakê re bû hêvî. Ji ber vê yekê jî pergala tecrîdê li dijî Ocalan ket meriyetê. Ocalan ku di bin şertê tecrîdê de tê girtin destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike. Ev 11 meh in tu agahî ji Ocalan nayê girtin. Herî dawî di 25’ê adara 2021’an de bi telefonê bi birayê xwe re Mehmet Ocalan re axivîbû û telefon hatibû birîn. 
 
Biraye Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan derbarê tecrîda li Îmraliyê, serlêdanên hevdîtinên wan ku nayên bersivandin û salvegera komploya 15'ê Sibatê de ji Ajansa Mezopotamyayê (AM) re axivî. 
 
 
'MÎNAKA ÎMRALÎ TINE' 
 
Mehmet Ocalan, diyar kir ku 15'ê Sibatê ji bo hemû gelan rojeke tarî ye û wiha got: "Di dîrokê de li hemberî hinek şexsa tecrît hatiye meşandin. Lê tecrîda li ser Brêz Ocalan tê meşandin mînaka wê di cîhanê de tuneye. 23 sal in carna tê sistkirin carna jî tê şiandin. Lê bê navber ev tecrît berdewam dike. Divê zagon ji bo herkesî wek hev bin. Lê ev 23 sal in mafê birêz Ocalan hatine astengkirin. Em nikarin vê yekê qebul bikin. Dema darbeya 12'ê Îlona 1980'î jî mafên kesî nehatibûn astengkirin. Hindik be jî wê demê hinekî maf û hiqûq hebû. Lê naha ji bo kurda em nikarin qala heq û hiqûqê bikin."
 
'MUXATAP TUNE YE' 
 
Ocalan, hevdîtina ku di 25'ê Adara 2021'an de bi kekê xwe re kiribû  bi bîr xist û ev tişt anîn ziman: "Hevdîtinek kurt bû. Di hevdîtinê de birêz Ocalan got, 'Dewlet jî hûn jî di nav xeletîyan de ne. Ev hevdîtin ne rast e . Bingeheke zagonî ya vê hevdîtinê tune ye. Mafê min hene.  Divê parêzer werin vir'. Piştî vê telefon qutbû. Me bi sedan cara bir rêya parêzeran serlêdan kirin ji bo çuyîna Îmraliyê lê tu bersiv nedan me. Muxatap tune ye. Mafê serok hatine binpêkirin."
 
'FIKARÊN ME ZÊDE DIBIN'
 
Di berdewamê de Ocalan qala şertên çûn û hatine Îmraliyê û hevdîtinên li wir kir û derbarê mijarê de ev tişt gotin: "Di nav malbatê de kesê ku herî zêde çûye Îmralî ez im. Çûyîn û hatin pir zehmet e. Carna me nîv seet carna jî seetek hevdîtin dikir. Li wira hilm girtin jî zehmet e. Girtigeh di navbera behrê de ye. Em weke malbat û parêzer 11 meh in ji birêz Ocalan agahî nagirin. Her roj fikarên me zêde dibin. Em dixwazin rojek şûnde herin Îmraliyê. Divê dewlet deriyê Îmraliyê veke. Em rîca nakin ev mafê me ye. Mafê 4 mirovan heye ku bi malbatên xwe û parêzerên xwe re hevdîtine bikin. Dewlet ji 2015'an ve li ser kurdan polîtîkays şer dimeşîne. Kayûm avêtin ser şaredariyan û gelek siyasetmedar hatin girtin. Tecrît li hemû qadên jiyanê belav bû lê ya herî giran li Îmraliyê ye."
 
'RÊYA ÇARESERIYÊ DIYAR A' 
 
Ocalan, gotinên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ên derbarê kekê xwe de jî bi bîr xist û wiha pêde çû: "Muxalefet û îktîdar li ser kurdan siyaseteke qirej dimeşînin. Yên ku ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurd gav navajin li ser kurdan siyaseta xwe dîzayn dikin. Êdî kurd ne kurdê berê ne û dizanin siyasetê bikin. Kurd dikarin li hemberî îktîdar û muxalefetê siyasetê bikin. Bila tu kes li ser kurdan hesaban neke. Ev tiştên tên kirin antî demokratîk in. Rêya çareserkirina Pirsgirêka Kurd diyar e."
 
'ERKÊ HERKESÎ HEYE' 
 
Derbarê kopmloyê û tecrîdê de jî Ocalan, destnîşan kir ku komploya 15'e Sibatê bi berdewamkirina tecrîtê didome û bi van gotina dawî li axaftina xwe anî: "Bi dehan dewletên navnetewî di komployê de cih girtin. Armanca komployê têkçûna fikir û felsefeya birêz Ocalan bû. Lê komplo negihîşt armanca xwe. Fikir û felsefeya Ocalan li Rojava pêşengtiya şoreşê kir. Li Rojhilata Navîn rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe. Mifteha çareseriya Pirsgirêka Kurd û pisgirekên li Rojhilata Navîn di deste birêz Ocalan de ye. Ji bo çareseriyê divê rojek zûtir deriyê Îmralî vekin. Hemû gelên ku aramiyê dixwazin divê li birêz Ocalan xwedî derkevin. Ji destê kê çi tê bila rojek zûtir bike. Ji ber ku rojek şûnda dereng e. Heke em têkoşîna demokratîk mezin bikin wê bikaribin 'Roja Reş' ji holê rabikin. Divê herkes erkên xwe bi cih bîne."
 
MA / Emrûllah Acar
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

19/02/2022
16:58 Li Êlihê panela tecrîdê: Divê Ocalan azad be
16:26 Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan berdewam dike
16:20 Polisan êrişê daxuyaniya 8'ê adarê kir
16:16 Hat xwestin girtiyê nexweş Guler were berdan
16:16 Sendîkayan serdana HDP'ê kirin
16:09 OHD’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû bijart
15:58 'Parastina Semra parastina têkoşîna jinan e'
15:55 Doru: Divê hewsên elewiyan yekîtiya xwe ava bikin
15:15 Temellî: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:52 ÎHD'a Stenbolê bal kişand ser rewşa 3 girtiyên nexweş
14:29 Bozgeyîk: Ew ê biçin, em ê bimînin
14:20 'Perwerdeya bi zimanê zikmakî maf e'
13:54 Dayika Murat Yildiz: Min neçarî parçeyek hestî kirin!
13:27 Mesrûr û Nêçirvan Barzanî bi Akar re hevdîtin kirin
13:20 Li Amedê ji bo dersa bijarte ya kurdî hinceta 'hejmara kêm'!
13:12 28 sal in kujerên Hamet Barut ê bi 32 guleyan hat kuştin, nehatine dîtin
11:58 Roger Waters banga berdana Dûrak kir
11:21 Xêzkarê Xwebûnê bal kişand ser qedexeya ziman
11:07 'Wargeha Mexmûrê bingeha perwerdeya kurdî ye'
11:01 Malbata Şenyaşar: Ji rojên xweş re hindik ma
10:48 Baroya Rihayê çalakiyên hefteya zimanê zikmakî diyarî Îpek Ateş kir
10:22 Midûrê polîsan gef li parêzer xwar: Em te nas dikin, em ê bên gel te
10:01 Netewên ku zimanê wan bi tunebûnê re rûbirû mane: Ziman kok e, em xwedî lê derkevin
09:21 Ji dengbêjan banga 21'ê Sibatê: Her tim bi kurdî biaxivin
09:16 Girtî Marûf Denîz: Em bi helwesteke tecrîdê re rû bi rû ne
09:15 Hem bazarvan hem jî xelk ji halê heyî ne razî ne
09:14 DEDAŞ'ê saeta ceryanê ya 'xerabe' ji xwe re kir hinceta 'ceryana qaçax'
09:14 Tîmûr ê di Nobeda Edaletê de: Em doza darizandineke adil dikin
09:13 Dadgeha herêmî guh li biryara AYM'ê nake!
09:10 Zimanzan Samî Tan: Em bi zimanê xwe bibin xwe û azad bibin
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2022'YAN
18/02/2022
21:52 Eleqeyeke mezin ji bo konsera Lawje
20:13 28 xwendekar jehrî bûn
19:30 Banga MED-DER'ê ya ji bo şahiya zimanê zikmakî
19:16 Li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
17:59 Bernameya MED-DER'e ya 21'ê Sibatê didome
16:57 Doza Pirsûsê: Daxwaza ‘bila Davutoglu bê guhdarîkirin’ dê bê nirxandin
16:41 Êrişên li ser HDP’ê hatin protestokirin
16:38 Li Amedê 6 partiyan bi hev re zema ceyranê şermezar kir
16:37 Malbatên girtiyan: Em ji bo herkesê edaletê dixwazin
16:26 Doza DÎAYDER’ê: Peyvên ku bi kurdî hatine tawanbarkirin di Qûrana Diyanetê de jî hene
16:05 Cara ewil di Doza Pirsûsê de axivî: Di dema komkujiyê de polîs li wir nebûn
16:03 Rojnamevan Turfent bi koronayê ket
15:49 Rojnameger Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:40 Li Rihayê 15 kes hatin berdan
15:12 Serdana malbata hevxemên xwe kirin
14:51 Derbarê Gulser Yildirim de dozeke nû hat vekirin
14:20 Dema binçavkirinê ya 12 kesan hat dirêjkirin
14:10 Walîtiya Colemêrgê firandina pifdank û fanosa mirazan jî qedexe kir
14:10 Di doza sercerdevan û kurên wî de biryar derneket
14:00 Li Stenbolê starta 8’ê Adarê hate dayîn: Em ê têkoşîna xwe li qadan bidomînin
13:55 Turkan Elçî: Em bi dadgeha engîzîsyonê re rûbirû ne
13:50 Almanya dê ciwanê kurd dersînor bike
13:14 Rojnivîskên Gurbetellî Ersoz li Lozanê hatin pêşandan
13:10 Dozgeriyê îtîrazî beraeta 4 rojnamevanan kir
12:47 Doza DÎAYDER'ê: Em li dadgehên Engîzîsyonê tên darizandin
12:32 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:15 Başaran: Yên ji kurdan fêm nekin nikarin bi ser kevin
11:25 Ferît Şenyaşar: Bila edalet were, zilm bi dawî bibe
10:54 Strana Tarkan a nû bû rojev: Wê biçe weke ku hatî wê biçe
10:16 Qedexeyên li ser kurdî di dema AKP’ê de hîn zêdetir bûn
10:15 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
09:49 Rojnamevan Dûrgût: Hin kes ji rastiyan aciz dibin
09:04 HDP’a Mêrsînê ji bo kongreyê amade ye
09:04 ‘Gefa qeymeqamê Qisleyê tê nixumandin'
09:04 Di girtîgehên li Rihayê de 5 jê giran 34 girtiyên nexweş hene
09:04 Li Amedê di 15 rojan de hejmara pêketiyan ji sedî 50 zêde bû
09:00 Qeyûm navê Navenda Çandê ya Nûdayê kir 'Hacibekîr'
09:00 Karkerên Mîgrosê bang kirin: Bibin dengê me
09:00 Kêmkirina KDV'ê pişta dikandarên biçûk şikand
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2022'YAN
17/02/2022
21:43 Li Şirnex, Mêrdîn û Mêrsînê 50 kes hatin berdan
19:10 Komîsyona Têkel biryar da ku parlementeriya Guzelê bê betalkirin
17:55 Li Sêrtê 9 kes hatin berdan
17:36 MED-DER'ê dest bi çalakiyên xwe yên 21'ê Sibatê kirin
16:52 ‘Şewitandina înfaza girtiyan li dijî edaletê ye’
16:39 Nûçegîhana me Dûrgût hat berdan
16:35 Dundar: Bi êrişan nikarin bitirsînin
16:07 Li Wanê malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin
16:01 Hevseroka HDP'a Yuregîrê: Ew gule berdan demokrasiyê
15:54 2 endamên HDP’ê hatin girtin
15:10 Cezayê Parlamenterê HDP'ê Bulbul hat erêkirin
14:59 Leyla Xalid ji Aysel Tûglûk re peyam şand
14:36 Komîsyonê ji bo girtiyê nexweş biryar da: Dikare di girtîgehê de tenê bimîne
14:34 Hevseroka ÎHD’ê Keskîn ji doza li Dêrsimê hat beraetkirin
14:22 Nûçegihana me Durgut birin edliyê
14:05 'Tirkiye pere ji bo DAIŞ’ê dabîn kiriye’
13:59 Komîsyona Tevlîhev ji bo Guzel li hev civiya
13:41 Danişîna ‘Doza KCK’a Stenbolê’ hat taloqkirin
13:24 Li Çiyayên Amonasan operasyona leşkerî
12:42 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Wê derbarê xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de mutalaa bê amadekirin
12:27 8 sal şunde ji esiriya DAIŞ’ê xelas bû
12:18 Ebrû Gunay: Em dixwazin tifaqa kurdî ava bikin
12:05 Danişîna ewil a meleyan sibê ye: Şahidên nepen ji doza KCK’ê mane
11:43 Weşana KCD'ê a mijara sûc wê ji RTUK'ê bê pirsîn
11:42 Çetîn a îşkenceya bi kûçik lê hatibû kirin nehat berdan
11:42 Malbata Şenyaşar: Em ê heta kengê bisekinin?
11:12 Li Wan û Erziromê 22 kes hatin berdan
11:11 Serokê Cemxaneya Duzgin Bava walîtiyê derewand