Miley: Nêrîna Ocalan dikare tîranî û aloziyê bi dawî bike

  • rojane
  • 10:55 14 Sibat 2022
  • |
img

ENQERE - Hîndekarê Zanîngeha Cambridge Dr. Thomas Jeffrey Miley diyar kir ku komploya navneteweyî ne tenê li dijî Ocalan hatiye kirin û wiha got: “Komplo, li dijî alternatîfa demokratîk a li hemberî tîraniya li Rojhilata Navîn derketî hat kirin.” 

Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kete sala 24’emîn. Tevî şert û mercên tecrîda girankirî jî, hem li welat û hem jî li derveyî welat gelek derdorên cuda xwedî li fikrên Ocalan derdikevin. Hîndekarê Beşa Departmaniya Civaknasiyê ya Zanîngeha Cambridgeyê Dr. Thomas Jeffrey Miley diyar kir ku Modernîteya Demokratîk, li dijî pergala kapîtalîzmê hem ji bo gelên Rojhilata Navîn û hem jî ji bo gelên cîhanê alternatîfeke girîng e. Miley, piştî ku ‘pêvajoya çareseriyê’ bi dawî bûyî, ji bo azadiya Ocalan di qada navneteweyî de dest bi xebatan kir. Di vê çarçoveyê de Miley pirtûkeke bi navê “Your Freedom and Mine” derxist û tê de qala Ocalan, Konfederalîzma Demokratîk û mafê diyarkirina qedera xwe ya kurdan dike. Têkildarî komploya navneteweyî û pergala Îmraliyê, Miley bi ajansa me re axivî. 
 
‘KOMPLO LI DIJÎ ALTERNATÎFA DEMOKRATÎK JÎ HAT KIRIN’
 
Miley da zanîn ku tevî DYA’yê, Yekitiya Ewropayê (YE), Ingilistan, Îsraîl, Yewnanistan û Kenyayê jî di komployê de cih girt û wiha domand: “Gelek aktorên cuda di vê komployê de hene. Di vê mijarê de hewceye em li ser armanca damezirandina NATO’yê û stratejiya wê bifikirin. Tiştekî pir zelal heye ku NATO, rêxistineke êrişê û ya şer e. Di mijara azadiya gelê kurd de Ocalan wek aktorekî girîng derket holê û ji salên 90’î heta niha jî banga aştiyê dike. Gelek bi biryar e ku aştiyê bîne Rojhilata Navîn. Vîzyona wî li dijî vîzyona NATO’yê ye. Lewma tiştekî asayî ye ku NATO hewl bide xwe ji Ocalan xelas bike. Ev komplo ne tenê li dijî Ocalan, li dijî alternatîfa demokratîk a li hemberî tîraniya li Rojhilata Navîn hatiye pêşxistin jî hat kirin.”
 
‘SEDEMA TECRÎDÊ FIKRÊN OCALAN IN’
 
Di berdewamê de Miley bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û wiha domand: “Di avakirina Guantanamoyê de ji gelek aliyan ve pergala Îmraliyê mînak hatiye girtin. Rabûrdiya Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd heta salên 1980’an jî diçe. Bi salên 90’î ve jî êrişên li dijî wan dest pê kirin. Ev êriş ji ewil li Almanyayê dest pê kir ku bi tewana ‘terorê’ hat darizandin. Baş e lê ev şerê li dijî terorê ji bo Rojhilata Navîn çi bi xwe re anî? Bi xwe re tenê dijberî, rûxîn û karesat anî. Sedema tecrîda li ser Ocalan, fikrên wî yên ji bo tevgera kurd û Rojhilata Navîn e. Li şûna kapîtalîzmê demokrasiyê, li şûna netewedewletê jî Modernîteya Demokratîk pêşniyar dike. Ev rewş jî li ser pergalê gef e. Tercîha pergalê ya li herêmê, tîran û alozî ye. Nêrîna Ocalan jî van tîran û qeyranan têk dibe.” 
 
‘FIKRÊN OCALAN DIKARE RÊ LI BER KARESATÊ BIGRE’
 
Miley anî ziman ku fikrên Ocalan ên derheqê azadiya gelê kurd de girîng in û wiha pê de çû: “Di nava 40 salan de tevgerê xwe pêşve bir. Di vê tîranî û kaosa li herêmê de bû tekane alternatîf. Vîzyona Ocalan dikare wek demokrasiya radîkal were pênasekirin. Ocalan, têkoşîna zayenda civakî, curbicuriya gelan, vehewîn, jiyaneke bi hev re, civakî û ekoliyê dimeşîne ku em tevek jî bi israr vê diparêzin. Ev nêrîn ne tenê ji bo Rojhilata Navîn lê bo hemû cîhanê pêwîst in. Li dijî modernîteya kapîtalîst û çekên tunekirinên komî, alternatîfeke jiyanî ye. Di mînaka Ukraynayê de ev yek bêhtir tê fêmkirin ku dibe dinya ber bi şerekî cîhanê yê nû ve biçe. Di hêla ekolojiyê de jî cîhan ber bi karesatê ve diçe. Lê bi xeta Ocalan re dikare pêşî li vê karesatê bê girtin. Rojava, mînaka vê rastiyê ye.” 
 
‘OCALAN NIFTEYA AŞTIYÊ YE’
 
Bi domdarî Miley diyar kir ku Ocalan nifteya aştiyê ya Tirkiyeyê ye û ev tişt anî ziman: “Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de jî Tevgera Azadiyê ya Kurd wek alternatîfeke sêyemîn re xwedî roleke girîng e. Di serî de NATO, pêdiviya hinek hêzan bi şerekî li Rojhilata Navîn heye. Li gorî wan tenê dikarin bi şer, para xwe ji neft û çavkaniyên din bigirin. Bîrdoziya Tevgera Azadiyê ya Kurd jî li dijî van berjewendiyên wan e. Lewma di şerê li dijî DAIŞ’ê de bi awayekî taktîkî nêzî tevgera azadiyê bûn. Planên wan cuda ne û tişta ku tevgera azadiyê nûnertiya wê dike, talana neo-emperyal ji bîne ve tune dike.” 
 
ARMANCA PIRTÛKÊ
 
Miley qala pirtûka xwe jî kir û wiha derbirî: “Ev pirtûk, encama xebatên ji bo piştevaniya bi Tevgera Azadiyê re derket holê. Li Ewropa, Ingilistan, Almanya û li Zanîngeha Cambridgeyê gihişt ber destê xwendevanan. Demekî kin piştî bidawîkirina pêvajoya çareseriyê, di 2016’an de bi pêşengiya parêzerê Nelson Mandela li Almanyayê şandeyeke bi navê ‘Înîsiyatîfa li Kurdistanê Aştî’ hat avakirin. Ez jî parçeyeke şandeya Îmraliyê bûm. Kurd û tevgera kurd di sedsala 21’emîn de pêşengtiya têkoşîna azadiyê dikir. Ji ber cihê xwe yê jeopolîtîk, tam li navenda pevçûnan bûn. Armanca pirtûkê ew bû ku haya xelkê Rojava ji Ocalan, projeya Konfederalîzma Demokratîk û mafê diyarkirina pêjeroja xwe bû.”
 
‘XWESTINA AZADIYA OCALAN SÛC NÎNE’
 
Miley wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li dijî dîktatoriya li Tirkiyeyê, Ocalan nifteya aştî û demokrasiyê ye. Heke di pêvajoya nû ya aştiyê de Ocalan wek muxatab bê dîtin û PKK weke aktoreke polîtîk a nûnertiya demokrasiya radîkal dike were qebûlkirin, ev yek dê bo Rojhilata Navîn gelek girîng be. NATO şer dixwaze lewma pêvajoyeke aştiyê ne bawerim çêbibe. Lê daxwaza azadiya Ocalan, ji bo vê erdnîgariyê tenê daxwazeke demokratîk e ku ev jî ‘sûc’ nîne. Azadiya Ocalan dê were wateya rewakirina Konfederalîzma Demokratîk. Gelo ma kîjan civak aştî û demokrasiyê naxwazin? Mafê diyarkirina qedera xwe yê gelê kurd, ji bo yekparetiya Tirkiyeyê gefek nîne. Bi azadiya Ocalan re dê hemû gelên herêmê jî azad bibin.” 
 
MA / Gozde Çagri Ozkose
 

Sernavên din

19/02/2022
16:58 Li Êlihê panela tecrîdê: Divê Ocalan azad be
16:26 Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan berdewam dike
16:20 Polisan êrişê daxuyaniya 8'ê adarê kir
16:16 Hat xwestin girtiyê nexweş Guler were berdan
16:16 Sendîkayan serdana HDP'ê kirin
16:09 OHD’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû bijart
15:58 'Parastina Semra parastina têkoşîna jinan e'
15:55 Doru: Divê hewsên elewiyan yekîtiya xwe ava bikin
15:15 Temellî: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:52 ÎHD'a Stenbolê bal kişand ser rewşa 3 girtiyên nexweş
14:29 Bozgeyîk: Ew ê biçin, em ê bimînin
14:20 'Perwerdeya bi zimanê zikmakî maf e'
13:54 Dayika Murat Yildiz: Min neçarî parçeyek hestî kirin!
13:27 Mesrûr û Nêçirvan Barzanî bi Akar re hevdîtin kirin
13:20 Li Amedê ji bo dersa bijarte ya kurdî hinceta 'hejmara kêm'!
13:12 28 sal in kujerên Hamet Barut ê bi 32 guleyan hat kuştin, nehatine dîtin
11:58 Roger Waters banga berdana Dûrak kir
11:21 Xêzkarê Xwebûnê bal kişand ser qedexeya ziman
11:07 'Wargeha Mexmûrê bingeha perwerdeya kurdî ye'
11:01 Malbata Şenyaşar: Ji rojên xweş re hindik ma
10:48 Baroya Rihayê çalakiyên hefteya zimanê zikmakî diyarî Îpek Ateş kir
10:22 Midûrê polîsan gef li parêzer xwar: Em te nas dikin, em ê bên gel te
10:01 Netewên ku zimanê wan bi tunebûnê re rûbirû mane: Ziman kok e, em xwedî lê derkevin
09:21 Ji dengbêjan banga 21'ê Sibatê: Her tim bi kurdî biaxivin
09:16 Girtî Marûf Denîz: Em bi helwesteke tecrîdê re rû bi rû ne
09:15 Hem bazarvan hem jî xelk ji halê heyî ne razî ne
09:14 DEDAŞ'ê saeta ceryanê ya 'xerabe' ji xwe re kir hinceta 'ceryana qaçax'
09:14 Tîmûr ê di Nobeda Edaletê de: Em doza darizandineke adil dikin
09:13 Dadgeha herêmî guh li biryara AYM'ê nake!
09:10 Zimanzan Samî Tan: Em bi zimanê xwe bibin xwe û azad bibin
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2022'YAN
18/02/2022
21:52 Eleqeyeke mezin ji bo konsera Lawje
20:13 28 xwendekar jehrî bûn
19:30 Banga MED-DER'ê ya ji bo şahiya zimanê zikmakî
19:16 Li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
17:59 Bernameya MED-DER'e ya 21'ê Sibatê didome
16:57 Doza Pirsûsê: Daxwaza ‘bila Davutoglu bê guhdarîkirin’ dê bê nirxandin
16:41 Êrişên li ser HDP’ê hatin protestokirin
16:38 Li Amedê 6 partiyan bi hev re zema ceyranê şermezar kir
16:37 Malbatên girtiyan: Em ji bo herkesê edaletê dixwazin
16:26 Doza DÎAYDER’ê: Peyvên ku bi kurdî hatine tawanbarkirin di Qûrana Diyanetê de jî hene
16:05 Cara ewil di Doza Pirsûsê de axivî: Di dema komkujiyê de polîs li wir nebûn
16:03 Rojnamevan Turfent bi koronayê ket
15:49 Rojnameger Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:40 Li Rihayê 15 kes hatin berdan
15:12 Serdana malbata hevxemên xwe kirin
14:51 Derbarê Gulser Yildirim de dozeke nû hat vekirin
14:20 Dema binçavkirinê ya 12 kesan hat dirêjkirin
14:10 Walîtiya Colemêrgê firandina pifdank û fanosa mirazan jî qedexe kir
14:10 Di doza sercerdevan û kurên wî de biryar derneket
14:00 Li Stenbolê starta 8’ê Adarê hate dayîn: Em ê têkoşîna xwe li qadan bidomînin
13:55 Turkan Elçî: Em bi dadgeha engîzîsyonê re rûbirû ne
13:50 Almanya dê ciwanê kurd dersînor bike
13:14 Rojnivîskên Gurbetellî Ersoz li Lozanê hatin pêşandan
13:10 Dozgeriyê îtîrazî beraeta 4 rojnamevanan kir
12:47 Doza DÎAYDER'ê: Em li dadgehên Engîzîsyonê tên darizandin
12:32 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:15 Başaran: Yên ji kurdan fêm nekin nikarin bi ser kevin
11:25 Ferît Şenyaşar: Bila edalet were, zilm bi dawî bibe
10:54 Strana Tarkan a nû bû rojev: Wê biçe weke ku hatî wê biçe
10:16 Qedexeyên li ser kurdî di dema AKP’ê de hîn zêdetir bûn
10:15 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
09:49 Rojnamevan Dûrgût: Hin kes ji rastiyan aciz dibin
09:04 HDP’a Mêrsînê ji bo kongreyê amade ye
09:04 ‘Gefa qeymeqamê Qisleyê tê nixumandin'
09:04 Di girtîgehên li Rihayê de 5 jê giran 34 girtiyên nexweş hene
09:04 Li Amedê di 15 rojan de hejmara pêketiyan ji sedî 50 zêde bû
09:00 Qeyûm navê Navenda Çandê ya Nûdayê kir 'Hacibekîr'
09:00 Karkerên Mîgrosê bang kirin: Bibin dengê me
09:00 Kêmkirina KDV'ê pişta dikandarên biçûk şikand
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2022'YAN
17/02/2022
21:43 Li Şirnex, Mêrdîn û Mêrsînê 50 kes hatin berdan
19:10 Komîsyona Têkel biryar da ku parlementeriya Guzelê bê betalkirin
17:55 Li Sêrtê 9 kes hatin berdan
17:36 MED-DER'ê dest bi çalakiyên xwe yên 21'ê Sibatê kirin
16:52 ‘Şewitandina înfaza girtiyan li dijî edaletê ye’
16:39 Nûçegîhana me Dûrgût hat berdan
16:35 Dundar: Bi êrişan nikarin bitirsînin
16:07 Li Wanê malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin
16:01 Hevseroka HDP'a Yuregîrê: Ew gule berdan demokrasiyê
15:54 2 endamên HDP’ê hatin girtin
15:10 Cezayê Parlamenterê HDP'ê Bulbul hat erêkirin
14:59 Leyla Xalid ji Aysel Tûglûk re peyam şand
14:36 Komîsyonê ji bo girtiyê nexweş biryar da: Dikare di girtîgehê de tenê bimîne
14:34 Hevseroka ÎHD’ê Keskîn ji doza li Dêrsimê hat beraetkirin
14:22 Nûçegihana me Durgut birin edliyê
14:05 'Tirkiye pere ji bo DAIŞ’ê dabîn kiriye’
13:59 Komîsyona Tevlîhev ji bo Guzel li hev civiya
13:41 Danişîna ‘Doza KCK’a Stenbolê’ hat taloqkirin
13:24 Li Çiyayên Amonasan operasyona leşkerî
12:42 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Wê derbarê xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de mutalaa bê amadekirin
12:27 8 sal şunde ji esiriya DAIŞ’ê xelas bû
12:18 Ebrû Gunay: Em dixwazin tifaqa kurdî ava bikin
12:05 Danişîna ewil a meleyan sibê ye: Şahidên nepen ji doza KCK’ê mane
11:43 Weşana KCD'ê a mijara sûc wê ji RTUK'ê bê pirsîn
11:42 Çetîn a îşkenceya bi kûçik lê hatibû kirin nehat berdan
11:42 Malbata Şenyaşar: Em ê heta kengê bisekinin?
11:12 Li Wan û Erziromê 22 kes hatin berdan
11:11 Serokê Cemxaneya Duzgin Bava walîtiyê derewand