Dayika Fatma Eraslan: Hêviya min ji edaletê nema ye

  • rojane
  • 09:03 15 Sibat 2022
  • |
img

ŞIRNEX - Bi ser qetilkirina zaroka 13 salî Fatma Eraslan a di qedexeyên derketina derve de 6 sal derbas bûn. Dayika Eraslan anî ziman ku baweriya wê bi edeletê nema ye û got: “Heta niha ji tu kesî re edalet nehatiye ku ji me re bê. Ji ber wê hêviya min ji edaletê nema ye.”   

Di 16’ê Sibata 2016’an de li navçeya Hezex a Şirnexê, qedexeya derketina derve hat ragihandin. Ligel îlankirina qedexeya derketina derve, gelek mal hatin şewitandin û gelek ji wan jî hatin hilweşandin. Di qedexeya derketina derve de 15 sivîl hatin qetilkirin. Yek ji van jî Fatma Eraslan a 13 salî ku cenazeyê wê li taxa Tûrgût Ozalê hatibû ditin bû. 
 
Di lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê dabû dest pê kirin de, li ser îfadeyên şahidên veşartî hatibû îddakirin ku Eraslan ‘endama rêxistinê ye’ ji ber vê yekê jî biryar hat girtin ku di dosyayê de cihê lêpirsînê tune ye. Pişt re parêzeran dosya birin AYM’ê. Bi ser qetilkirina Eraslan re 6 sal derbas bûn, lê lêgerîna malbatê ya edeletê hêj jî berdewam dike. Dayika Eraslan, Guli Eraslan (42), daxwaz kir ku kujerên keça wê demildest bên darizandin. 
 
‘NEDIXWEST JI HEZEXE DERKEVE’ 
 
Eraslan, diyar kir ku keça wê hêj zarok bû, pir girêdayî jiyanê bû û wiha behsa keça xwe kir: “6 sal bi ser qetilkirina keça min re derbas bûn. Lê hêj jî kujerên wê nehatine dîtin. Em dixwazin ku kujerên wê bên ditin û darizandin. Fatma hêj biçûk bû û diçû pola 6’emîn. Hêj serdema ewil ya dibistanê xelas nekiribû li Hezexê qedexeya derketina derve hate ragihandin. Herkesê zarokên xwe dibirin û diçûn. Herkes ditirsa ku zarokên wan bên qetilkirin. Ji ber wê me jî xwest ku Fatma ji Hezexê derkeve. Lê Fatmayê nedixwest ku derkeve. Me rêdikir lê vedigeriya û nediçû.”
 
'JI NAVÊ HÊLÎN PIR HEZ DIKIR' 
 
Dayik Eraslan bi lêv kir ku ew her benda hatina keça xwe bû û wiha got: "Biçûk bû û ji mirovan gelek hez dikir. Xwe qurbanî herkesê dikir. Ewqas ji mirovan hez dikir. Lê di malê de gotina me nedikir. Pir dixwest ku navê wê Hêlîn be. Her digot, ‘Bavo navê min biguherînin û bikin Hêlîn’ Herkesê ji wê re digot Hêlîn. Tu kesî nedizanî ku navê wê Fatma ye. Piştî ku hate kuştin li Hezexê bi hezaran kesan navê wê rakir. Bavê wê ji ber ku navê wê li ser nasnameyê neguherand gelekî xemgîn bibû. Ji ber vê yekê jî piştî qetilkirina wê li ser kevirê gora wê navê Helîn nivîsandin. Niha jî keçeke me ya biçûk heye û em ji wê re dibêjin Hêlîn. Keyfa herkesê pir ji wê dihat. Keyfa wê ji dibistanê re nedihat û nedixwest ku biçe dibistanê.”
 
'HÊVIYA MIN JI EDALETÊ NEMA YE' 
 
Eraslan,daxwaz kir ku kujer demildest bên cezakirin û wiha bi lêv kir: “Em wê qisûrê qebûl nakin. Heta hetayê em li pey doza xwe ne. Piştî Fatmayê jî bi sedan zarok hatin qetilkirin. Hemû zarok di bin xaniyan de man û gelek ji wan jî bi guleyan hatin kuştin. Hemû jî biçûk bûn. Tu mafê wan tuneye ku zaroka me sûcdar bikin. Ger kujerên Fatmayê bihatana cezakirin, Miraç Mîroglû nedihat qetilkirin. Em dixwazin ku kujerên zaroka me bên dîtin û hesab ji wan were pirsîn. Divê ew kesên ku bûne sedemê mirina keça min demildest bên cezakirin. Heta niha ji tu kesî re edelet nehatiye ku ji me re bê. Ji ber wê yekê, baweriya min ji edaletê re nema ye. Dewlet divê zelal bike. Nêçare ku zelal bike. Heta ku kujerê wê were dîtin em ê tebikoşin.”
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

19/02/2022
16:58 Li Êlihê panela tecrîdê: Divê Ocalan azad be
16:26 Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan berdewam dike
16:20 Polisan êrişê daxuyaniya 8'ê adarê kir
16:16 Hat xwestin girtiyê nexweş Guler were berdan
16:16 Sendîkayan serdana HDP'ê kirin
16:09 OHD’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû bijart
15:58 'Parastina Semra parastina têkoşîna jinan e'
15:55 Doru: Divê hewsên elewiyan yekîtiya xwe ava bikin
15:15 Temellî: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:52 ÎHD'a Stenbolê bal kişand ser rewşa 3 girtiyên nexweş
14:29 Bozgeyîk: Ew ê biçin, em ê bimînin
14:20 'Perwerdeya bi zimanê zikmakî maf e'
13:54 Dayika Murat Yildiz: Min neçarî parçeyek hestî kirin!
13:27 Mesrûr û Nêçirvan Barzanî bi Akar re hevdîtin kirin
13:20 Li Amedê ji bo dersa bijarte ya kurdî hinceta 'hejmara kêm'!
13:12 28 sal in kujerên Hamet Barut ê bi 32 guleyan hat kuştin, nehatine dîtin
11:58 Roger Waters banga berdana Dûrak kir
11:21 Xêzkarê Xwebûnê bal kişand ser qedexeya ziman
11:07 'Wargeha Mexmûrê bingeha perwerdeya kurdî ye'
11:01 Malbata Şenyaşar: Ji rojên xweş re hindik ma
10:48 Baroya Rihayê çalakiyên hefteya zimanê zikmakî diyarî Îpek Ateş kir
10:22 Midûrê polîsan gef li parêzer xwar: Em te nas dikin, em ê bên gel te
10:01 Netewên ku zimanê wan bi tunebûnê re rûbirû mane: Ziman kok e, em xwedî lê derkevin
09:21 Ji dengbêjan banga 21'ê Sibatê: Her tim bi kurdî biaxivin
09:16 Girtî Marûf Denîz: Em bi helwesteke tecrîdê re rû bi rû ne
09:15 Hem bazarvan hem jî xelk ji halê heyî ne razî ne
09:14 DEDAŞ'ê saeta ceryanê ya 'xerabe' ji xwe re kir hinceta 'ceryana qaçax'
09:14 Tîmûr ê di Nobeda Edaletê de: Em doza darizandineke adil dikin
09:13 Dadgeha herêmî guh li biryara AYM'ê nake!
09:10 Zimanzan Samî Tan: Em bi zimanê xwe bibin xwe û azad bibin
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2022'YAN
18/02/2022
21:52 Eleqeyeke mezin ji bo konsera Lawje
20:13 28 xwendekar jehrî bûn
19:30 Banga MED-DER'ê ya ji bo şahiya zimanê zikmakî
19:16 Li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
17:59 Bernameya MED-DER'e ya 21'ê Sibatê didome
16:57 Doza Pirsûsê: Daxwaza ‘bila Davutoglu bê guhdarîkirin’ dê bê nirxandin
16:41 Êrişên li ser HDP’ê hatin protestokirin
16:38 Li Amedê 6 partiyan bi hev re zema ceyranê şermezar kir
16:37 Malbatên girtiyan: Em ji bo herkesê edaletê dixwazin
16:26 Doza DÎAYDER’ê: Peyvên ku bi kurdî hatine tawanbarkirin di Qûrana Diyanetê de jî hene
16:05 Cara ewil di Doza Pirsûsê de axivî: Di dema komkujiyê de polîs li wir nebûn
16:03 Rojnamevan Turfent bi koronayê ket
15:49 Rojnameger Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:40 Li Rihayê 15 kes hatin berdan
15:12 Serdana malbata hevxemên xwe kirin
14:51 Derbarê Gulser Yildirim de dozeke nû hat vekirin
14:20 Dema binçavkirinê ya 12 kesan hat dirêjkirin
14:10 Walîtiya Colemêrgê firandina pifdank û fanosa mirazan jî qedexe kir
14:10 Di doza sercerdevan û kurên wî de biryar derneket
14:00 Li Stenbolê starta 8’ê Adarê hate dayîn: Em ê têkoşîna xwe li qadan bidomînin
13:55 Turkan Elçî: Em bi dadgeha engîzîsyonê re rûbirû ne
13:50 Almanya dê ciwanê kurd dersînor bike
13:14 Rojnivîskên Gurbetellî Ersoz li Lozanê hatin pêşandan
13:10 Dozgeriyê îtîrazî beraeta 4 rojnamevanan kir
12:47 Doza DÎAYDER'ê: Em li dadgehên Engîzîsyonê tên darizandin
12:32 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:15 Başaran: Yên ji kurdan fêm nekin nikarin bi ser kevin
11:25 Ferît Şenyaşar: Bila edalet were, zilm bi dawî bibe
10:54 Strana Tarkan a nû bû rojev: Wê biçe weke ku hatî wê biçe
10:16 Qedexeyên li ser kurdî di dema AKP’ê de hîn zêdetir bûn
10:15 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
09:49 Rojnamevan Dûrgût: Hin kes ji rastiyan aciz dibin
09:04 HDP’a Mêrsînê ji bo kongreyê amade ye
09:04 ‘Gefa qeymeqamê Qisleyê tê nixumandin'
09:04 Di girtîgehên li Rihayê de 5 jê giran 34 girtiyên nexweş hene
09:04 Li Amedê di 15 rojan de hejmara pêketiyan ji sedî 50 zêde bû
09:00 Qeyûm navê Navenda Çandê ya Nûdayê kir 'Hacibekîr'
09:00 Karkerên Mîgrosê bang kirin: Bibin dengê me
09:00 Kêmkirina KDV'ê pişta dikandarên biçûk şikand
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2022'YAN
17/02/2022
21:43 Li Şirnex, Mêrdîn û Mêrsînê 50 kes hatin berdan
19:10 Komîsyona Têkel biryar da ku parlementeriya Guzelê bê betalkirin
17:55 Li Sêrtê 9 kes hatin berdan
17:36 MED-DER'ê dest bi çalakiyên xwe yên 21'ê Sibatê kirin
16:52 ‘Şewitandina înfaza girtiyan li dijî edaletê ye’
16:39 Nûçegîhana me Dûrgût hat berdan
16:35 Dundar: Bi êrişan nikarin bitirsînin
16:07 Li Wanê malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin
16:01 Hevseroka HDP'a Yuregîrê: Ew gule berdan demokrasiyê
15:54 2 endamên HDP’ê hatin girtin
15:10 Cezayê Parlamenterê HDP'ê Bulbul hat erêkirin
14:59 Leyla Xalid ji Aysel Tûglûk re peyam şand
14:36 Komîsyonê ji bo girtiyê nexweş biryar da: Dikare di girtîgehê de tenê bimîne
14:34 Hevseroka ÎHD’ê Keskîn ji doza li Dêrsimê hat beraetkirin
14:22 Nûçegihana me Durgut birin edliyê
14:05 'Tirkiye pere ji bo DAIŞ’ê dabîn kiriye’
13:59 Komîsyona Tevlîhev ji bo Guzel li hev civiya
13:41 Danişîna ‘Doza KCK’a Stenbolê’ hat taloqkirin
13:24 Li Çiyayên Amonasan operasyona leşkerî
12:42 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Wê derbarê xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de mutalaa bê amadekirin
12:27 8 sal şunde ji esiriya DAIŞ’ê xelas bû
12:18 Ebrû Gunay: Em dixwazin tifaqa kurdî ava bikin
12:05 Danişîna ewil a meleyan sibê ye: Şahidên nepen ji doza KCK’ê mane
11:43 Weşana KCD'ê a mijara sûc wê ji RTUK'ê bê pirsîn
11:42 Çetîn a îşkenceya bi kûçik lê hatibû kirin nehat berdan
11:42 Malbata Şenyaşar: Em ê heta kengê bisekinin?
11:12 Li Wan û Erziromê 22 kes hatin berdan
11:11 Serokê Cemxaneya Duzgin Bava walîtiyê derewand