Dayikên girtiyan: Em îro ranebin ser piya wê sibê pir dereng be

  • rojane
  • 09:03 15 Sibat 2022
  • |
img

STENBOL - Dayikên ku li ber ATK’ê û Edliya Stenbolê her hefte roja pencşemê kom dibin ji bo girtiyên nexweş bên berdan û zextên li ser girtiyan bi dawî bibin gazî rayedaran dikin, wiha gotin: “Heke em îro ranebin ser piya wê sibê pir dereng be. Em bêdeng dimînin lewma girtî dimirin.” 

Li girtîgehên bajarên bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyê zext, tundî û neheqiya li ser girtiyan bênavber didome û nizane sekinandin çi ye. Heqên girtiyan tên desteserkirin û girtiyên nexweş nayên tedawîkirin. Girtiyên nexweş tevî ku rewşên wan giran e jî nayên mirin û terkî mirinê hatine kirin. Her wiha girtiyên cezayê wan qediyaye û berdana wan hatiye taloqkirin, li benda berdanê ne. Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin li Amed, Wanê û Stenbolê çalakiyên Nobeda Edaletê li dar dixin û daxwaz dikin ku girtiyên wan bên berdan. 
 
Yek ji van çalakiyên ku malbatên girtiyan li dar dixin li bajarê Stenbolê ye. Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan (TDÎ) sê hefte berê bi daxwaza "Ji girtiyên nexweş re azadî" li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) a li semta Yenîbosnaya Stenbolê dan destpêkirin. Hefteya bihûrî jî li ber Dadgeha Çaglayana Stenbolê çalakiya Nobeda Edaletê hat lidarxistin. 
 
Malbatên girtiyan ku li Stenbolê ku çalakî li dar dixin û daxwazên xwe tînin ziman bang li malbatên girtiyan kirin ku ji bo girtiyan rabin ser piya. 
 
‘EM NE ŞER, EM EDALETÊ DIXWAZIN’ 
 
Cemîle Çîftçî ya ku birayê wê Selîm Çîftçî girtî ye bi bîr xist ku birayê wê ji sala 1997’an ve bi îdiaya “Alikarî û piştgiriya rêxistinê kiriye” û “Endamê rexistinê ye” hatiye girtin û 36 sal cezayê hepsê lê hatiye birîn. Çîftçî da zanîn ku ew naxwazin ji girtîgehan cenazeyên girtiyan derkevin û bi daxwaza aştî, edaletê û azadiyê çalakiyan li dar dixin û got: “Em van çalakiyan ji bo zextên li ser girtiyan bi dawî bibin û girtiyên nexweş werin berdan pêk tînin. Em ji bo şer naçin wê derê, em tenê edaletê dixwazin. Girtiyên ku cezayê wan xelas bûye jî bila bên berdan. Yên nexweş jî bila bên tedawîkirin. Zextên li ser girtiyan înkar dikin. Nahêlin girtî û em daxwazên xwe bînin ziman. Polîs bi jopan û mertalên xwe bi ser me de tên.” 
 
‘JI LAÇIKÊ SERÊ DAYIKAN DITIRSIN’
 
Çîftçî bertek nîşanî astengî û tundiya polîsan li ber çalakiyan dikin da û wiha got: “Hêzên dewletê ji laçikên serê dayikan ditirsin. Tenê laçikên me spî hene. Tifing û bombe di destê me de tune ne. Çima ewqas ji me ditirsin? Em li ber girtîgeh û edliyê edalet û aştiyê dixwazin. Lê dixwazin bi her awayî me asteng bikin.” 
 
‘WERIN EM ÇALAKIYÊN XWE MEZIN BIKIN’ 
 
Çîftçî ani ziman ku ji ber ew kurd in û çalakiyan li dar dixin polîs êrişî wan dikin û got: “Dibêjin bila kurd tunebin û xelas bibin. Heta em saxbin em ê dest ji doza zarokên xwe bernedin. Ez nebim jî wê zarok û neviyên min berdewam bikin. Em ê li hember van zext û êrişan çalakiyên xwe mezin bikin. Ez heta niha 6 caran hatime girtin. Ez sed carên din jî werim girtinê ez ê dîsa ji bo girtiyan çalakiyan li dar bixim.” 
 
‘BILA ÊDÎ CENAZE JI HEPSAN DERNEKEVIN’ 
 
Fincê Akman a dayika girtî Yakup Akman jî anî ziman ku kure wê di sala 2019’an de li Stenbolê bi îdiaya, “Xerakirina yekîtî û tevahiya dewlet û welat” girtî ye û cezayê muebeta girankirÎ lê hatiye birîn. Akman da zanîn ku ji bo cenazeyê zarokên wan ji hepsê dernekeve çalakiyan li dar dixin û got: “Em dixwazin edalet bicih were. Êdî em ji rewşa zarokên xwe pir ditirsin. Ji ber ku di van çend mehan de 8 cenaze ji hepsan derketin. Ev mirin ne tesadufî ye. Tên kuştin. Ev kuştin û mirin dide nîşandan ku li girtîgehan îşkence û hovîtî heye.” 
 
Akman mirinên li girtîgehan wek “qetlîamê” pênase kir û wiha domand: “Dema 8 cenaze ji girtîgehan derkevin navê vê qetlîam e. Rastiya vê ev e. Bes e bila êdî cenazeyên zarokên me ji girtîgehan dernekevin. Bila êdî ew zilm û zordarî li ser zarokên me rabe. Dema ji girtîgehan cenazê derdikevin, kezeba me dişewite. Heta ku îşkenceya li ser zarokên me neqede em ê çalakiyên xwe li ber girtîgehan û edliyeyan berdewam bikin. Heta zext bi dawî nebin, em ê rûnên. Em ê heta dawiyê li ser piya bin û bikevin pey dawa zarokên xwe.” 
 
‘EM HEQÊ ZAROKÊN XWE DIXWAZIN’ 
 
Akman anî ziman ku zarokên wan ji ber mafên xwe parastine hatine girtin û wiha got: “Zarokên me bêsûc in. Em edaletê dixwazin. Zarokên me hemû nexweş in. Girtiyan dişînin mirinê. Bila zarokên me bên berdan. Kesên ku dizî, karê tozê, tacîz û tecawizê dikin hemû hatin berdan. Me kes ne kuştiye, dizî nekiriye, me dest dirêjiya kesî nekiriye lê yên tên girtin jî em in. Kurdan tenê ziman, nasname, çand û hebûna xwe xwestine û parastin e. Ji ber vê yekê bernadin. Em kurd tenê heqê xwe dixwazin. Em doza malê û milkê dewletê nakin.” 
 
‘SIBÊ WÊ PIR DERENG BIBE’ 
 
Akman di dawiya axaftina xwe de bi taybetî gazî dayikên girtiyan û malbatên girtiyan kir û got: "Bila dayik û malbatên girtiyan piştgiriyê bidin çalakiya me û werin em li ber dadgehan û hepsan rûnên. Bila malbat li malên xwe rûnenên û nebêjin zarokên me mirin. Îro bila werin kêleka me rûnin û ji bo girtiyên xwe azadî û edaletiyê bixwazin. Dibe ku sibê bibe dereng. Em îro dengê xwe derxin. Heke em îro ranebin ser piya sibê wê pir dereng bibe. Em bêdeng in lewma cenazeyên zarokên me derdikevin. Bila her kes were û xwedî li girtiyan derkeve û piştgiriya çalakiya malbatan bikin. Bila destê xwe deynin ser wîjdanê xwe.” 
 
MA / Mazlûm Engîndenîz 
 

Sernavên din

19/02/2022
16:58 Li Êlihê panela tecrîdê: Divê Ocalan azad be
16:26 Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan berdewam dike
16:20 Polisan êrişê daxuyaniya 8'ê adarê kir
16:16 Hat xwestin girtiyê nexweş Guler were berdan
16:16 Sendîkayan serdana HDP'ê kirin
16:09 OHD’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû bijart
15:58 'Parastina Semra parastina têkoşîna jinan e'
15:55 Doru: Divê hewsên elewiyan yekîtiya xwe ava bikin
15:15 Temellî: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:52 ÎHD'a Stenbolê bal kişand ser rewşa 3 girtiyên nexweş
14:29 Bozgeyîk: Ew ê biçin, em ê bimînin
14:20 'Perwerdeya bi zimanê zikmakî maf e'
13:54 Dayika Murat Yildiz: Min neçarî parçeyek hestî kirin!
13:27 Mesrûr û Nêçirvan Barzanî bi Akar re hevdîtin kirin
13:20 Li Amedê ji bo dersa bijarte ya kurdî hinceta 'hejmara kêm'!
13:12 28 sal in kujerên Hamet Barut ê bi 32 guleyan hat kuştin, nehatine dîtin
11:58 Roger Waters banga berdana Dûrak kir
11:21 Xêzkarê Xwebûnê bal kişand ser qedexeya ziman
11:07 'Wargeha Mexmûrê bingeha perwerdeya kurdî ye'
11:01 Malbata Şenyaşar: Ji rojên xweş re hindik ma
10:48 Baroya Rihayê çalakiyên hefteya zimanê zikmakî diyarî Îpek Ateş kir
10:22 Midûrê polîsan gef li parêzer xwar: Em te nas dikin, em ê bên gel te
10:01 Netewên ku zimanê wan bi tunebûnê re rûbirû mane: Ziman kok e, em xwedî lê derkevin
09:21 Ji dengbêjan banga 21'ê Sibatê: Her tim bi kurdî biaxivin
09:16 Girtî Marûf Denîz: Em bi helwesteke tecrîdê re rû bi rû ne
09:15 Hem bazarvan hem jî xelk ji halê heyî ne razî ne
09:14 DEDAŞ'ê saeta ceryanê ya 'xerabe' ji xwe re kir hinceta 'ceryana qaçax'
09:14 Tîmûr ê di Nobeda Edaletê de: Em doza darizandineke adil dikin
09:13 Dadgeha herêmî guh li biryara AYM'ê nake!
09:10 Zimanzan Samî Tan: Em bi zimanê xwe bibin xwe û azad bibin
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2022'YAN
18/02/2022
21:52 Eleqeyeke mezin ji bo konsera Lawje
20:13 28 xwendekar jehrî bûn
19:30 Banga MED-DER'ê ya ji bo şahiya zimanê zikmakî
19:16 Li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
17:59 Bernameya MED-DER'e ya 21'ê Sibatê didome
16:57 Doza Pirsûsê: Daxwaza ‘bila Davutoglu bê guhdarîkirin’ dê bê nirxandin
16:41 Êrişên li ser HDP’ê hatin protestokirin
16:38 Li Amedê 6 partiyan bi hev re zema ceyranê şermezar kir
16:37 Malbatên girtiyan: Em ji bo herkesê edaletê dixwazin
16:26 Doza DÎAYDER’ê: Peyvên ku bi kurdî hatine tawanbarkirin di Qûrana Diyanetê de jî hene
16:05 Cara ewil di Doza Pirsûsê de axivî: Di dema komkujiyê de polîs li wir nebûn
16:03 Rojnamevan Turfent bi koronayê ket
15:49 Rojnameger Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:40 Li Rihayê 15 kes hatin berdan
15:12 Serdana malbata hevxemên xwe kirin
14:51 Derbarê Gulser Yildirim de dozeke nû hat vekirin
14:20 Dema binçavkirinê ya 12 kesan hat dirêjkirin
14:10 Walîtiya Colemêrgê firandina pifdank û fanosa mirazan jî qedexe kir
14:10 Di doza sercerdevan û kurên wî de biryar derneket
14:00 Li Stenbolê starta 8’ê Adarê hate dayîn: Em ê têkoşîna xwe li qadan bidomînin
13:55 Turkan Elçî: Em bi dadgeha engîzîsyonê re rûbirû ne
13:50 Almanya dê ciwanê kurd dersînor bike
13:14 Rojnivîskên Gurbetellî Ersoz li Lozanê hatin pêşandan
13:10 Dozgeriyê îtîrazî beraeta 4 rojnamevanan kir
12:47 Doza DÎAYDER'ê: Em li dadgehên Engîzîsyonê tên darizandin
12:32 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:15 Başaran: Yên ji kurdan fêm nekin nikarin bi ser kevin
11:25 Ferît Şenyaşar: Bila edalet were, zilm bi dawî bibe
10:54 Strana Tarkan a nû bû rojev: Wê biçe weke ku hatî wê biçe
10:16 Qedexeyên li ser kurdî di dema AKP’ê de hîn zêdetir bûn
10:15 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
09:49 Rojnamevan Dûrgût: Hin kes ji rastiyan aciz dibin
09:04 HDP’a Mêrsînê ji bo kongreyê amade ye
09:04 ‘Gefa qeymeqamê Qisleyê tê nixumandin'
09:04 Di girtîgehên li Rihayê de 5 jê giran 34 girtiyên nexweş hene
09:04 Li Amedê di 15 rojan de hejmara pêketiyan ji sedî 50 zêde bû
09:00 Qeyûm navê Navenda Çandê ya Nûdayê kir 'Hacibekîr'
09:00 Karkerên Mîgrosê bang kirin: Bibin dengê me
09:00 Kêmkirina KDV'ê pişta dikandarên biçûk şikand
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2022'YAN
17/02/2022
21:43 Li Şirnex, Mêrdîn û Mêrsînê 50 kes hatin berdan
19:10 Komîsyona Têkel biryar da ku parlementeriya Guzelê bê betalkirin
17:55 Li Sêrtê 9 kes hatin berdan
17:36 MED-DER'ê dest bi çalakiyên xwe yên 21'ê Sibatê kirin
16:52 ‘Şewitandina înfaza girtiyan li dijî edaletê ye’
16:39 Nûçegîhana me Dûrgût hat berdan
16:35 Dundar: Bi êrişan nikarin bitirsînin
16:07 Li Wanê malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin
16:01 Hevseroka HDP'a Yuregîrê: Ew gule berdan demokrasiyê
15:54 2 endamên HDP’ê hatin girtin
15:10 Cezayê Parlamenterê HDP'ê Bulbul hat erêkirin
14:59 Leyla Xalid ji Aysel Tûglûk re peyam şand
14:36 Komîsyonê ji bo girtiyê nexweş biryar da: Dikare di girtîgehê de tenê bimîne
14:34 Hevseroka ÎHD’ê Keskîn ji doza li Dêrsimê hat beraetkirin
14:22 Nûçegihana me Durgut birin edliyê
14:05 'Tirkiye pere ji bo DAIŞ’ê dabîn kiriye’
13:59 Komîsyona Tevlîhev ji bo Guzel li hev civiya
13:41 Danişîna ‘Doza KCK’a Stenbolê’ hat taloqkirin
13:24 Li Çiyayên Amonasan operasyona leşkerî
12:42 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Wê derbarê xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de mutalaa bê amadekirin
12:27 8 sal şunde ji esiriya DAIŞ’ê xelas bû
12:18 Ebrû Gunay: Em dixwazin tifaqa kurdî ava bikin
12:05 Danişîna ewil a meleyan sibê ye: Şahidên nepen ji doza KCK’ê mane
11:43 Weşana KCD'ê a mijara sûc wê ji RTUK'ê bê pirsîn
11:42 Çetîn a îşkenceya bi kûçik lê hatibû kirin nehat berdan
11:42 Malbata Şenyaşar: Em ê heta kengê bisekinin?
11:12 Li Wan û Erziromê 22 kes hatin berdan
11:11 Serokê Cemxaneya Duzgin Bava walîtiyê derewand