Jinên Rihayî: Em azadiya birêz Ocalan dixwazin

  • jin
  • 09:03 15 Sibat 2022
  • |
img

RIHA - Jinên Rihayî ku Komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin, anîn ziman ku komplo ne gihiştiye armanca xwe û xwestin ku Ocalan azad bibe.

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 24 sal beriya niha di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi komployeke navdewletî ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Dayikên Aştiyê yên Rihayê û endama Tevgera Jinên Azad (TJA) komploya 15’ê Sibatê ku 23 sal li pişt xwe hişt, şermezar kirin û xwestin ku Ocalan azad bibe. 
 
Dayîka Aştiyê Hacîre Kaçim (74) bal kişand ku komplo bi pêşengtîya hêzên dewletên endamên NATO'yê hatiye kirin û wiha got: “Dema Birêz Ocalan radestî dewleta Tirkiyeyê kirin em gelek xemgîn û hêrs bûn. Piştî ku komplo pêk hat li hemberî komployê gelek çalakî çêbûn, ez tevlî hemûyan bûm û dibim. Komployê di nava gel de rê li ber hêrseke mezin vekir. 23 sal derbas bûn lê hêj hêrsa me wekî roja pêşî mezin e û tu carî kêm nabe. Di şexsê Birêz Ocalan de hemû kurd li Îmraliyê tên tecrît kirin. Êdî ev tecrîda li ser Birêz Ocalan divê bi dawî bibe. Êdî bes e. Bila şer raweste. Em şer naxwazin. Em aştiyê dixwazin. Çima nahêlin Birêz Ocalan biaxive. Hemû kes li girtîgehan diçin cem malbatên xwe çima nahêlin parêzerên Birêz Ocalan û malbata wî herin cem? 11 meh derbas bûn tu kes agahî jê nagire. Em dixwazin Birêz Ocalan êdî azad bibe. Heke Birêz Ocalan azad bibe wê aramî were.”
 
'BI HER MIRINÊ RE EM JÎ DIMIRIN'
 
Kaçim, bi bîr xist ku di navberên sala 2013 û 2015’an a “pêvajoya çareseriyê” de tu kesê jiyana xwe ji dest nedaye û wiha berdewam kir: “Dema Birêz Ocalan axivî di demekî kin de aramî hat vî welatî. Divê Ocalan dîsa biaxive. Heke deriyên Îmraliyê vebe wê deriyê çareseriyê jî vebe. Em naxwazin tu kes bimire. Êdî dayik naxwazin bigirîn. Em ê heya kengî bimirin?”
 
 
'DIVÊ KURD BIBIN YEK'
 
Dayîka Aştiyê Kadriye Ozdemîr (70) jî anî ziman ku her cara kurdan aştî xwestî ye dewletê bi polîtîkayên şer bersiv daye wan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kurdan û hevkarên wan tu carî ji daxwaza aştiyê paş ve gav neavêtin. Me her dem aştî xwest. Divê êdî avek bi vî agirî de bê kirin. Tecrîda ku li Îmraliyê hatiye destpêkirin îro li hemû qadên jiyanê belav bûye. Her roja ku derbas dibe zext li ser kurdan zêde dibin. Vekirina deriyê  Îmraliyê jî û bi dawîkirina zextan jî di yekîtiya kurdan de derbas dibe. Ku em bibin yek wê deriyê çareseriyê vebe.”
 
Ozdemîr, da zanîn ku dema Ocalan radestî Tirkiyeyê hate kirin, hatiye gotin ku “Êdî tevgera azadiyê qediyaye” û got: “Gotin her tişt bi dawî bû lê tiştek bi dawî ne bû. Têkoşînê berdewam kir û hat heta van rojan. Mirovan canên xwe dan lê nehiştin komplo bigihe armanca xwe. Heya têkoşîn berdewam bike jî komplo bi ser nakeve.”
 
‘QEYRANA ABORÎ BI ŞER VE GIRÊDAYÎ YE’
 
Dayika Aştiyê Hadle Ogûr (50) jî bal kişand ser girîngiya fikr û felsefeya Ocalan û wiha got: “Fikr û felsefeya Ocalan bi taybetî ji bo gelê Rojhilata Navîn ji bo hemû gelên cîhanê girîng e. Ev qeyrana aborî ya her ku diçe mezin dibe bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ye. Mifteya vê pirsgirêkê li Îmraliyê ye. Birêz Ocalan biaxive wê cîhan pir xweş be. Aramî daxwaza hemû gelan e. Rêya çareserîye di Îmraliyê re derbas dibe. Hinek kes dibêjin ‘Li Îmraliyê tecrîd heye em çi bikin’ lê ne wisa ye. Çareseriya qeyrana aboriyê ku niha kûr dibe li Îmraliyê ye. Ku şer berdewam bike wê qeyrana aboriyê kûrtir bibe û tu kes nikaribe di nav aramiyê de debara xwe bike.”
 
'DAXWAZA ME AZADIYA OCALAN E'
 
Ogur, anî ziman ku dewletên cîhanê li hemberî gelê kurd du rû ne û wiha domand: “Divê êdî dewletên cîhanê du rû nebin. Kurd herdem çareseriyê dixwazin lê dewlet di şer de israr dike. Wê heya kengî xwîna kurda birijînin. Beriya sedsalan kurd dihatin kuştin niha jî tên kuştin. Divê kurd bi vê zanebûne li hawirdora Birêz Ocalan werin cem hev. Em azadiya Birêz Ocalan dixwazin, ji bilî vê yekê xwesteka me nîne.”
 
‘GEL KOMPLO VALA DERXIST’
 
Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Hatîce Goktepe jî destnîşan kir ku Ocalan ji bo hemû gelên cîhanê girîng e û wiha got: “Komplo ne gihişt armanca xwe. Li pişt Birêz Ocalan tevgera gel heye. Gel komplo vala derxis. Jinan bi pêşengtîya fikr û felsefeya Ocalan li Rojava pêşengtiya şoreşê kirin. Piştî komplo ne gihişt armanca xwe, wekî berdewamîya komploye Birêz Ocalan hat tecrîdkirin. 11 meh in parêzerên Birêz Ocalan û malbata wî jê agahî nagirin. Mînaka vê di cîhanê de tune ye. Erka her kurdî ye ku li dijî tecrîde têbikoşe. Em êdî dixwazin Birêz Ocalan azad be.”
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

19/02/2022
16:58 Li Êlihê panela tecrîdê: Divê Ocalan azad be
16:26 Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan berdewam dike
16:20 Polisan êrişê daxuyaniya 8'ê adarê kir
16:16 Hat xwestin girtiyê nexweş Guler were berdan
16:16 Sendîkayan serdana HDP'ê kirin
16:09 OHD’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû bijart
15:58 'Parastina Semra parastina têkoşîna jinan e'
15:55 Doru: Divê hewsên elewiyan yekîtiya xwe ava bikin
15:15 Temellî: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:52 ÎHD'a Stenbolê bal kişand ser rewşa 3 girtiyên nexweş
14:29 Bozgeyîk: Ew ê biçin, em ê bimînin
14:20 'Perwerdeya bi zimanê zikmakî maf e'
13:54 Dayika Murat Yildiz: Min neçarî parçeyek hestî kirin!
13:27 Mesrûr û Nêçirvan Barzanî bi Akar re hevdîtin kirin
13:20 Li Amedê ji bo dersa bijarte ya kurdî hinceta 'hejmara kêm'!
13:12 28 sal in kujerên Hamet Barut ê bi 32 guleyan hat kuştin, nehatine dîtin
11:58 Roger Waters banga berdana Dûrak kir
11:21 Xêzkarê Xwebûnê bal kişand ser qedexeya ziman
11:07 'Wargeha Mexmûrê bingeha perwerdeya kurdî ye'
11:01 Malbata Şenyaşar: Ji rojên xweş re hindik ma
10:48 Baroya Rihayê çalakiyên hefteya zimanê zikmakî diyarî Îpek Ateş kir
10:22 Midûrê polîsan gef li parêzer xwar: Em te nas dikin, em ê bên gel te
10:01 Netewên ku zimanê wan bi tunebûnê re rûbirû mane: Ziman kok e, em xwedî lê derkevin
09:21 Ji dengbêjan banga 21'ê Sibatê: Her tim bi kurdî biaxivin
09:16 Girtî Marûf Denîz: Em bi helwesteke tecrîdê re rû bi rû ne
09:15 Hem bazarvan hem jî xelk ji halê heyî ne razî ne
09:14 DEDAŞ'ê saeta ceryanê ya 'xerabe' ji xwe re kir hinceta 'ceryana qaçax'
09:14 Tîmûr ê di Nobeda Edaletê de: Em doza darizandineke adil dikin
09:13 Dadgeha herêmî guh li biryara AYM'ê nake!
09:10 Zimanzan Samî Tan: Em bi zimanê xwe bibin xwe û azad bibin
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2022'YAN
18/02/2022
21:52 Eleqeyeke mezin ji bo konsera Lawje
20:13 28 xwendekar jehrî bûn
19:30 Banga MED-DER'ê ya ji bo şahiya zimanê zikmakî
19:16 Li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
17:59 Bernameya MED-DER'e ya 21'ê Sibatê didome
16:57 Doza Pirsûsê: Daxwaza ‘bila Davutoglu bê guhdarîkirin’ dê bê nirxandin
16:41 Êrişên li ser HDP’ê hatin protestokirin
16:38 Li Amedê 6 partiyan bi hev re zema ceyranê şermezar kir
16:37 Malbatên girtiyan: Em ji bo herkesê edaletê dixwazin
16:26 Doza DÎAYDER’ê: Peyvên ku bi kurdî hatine tawanbarkirin di Qûrana Diyanetê de jî hene
16:05 Cara ewil di Doza Pirsûsê de axivî: Di dema komkujiyê de polîs li wir nebûn
16:03 Rojnamevan Turfent bi koronayê ket
15:49 Rojnameger Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:40 Li Rihayê 15 kes hatin berdan
15:12 Serdana malbata hevxemên xwe kirin
14:51 Derbarê Gulser Yildirim de dozeke nû hat vekirin
14:20 Dema binçavkirinê ya 12 kesan hat dirêjkirin
14:10 Walîtiya Colemêrgê firandina pifdank û fanosa mirazan jî qedexe kir
14:10 Di doza sercerdevan û kurên wî de biryar derneket
14:00 Li Stenbolê starta 8’ê Adarê hate dayîn: Em ê têkoşîna xwe li qadan bidomînin
13:55 Turkan Elçî: Em bi dadgeha engîzîsyonê re rûbirû ne
13:50 Almanya dê ciwanê kurd dersînor bike
13:14 Rojnivîskên Gurbetellî Ersoz li Lozanê hatin pêşandan
13:10 Dozgeriyê îtîrazî beraeta 4 rojnamevanan kir
12:47 Doza DÎAYDER'ê: Em li dadgehên Engîzîsyonê tên darizandin
12:32 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:15 Başaran: Yên ji kurdan fêm nekin nikarin bi ser kevin
11:25 Ferît Şenyaşar: Bila edalet were, zilm bi dawî bibe
10:54 Strana Tarkan a nû bû rojev: Wê biçe weke ku hatî wê biçe
10:16 Qedexeyên li ser kurdî di dema AKP’ê de hîn zêdetir bûn
10:15 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
09:49 Rojnamevan Dûrgût: Hin kes ji rastiyan aciz dibin
09:04 HDP’a Mêrsînê ji bo kongreyê amade ye
09:04 ‘Gefa qeymeqamê Qisleyê tê nixumandin'
09:04 Di girtîgehên li Rihayê de 5 jê giran 34 girtiyên nexweş hene
09:04 Li Amedê di 15 rojan de hejmara pêketiyan ji sedî 50 zêde bû
09:00 Qeyûm navê Navenda Çandê ya Nûdayê kir 'Hacibekîr'
09:00 Karkerên Mîgrosê bang kirin: Bibin dengê me
09:00 Kêmkirina KDV'ê pişta dikandarên biçûk şikand
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2022'YAN
17/02/2022
21:43 Li Şirnex, Mêrdîn û Mêrsînê 50 kes hatin berdan
19:10 Komîsyona Têkel biryar da ku parlementeriya Guzelê bê betalkirin
17:55 Li Sêrtê 9 kes hatin berdan
17:36 MED-DER'ê dest bi çalakiyên xwe yên 21'ê Sibatê kirin
16:52 ‘Şewitandina înfaza girtiyan li dijî edaletê ye’
16:39 Nûçegîhana me Dûrgût hat berdan
16:35 Dundar: Bi êrişan nikarin bitirsînin
16:07 Li Wanê malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin
16:01 Hevseroka HDP'a Yuregîrê: Ew gule berdan demokrasiyê
15:54 2 endamên HDP’ê hatin girtin
15:10 Cezayê Parlamenterê HDP'ê Bulbul hat erêkirin
14:59 Leyla Xalid ji Aysel Tûglûk re peyam şand
14:36 Komîsyonê ji bo girtiyê nexweş biryar da: Dikare di girtîgehê de tenê bimîne
14:34 Hevseroka ÎHD’ê Keskîn ji doza li Dêrsimê hat beraetkirin
14:22 Nûçegihana me Durgut birin edliyê
14:05 'Tirkiye pere ji bo DAIŞ’ê dabîn kiriye’
13:59 Komîsyona Tevlîhev ji bo Guzel li hev civiya
13:41 Danişîna ‘Doza KCK’a Stenbolê’ hat taloqkirin
13:24 Li Çiyayên Amonasan operasyona leşkerî
12:42 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Wê derbarê xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de mutalaa bê amadekirin
12:27 8 sal şunde ji esiriya DAIŞ’ê xelas bû
12:18 Ebrû Gunay: Em dixwazin tifaqa kurdî ava bikin
12:05 Danişîna ewil a meleyan sibê ye: Şahidên nepen ji doza KCK’ê mane
11:43 Weşana KCD'ê a mijara sûc wê ji RTUK'ê bê pirsîn
11:42 Çetîn a îşkenceya bi kûçik lê hatibû kirin nehat berdan
11:42 Malbata Şenyaşar: Em ê heta kengê bisekinin?
11:12 Li Wan û Erziromê 22 kes hatin berdan
11:11 Serokê Cemxaneya Duzgin Bava walîtiyê derewand