Ocalan: Ez ji heqê komployê derdikevim

  • rojane
  • 09:03 15 Sibat 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, diyar kiribû ku piştî Tirkiye daxilî nav NATO'yê hatiye kirin komplo hatiye çêkirin û gotibû: "Ez ji heqê komployê derdikevim. Ger ez bi ser bikevim dê ne girtiyekî KCK'ê bimîne ne jî girtiyên din. Ev nebe, dê bi pêncî hezar kesî şerê gel çêbibe." 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployeke navdewletî ji 15'ê Sibata 1999'an ve di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de bi awayekî dijwar tê tecrîdkirin. Ocalan, ji roja radestî Tirkiyeyê hatiye kirin heya niha li Îmraliyê hêla navdewletî û paşxaneya dîrokî ya komployê aşkere kiriye û di hevdîtinên xwe yên di navbera 2013-2015'an de têkildarî vê komployê de tespîtên girîng ragihandibûn. 
 
'WÊ JIYAN NE WEKÎ BERÊ BE'
 
Ocalan, di hevdîtina xwe ya 23'yê Sibata 2013'an de ya bi Heyeta Îmraliyê re destnîşan kiribû ku ger pêvajoya "Rizgarîya Demokratîk û Avakirina Jîyana Azad" bi ser bikeve, dê komplo pûç bibe û gotibû: "Ez ji heq komployê derdikevim. Ger ez bi ser bikevim dê ne girtiyekî KCK'ê bimîne ne jî girtiyên din. Ev nebe, dê bi pêncî hezar kesî şerê gel çêbibe. Ê bimire wê bimire, ez îşê xwe jê naynim. Lê divê her kes baş zanibe ku em ê ne karibin wekî berê bijîn ne jî wekî berê şer bikin. Ez bi xwe bawer im. Ji bo aştîyeke dîrokî û jiyaneke demokratîk..."
 
‘KOMPLO DÊ SEROBINO BIBE'
 
Ocalan, di hevdîtina xwe ya 18'ê Adara 2013'an de destnîşan kiribû ku piştî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin hatiye xwestin ku li "rêbertîyek sixte" bê afirandin û gotibû: "Lê nebû. Bi ser neketin. Niha tişta rast kirin û bi min dest pê kirin. Dev ji vê şaşiya xwe berdan. Dîtin ku ev wisa ne hêsan e. Dê min ji hemû hêzan xalî bikirana û bi ser min de bihatanan. Ev, şaşiyeke dîrokî bû. Operasyonên KCK'ê jî wisan e. Ferzkirina komployê ya hêzên derve bû. Mixabin bi serokwezîr jî dan qebûlkirin. Ew jî berbayî vê ket. Di ser yên Başûr re ceribandin. Di ser BDP'ê re ceribandin, di ser Osman-Botan re ceribandin. Paşê Bûrkay û yên wekî wî ceribandin, lê nebû. Helbet niha guheriye. Giran be jî em ê ji heq vana derkevin. Em ê çareseriyek qanûnî bibînin. Dê ev komplo serobino bibe." 
 
‘KOMPLOYÊ ÇÊDIKIN'
 
Ocalan, di hevdîtina xwe ya 21'ê Tîrmeha 2013'an de gotibû: "Ji roja Tirkiye daxilî nav NATO'yê hatiye kirin heya niha, polîtîkaya xwe di ser sê lobîyan re çêdikin û pêk tînin. Ev, ji dema Menderes ve wisa ye. Turkeş jî çû, ew perwerde kirin. Di serên salên 90'î de Dogan Gureş çû Londrayê. Gava vegeriya got, 'Çav ji me re şikandin.' PIştî vê tasfiyekirina kurdan dest pê kir. Ev hemû biryarên lobiyan e. A rast beriya wê, derheqê Başûrê Kurdistanê de planên lobîyên cihû hene. Projeya proto-Îsraîl e. Paşê derbarê Filîstînê de jî biryarê didin. Ev hê ji dema Talat Paşa ve bibandor e. Jixwe wan ew gihandin. Mûstafa Kemal jî dorpêç kirin û teslîm girtin. Beranberî Mûsûl-Kerkukê de gotin Komar. Bi vî awayî Mîsakî Mîllîyê xera kirin. Wê çaxê Londra bi piranî di bin destê cihûyan de bû. Ev polîtaka ez anîm vira. Yanî tişta dixwazim bibêjim ev polîtîka hê dewam dike. Divê paşxaneya wê ya dîrokî baş bê fêmkirin. Xwestin di ser dewletkokek neteweyî ya kurd re hemû kurdan etslîm bigirin. Seddam jî ji ber vê tasfiye kirin. Ji sala 1950-60an ve vê polîtîkayê pêk tînin. Qurbanê dawî yê vê polîtîkayê ez im." 
 
Rêberê PKK'ê di hevdîtina 9'ê Mijdara 2013'an de jî li ser komploya navdewletî sekinîbû. Ocalan gotibû: "Ji dema Ozal heya niha ve hêzên komploger berê xwe didin pêvajoya çareseriyê. Daîreya Şerê Taybet ku di bin banê NATO'yê de ew birêxistin kirine, hê jî çalak e. Benikê wan li derve ye. Navenda hêza derve li Ewropa ye, li Rojhilata Navîn e. Ger serokwezîr mînakekê bixwaze, hema bila li Mursî mêze bike. Kî ew quliband, li vira jî heman tişt e. Kî bi ser Menderes, Ozal, Erbakan û Ecevît de çûbe, ew bi xwe ne. Qulibandin, rizandin hê jî derbasdar e. Serokwezîr hema hema ji 7'ê Sibatê xelas bû. A ku ev kir jî Daîreya Şerê Taybet e. Ev Daîreya Şerê Taybet xwe nû dike, xwe pêş dixe. Ên herî nêzî serokwezîr jî di nav vê de ne. Di dema Darbeya 7'ê Sibatê de jî li cem wî bûn. Heya hûn ev qasî serê xwe bi Ocalan re diêşînin, serê xwe bi yên li cem xwe re biêşînin. Aktorên sereke yên qirkirina Ermenî, Suryanî û Rûman jî ew in.
 
Ên darbeya ku Dogû Perînçek behsa wê dike jî ev in. Engîn Alan kî ye? Ma ji wan tirê pişta xwe dide kê? Wê koma ez girtim, ew jî di nav de bû. Lê bi komploya CIA'yê û elemanên wê pêk hat. Gava ez ji Rûsyaya Spî derketim, balafira min nikaribû li tu devereke cîhanê daketa. Ji xeynî Naîrobîyê hemû balafirgeh hatibûn girtin. Gava em daketin wir û wan zilaman çavşîn û rûzebanî ez girtim, Engîn Alan jî li cem wan bû. Yanî niha yê ez girtim Engîn Alan e? Ji ber ku Serokê Daîreya Şerê Taybet e, ev yek nîşan dide di nav van pergalan de ye. Ji Erdogan tirê dê ev kes wî nequlipînin. Wekî Îsraîl û yên wekî wê, ev kes jî dikarin darbeyê bikin li hemberî serokwezîr. Tenê tiştek wê karibe wî xelas bike. Divê rêgeza demokratîk esas bigire. Erdogan niha kar bi wê popularîteya xwe ya di nav girseyê de bi rê ve dibe. Lê bila pir xwe nesipêre popularîteyê. Demborî ye. Ji bo mayinde bibe divê demokrasiya radîkal esas bigire.
 
TIFAQA ANTÎ-KURD
 
Ger Tifaqa Antî-Kurd bê domandin, dê şer bivê nevê be. Li Sûriyeyê çima dîwar tê lêkirin, ma hûn dîn bûne? Çima têl tên danîn? Çima mayin tên bicihkirin? Hûn dîn bûne? Tekane xwesteka wan kurd li wir nebin xwedî hêz. Lê ger kurd ne li wir bin dê rejîmeke faşîst çêbibe. Ev çi dînîtî ye? Min ji bo çareserkirina vê Komîsyona Mîsakî Mîllî pêşniyar kiribû. Mîsakî Mîllî ji bakurê Helebê dest pê dike. Ji dêvla tu wir bi têlan bigirî, divê tu sînoran rakî. Divê tu yên heyî jî rakî. Ger li Sûriyeyê kurd tune bin, dê hêzeke faşîst a super çêbibe. Ev Esad nas nakin. Ez bîst salan pê re mijûl bûm. Min li ser pişta şêr siyaset kir. Ev, dê Tirkiyeyê pêncî salên din jî eware bikin. Hûn dikarin piştgiriyê bidin PYD'ê û heq ji vê derkevin. Dê ev Amerîkayê, Îsraîlê û Esad bîne hevsengiyekê." 
 
Ocalan di hevdîtina xwe ya 1'ê Hezîrana 2014'an de jî ji bo pêvajoya komployê ya anîna wî ya Tirkiyeyê ev tişt gotibûn: "Gladioya Tirkiyeyê ji bo rûxandina civaka Tirkiyeyê hat avakirin. Di hemû pêvajoyên derbeyê de xwedî rolek çalak bûn. Rewşa min jî balkêş e. Li Rojhilata Navîn Şamê, li Ewropayê Romayê, li Asyayê Moskovayê û li Afrîkayê Naîrobiyê bifikirin. Ez li navenda çar parzemînan hatim gerandin. Min ji bo tunekirinê birin van kampan. Ha kampên qirkirinê ha ev navendên parzemînan, ha vagonên trênan ha balafirên ez li wan siwar bûm, qet fer nakin. Tişta balkêş, ên ez birim van deran jî bi rewşê dizanibûn. Li Naîrobiyê hema hema ez ji kuştinê rizgar bûm. Beriya wê bi rojekê xwestin ez biçim dêrê yan jî NY'yê. Lê ez derneketim. Rayedarên eskerî yên wê çaxê gotibûn, ger tu derketana derve tu yê bihatana kuştin. 
 
Her wiha gava em çûn balafirgehê bi israr xwestin ez çekê hilgirim. Neyta wan çi bû, nizanim. Lê diyar bû min ê nikaribûn xwe bi çekekê biparasta û ez ê bûbûma hedef. Ger min ew çek têxista ber xwe an ez ê di rêya balafirgehê de yan jî bi komployekê rastgele bihatama gulebarankirin an jî gava ez ji balafirê daketama dê min bikuştana. Ez wê kêliya ku ez li balafirê siwar bûm qet ji bîr nakim. Ez li erdê bûm û Engîn Alan û koma wî wekî qertela ku nêçira xwe zevt kiribe li ser serê min bûn. Lê wan texmîn nedikir ez ê ew qasî rihet bim, lewma heyr man. Paşê çavên min girêdan û sê saet şûn de vekirine. Ew gotinên 'tu bi xêr hatî' qaşo ji bo biçûkxistinê gotine. Aha ev pergala gladioyê, di civîna li Îsraîlê de biryara serokomartiya Cemal Gursel, Cevdet Sûnay û Kenan Evren da. Her kes dizane ku Çîller sîxura CIA'yê ye. Li Londrayê çav ji Dogan Gureş re şikandin. Çar hezar gund hatin şewitandin. Em ji bo vê Komîsyona Heqîqetê dixwazin. Hevrûbûna bi van pergalên gladioyê re pir girîng e. Em ê feraseta bira bi bira dide kuştin aşkere bikin. Hevdîtinên min bi heyetê re kirin jî vê wesfa gladioyê aşkere dike. 
 
ŞER DEST PÊ BIKE, DÊ ENCAMÊN WÊ GIRAN BIN
 
AKP, tişta ku tu partiyan nekir kir, hemû yekeyên dewletê bi dest xistin. Tenê ferqek wan heye, Tayyîp li dijî derbeyê li ber xwe da. Ez duwazdeh salin li vira ji bo çareserkirina gladioyê çeka vekirî didim. Ez bi xwe dînamîkan amade dikim. AKP jî heya darbeyê berê xwe neda wê, ev yek ferq nekir. Li vira Ergenekonî, Atîlla Ûgûr û hwd. hevdîtin bi min re kirin. Digotin, 'Şer bidomîne, em ê jî çareseriyê bînin.' Wan dixwest, berî gladio wan biqedîne şer bidome. Hêvîdar im ji niha û pê ve em ê hîmê aştiyek mayinde deynin. Ger şer dest pê bike, dê encamên wê giran bin." 
 
MA / Ozgur Paksoy

Sernavên din

19/02/2022
16:58 Li Êlihê panela tecrîdê: Divê Ocalan azad be
16:26 Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan berdewam dike
16:20 Polisan êrişê daxuyaniya 8'ê adarê kir
16:16 Hat xwestin girtiyê nexweş Guler were berdan
16:16 Sendîkayan serdana HDP'ê kirin
16:09 OHD’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû bijart
15:58 'Parastina Semra parastina têkoşîna jinan e'
15:55 Doru: Divê hewsên elewiyan yekîtiya xwe ava bikin
15:15 Temellî: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:52 ÎHD'a Stenbolê bal kişand ser rewşa 3 girtiyên nexweş
14:29 Bozgeyîk: Ew ê biçin, em ê bimînin
14:20 'Perwerdeya bi zimanê zikmakî maf e'
13:54 Dayika Murat Yildiz: Min neçarî parçeyek hestî kirin!
13:27 Mesrûr û Nêçirvan Barzanî bi Akar re hevdîtin kirin
13:20 Li Amedê ji bo dersa bijarte ya kurdî hinceta 'hejmara kêm'!
13:12 28 sal in kujerên Hamet Barut ê bi 32 guleyan hat kuştin, nehatine dîtin
11:58 Roger Waters banga berdana Dûrak kir
11:21 Xêzkarê Xwebûnê bal kişand ser qedexeya ziman
11:07 'Wargeha Mexmûrê bingeha perwerdeya kurdî ye'
11:01 Malbata Şenyaşar: Ji rojên xweş re hindik ma
10:48 Baroya Rihayê çalakiyên hefteya zimanê zikmakî diyarî Îpek Ateş kir
10:22 Midûrê polîsan gef li parêzer xwar: Em te nas dikin, em ê bên gel te
10:01 Netewên ku zimanê wan bi tunebûnê re rûbirû mane: Ziman kok e, em xwedî lê derkevin
09:21 Ji dengbêjan banga 21'ê Sibatê: Her tim bi kurdî biaxivin
09:16 Girtî Marûf Denîz: Em bi helwesteke tecrîdê re rû bi rû ne
09:15 Hem bazarvan hem jî xelk ji halê heyî ne razî ne
09:14 DEDAŞ'ê saeta ceryanê ya 'xerabe' ji xwe re kir hinceta 'ceryana qaçax'
09:14 Tîmûr ê di Nobeda Edaletê de: Em doza darizandineke adil dikin
09:13 Dadgeha herêmî guh li biryara AYM'ê nake!
09:10 Zimanzan Samî Tan: Em bi zimanê xwe bibin xwe û azad bibin
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2022'YAN
18/02/2022
21:52 Eleqeyeke mezin ji bo konsera Lawje
20:13 28 xwendekar jehrî bûn
19:30 Banga MED-DER'ê ya ji bo şahiya zimanê zikmakî
19:16 Li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
17:59 Bernameya MED-DER'e ya 21'ê Sibatê didome
16:57 Doza Pirsûsê: Daxwaza ‘bila Davutoglu bê guhdarîkirin’ dê bê nirxandin
16:41 Êrişên li ser HDP’ê hatin protestokirin
16:38 Li Amedê 6 partiyan bi hev re zema ceyranê şermezar kir
16:37 Malbatên girtiyan: Em ji bo herkesê edaletê dixwazin
16:26 Doza DÎAYDER’ê: Peyvên ku bi kurdî hatine tawanbarkirin di Qûrana Diyanetê de jî hene
16:05 Cara ewil di Doza Pirsûsê de axivî: Di dema komkujiyê de polîs li wir nebûn
16:03 Rojnamevan Turfent bi koronayê ket
15:49 Rojnameger Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:40 Li Rihayê 15 kes hatin berdan
15:12 Serdana malbata hevxemên xwe kirin
14:51 Derbarê Gulser Yildirim de dozeke nû hat vekirin
14:20 Dema binçavkirinê ya 12 kesan hat dirêjkirin
14:10 Walîtiya Colemêrgê firandina pifdank û fanosa mirazan jî qedexe kir
14:10 Di doza sercerdevan û kurên wî de biryar derneket
14:00 Li Stenbolê starta 8’ê Adarê hate dayîn: Em ê têkoşîna xwe li qadan bidomînin
13:55 Turkan Elçî: Em bi dadgeha engîzîsyonê re rûbirû ne
13:50 Almanya dê ciwanê kurd dersînor bike
13:14 Rojnivîskên Gurbetellî Ersoz li Lozanê hatin pêşandan
13:10 Dozgeriyê îtîrazî beraeta 4 rojnamevanan kir
12:47 Doza DÎAYDER'ê: Em li dadgehên Engîzîsyonê tên darizandin
12:32 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:15 Başaran: Yên ji kurdan fêm nekin nikarin bi ser kevin
11:25 Ferît Şenyaşar: Bila edalet were, zilm bi dawî bibe
10:54 Strana Tarkan a nû bû rojev: Wê biçe weke ku hatî wê biçe
10:16 Qedexeyên li ser kurdî di dema AKP’ê de hîn zêdetir bûn
10:15 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
09:49 Rojnamevan Dûrgût: Hin kes ji rastiyan aciz dibin
09:04 HDP’a Mêrsînê ji bo kongreyê amade ye
09:04 ‘Gefa qeymeqamê Qisleyê tê nixumandin'
09:04 Di girtîgehên li Rihayê de 5 jê giran 34 girtiyên nexweş hene
09:04 Li Amedê di 15 rojan de hejmara pêketiyan ji sedî 50 zêde bû
09:00 Qeyûm navê Navenda Çandê ya Nûdayê kir 'Hacibekîr'
09:00 Karkerên Mîgrosê bang kirin: Bibin dengê me
09:00 Kêmkirina KDV'ê pişta dikandarên biçûk şikand
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2022'YAN
17/02/2022
21:43 Li Şirnex, Mêrdîn û Mêrsînê 50 kes hatin berdan
19:10 Komîsyona Têkel biryar da ku parlementeriya Guzelê bê betalkirin
17:55 Li Sêrtê 9 kes hatin berdan
17:36 MED-DER'ê dest bi çalakiyên xwe yên 21'ê Sibatê kirin
16:52 ‘Şewitandina înfaza girtiyan li dijî edaletê ye’
16:39 Nûçegîhana me Dûrgût hat berdan
16:35 Dundar: Bi êrişan nikarin bitirsînin
16:07 Li Wanê malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin
16:01 Hevseroka HDP'a Yuregîrê: Ew gule berdan demokrasiyê
15:54 2 endamên HDP’ê hatin girtin
15:10 Cezayê Parlamenterê HDP'ê Bulbul hat erêkirin
14:59 Leyla Xalid ji Aysel Tûglûk re peyam şand
14:36 Komîsyonê ji bo girtiyê nexweş biryar da: Dikare di girtîgehê de tenê bimîne
14:34 Hevseroka ÎHD’ê Keskîn ji doza li Dêrsimê hat beraetkirin
14:22 Nûçegihana me Durgut birin edliyê
14:05 'Tirkiye pere ji bo DAIŞ’ê dabîn kiriye’
13:59 Komîsyona Tevlîhev ji bo Guzel li hev civiya
13:41 Danişîna ‘Doza KCK’a Stenbolê’ hat taloqkirin
13:24 Li Çiyayên Amonasan operasyona leşkerî
12:42 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Wê derbarê xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de mutalaa bê amadekirin
12:27 8 sal şunde ji esiriya DAIŞ’ê xelas bû
12:18 Ebrû Gunay: Em dixwazin tifaqa kurdî ava bikin
12:05 Danişîna ewil a meleyan sibê ye: Şahidên nepen ji doza KCK’ê mane
11:43 Weşana KCD'ê a mijara sûc wê ji RTUK'ê bê pirsîn
11:42 Çetîn a îşkenceya bi kûçik lê hatibû kirin nehat berdan
11:42 Malbata Şenyaşar: Em ê heta kengê bisekinin?
11:12 Li Wan û Erziromê 22 kes hatin berdan
11:11 Serokê Cemxaneya Duzgin Bava walîtiyê derewand