Serdana HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: Li wan zilm hatiye kirin

  • rojane
  • 10:58 15 Sibat 2022
  • |
img

ŞIRNEX - Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş ê di nava heyeta HDP’ê de serdana Şengal û Mexmûrê kir destnîşan kir ku wan zilmê li cihê cih dîtiye û rapora ku amadekirine dê bi raya giştî ya netewî û navnetewî re parve bikin. 

Balafirên şer ên Tirkiyê di 1’ê Sibatê de bi awayek hemwext êrişî Şengal, Wargeha Penabaran a Mexmûrê û navçeya Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê kiribûn. Piştî van êrişên hewayî heyeta Komîsyona Têkiliyên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana Şengalê û Mexmûrê kir. Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP’ê Feleknas Ûca ku ji Komîsyona Têkiliyên Derve Berpirsiyar e, parlamenterên HDP’ê Hasan Ozguneş, Huda Kaya û Mûrat Çepnî wek heyetek di 9’ê sibatê de serdana Şengalê kirin û pişt re jî derbasî Mexmûrê bûn. Heyet piştî serdanên xwe temam kir, vegeriya bakurê Kurdistanê. 
 
‘JI EM ZILMÊ DI CIH DE BIBÎNIN EM ÇÛNE WIR’ 
 
Parlamenter Hasan Ozguneş ê di heyetê de cih digirt ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ji bo ew êrişên pêk hatine di cih de çavdêrî bikin çûne herêmê û got: “Hikûmeta AKP’ê bi hêza hewayî dem bi deman Şengal û Mexmûrê bombebaran dike. Di van êrişan de însanên sivîl tên qetilkirin. Tirkiye, Iraq û rêveberiya Herêma Kurdistanê li dijî van herêman zilmê dikin. Ji bo ku em jî vê zilmê li şûna wê bibînin çûn serdana Şengal û Mexmûrê.” 
 
Ozguneş destnîşan kir ku ew di serdanan de bi astengiyan re rûbirû mane û dema ew diçûn Silêmaniyê bi astengiya hêzên leşkerî yên Iraqê re hevrû mane û leşkeran ji wan pirsa “Çima hûn di Hewlêrê de naçin?” kiriye. Ozguneş got piştî demekê ew hatine astengkirin destûra wan hatiye dayîn. 
 
GELEK HEVDÎTIN PÊK ANÎNE 
 
Ozguneş bi bîr xist ku wan bi Şengalê dest bi serdanên xwe kirine û wiha got: “Me bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê re hevdîtin kir. Pişt re me bi Meclîsa Jinan re hevdîtin kir. Piştî van hevdîtina me li Sinûnê bi rêveberên Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADE) re hevdîtin kir. Rûspiyan jî di vê hevdîtinê de cih girtin. Piştî vê hevdîtinê jî me berê xwe da Xanesorê. Me liv ir jî bi rayedarên Meclîsa Gel a Xanesorê re hevdîtin pêk anî. Piştî serdanên me yên li Şengalê me li gel Nûnertiya YNK’ê ya Silêmaniyê hevdîtin pêk anî. Piştî ku hevdîtin û lêkolînên me li vê herêmê bi dawî bûn, me berê xwe da Mexmûrê. Me li Wargeha Mexmûrê bi Hevşaredarên Mexmûrê û xelkê re hevdîtin û civîn kir.”
 
HIKÛMETA IRAQÊ Û HERÊMA KURDISTANÊ ZEXTAN DIKE 
 
Ozguneş da zanîn ku wan di serdanên Şengalê de tespît kiriye ku gelek pirsgirêk hene û got: “Li Şengalê hêj nîvê bajêr warankirî ye. Hêj şopên êrişên DAIŞ’ê li bajêr xuya dike. Di êrişên Şengalê de nêzî 300 hezar kesî neçar mane ku Şengalê terk bikin. Qismek ji vana dîsa vegeriyane Şengalê. Hêj qismek xelkê Şengalê li Dihokê li kampên penaberan dimînin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê vegera xelkê Şengalê asteng dike. Malbatên ku veşartî tên Şengalê hene. Lê belê beşek malbatên wan jî li kampan tên girtin. Hat destnîşankirin ku li kampan welatiyên êzidî di warê bîr û baweriya xwe de bi gelek astengiyan re rûbirû dimînin. Li kampan herm bi zordestiya Herêma Kurdistanê û hem jî bi zordestiya hikûmeta Iraqê re rûbirû dimînin. Bi van sepanan dixwazin destkeftiyên xelkê li Şengalê dijî desteser bikin.” 
 
GEFÊN MÎT’Ê YÊN LI SER ŞENGALÊ
 
Ozguneş da zanîn ku dorpêçeke leşkerî û ewlekariyê li ser Şengalê heye û wiha domand: “Li gel vê yekê, êrişên hikûmeta AKP’ê jî berdewam in. Di êrişê de saziyên sivîl hedef tên girtin û gelek kes jiyana xwe ji dest didin. Me bihîst ku nexweşxane jî bûye hedefa êrişên Tirkiyeyê ye. Her wiha Meclisa Xanesorê ya ku bûye hedefa êrişan jî me dît. Di vê meclisê de tenê nûnerên gel diciviyan. Em, bi malbatên qurbaniyan re hatin gel hev û li daxwazên wan guhdar bûn. Daxwaza wan ew e ku Hikûmeta Federal a Kurdistanê amborgo û astengiyên heyî rakin. Li gel Tirkiyeyê, her wiha hikûmeta Iraqê jî ji bo têkbirina statû û destkeftiyên Şengalê di nava hewldanan de ye. Sîxûrên Tirkiyeyê yên li Herêma Federal a Kurdistanê dijîn, bi telefonê li xelkê Şengalê digerin û sîxûrtiyê lê ferz dikin. Dema vê daxwazê red dikin jî gefa kuştinê li wan tê xwarin. Piştrast dikin ku kesên van tiştan bi serê wan tînin, sîxûrên MÎT’ê ne.”
 
HÊZÊN MILÎS ÊN TIRKIYEYÊ 
 
Di berdewamê de Ozguneş anî ziman ku Tirkiyeyê li herêmên nêzî Şengalê hêzên milîs ên girêdayî xwe ava kirine û wiha pê de çû: “Derdorên ku me pê re hevdîtin kir, dibêjin ku Tirkiye li herêmên weke El Baab, Telafer, Mexmûr û Mûsilê hewl dide hêzên milîs ên girêdayî xwe ava bike. Her wiha gotin ku Tirkiye hewl dide DAIŞ’ê dîsa birêxistin bike. Hat destnîşankirin ku Tirkiye, DAIŞ’iyên li kampên cuda tîne herêmên navborî û biçek dike.” 
 
SERDANA MEXMÛRÊ
 
Ozguneş piştre jî bal kişand ser rewşa Mexmûrê û çavdêriyên xwe yên di serdana Mexmûrê de wiha parve kirin: “Bi salane ye Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê ambargo daniye ser Mexmûrê. Nahêle ku nexweş ji wir derkevin. Kesên li wê wargehê dijîn, di salên 90’î de ji ber valakirina gundan û zexta cerdewaniyê ya Tirkiyeyê, ji Şirnexê koçber bûn. Wan mirovan bi salan piştgirî dan tevgera Barzanî û Mam Celal. Di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dan. Lê ev kes niha di ambargoyê de ne. Daxwaza wan ew e ku ev ambargo bê rakirin. Her wiha wargeha wan ji êrişên DAIŞ’ê re vekiriye û hewldanek heye ku DAIŞ’ê li vê herêmê dîsa zindî bikin. Êrişên Tirkiyeyê jî bênavber didomin û deverên rastî êrişê hatine nîşanî me dan. Yek ji van deveran jî baxçeyê dibistanekê ye. Di encama bombeyê de koreke bi qasî 4-5 mîtroyan çêbûye. Her wiha derdora malan jî hatiye bombebarakirin. Di van êrişan de sivîl hatine kuştin. Tevî ku bi ser re demekî dirêj derbas bûye, lê hêjta bêhnekî nexweş ji van deverên hatine bombebarankirin tê. Rengê axê guherî ye. Balafirên şer her tim li ser wargehê difirin û vê jî derûniya zarokan xerab kiriye. Ev kirinên Tirkiyeyê tevek jî sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ev êriş hem li dijî qanûnên neteweyî û hem jî yên navneteweyî ne.” 
 
‘EM Ê ZILMÊ TEŞHÎR BIKIN’ 
 
Hasan Ozguneş got ku dê serdan û lêkolînên xwe weke raporekê ji saziyên neteweyî û navneteweyî re bişînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê zilma ku li gelê me hatiye kirin, teşhîr bikin. Xebatên me yên di vê derbarê de dê bi awayên cuda bidomin. Em ê vê mijarê bişopînin. Ya ku li Şengal û Wargeha Penaberan a Mexmûrê tê kirin, neheqî ye û divê neyên qebûlkirin. Divê em li dijî vê neheqiyê, dengê xwe bilind bikin. Divê ev tiştên bi serê wan tên kirin, bi awayekî demokratîk bên teşhîrkirin û li dijî wan nerazîbûnên xwe nîşan bidin.” 
 
MA / Omer Akin
 
 

Sernavên din

19/02/2022
16:58 Li Êlihê panela tecrîdê: Divê Ocalan azad be
16:26 Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan berdewam dike
16:20 Polisan êrişê daxuyaniya 8'ê adarê kir
16:16 Hat xwestin girtiyê nexweş Guler were berdan
16:16 Sendîkayan serdana HDP'ê kirin
16:09 OHD’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû bijart
15:58 'Parastina Semra parastina têkoşîna jinan e'
15:55 Doru: Divê hewsên elewiyan yekîtiya xwe ava bikin
15:15 Temellî: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:52 ÎHD'a Stenbolê bal kişand ser rewşa 3 girtiyên nexweş
14:29 Bozgeyîk: Ew ê biçin, em ê bimînin
14:20 'Perwerdeya bi zimanê zikmakî maf e'
13:54 Dayika Murat Yildiz: Min neçarî parçeyek hestî kirin!
13:27 Mesrûr û Nêçirvan Barzanî bi Akar re hevdîtin kirin
13:20 Li Amedê ji bo dersa bijarte ya kurdî hinceta 'hejmara kêm'!
13:12 28 sal in kujerên Hamet Barut ê bi 32 guleyan hat kuştin, nehatine dîtin
11:58 Roger Waters banga berdana Dûrak kir
11:21 Xêzkarê Xwebûnê bal kişand ser qedexeya ziman
11:07 'Wargeha Mexmûrê bingeha perwerdeya kurdî ye'
11:01 Malbata Şenyaşar: Ji rojên xweş re hindik ma
10:48 Baroya Rihayê çalakiyên hefteya zimanê zikmakî diyarî Îpek Ateş kir
10:22 Midûrê polîsan gef li parêzer xwar: Em te nas dikin, em ê bên gel te
10:01 Netewên ku zimanê wan bi tunebûnê re rûbirû mane: Ziman kok e, em xwedî lê derkevin
09:21 Ji dengbêjan banga 21'ê Sibatê: Her tim bi kurdî biaxivin
09:16 Girtî Marûf Denîz: Em bi helwesteke tecrîdê re rû bi rû ne
09:15 Hem bazarvan hem jî xelk ji halê heyî ne razî ne
09:14 DEDAŞ'ê saeta ceryanê ya 'xerabe' ji xwe re kir hinceta 'ceryana qaçax'
09:14 Tîmûr ê di Nobeda Edaletê de: Em doza darizandineke adil dikin
09:13 Dadgeha herêmî guh li biryara AYM'ê nake!
09:10 Zimanzan Samî Tan: Em bi zimanê xwe bibin xwe û azad bibin
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2022'YAN
18/02/2022
21:52 Eleqeyeke mezin ji bo konsera Lawje
20:13 28 xwendekar jehrî bûn
19:30 Banga MED-DER'ê ya ji bo şahiya zimanê zikmakî
19:16 Li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
17:59 Bernameya MED-DER'e ya 21'ê Sibatê didome
16:57 Doza Pirsûsê: Daxwaza ‘bila Davutoglu bê guhdarîkirin’ dê bê nirxandin
16:41 Êrişên li ser HDP’ê hatin protestokirin
16:38 Li Amedê 6 partiyan bi hev re zema ceyranê şermezar kir
16:37 Malbatên girtiyan: Em ji bo herkesê edaletê dixwazin
16:26 Doza DÎAYDER’ê: Peyvên ku bi kurdî hatine tawanbarkirin di Qûrana Diyanetê de jî hene
16:05 Cara ewil di Doza Pirsûsê de axivî: Di dema komkujiyê de polîs li wir nebûn
16:03 Rojnamevan Turfent bi koronayê ket
15:49 Rojnameger Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:40 Li Rihayê 15 kes hatin berdan
15:12 Serdana malbata hevxemên xwe kirin
14:51 Derbarê Gulser Yildirim de dozeke nû hat vekirin
14:20 Dema binçavkirinê ya 12 kesan hat dirêjkirin
14:10 Walîtiya Colemêrgê firandina pifdank û fanosa mirazan jî qedexe kir
14:10 Di doza sercerdevan û kurên wî de biryar derneket
14:00 Li Stenbolê starta 8’ê Adarê hate dayîn: Em ê têkoşîna xwe li qadan bidomînin
13:55 Turkan Elçî: Em bi dadgeha engîzîsyonê re rûbirû ne
13:50 Almanya dê ciwanê kurd dersînor bike
13:14 Rojnivîskên Gurbetellî Ersoz li Lozanê hatin pêşandan
13:10 Dozgeriyê îtîrazî beraeta 4 rojnamevanan kir
12:47 Doza DÎAYDER'ê: Em li dadgehên Engîzîsyonê tên darizandin
12:32 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:15 Başaran: Yên ji kurdan fêm nekin nikarin bi ser kevin
11:25 Ferît Şenyaşar: Bila edalet were, zilm bi dawî bibe
10:54 Strana Tarkan a nû bû rojev: Wê biçe weke ku hatî wê biçe
10:16 Qedexeyên li ser kurdî di dema AKP’ê de hîn zêdetir bûn
10:15 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
09:49 Rojnamevan Dûrgût: Hin kes ji rastiyan aciz dibin
09:04 HDP’a Mêrsînê ji bo kongreyê amade ye
09:04 ‘Gefa qeymeqamê Qisleyê tê nixumandin'
09:04 Di girtîgehên li Rihayê de 5 jê giran 34 girtiyên nexweş hene
09:04 Li Amedê di 15 rojan de hejmara pêketiyan ji sedî 50 zêde bû
09:00 Qeyûm navê Navenda Çandê ya Nûdayê kir 'Hacibekîr'
09:00 Karkerên Mîgrosê bang kirin: Bibin dengê me
09:00 Kêmkirina KDV'ê pişta dikandarên biçûk şikand
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2022'YAN
17/02/2022
21:43 Li Şirnex, Mêrdîn û Mêrsînê 50 kes hatin berdan
19:10 Komîsyona Têkel biryar da ku parlementeriya Guzelê bê betalkirin
17:55 Li Sêrtê 9 kes hatin berdan
17:36 MED-DER'ê dest bi çalakiyên xwe yên 21'ê Sibatê kirin
16:52 ‘Şewitandina înfaza girtiyan li dijî edaletê ye’
16:39 Nûçegîhana me Dûrgût hat berdan
16:35 Dundar: Bi êrişan nikarin bitirsînin
16:07 Li Wanê malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin
16:01 Hevseroka HDP'a Yuregîrê: Ew gule berdan demokrasiyê
15:54 2 endamên HDP’ê hatin girtin
15:10 Cezayê Parlamenterê HDP'ê Bulbul hat erêkirin
14:59 Leyla Xalid ji Aysel Tûglûk re peyam şand
14:36 Komîsyonê ji bo girtiyê nexweş biryar da: Dikare di girtîgehê de tenê bimîne
14:34 Hevseroka ÎHD’ê Keskîn ji doza li Dêrsimê hat beraetkirin
14:22 Nûçegihana me Durgut birin edliyê
14:05 'Tirkiye pere ji bo DAIŞ’ê dabîn kiriye’
13:59 Komîsyona Tevlîhev ji bo Guzel li hev civiya
13:41 Danişîna ‘Doza KCK’a Stenbolê’ hat taloqkirin
13:24 Li Çiyayên Amonasan operasyona leşkerî
12:42 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Wê derbarê xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de mutalaa bê amadekirin
12:27 8 sal şunde ji esiriya DAIŞ’ê xelas bû
12:18 Ebrû Gunay: Em dixwazin tifaqa kurdî ava bikin
12:05 Danişîna ewil a meleyan sibê ye: Şahidên nepen ji doza KCK’ê mane
11:43 Weşana KCD'ê a mijara sûc wê ji RTUK'ê bê pirsîn
11:42 Çetîn a îşkenceya bi kûçik lê hatibû kirin nehat berdan
11:42 Malbata Şenyaşar: Em ê heta kengê bisekinin?
11:12 Li Wan û Erziromê 22 kes hatin berdan
11:11 Serokê Cemxaneya Duzgin Bava walîtiyê derewand