Rêxistinên rojnamegeran xwestin ku Dûrgût were berdan

  • rojane
  • 13:24 15 Sibat 2022
  • |
img

AMED - Hevserokê DFG’ê Serdar Altan û Nûnerê TGS’ê yê Amedê Mahmût Oral bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Zeynep Durgut dan û xwestin ku Dûrgût were berdan.  

Nûçegihana me Zeynep Dûrgût, duh di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê de li navçeya Cizîr a Şirnexê bi serdegirtina malê de hate binçavkirin. Rojnameger Dûrgût derbasî Gerînendetiya Ewlekariyê ya Şirnexê hat kirin û biryara dan ku nikare 24 saetan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ji ber ku biryara nepeniyê li ser dosyayê heye, nehat zanîn bê ka Dûrgût bi kîjan sedemê hatiye binçavkirin. Têkildarî mijarê Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan û Nûnerê Sendîqeya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) ya Amedê Mahmût Oral axivîn û bertek nîşan dan. 
 
ALTAN BERTEK NÎŞAN DA 
 
Hevserokê DFG’ê Altan diyar kir ku li kîjan deverê girtin, binçavkirin û zext çê bibin, ileh rojnameger jî para xwe ji vê digirin û wiha domand: “Duh jî hevala me ya rojnameger Dûrgût hate binçavkirin. Ev ne cara ewil e ku Dûrgût tê binçavkirin. Girtin û binçavkirina rojnamegeran nayê qebûlkirin. Peywira rojnamegeran, çêkirina nûçeyan û parvekirina wan e. Ji bo vê jî çavkaniyên wan hene. Heke ev yek sûc be, wê demê jî tenê dikarin lêpirsînekî bidin destpêkirin û vexwînin îfadeyê. Piştre jî heke sûcek kiribe, dikarin ceza bidin. Lê ev mijara binçavkirinê nayê fêmkirin.” 
 
ARMANCA JI BINÇAVKIRINAN 
 
Di berdewamê de Altan bi bîr xist ku bi sedema salvegera radestkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Tirkiyeyê di çarçoveya “tevdîrên bergir” de gelek kes bi heman hincetan hatine binçavkirin û wiha pê de çû: “Gelo rojnamegerek çima di çarçoveya tevdîrê de tê binçavkirin? Bi vê binçavkirinê dixwazin ku nehêlin nûçe bên çêkirin û haya raya giştî ji geşedanan nebe.”
 
'DIXWAZIN BITIRSÎNIN’
 
Altan got ku nayê fêmkirin bê ka çima biryara nepeniyê ji bo dosyaya Dûrgût hatiye dayîn û ev tişt anî ziman: “Zextên li ser rojnamegeran di van salên dawî de êdî ewqas zêde bûne ku mirov nikare tehemûl bike. Ji ber ku tên binçavkirin, doz lê tên vekirin, tên girtin û nahêlin nûçeyan bişopînin. Ji xwe gelek rojnameger di girtîgehê de ne. Dema em li dosyayên wan dinihêrîn, dibînin ku tenê ji ber ku desthilatdarî ditirse lewma hatine girtin. Bi vê yekê mafê vegotin û azadiya raman tê binpêkirin. Bi krîmînalîzekirina rojnamegeran re dixwazin wek sûcdarekî nîşan bidin, ji xebata wan dûr bixin û ji civakê qut bikin.” 
 
‘ROJNAMEGERÎ SÛC NÎNE’
 
Bi domdarî jî Altan destnîşan kir ku divê hevala wan Dûrgût di zûtirin dem de were berdan û wiha dom kir: “Divê dîsa li karê xwe vegere. Ne çêkirina nûçeyan û ne jî rojnamegerî sûc nînin. Yek ji rêyên herî bingehîn ên haydarkirina gel, rojnamegerî ye. Lewma daxwaza me ew e ku Zeynep Dûrgût di demekî herî kin de bê berdan.” 
 
‘DIXWAZIN DESTHILATIYÊ JI TENGASIYÊ DERXÎNIN’
 
Nûnerê TGS’ê yê Amedê Mahmût Oral jî bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran da û wiha got: “Zextên li ser rojnamegeran girantir bûne. Hewl didin desthilatdariyê ji tengasiya wê derxînin. Tê îdiakirin ku ev binçavkirinên li Şirnexê bi hinceta tevdîrên ji bo salvegera radestkirina Abdullah Ocalan hatine kirin. Beriya niha jî gelek caran bi heman hincetê ev binçavkirine kirin. Lê li vir ecebiyek heye. Hêj bûyerek pêk nehatiye lê bi sedema dibêtiya çêkirina wan bûyeran, rojnamegeran binçav dikin. Ev nayê fêmkirin. Li aliyê din, sûc nîne ku rojnamegerek bûyereke qanûnî yan jî derqanûnî bike nûçe.” 
 
‘YA KU DIKIN SÛC E’
 
Oral diyar kir ku armanca ji van binçavkirinan ew e ku rojnamegeran bitirsînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Sûce ku ji bo gefxwarinê mirov rojnamegerekî binçav bike. Lê divê baş were zanîn ku dê rojnameger bi israr karê xwe bidomînin. Par jî di 15’ê Sibatê de heman tişt kirin lê nekarîn pêşî li qewimîna bûyeran bigirin. Kesek nikare ji bo şikandina rûmetê, gefan û biçûkxistinê biryara binçavkirinê bo welatiyekî yan jî rojnamegerekî bide.” 
 

Sernavên din

19/02/2022
16:58 Li Êlihê panela tecrîdê: Divê Ocalan azad be
16:26 Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan berdewam dike
16:20 Polisan êrişê daxuyaniya 8'ê adarê kir
16:16 Hat xwestin girtiyê nexweş Guler were berdan
16:16 Sendîkayan serdana HDP'ê kirin
16:09 OHD’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû bijart
15:58 'Parastina Semra parastina têkoşîna jinan e'
15:55 Doru: Divê hewsên elewiyan yekîtiya xwe ava bikin
15:15 Temellî: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:52 ÎHD'a Stenbolê bal kişand ser rewşa 3 girtiyên nexweş
14:29 Bozgeyîk: Ew ê biçin, em ê bimînin
14:20 'Perwerdeya bi zimanê zikmakî maf e'
13:54 Dayika Murat Yildiz: Min neçarî parçeyek hestî kirin!
13:27 Mesrûr û Nêçirvan Barzanî bi Akar re hevdîtin kirin
13:20 Li Amedê ji bo dersa bijarte ya kurdî hinceta 'hejmara kêm'!
13:12 28 sal in kujerên Hamet Barut ê bi 32 guleyan hat kuştin, nehatine dîtin
11:58 Roger Waters banga berdana Dûrak kir
11:21 Xêzkarê Xwebûnê bal kişand ser qedexeya ziman
11:07 'Wargeha Mexmûrê bingeha perwerdeya kurdî ye'
11:01 Malbata Şenyaşar: Ji rojên xweş re hindik ma
10:48 Baroya Rihayê çalakiyên hefteya zimanê zikmakî diyarî Îpek Ateş kir
10:22 Midûrê polîsan gef li parêzer xwar: Em te nas dikin, em ê bên gel te
10:01 Netewên ku zimanê wan bi tunebûnê re rûbirû mane: Ziman kok e, em xwedî lê derkevin
09:21 Ji dengbêjan banga 21'ê Sibatê: Her tim bi kurdî biaxivin
09:16 Girtî Marûf Denîz: Em bi helwesteke tecrîdê re rû bi rû ne
09:15 Hem bazarvan hem jî xelk ji halê heyî ne razî ne
09:14 DEDAŞ'ê saeta ceryanê ya 'xerabe' ji xwe re kir hinceta 'ceryana qaçax'
09:14 Tîmûr ê di Nobeda Edaletê de: Em doza darizandineke adil dikin
09:13 Dadgeha herêmî guh li biryara AYM'ê nake!
09:10 Zimanzan Samî Tan: Em bi zimanê xwe bibin xwe û azad bibin
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2022'YAN
18/02/2022
21:52 Eleqeyeke mezin ji bo konsera Lawje
20:13 28 xwendekar jehrî bûn
19:30 Banga MED-DER'ê ya ji bo şahiya zimanê zikmakî
19:16 Li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
17:59 Bernameya MED-DER'e ya 21'ê Sibatê didome
16:57 Doza Pirsûsê: Daxwaza ‘bila Davutoglu bê guhdarîkirin’ dê bê nirxandin
16:41 Êrişên li ser HDP’ê hatin protestokirin
16:38 Li Amedê 6 partiyan bi hev re zema ceyranê şermezar kir
16:37 Malbatên girtiyan: Em ji bo herkesê edaletê dixwazin
16:26 Doza DÎAYDER’ê: Peyvên ku bi kurdî hatine tawanbarkirin di Qûrana Diyanetê de jî hene
16:05 Cara ewil di Doza Pirsûsê de axivî: Di dema komkujiyê de polîs li wir nebûn
16:03 Rojnamevan Turfent bi koronayê ket
15:49 Rojnameger Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:40 Li Rihayê 15 kes hatin berdan
15:12 Serdana malbata hevxemên xwe kirin
14:51 Derbarê Gulser Yildirim de dozeke nû hat vekirin
14:20 Dema binçavkirinê ya 12 kesan hat dirêjkirin
14:10 Walîtiya Colemêrgê firandina pifdank û fanosa mirazan jî qedexe kir
14:10 Di doza sercerdevan û kurên wî de biryar derneket
14:00 Li Stenbolê starta 8’ê Adarê hate dayîn: Em ê têkoşîna xwe li qadan bidomînin
13:55 Turkan Elçî: Em bi dadgeha engîzîsyonê re rûbirû ne
13:50 Almanya dê ciwanê kurd dersînor bike
13:14 Rojnivîskên Gurbetellî Ersoz li Lozanê hatin pêşandan
13:10 Dozgeriyê îtîrazî beraeta 4 rojnamevanan kir
12:47 Doza DÎAYDER'ê: Em li dadgehên Engîzîsyonê tên darizandin
12:32 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:15 Başaran: Yên ji kurdan fêm nekin nikarin bi ser kevin
11:25 Ferît Şenyaşar: Bila edalet were, zilm bi dawî bibe
10:54 Strana Tarkan a nû bû rojev: Wê biçe weke ku hatî wê biçe
10:16 Qedexeyên li ser kurdî di dema AKP’ê de hîn zêdetir bûn
10:15 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
09:49 Rojnamevan Dûrgût: Hin kes ji rastiyan aciz dibin
09:04 HDP’a Mêrsînê ji bo kongreyê amade ye
09:04 ‘Gefa qeymeqamê Qisleyê tê nixumandin'
09:04 Di girtîgehên li Rihayê de 5 jê giran 34 girtiyên nexweş hene
09:04 Li Amedê di 15 rojan de hejmara pêketiyan ji sedî 50 zêde bû
09:00 Qeyûm navê Navenda Çandê ya Nûdayê kir 'Hacibekîr'
09:00 Karkerên Mîgrosê bang kirin: Bibin dengê me
09:00 Kêmkirina KDV'ê pişta dikandarên biçûk şikand
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2022'YAN
17/02/2022
21:43 Li Şirnex, Mêrdîn û Mêrsînê 50 kes hatin berdan
19:10 Komîsyona Têkel biryar da ku parlementeriya Guzelê bê betalkirin
17:55 Li Sêrtê 9 kes hatin berdan
17:36 MED-DER'ê dest bi çalakiyên xwe yên 21'ê Sibatê kirin
16:52 ‘Şewitandina înfaza girtiyan li dijî edaletê ye’
16:39 Nûçegîhana me Dûrgût hat berdan
16:35 Dundar: Bi êrişan nikarin bitirsînin
16:07 Li Wanê malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin
16:01 Hevseroka HDP'a Yuregîrê: Ew gule berdan demokrasiyê
15:54 2 endamên HDP’ê hatin girtin
15:10 Cezayê Parlamenterê HDP'ê Bulbul hat erêkirin
14:59 Leyla Xalid ji Aysel Tûglûk re peyam şand
14:36 Komîsyonê ji bo girtiyê nexweş biryar da: Dikare di girtîgehê de tenê bimîne
14:34 Hevseroka ÎHD’ê Keskîn ji doza li Dêrsimê hat beraetkirin
14:22 Nûçegihana me Durgut birin edliyê
14:05 'Tirkiye pere ji bo DAIŞ’ê dabîn kiriye’
13:59 Komîsyona Tevlîhev ji bo Guzel li hev civiya
13:41 Danişîna ‘Doza KCK’a Stenbolê’ hat taloqkirin
13:24 Li Çiyayên Amonasan operasyona leşkerî
12:42 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Wê derbarê xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de mutalaa bê amadekirin
12:27 8 sal şunde ji esiriya DAIŞ’ê xelas bû
12:18 Ebrû Gunay: Em dixwazin tifaqa kurdî ava bikin
12:05 Danişîna ewil a meleyan sibê ye: Şahidên nepen ji doza KCK’ê mane
11:43 Weşana KCD'ê a mijara sûc wê ji RTUK'ê bê pirsîn
11:42 Çetîn a îşkenceya bi kûçik lê hatibû kirin nehat berdan
11:42 Malbata Şenyaşar: Em ê heta kengê bisekinin?
11:12 Li Wan û Erziromê 22 kes hatin berdan
11:11 Serokê Cemxaneya Duzgin Bava walîtiyê derewand