Li Wanê 15’ê Sibatê şermezar kirin: Sekna Îmraliyê komplo vala derxist

  • rojane
  • 13:28 15 Sibat 2022
  • |
img
WAN - Li Wanê di çalakiya ku komploya navnetewî ya li ser Ocalan hat şermezarkirin de wiha hat gotin: “Di encama têkoşîna gelan û sekna birêz Ocalan a li Îmraliyê komploya navnetewî negihişt armanca xwe.”
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên girseyî yên demokratîk salvegera 23’yemîn a anîna Tirkiyeyê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bi komployeke navnetewî li Wanê şermezar kirin. Nûnerên rêxistinên sivîl, partiyên siyasî û gelek kes beşdarî daxuyaniya li Kolana Hunerê ya Wanê hate dayîn bûn. Di daxuyaniyê de pankarteke reş a li ser nivîsa “Tecrîdê rakin, deriyê Îmraliyê vekin, aşitiyê ava bikin” nivîs dinivîsand hat rakirin. 
 
Di daxuyaniyê de rêveberê HDP’ê Omer Işik axivî û diyar kir ku bi komploya 15’ê Sibata 1999’an a li ser Ocalan aştî, edalet û daxwaza azadiyê ya di pirsgirêka kurd de hedef hatiye girtin û wiha got: “Di encama têkoşîna gelan û sekna birêz Ocalan a li Îmraliyê komploya navnetewî negihişt armanca xwe. Qasî ku têkoşîna gelan li erdnîgariya Kurdistan, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bilind bû û li cîhanê berbiçav bû, desthilata AKP’ê û MHP’ê zêdetir polîtîkayên tecrîd, şer, bêedaletî û siyaseta înkarê meşandin. Di vê çarçoveyê de ji bo ku daxwaza aştiyê ya gelên Tirkiyeyê bifetisînin di 5’ê Nîsana 2015’an de tecrîda li ser birêz Ocalan a li Îmraliyê ji nû ve kûr kir. Ligel polîtîkayên tecrîdê hewl hat dayîn ku daxwaza gelên Tirkiyeyê ya hemwelatîbûyîna wekhev azad û Komara Demokratîk ji qada siyasî û civakî ji holê bên rakirin.”
 
BILA TECRÎD WERE RAKIRIN
 
Işik, destnîşan kir ku ji bo rakirina tecrîda mutleq a li Îmraliyê bê rakirin û çareserkirina pirsgirêka kurd divê demildest rê li ber parvekirina fikrên Ocalan a bi raya giştî re were vekirin û wiha berdewam kir: “Qasî ku birêz Ocalan biaxive wê derfetên muzakere û çareseriya demokratîk xurttir bibin. Ji ber ku hukmên hiqûqê derbas nabin, ji dîlgirtina birêz Ocalan heta mercên ragirtina wî yên li Îmraliyê, Girtîgeha Îmraliyê çala reş a hiqûqa navneteweyî ye. Bi taybetî di salên dawî de cezayên dîsîplînê yên bêdem ên li Birêz Ocalan tên birîn, bingeha sîstematîk a îşkence û dijminatiyê nîşan didin ku em dikarin weke 'cezakirina di nava ceza de' pênase bikin. Em di nava van şertên tecrîda giran de û li cihekî ku hiqûq lê hatiye sekinandin, ji şert û mercên tenduristî û ewlekariyê yên Birêz Ocalan bi fikar in. Tişta ku bêhiqûqiya li Îmraliyê ji holê rake, tekoşîna hevpar a gelên me û hêzên demokrasiyê ye.”
 
BANGA TÊKOŞÎNÊ
 
Işik destnîşan kir ku têkoşîna li dijî tecrîdê di heman demê de têkoşîna ji bo parastina rûmeta siyaseta demokratîk û hêviya aştiyê ye û bang li hemû saziyên siyasî, rêxistinên mafên mirovan û saziyên sivîl ên civakî yên dixwazin li Tirkiyeyê hêza demokrasî û siyasetê biparêzin kir ku li dijî tecrîdê têbikoşin. 
 
Piştî daxuyaniyê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Girseyê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” bang kir. 
 
 

Sernavên din

19/02/2022
16:58 Li Êlihê panela tecrîdê: Divê Ocalan azad be
16:26 Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan berdewam dike
16:20 Polisan êrişê daxuyaniya 8'ê adarê kir
16:16 Hat xwestin girtiyê nexweş Guler were berdan
16:16 Sendîkayan serdana HDP'ê kirin
16:09 OHD’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû bijart
15:58 'Parastina Semra parastina têkoşîna jinan e'
15:55 Doru: Divê hewsên elewiyan yekîtiya xwe ava bikin
15:15 Temellî: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:52 ÎHD'a Stenbolê bal kişand ser rewşa 3 girtiyên nexweş
14:29 Bozgeyîk: Ew ê biçin, em ê bimînin
14:20 'Perwerdeya bi zimanê zikmakî maf e'
13:54 Dayika Murat Yildiz: Min neçarî parçeyek hestî kirin!
13:27 Mesrûr û Nêçirvan Barzanî bi Akar re hevdîtin kirin
13:20 Li Amedê ji bo dersa bijarte ya kurdî hinceta 'hejmara kêm'!
13:12 28 sal in kujerên Hamet Barut ê bi 32 guleyan hat kuştin, nehatine dîtin
11:58 Roger Waters banga berdana Dûrak kir
11:21 Xêzkarê Xwebûnê bal kişand ser qedexeya ziman
11:07 'Wargeha Mexmûrê bingeha perwerdeya kurdî ye'
11:01 Malbata Şenyaşar: Ji rojên xweş re hindik ma
10:48 Baroya Rihayê çalakiyên hefteya zimanê zikmakî diyarî Îpek Ateş kir
10:22 Midûrê polîsan gef li parêzer xwar: Em te nas dikin, em ê bên gel te
10:01 Netewên ku zimanê wan bi tunebûnê re rûbirû mane: Ziman kok e, em xwedî lê derkevin
09:21 Ji dengbêjan banga 21'ê Sibatê: Her tim bi kurdî biaxivin
09:16 Girtî Marûf Denîz: Em bi helwesteke tecrîdê re rû bi rû ne
09:15 Hem bazarvan hem jî xelk ji halê heyî ne razî ne
09:14 DEDAŞ'ê saeta ceryanê ya 'xerabe' ji xwe re kir hinceta 'ceryana qaçax'
09:14 Tîmûr ê di Nobeda Edaletê de: Em doza darizandineke adil dikin
09:13 Dadgeha herêmî guh li biryara AYM'ê nake!
09:10 Zimanzan Samî Tan: Em bi zimanê xwe bibin xwe û azad bibin
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2022'YAN
18/02/2022
21:52 Eleqeyeke mezin ji bo konsera Lawje
20:13 28 xwendekar jehrî bûn
19:30 Banga MED-DER'ê ya ji bo şahiya zimanê zikmakî
19:16 Li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
17:59 Bernameya MED-DER'e ya 21'ê Sibatê didome
16:57 Doza Pirsûsê: Daxwaza ‘bila Davutoglu bê guhdarîkirin’ dê bê nirxandin
16:41 Êrişên li ser HDP’ê hatin protestokirin
16:38 Li Amedê 6 partiyan bi hev re zema ceyranê şermezar kir
16:37 Malbatên girtiyan: Em ji bo herkesê edaletê dixwazin
16:26 Doza DÎAYDER’ê: Peyvên ku bi kurdî hatine tawanbarkirin di Qûrana Diyanetê de jî hene
16:05 Cara ewil di Doza Pirsûsê de axivî: Di dema komkujiyê de polîs li wir nebûn
16:03 Rojnamevan Turfent bi koronayê ket
15:49 Rojnameger Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:40 Li Rihayê 15 kes hatin berdan
15:12 Serdana malbata hevxemên xwe kirin
14:51 Derbarê Gulser Yildirim de dozeke nû hat vekirin
14:20 Dema binçavkirinê ya 12 kesan hat dirêjkirin
14:10 Walîtiya Colemêrgê firandina pifdank û fanosa mirazan jî qedexe kir
14:10 Di doza sercerdevan û kurên wî de biryar derneket
14:00 Li Stenbolê starta 8’ê Adarê hate dayîn: Em ê têkoşîna xwe li qadan bidomînin
13:55 Turkan Elçî: Em bi dadgeha engîzîsyonê re rûbirû ne
13:50 Almanya dê ciwanê kurd dersînor bike
13:14 Rojnivîskên Gurbetellî Ersoz li Lozanê hatin pêşandan
13:10 Dozgeriyê îtîrazî beraeta 4 rojnamevanan kir
12:47 Doza DÎAYDER'ê: Em li dadgehên Engîzîsyonê tên darizandin
12:32 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:15 Başaran: Yên ji kurdan fêm nekin nikarin bi ser kevin
11:25 Ferît Şenyaşar: Bila edalet were, zilm bi dawî bibe
10:54 Strana Tarkan a nû bû rojev: Wê biçe weke ku hatî wê biçe
10:16 Qedexeyên li ser kurdî di dema AKP’ê de hîn zêdetir bûn
10:15 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
09:49 Rojnamevan Dûrgût: Hin kes ji rastiyan aciz dibin
09:04 HDP’a Mêrsînê ji bo kongreyê amade ye
09:04 ‘Gefa qeymeqamê Qisleyê tê nixumandin'
09:04 Di girtîgehên li Rihayê de 5 jê giran 34 girtiyên nexweş hene
09:04 Li Amedê di 15 rojan de hejmara pêketiyan ji sedî 50 zêde bû
09:00 Qeyûm navê Navenda Çandê ya Nûdayê kir 'Hacibekîr'
09:00 Karkerên Mîgrosê bang kirin: Bibin dengê me
09:00 Kêmkirina KDV'ê pişta dikandarên biçûk şikand
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2022'YAN
17/02/2022
21:43 Li Şirnex, Mêrdîn û Mêrsînê 50 kes hatin berdan
19:10 Komîsyona Têkel biryar da ku parlementeriya Guzelê bê betalkirin
17:55 Li Sêrtê 9 kes hatin berdan
17:36 MED-DER'ê dest bi çalakiyên xwe yên 21'ê Sibatê kirin
16:52 ‘Şewitandina înfaza girtiyan li dijî edaletê ye’
16:39 Nûçegîhana me Dûrgût hat berdan
16:35 Dundar: Bi êrişan nikarin bitirsînin
16:07 Li Wanê malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin
16:01 Hevseroka HDP'a Yuregîrê: Ew gule berdan demokrasiyê
15:54 2 endamên HDP’ê hatin girtin
15:10 Cezayê Parlamenterê HDP'ê Bulbul hat erêkirin
14:59 Leyla Xalid ji Aysel Tûglûk re peyam şand
14:36 Komîsyonê ji bo girtiyê nexweş biryar da: Dikare di girtîgehê de tenê bimîne
14:34 Hevseroka ÎHD’ê Keskîn ji doza li Dêrsimê hat beraetkirin
14:22 Nûçegihana me Durgut birin edliyê
14:05 'Tirkiye pere ji bo DAIŞ’ê dabîn kiriye’
13:59 Komîsyona Tevlîhev ji bo Guzel li hev civiya
13:41 Danişîna ‘Doza KCK’a Stenbolê’ hat taloqkirin
13:24 Li Çiyayên Amonasan operasyona leşkerî
12:42 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Wê derbarê xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de mutalaa bê amadekirin
12:27 8 sal şunde ji esiriya DAIŞ’ê xelas bû
12:18 Ebrû Gunay: Em dixwazin tifaqa kurdî ava bikin
12:05 Danişîna ewil a meleyan sibê ye: Şahidên nepen ji doza KCK’ê mane
11:43 Weşana KCD'ê a mijara sûc wê ji RTUK'ê bê pirsîn
11:42 Çetîn a îşkenceya bi kûçik lê hatibû kirin nehat berdan
11:42 Malbata Şenyaşar: Em ê heta kengê bisekinin?
11:12 Li Wan û Erziromê 22 kes hatin berdan
11:11 Serokê Cemxaneya Duzgin Bava walîtiyê derewand