Komploya 15’ê Sibatê li gelek bajaran hat protestokirin

  • rojane
  • 15:15 15 Sibat 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Bi armanca protestokirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê, li Îzmîr, Colemêrg, Gever, Edene, Mêrsîn, Şirnex û Êlihê çalakî hatin lidarxistin. 

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi mebesta protestokirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê bang kiribû. Li ser vê yekê parlamenter, endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Egeyê (Ege TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) xwestin li pêşiya Bûroya Şêwirmendiyê ya Herêma Egeyê ya DBP’ê daxuyaniyekî bidin. Polîsan beriya çalakiyê ketina avahiya partiyê girt û nehiştin ku girse derkeve. Beşdaran di nava mertalên polîsan de daxuyanî dan. Di vê navberê de girseyê bênavber dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Zext nikarin me bitirsînin” û “Bi berxwedanê em ê bi ser kevin” hatin berzkirin. 
 
Bi hinceta ku sûc e, polîsan gotin ku dê destûra daxuyaniyê nedin. Li ser vê yekê, Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît bertek nîşan da û got ku polîs nikarin biryarê bidin bê ka çi sûc e yan jî sûc nîne.
 
DAXUYANÎ DI NAVA MERTALAN DE DAN
 
Daxuyanî di bin mertalên polîsan de hate dayîn û di çalakiyê de parlamenter Koçyîgît ev tişt anî ziman: “AKP’ê dewleta polîsan ava kiriye. Yên ku demokrasiyê tenê bo xwe dixwazin divê ji bîr nekin ku dê hesaba van derhiqûqiyan bidin. Nahêlin ku em daxuyaniya xwe ya derheqê komploya 15’ê Sibatê de bidin. Erdogan her roj qala Îmraliyê dike. Anku gotina Îmrali û Abdullah Ocalan sûc nîne. Heke daxwaza aştiya vî welatî hebe, wê demê tekane navnîşan Îmrali ye. Em jî dibêjin ku deriyê Îmraliyê vekin û bila tevahiya civakê fikrên birêz Ocalan bibihîsin.” 
 
Di vê navberê de xizmên girtiyan ên ji dorpêça polîsan derketin jî bertek nîşan dan û xwestin ku zilma li girtîgehan tê kirin êdî bi dawî bibe. 
 
COLEMÊRG
 
Bi heman mebestê li Colemêrgê jî hat xwestin ku li pêşiya avahiya HDP’ê ya Colemêrgê daxuyanî bê dayîn. Lê polîsan bi hinceta daxuyaniyê hêj ji serê sibê ve hemû rêyên diçûn avahiya partiyê girtin û nehiştin ku daxuyanî bê dayîn. Dema ku girseyê dixwest ji avahiya partiyê derkeve jî polîsan bi bombeyên xazê êrişî girseyê kir. 
Li Gever a Colemêrgê jî polîsan ji serê sibehê ve avahiya partiyê dorpêç kiribûn. Piştî nîqaşên bi polîsan re, girseyê li avahiya partiyê ya navçeyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hevserokê HDP’a Geverê Şoreş Dîrî komploya navneteweyî şermezar kir. 
 
EDENE - MÊRSÎN 
 
Rêxistinên HDP’ê yên navçe û bajaran ên Edene û Mêrsînê jî ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, pateyên reş bi avahiyên xwe ve kirin. 
 
ŞIRNEX
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Silopiya ya Şirnexê jî têkildarî 15'ê Sibatê li ber avahiya xwe daxuyanî da. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, endam û rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyan û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Tecrîdê rakin, deriyê Îmraliyê vekin, aştiyê ava bikin” hat vekirin. Daxuyanî ji aliyê hevserokê HDP’a Silopiyayê Yakup Taniş ve hat xwendin.
 
'DIVÊ TAVILÊ TECRÎD WERE RAKIRINÊ'
 
Yakup di serî de komplo şermezar kir û bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Divê tecrîda li Îmraliyê di demekî nêz de bê rakirin û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd re bi birêz Ocalan re hevdîtinan bikin. Bi vê yekê re dê pêşî li mûzakere û demokrasiyê jî bê vekirin. Di demên dawî de li birêz Ocalan cezayê disiplînê dibirin. Lê belê ev ne ceza ye. Ev îşkence û dijminatiye. Ji ber şert û mercên tecrîda giran, fikarên me ji bo tendûristiya birêz Ocalan hene. Divê derhiqûqiya li Îmraliyê bi dawî bibe. Ji bo rakirina tecrîdê dê berxwedana me bidome.” 
 
HETA AZADIYÊ... 
 
Parlamenter Nûran Îmîr jî komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û diyar kir ku gelê kurd di rojên tarî de derbas dibin û wiha axivî: “Beriya 23 salan, di kesayeta birêz Ocalan de li hemberî gelê kurd û daxwaza azadiyê komployek navneteweyî hat kirin. Birêz Ocalan temînata aştî û azadiya vî welatî ye. Îro, aştiya vî welatî di xetereyê de ye. Bi sekna birêz Ocalan û gelê kurd, komploya navneteweyî hat pûçkirin. Ev komplo, îro jî bi awayên cuda didome. Bi komployê tecrîdeke giran tê kirin. Ji vê tecrîdê mebest dikin ku têkilî qut bibin û alozî derkevin. Lewma ji bo jiyaneke aştiyane û demokrasiyê divê tecrîd bê têkbirin. Em wek jin, xwedî li pêşeroj û azadiya xwe derdikevin. Heta birêz Ocalan azad nebe, em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.
 
ÊLIH 
 
Ji bo protestokirina komploya navneteweyî, HDP’a Êlihê jî li pêşiya avahiya xwe daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de li gel parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Ayşe Acar Başaran û Feleknas Uca, her wiha endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatî jî amade bûn. Di çalakiyê de pankartên “Bila tecrîd bi dawî bibe, deriyê Îmraliyê were vekirin û aştî pêk bê” hatibû vekirin. Di daxuyaniyê de hevseroka HDP’a Êlihê Hûrriyet Kaytar komploya 15’ê Sibatê weke “Roja armancgirtina azadî, hebûn, pêşeroj û dîroka gelê kurd” pênase kir. 
 
Ayşe Acar Başaran jî bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û ev tişt anî ziman: “Armanca domandina tecrîdî, dijminatiya li demokrasî û gelê kurd e. Îktîdara AKP-MHP’ê bi derxistina şer re derbên giran li demokrasiyê xistin. Divê Erdogan dawî li gotinên xwe yên manîpûlatîf ên derheqê birêz Ocalan de berde û dawî li tecrîdê bîne. Divê rê bê dayîn ku dengê birêz Ocalan bigihije civakê. Dixwazin vê tecrîdê li ser tevahiya civakê bisepînin. Heta ku ev tecrîd bi dawî dibe em ê li ber xwe bidin. Em careke din Komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin.” 
 
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû. 
 

Sernavên din

19/02/2022
16:58 Li Êlihê panela tecrîdê: Divê Ocalan azad be
16:26 Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan berdewam dike
16:20 Polisan êrişê daxuyaniya 8'ê adarê kir
16:16 Hat xwestin girtiyê nexweş Guler were berdan
16:16 Sendîkayan serdana HDP'ê kirin
16:09 OHD’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû bijart
15:58 'Parastina Semra parastina têkoşîna jinan e'
15:55 Doru: Divê hewsên elewiyan yekîtiya xwe ava bikin
15:15 Temellî: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:52 ÎHD'a Stenbolê bal kişand ser rewşa 3 girtiyên nexweş
14:29 Bozgeyîk: Ew ê biçin, em ê bimînin
14:20 'Perwerdeya bi zimanê zikmakî maf e'
13:54 Dayika Murat Yildiz: Min neçarî parçeyek hestî kirin!
13:27 Mesrûr û Nêçirvan Barzanî bi Akar re hevdîtin kirin
13:20 Li Amedê ji bo dersa bijarte ya kurdî hinceta 'hejmara kêm'!
13:12 28 sal in kujerên Hamet Barut ê bi 32 guleyan hat kuştin, nehatine dîtin
11:58 Roger Waters banga berdana Dûrak kir
11:21 Xêzkarê Xwebûnê bal kişand ser qedexeya ziman
11:07 'Wargeha Mexmûrê bingeha perwerdeya kurdî ye'
11:01 Malbata Şenyaşar: Ji rojên xweş re hindik ma
10:48 Baroya Rihayê çalakiyên hefteya zimanê zikmakî diyarî Îpek Ateş kir
10:22 Midûrê polîsan gef li parêzer xwar: Em te nas dikin, em ê bên gel te
10:01 Netewên ku zimanê wan bi tunebûnê re rûbirû mane: Ziman kok e, em xwedî lê derkevin
09:21 Ji dengbêjan banga 21'ê Sibatê: Her tim bi kurdî biaxivin
09:16 Girtî Marûf Denîz: Em bi helwesteke tecrîdê re rû bi rû ne
09:15 Hem bazarvan hem jî xelk ji halê heyî ne razî ne
09:14 DEDAŞ'ê saeta ceryanê ya 'xerabe' ji xwe re kir hinceta 'ceryana qaçax'
09:14 Tîmûr ê di Nobeda Edaletê de: Em doza darizandineke adil dikin
09:13 Dadgeha herêmî guh li biryara AYM'ê nake!
09:10 Zimanzan Samî Tan: Em bi zimanê xwe bibin xwe û azad bibin
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2022'YAN
18/02/2022
21:52 Eleqeyeke mezin ji bo konsera Lawje
20:13 28 xwendekar jehrî bûn
19:30 Banga MED-DER'ê ya ji bo şahiya zimanê zikmakî
19:16 Li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
17:59 Bernameya MED-DER'e ya 21'ê Sibatê didome
16:57 Doza Pirsûsê: Daxwaza ‘bila Davutoglu bê guhdarîkirin’ dê bê nirxandin
16:41 Êrişên li ser HDP’ê hatin protestokirin
16:38 Li Amedê 6 partiyan bi hev re zema ceyranê şermezar kir
16:37 Malbatên girtiyan: Em ji bo herkesê edaletê dixwazin
16:26 Doza DÎAYDER’ê: Peyvên ku bi kurdî hatine tawanbarkirin di Qûrana Diyanetê de jî hene
16:05 Cara ewil di Doza Pirsûsê de axivî: Di dema komkujiyê de polîs li wir nebûn
16:03 Rojnamevan Turfent bi koronayê ket
15:49 Rojnameger Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:40 Li Rihayê 15 kes hatin berdan
15:12 Serdana malbata hevxemên xwe kirin
14:51 Derbarê Gulser Yildirim de dozeke nû hat vekirin
14:20 Dema binçavkirinê ya 12 kesan hat dirêjkirin
14:10 Walîtiya Colemêrgê firandina pifdank û fanosa mirazan jî qedexe kir
14:10 Di doza sercerdevan û kurên wî de biryar derneket
14:00 Li Stenbolê starta 8’ê Adarê hate dayîn: Em ê têkoşîna xwe li qadan bidomînin
13:55 Turkan Elçî: Em bi dadgeha engîzîsyonê re rûbirû ne
13:50 Almanya dê ciwanê kurd dersînor bike
13:14 Rojnivîskên Gurbetellî Ersoz li Lozanê hatin pêşandan
13:10 Dozgeriyê îtîrazî beraeta 4 rojnamevanan kir
12:47 Doza DÎAYDER'ê: Em li dadgehên Engîzîsyonê tên darizandin
12:32 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:15 Başaran: Yên ji kurdan fêm nekin nikarin bi ser kevin
11:25 Ferît Şenyaşar: Bila edalet were, zilm bi dawî bibe
10:54 Strana Tarkan a nû bû rojev: Wê biçe weke ku hatî wê biçe
10:16 Qedexeyên li ser kurdî di dema AKP’ê de hîn zêdetir bûn
10:15 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
09:49 Rojnamevan Dûrgût: Hin kes ji rastiyan aciz dibin
09:04 HDP’a Mêrsînê ji bo kongreyê amade ye
09:04 ‘Gefa qeymeqamê Qisleyê tê nixumandin'
09:04 Di girtîgehên li Rihayê de 5 jê giran 34 girtiyên nexweş hene
09:04 Li Amedê di 15 rojan de hejmara pêketiyan ji sedî 50 zêde bû
09:00 Qeyûm navê Navenda Çandê ya Nûdayê kir 'Hacibekîr'
09:00 Karkerên Mîgrosê bang kirin: Bibin dengê me
09:00 Kêmkirina KDV'ê pişta dikandarên biçûk şikand
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2022'YAN
17/02/2022
21:43 Li Şirnex, Mêrdîn û Mêrsînê 50 kes hatin berdan
19:10 Komîsyona Têkel biryar da ku parlementeriya Guzelê bê betalkirin
17:55 Li Sêrtê 9 kes hatin berdan
17:36 MED-DER'ê dest bi çalakiyên xwe yên 21'ê Sibatê kirin
16:52 ‘Şewitandina înfaza girtiyan li dijî edaletê ye’
16:39 Nûçegîhana me Dûrgût hat berdan
16:35 Dundar: Bi êrişan nikarin bitirsînin
16:07 Li Wanê malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin
16:01 Hevseroka HDP'a Yuregîrê: Ew gule berdan demokrasiyê
15:54 2 endamên HDP’ê hatin girtin
15:10 Cezayê Parlamenterê HDP'ê Bulbul hat erêkirin
14:59 Leyla Xalid ji Aysel Tûglûk re peyam şand
14:36 Komîsyonê ji bo girtiyê nexweş biryar da: Dikare di girtîgehê de tenê bimîne
14:34 Hevseroka ÎHD’ê Keskîn ji doza li Dêrsimê hat beraetkirin
14:22 Nûçegihana me Durgut birin edliyê
14:05 'Tirkiye pere ji bo DAIŞ’ê dabîn kiriye’
13:59 Komîsyona Tevlîhev ji bo Guzel li hev civiya
13:41 Danişîna ‘Doza KCK’a Stenbolê’ hat taloqkirin
13:24 Li Çiyayên Amonasan operasyona leşkerî
12:42 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Wê derbarê xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de mutalaa bê amadekirin
12:27 8 sal şunde ji esiriya DAIŞ’ê xelas bû
12:18 Ebrû Gunay: Em dixwazin tifaqa kurdî ava bikin
12:05 Danişîna ewil a meleyan sibê ye: Şahidên nepen ji doza KCK’ê mane
11:43 Weşana KCD'ê a mijara sûc wê ji RTUK'ê bê pirsîn
11:42 Çetîn a îşkenceya bi kûçik lê hatibû kirin nehat berdan
11:42 Malbata Şenyaşar: Em ê heta kengê bisekinin?
11:12 Li Wan û Erziromê 22 kes hatin berdan
11:11 Serokê Cemxaneya Duzgin Bava walîtiyê derewand