Zimanzan Samî Tan: Em bi zimanê xwe bibin xwe û azad bibin

  • rojane
  • 09:10 19 Sibat 2022
  • |
img

RIHA - Zimanzan Samî Tan anî ziman ku parastina ziman peywireke wîcdanî ye û wiha got: "Mirov bi zimanê xwe azad û keyfxweş e. Berhemê xwe divê em bi kurdî bidîn, xebatê xwe bi kurdî bikin. Bi vî awayî em dikarin bibin xwe û azad bibin."

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di 17’ê Mijdara sala 1999’an de 21'ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ragihand. Ji wê salê heta niha ji bo mirov li zimanê dayikê xwedî derkevin û teşwîq bikin çalakiyên ziman tên lidardixin. Lê li Tirkiyeyê pîrozbahî, perwerdehiya kurdî û zimanên din hatiye qedexekirin. Li Tirkiyeyê bi xala 42'emîn a Destûra Bingehîn, ji xeynî zimanê tirkî hemû ziman hatine qedexekirin. Li gorî vê xalê li Tirkiyeyê zimanê fermî tirkî ye. Wekî din hemû zimanên din qedexe ne û li dijî fermîbûnê ne.  Li aliyê din ji ber qanûnên dewletan heta niha li ser rûyê cîhanê ji sedî 40'ê zimanan tune bûne an tune dibin. Li gorî malpera Ethnologue ya xebatê ziman dimeşîne li Tirkiyeyê 39 ziman tên axaftin. Lê niha tenê tirkî fermî ye. Li Tirkiyeyê zêdeyî 20 milyon xelkê kurd heye lê kurdî hêj qedexe ye. Di sala 2016'an de hemû sazî û dezgehên ku ders û xizmeta zimanê kurdî dikirin hatin girtin. 
 
Zimanzan Samî Tan ku bi salan e li ser zimanê kurdî xebatê dike, derbarê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku parastina ziman peywireke mirovahiyê ye. 
 
 
'PARASTINA ZIMAN PEYWIREK E' 
 
Tan diyar kir ku windabûna her zimanekî tê wateya kêmbûna kelepûra mirovahiyê ye û wiha got: "Windabûna her zimanekî tê wateya xizanbûna çanda mirovahiyê. Ji ber wê yekê jî divê li hemberî van polîtîkayan her kes bisekine. Berê ev erdnîgarî wekî bexçeyekî gula bû û her reng û ziman lê hebûn, lê hêdî hêdî ev bexçe dibe goristana zimanan. Li hemberî vê yekê divê xebat werin kirin. Ev peywireke wîcdanî ye. Ji bo mirov bêjin em azadî dixwazin, em demokrat in, em mirov perwer in, parastina ziman jî peywirek e. Ji ber vê yekê pêwîste di Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de her kes ve rastiyê bibîne û li gorî vê rastiyê tevbigere."
 
'REWŞA KURDÎ NEBAŞ E' 
 
Tan bal kişand ser erdnîgariya Tirkiye ku berê nêzî 30 zimanî lê dihatin axaftin lê niha ev hejmar gelek kêm bûye û got: "Niha tirkî li hemû qadan serdest bûye. Wisa bidome dê zimanên din jî hêdî hêdî winda bibin. Dor li wan teng dibe, her diçe lawaz dibin û gelek ji wan jî ji holê rabûne. Yek ji wan jî Ûbihçe ye. Wekî zimanekî nimûneyî bû lê piştî axivêrê wê dawî Teyfîk Esenç jiyana xwe ji dest da, kes bi wî zimanî neaxivî. Gelek ziman di heman rewşê de ne. Mixabin li gorî rapora UNESCO’ye zimanek ji van jî zaraveyê dimilkî yê kurdî ye. Ev xetere li ber kirmanckî yanî dimilkî ye jî. Ji bo kurdî jî em dikarin bêjin. Teybetî di nav sînorên Tirkiyê de rewşa kurdî ne baş e. Her diçe qad lê teng dibe derfetê pêşketinê rê li ber te girtine û bi teybetî malbat ji zarokê xwe êdî bi vî zimanî perwerde nakin. Dema zimanek nebe zimanê zarokan, zarok pê nepeyivîn, mezin nebin temenê wî zimanî kurt dibe."
 
'LI TIRKIYÊ YEKPERESTÎ HEYE' 
 
Tan bi bîr xist ku li Tirkiyê di hêla zimanan de polîtîkayek yekperestî heye û wiha berdewam kir: “Netew dewlet, dibêje dema zimanekî cuda hebe tê wateya ku em dibêjin 'bi wî zimanê netewek çêbe, ew netew ji wê dewleta xwe ava bike’.  Li ba xwe dibêjin ji bo tirkî parçe nebe divê ew çand û zimanê heye ji holê rabin, tenê zimanê tirkî bimîne. Mantik ev e, ev mantik bingeha xwe ji Şoreşa Fransayê digire. Ji wê demê vir tê. Li cîhanê ev rewş guherî, pirçandî, pirzimanî tiştekî baş tê dîtin, li ser wê bingehê êdî perwerde tê dayîn. Civakên demokratîk li ser vê yekê qanûnan çê dikin û di destûra bingehîn de cih didinê û perwerdeyê didin. Lê mixabin ev zîhniyeta yekperestî li Tirkiyê berdewam dike."
 
'ZIMAN MESELEYEK ÇANDÎ Û SIYASÎ YE'
 
Tan anî ziman ku meseleya ziman bi qasî ku meseleyek çandî ye ewqas meseleyek siyasî ye jî û got: “Ew helwesta siyasî divê were guhertin, ew jî bi têkoşîneke demokratîk dibe. Xebatê parastin û pêşxistina kurdî, têkoşîna demokrasîyê Tirkiyê ye. Mafek demokratîk e. Kurd heke dixwazin zimanê xwe winda nekin, divê bi her awayî li zimanê xwe xwedî derkevin. Divê zarokên xwe bi wî zimanê xwe perwerde bikin. Êdî ew derfet hene. Divê tu kes ji vê ne reve. Gelek malbat hene bi xwe tirkî nizanin lê bi zarokên xwe re bi tirkî xeber didin. Ev rewşek xerab e. Divê ev zîhniyet biguhere. Wekî din jî divê plan û bernameyek bi rêk û pêk ji bo pêşxistin û parastina zimanê kurdî were derxistin. Ev ji bo zimanên din jî dibe mînak. Têkoşîna kurdan di hêla ziman de ji bo gelê din jî dibe mînak. Her gel divê karibe bi zimanê xwe, çanda xwe biparêz e."
 
'PLANSAZIYEK BI RÊK Û PÊK HEWCE YE' 
 
Tan bal kişand ser girîngiya xebatê li ser ziman ku di nav gel de tên meşandin û wiha got: “Divê her kes ji bo pêşxistin û parastina zimanê kurdî peywir bigire. Bi çend evîndarên xwendina kurdî, nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedar ev pisgirek çareser nabe. Ev kes çiqasî dengê xwe bikin jî kêr nayê. Divê xebat bikevin nava gel. Platform, saziyên ku hatin avakirin heya niha çend malbat ziyaret kirin? Xebatên xwe çiqasî xistine nava gel? Li jor dimîne, nakeve nava gel. Li ser bernameyekî nayê meşandin. Tenê em bêjin li gorî hinek rojê teybet ew xebat tên kirin. Ew xebat ji têrê nake. Divê bernameyeke me ya hînkirina zimanê kurdî, perwerdê hebe. Divê bernameyeke ji bo geşkirina zimanê kurdî hebe. Li alîyekê din ji divê bernameyêke me di hêla dîplomasî û siyasetê de jî hebe. Ev astengiyên li ber zimanê kurdî û zimênên din divê werin rakirin. Ji bo vê jî xebatek bi rêk û pêk divê were kirin. Lazim e xebatek domdar, profesyonel hebe. Tenê bi kampanyayan ev kar nayê meşandin. Divê em hedefekî bidin ber xwe. Cihekî mîna Amedê lazim e hedefek hebe û bêjin em ê di ewqas demê de serdana ewqas malbatan bikin. Em ê bi wan re bipeyivin, xebatê wiha bikin, em ê ewqas zarok perwerde bikin, ziman hînî wan bikin. Ancak bi vî awayî xebat werin kirin. Ji bo têkoşînek zêdetir xurt bibe divê rêxistinkirin hin were xurtkirin.”
 
'EM BI ZIMANÊ XWE DIKARIN BIBIN XWE' 
 
Tan berdawamiya axaftina xwe de li ser parastina ziman û çanda kurdî sekinî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Parastina ziman û çanda peywireke ehlaqî, wîcdanî û mirovî ye. Mirov bi zimanê xwe azad û keyfxweş e. Ji bo vê yekê jî divê her kes li zimanê xwe xwedî derkeve. Ez dixwazim gotinê xwe  bi peyvê helbestvanê kurd Xanay Qubadî bi dawî bikim. Helbestvan dibêje, 'Erê raste dibêjin Farisî şekirê lê li ba min kurdî jî Farisî şîrîntir e'. Ji ber ku her mirov bi zimanê xwe keyfxweş e. Divê em jî bi zimanê xwe keyfxweş bin û xwedî li zimanê xwe derkevin. Berhemê xwe divê em bi kurdî bidin, xebatên xwe bi kurdî bikin. Bi vî wî awayî em dikarin bibin xwe û azad bibin."
 
MA / Emrullah Acar - Mujdat Can 
 

Sernavên din

24/02/2022
16:32 ‘Bi qetilkirina Altûn re nekarîn rastiyê di tariyê de bihêlin’
16:15 Li Ûkraynayê 2 hezar xwendekar asê man
15:55 Li Êlihê zem hatin şermezarkirin
15:49 Rêveberên DAD’ê serdana Nobeda Edaletê kirin
15:43 Ozturk: Tu ferq û cudahiyeke PDK’ê ji AKP’ê nîne
15:42 Danişîna kujerê Fatma Altinmakas hat paşxistin
15:37 Doza Dayikên Aştiyê û rojnemavanan hat taloqkirin
15:31 HDP: Derî li şer vebû
15:30 Girtiyên ku li dijî ‘lêgerîna nava dev’ derdikevin nayên tedawîkirin
15:12 Civîna bilind a ewlehiyê bi dawî bû
15:03 HDK’ê kampanya ‘Ji bo Îzmîrê av’ da destpêkirin
14:57 Li Rihayê jinek hat kuştin
14:54 Hiqûqzanan xwest Aysel Tugluk were berdan
14:45 Gunay: Şerê Ûkraynayê şerê serdestiyê yê navbera NATO û Rûsyayê ye
14:43 Li ber edliyê ji bo azadiya girtiyan bang kirin
14:35 Bandora Rûsya û Ukraynayê li ser Tirkiyê: Feqîrî wê zêde bibe
14:22 Cezayê muebbetê li leşkerê Sakîna Ogûz kuşt hat birîn
13:41 Çawişê pispor ê tecawizkar beraet kir
13:40 Name û kart ji jinên girtî re şandin
13:40 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdana hevdîtinê kirin
13:20 Derketina derve jî li malbata Doku hat qedexekirin!
13:19 Girtiyê nexweş felc bû
13:18 Di lêpirsîna derbarê Rojnameger Çelîk de biryara neşopandinê hat dayîn
13:08 EÎHD: Bila Tirkiye helwesteke li dijî şer bigire
12:59 Tirkiyeyê li ser rêya Qamişlo û Amûdê wesayîtek bombebaran kir
12:54 Lucescu: Hêvî dikim mirovên mezîn ên bêmêjî şer rawestînin
12:20 Doza Taşkiran a ESP'yî hat taloqkirin
12:12 Komeleya Lêkolînên Kurdî kargehên kurmancî û zazakî dide destpêkirin
12:08 Wê li benda îfadeyê rojnamegerên îngilîz bê sekinandin
11:56 Zelenskiy ji Ewropayê daxwaza girtina qada hewayî kir
11:35 Şandeya HDP'ê bi Josep Borrell re civîn li dar xist
11:33 Li Girtîgeha Bakirkoyê destê hev girtin qedexe ye!
11:33 Bernameya 8'ê Adarê ya Meclisa Jinan a HDP'ê eşkere bû
10:58 Malbata Şenyaşar: Em ê li her derê biqîrin
10:52 Dozên rojnamevan Evren anîn ba hev
10:28 Enqere civîna bilind a ewlehiyê li dar dixe
10:13 Xwendekarê ku birîndar bû: Polîsan êrişkar parastin
10:12 Dibe ku partiyên nû beşdarî têkoşîna hevpar bibin
09:37 Zelenskiy: Em ê xwe biparêzin
09:32 Dirûşma 'Jin jiyan azadî' li cîhanê belav bû
09:09 Gardiyanan gefa ‘em ê serê we jê bikin’ li girtiyan xwar
09:08 Ercanli: Em di peydekirina dermanan de zehmetiyê dikişînin
09:07 Parêzer Sevîmlî: Tûglûk bû sembola teşhîrkirina bêhiqûqîtiyê
09:06 Li Donbassê poker: Rûsya, NATO û Ûkrayna
09:06 Barkin ê ku li Cizîrê bi qasî 4 milyonan gendelî kir: Me pere li hev parî kir
09:05 ‘Em ê di Newrozê de referandûma perwerdehiya bi kurdî bikin’
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2022'YAN
08:46 Bîden: Wê Amerîka û hevkarên xwe bersiv bidin Rûsyayê
08:45 27 welatên YE’yê bi rojeva şerê Rûsya û Ûkraynayê dicivin
08:40 Rûsyayê li dijî Ûkraynayê operasyona leşkerî da destpêkirin
23/02/2022
21:38 Ji bo girtiyên nexweş kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
19:27 Amedsporê, Kirklarelîsporê têk bir
18:29 Kolanên Amedê di bin avê de man
18:17 Polîsan nehişt malbata Dokû biçe ber Wezareta Dadê
17:25 Malbata Dokû ya hat berdan cardin diçe ber wezaretê
17:02 Agaç a YDG’yî: Ji ber ez hatim berdan keyfxweş im
16:54 Şaredarê AKP'î li şûna malan mizginiya mînareyan da
16:54 AHAD-DER’ê bi stranan êriş şermezar kir
16:09 Ji ber parvekirina 'Denîz Poyraz' li endamê PEN'ê Yavûzel doz vekirin
15:58 Parlamenter û rêveberên HDP'ê serdana Nobeda Edaletê kirin
15:51 Êrişa li ser xwendekarên kurd li Stenbolê hat şermezarkirin
15:50 Ji endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn re ceza hat xwestin
14:50 Polîsan mudaxileyî malbata Dokû kirin
14:25 Malbata Dokû li pêş Wezareta Dadê asteng kirin
14:14 Nobeta Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:09 ARSÎSA’yê şahiya ziman li dar xist
13:58 Çînê bertek nîşanî danekirinên li dijî Rûsyayê da
13:27 Malbatên girtiyan nobeda xwe birin ber derê ATK'ê
13:22 YDG: Em agahiyê ji endama xwe nagirin
13:08 Qesra Spî: Wê hevdîtina Bîden û Pûtîn pêk neyê
12:52 Malbata Şenyaşar dê nobeta xwe li pêşiya Dadgeha Îstînafê jî bidomîne
12:28 Tirkiyeyê Sedat Peker ji BAE'yê xwest
12:22 Ji ber peyva ‘Kurdistanê’ derheqê Leyla Guven de lêpirsîn dan destpêkirin
12:12 Ji bo mafên jinan pêşniyarqanûn pêşkêşî Meclisa Kurdistanê kirin
12:02 Eşyayên girtiyê ku hat sirgûnkirin nedanê
12:00 Li Girtîgeha Bandirmayê 74 girtî bi koronayê ketin
12:00 Li Silêmaniyê jinek hat qetilkirin
11:45 Qeyûm 10 roj in pirsgirêka avê çareser nake
11:14 Meclisa Jinan a HDP’ê ji bo 8’ê Adarê klîbek çêkir
10:51 Pênûsa wî li erdê nema!
10:50 Tevî bertekan jî xebatên ‘Daristana Bahçelî’ dest pê kirin
10:29 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî dest pê kir
10:12 Ocalan: Meşa jina azad divê heta dawiyê bidome
10:04 Serokê Odeya Tabîban a Şirnexê bertek nîşanî gefa li bijîjk A.O. da
09:25 Ji Şûreya Dewletê biryara Rişmilê: Biryara "Qada xeternak" li dijî hiqûqê ye
09:00 'Em ê bi têkoşîna rêxistinbûyî bersiva êrişan bidin'
09:00 Xwest birayê wê yê nexweş ê 25 sal in girtî ye bê berdan
09:00 ‘Hê jî di lêpirsîna girtî Bîlgîn de îfadeyên gardiyanan nehatine girtin'
09:00 Ji bo şanoya 'Tu Ne Gara yî' bang kirin
09:00 30 sal in li edaletê digere: Em ê deriyê hepsan bişikînin
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2022'YAN
22/02/2022
23:35 YE, derbarê welatî û saziyên rûs de biryara mueyîdeyê girt
22:00 Xwendekaran êrişa nijadperest şermezar kir
21:13 Îngîltereyê derbarê 5 bankeyên rûs de biryara mueyîdeyê girt
20:10 Li Zanîngeha Akdenizê êriş birin ser xwendekarên kurd
20:03 Piştî 7 mehan cenazeyê Ozdemîr spartin axê
16:14 Li Enqereyê jinek hat qetilkirin
16:08 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwe tevli vê berxwedanê bike
16:08 Li wêneyê Komkujiya Roboskê lêpirsîn hat destpêkirin
15:51 Aygul Dokû: Heta ku hesabê Gulistan nepirsim ez ê nemirim