'Wargeha Mexmûrê bingeha perwerdeya kurdî ye'

  • rojane
  • 11:07 19 Sibat 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevberdevka Perwerdehiyê ya Mexmûrê Berîvan Kaya, diyar kir ku Wargeha Mexmûrê ji  parçeyên din Kurdistanê re dibe bingehê perwerdehiyê û ev tişt got: "Hem ji aliyê mufredatê ve û hem jî ji aliyê pirtûkan ve bingeh hatiye avakirin. 
 
Di salên 1990'an de li bajarên bakurê Kurdistanê polîtîkayeke tund li dijî kurdan meşand û cerdevanî li wan ferz kir. Di encama vê polîtîkaya tundiyê û ferzkirina cerdevaniyê de li Şirnex, Sertê û Colemêrgê bi hezaran welatî ji cih û warên xwe koçber bûn û berê xwe dan başûrê Kurdistanê. Ev welatî piştî ku derbasî Başûr bûn li çend wargehan geriyan. Herî dawî di sala 1998'an de Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku 100 kîlometre dûrî bajarê Hewlerê ye bi cih bûn. Welatiyên ku ji ber zilma dewleta tirk terka cih û warên xwe kirin, li Wargeha Mexmûrê jî rehet nehatin berdan. Ji roja ku li vê wargehê bi cih bûne û heta beriya çend rojan jî ji aliyê Artêşa Tirk ve li dijî wan êrişên hewayî pêk hatin. Di van êrişan de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî astengdar mane. 
 
BI DERFETÊN XWE PERWERDE DIBÎNIN
 
Weke ku ev êrişên Tirkiyeyê ne bes bin ji sala 2019'an ve Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî ambargo daniye ser wargehê û liv û tevgera niştecihên wargehê bi sînor kiriye. Rexmî van êrişên Tirkiyeyê û astengiyên ku ji aliyê PDK'ê ve ji wan re tên derxistin jî niştecihên wargehê xwe bi rêxistin kirine. Ji roja ku hatiye avakirin ve wargeha girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ye. Lê NY jî berpirsyariyên xwe bi cih nayne. Niştecihên wargehê bi derfetên xwe mecliseke ava kirine. Xebatên perwerdehiyê ji aliyê vê meclisê ve tên meşandin. Dibistan hatine vekirin û bi hezaran xwendekar ji van dibistanan hatine derçûnkirin. 
 
Hevberdevka Perwerdehiyê ya Wargeha Mexmûrê Mamosteya Zimanê Kurdî Berîvan Kaya, derbarê pergala perwerdehiyê ya wargehê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û nirxandinan kir. 
 
Mamoste Kaya ku 9 sal in di xebatên perwerdeyê yên wargehê de cih digire, diyar kir ku li wargehê hejmara xwendekaran gihiştiye asteke bilind û derbarê hejmara dibistan, xwendekar û mamosteyan de ev agahiyên teknîkî da: "Li wargehê ji dibistanên seretayî heta lîseyê bi giştî 11 dibistanên me hene û li van dibistanan bi dehan mamoste perwerde didin. Li dibistanan bi giştî 3 hezar û 400 xwendekar perwerde dibînin. Lê ji ber ku hejmara mamosteyên me kêm in, em hinek zehmetî dikişînîn. Her mamoste heftê herî kêm 20 seatan wane dide."
 
FÊRÎ XWENASKIRINÊ DIBIN
 
Piştî van agahiyên teknîkî Kaya, li ser perwerdeya ku didin rawestiya û derbarê mijarê de ev tişt gotin: "Ji ber ku perwerde bi zimanê zikmakî ye li pêşdibistinan di waneyan de zehmetî çênabe. Lê dema derbasî dibistanên seretayî dibe ji aliyê fêrbûna ziman û  naskirina ziman de zehmetî çêdibin. Perwerdehiya zimanê kurdî ji asta yekemîn dest pê dike heta aste seyemîn didome. Xwendekar di asta sêyemîn de fêrî xwenaskirin, xwendin û nivîsandinê dibin. Dema ku derbasî asta çaremîn dibin jî pergala ezmûnan dibînin.  Êdî pirtûkên bîrkarî, ziman, zanyarî, zanistiya civakî û waneyê zimanê Îngîlîzî yê biyanî dibînin. Piştî ku asta 5'emîn derbas kirin êdî derbasî dibistana navîn dibin." 
 
PERGALA DIBISTANÊN NAVÎN
 
Kaya, diyar kir ku li dibistanên navîn jî sê ref hene û ev agahî dan: "Piştî navîna sêyemîn bi dawî dibe derbasî amadehiyê dibin. Me di mûfredeta xwe ya perwerdehiyê de erebî lê zêde kir. Ev wane jî di navîna seyemîn de destpê dike. Xwendekarên ku navîn sê qedandin derbasî amadekariyê dibin. Di vê astê de jî zanistiyê bi  awayeke berfirehtir digirin dest. Amadekarî jî heta asta çaremîne. Di vê astê de jî ji waneyên zimanê kurdî heta ya îngîlîzî hene. Her xwendekarek li gorî daxwaza xwe dikare beşên xwe hilbijêre. Xwendekar xwe di kîjan beşê de serkeftî bibîne tercîha xwe bî wî awayî dike. Di beşa wêjeyî û jimarî de ku di asta amadekarî ya duduyan de ye, wane ji hevdû tên cudakirin. Em bibêjin di beşê wan de felsefe, wêje û dîrok li ser zêde dibe. Di heman demê de di her dû beşan de jî waneya ekolojiyê tnê dayîn. Her wiha dîroka jinê di her dû beşan de tê dayin.  Waneyên me yên bingehin ev in. Em dema ku derbasî amadekariya sê dibin waneyan soranî didin. Di heman demê de jî waneya Jîneolojiyê jî didin. Dema ku em derbasî amadekariya 4 jî dibin waneyên me yên bingehin ku di asta bîrdozî de tê dayin." 
 
PEYMANGEH Û HÊVÎ
 
Di berdewamê de Kaya, da zanîn ku ew di nav hewldanan de ne ku dibistanên nû ava bikin û wiha pêde çû: "Di wargehê de asta xwendinê ya jor peymangeh e. Xwendekarên ku zanko qedandine û branşên wan hene bixwazin dikarin di peymangehê de perwerdehiya xwenaskirin û xwe vegerandinê bibînin. Perwerdehiya vê  jî salek didome. Kesên ku pergala perwerdehiyê nas dikin ji wan re salek tê dayîn. Kesên ku amadekarî qedandî û zanko nexwendin jî 2 salan perwerdehiyê dibînin. Ji bilî van dibistanek me ya bi navê Hêvî ya ji bo zarokên xwedî pêwîstiyên taybet hene heye. Zarokên ku otîzm, sendoruma down hene. Xwendekarên ku beşên derûnasî û komelnasî xwendine perwerdehiyê didin van xwendekaran. Ev dibistana me li herêmê weke nimûneyek nû bû. Ev dibistana me beriya niha girêdahî beşa tendûristiyê bûn, lê niha girêdayî perwerdehiyê bûye. Ji ber ku beşeke wê ya taybet perwerdehî ye."
 
'WARGEH BINGEHA PERWERDEHIYÊ YE' 
 
Kaya,bi lêv kir ku li Wargeha Mexmûrê bingeha pergala perwerdehiyê kurdî ye û ev tişt anî ziman: "Wargeha Mexmûrê ji  parçeyên din Kurdistanê re dibe bingehê perwerdehiyê. Hem ji aliyê mufredatê ve û hem jî ji aliyê pirtûkan ve bingeh hatiye avakirin. Beriya niha di asta zanistî de pirtûkên kurdî di destê me de tunebûn. Lê me pirtûkên xwe bi zimanê kurdî dane çêkirin. Niha bi zimanên beyanî pirtûk di destê me de tune ne. Di hemû astan de pirtûkên me kurdî ne. Di vê hêlê de jî wargeh ji her perçeyeke Kurdistanê re bingeheke."
 

Sernavên din

24/02/2022
16:32 ‘Bi qetilkirina Altûn re nekarîn rastiyê di tariyê de bihêlin’
16:15 Li Ûkraynayê 2 hezar xwendekar asê man
15:55 Li Êlihê zem hatin şermezarkirin
15:49 Rêveberên DAD’ê serdana Nobeda Edaletê kirin
15:43 Ozturk: Tu ferq û cudahiyeke PDK’ê ji AKP’ê nîne
15:42 Danişîna kujerê Fatma Altinmakas hat paşxistin
15:37 Doza Dayikên Aştiyê û rojnemavanan hat taloqkirin
15:31 HDP: Derî li şer vebû
15:30 Girtiyên ku li dijî ‘lêgerîna nava dev’ derdikevin nayên tedawîkirin
15:12 Civîna bilind a ewlehiyê bi dawî bû
15:03 HDK’ê kampanya ‘Ji bo Îzmîrê av’ da destpêkirin
14:57 Li Rihayê jinek hat kuştin
14:54 Hiqûqzanan xwest Aysel Tugluk were berdan
14:45 Gunay: Şerê Ûkraynayê şerê serdestiyê yê navbera NATO û Rûsyayê ye
14:43 Li ber edliyê ji bo azadiya girtiyan bang kirin
14:35 Bandora Rûsya û Ukraynayê li ser Tirkiyê: Feqîrî wê zêde bibe
14:22 Cezayê muebbetê li leşkerê Sakîna Ogûz kuşt hat birîn
13:41 Çawişê pispor ê tecawizkar beraet kir
13:40 Name û kart ji jinên girtî re şandin
13:40 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdana hevdîtinê kirin
13:20 Derketina derve jî li malbata Doku hat qedexekirin!
13:19 Girtiyê nexweş felc bû
13:18 Di lêpirsîna derbarê Rojnameger Çelîk de biryara neşopandinê hat dayîn
13:08 EÎHD: Bila Tirkiye helwesteke li dijî şer bigire
12:59 Tirkiyeyê li ser rêya Qamişlo û Amûdê wesayîtek bombebaran kir
12:54 Lucescu: Hêvî dikim mirovên mezîn ên bêmêjî şer rawestînin
12:20 Doza Taşkiran a ESP'yî hat taloqkirin
12:12 Komeleya Lêkolînên Kurdî kargehên kurmancî û zazakî dide destpêkirin
12:08 Wê li benda îfadeyê rojnamegerên îngilîz bê sekinandin
11:56 Zelenskiy ji Ewropayê daxwaza girtina qada hewayî kir
11:35 Şandeya HDP'ê bi Josep Borrell re civîn li dar xist
11:33 Li Girtîgeha Bakirkoyê destê hev girtin qedexe ye!
11:33 Bernameya 8'ê Adarê ya Meclisa Jinan a HDP'ê eşkere bû
10:58 Malbata Şenyaşar: Em ê li her derê biqîrin
10:52 Dozên rojnamevan Evren anîn ba hev
10:28 Enqere civîna bilind a ewlehiyê li dar dixe
10:13 Xwendekarê ku birîndar bû: Polîsan êrişkar parastin
10:12 Dibe ku partiyên nû beşdarî têkoşîna hevpar bibin
09:37 Zelenskiy: Em ê xwe biparêzin
09:32 Dirûşma 'Jin jiyan azadî' li cîhanê belav bû
09:09 Gardiyanan gefa ‘em ê serê we jê bikin’ li girtiyan xwar
09:08 Ercanli: Em di peydekirina dermanan de zehmetiyê dikişînin
09:07 Parêzer Sevîmlî: Tûglûk bû sembola teşhîrkirina bêhiqûqîtiyê
09:06 Li Donbassê poker: Rûsya, NATO û Ûkrayna
09:06 Barkin ê ku li Cizîrê bi qasî 4 milyonan gendelî kir: Me pere li hev parî kir
09:05 ‘Em ê di Newrozê de referandûma perwerdehiya bi kurdî bikin’
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2022'YAN
08:46 Bîden: Wê Amerîka û hevkarên xwe bersiv bidin Rûsyayê
08:45 27 welatên YE’yê bi rojeva şerê Rûsya û Ûkraynayê dicivin
08:40 Rûsyayê li dijî Ûkraynayê operasyona leşkerî da destpêkirin
23/02/2022
21:38 Ji bo girtiyên nexweş kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
19:27 Amedsporê, Kirklarelîsporê têk bir
18:29 Kolanên Amedê di bin avê de man
18:17 Polîsan nehişt malbata Dokû biçe ber Wezareta Dadê
17:25 Malbata Dokû ya hat berdan cardin diçe ber wezaretê
17:02 Agaç a YDG’yî: Ji ber ez hatim berdan keyfxweş im
16:54 Şaredarê AKP'î li şûna malan mizginiya mînareyan da
16:54 AHAD-DER’ê bi stranan êriş şermezar kir
16:09 Ji ber parvekirina 'Denîz Poyraz' li endamê PEN'ê Yavûzel doz vekirin
15:58 Parlamenter û rêveberên HDP'ê serdana Nobeda Edaletê kirin
15:51 Êrişa li ser xwendekarên kurd li Stenbolê hat şermezarkirin
15:50 Ji endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn re ceza hat xwestin
14:50 Polîsan mudaxileyî malbata Dokû kirin
14:25 Malbata Dokû li pêş Wezareta Dadê asteng kirin
14:14 Nobeta Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:09 ARSÎSA’yê şahiya ziman li dar xist
13:58 Çînê bertek nîşanî danekirinên li dijî Rûsyayê da
13:27 Malbatên girtiyan nobeda xwe birin ber derê ATK'ê
13:22 YDG: Em agahiyê ji endama xwe nagirin
13:08 Qesra Spî: Wê hevdîtina Bîden û Pûtîn pêk neyê
12:52 Malbata Şenyaşar dê nobeta xwe li pêşiya Dadgeha Îstînafê jî bidomîne
12:28 Tirkiyeyê Sedat Peker ji BAE'yê xwest
12:22 Ji ber peyva ‘Kurdistanê’ derheqê Leyla Guven de lêpirsîn dan destpêkirin
12:12 Ji bo mafên jinan pêşniyarqanûn pêşkêşî Meclisa Kurdistanê kirin
12:02 Eşyayên girtiyê ku hat sirgûnkirin nedanê
12:00 Li Girtîgeha Bandirmayê 74 girtî bi koronayê ketin
12:00 Li Silêmaniyê jinek hat qetilkirin
11:45 Qeyûm 10 roj in pirsgirêka avê çareser nake
11:14 Meclisa Jinan a HDP’ê ji bo 8’ê Adarê klîbek çêkir
10:51 Pênûsa wî li erdê nema!
10:50 Tevî bertekan jî xebatên ‘Daristana Bahçelî’ dest pê kirin
10:29 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî dest pê kir
10:12 Ocalan: Meşa jina azad divê heta dawiyê bidome
10:04 Serokê Odeya Tabîban a Şirnexê bertek nîşanî gefa li bijîjk A.O. da
09:25 Ji Şûreya Dewletê biryara Rişmilê: Biryara "Qada xeternak" li dijî hiqûqê ye
09:00 'Em ê bi têkoşîna rêxistinbûyî bersiva êrişan bidin'
09:00 Xwest birayê wê yê nexweş ê 25 sal in girtî ye bê berdan
09:00 ‘Hê jî di lêpirsîna girtî Bîlgîn de îfadeyên gardiyanan nehatine girtin'
09:00 Ji bo şanoya 'Tu Ne Gara yî' bang kirin
09:00 30 sal in li edaletê digere: Em ê deriyê hepsan bişikînin
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2022'YAN
22/02/2022
23:35 YE, derbarê welatî û saziyên rûs de biryara mueyîdeyê girt
22:00 Xwendekaran êrişa nijadperest şermezar kir
21:13 Îngîltereyê derbarê 5 bankeyên rûs de biryara mueyîdeyê girt
20:10 Li Zanîngeha Akdenizê êriş birin ser xwendekarên kurd
20:03 Piştî 7 mehan cenazeyê Ozdemîr spartin axê
16:14 Li Enqereyê jinek hat qetilkirin
16:08 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwe tevli vê berxwedanê bike
16:08 Li wêneyê Komkujiya Roboskê lêpirsîn hat destpêkirin
15:51 Aygul Dokû: Heta ku hesabê Gulistan nepirsim ez ê nemirim