28 sal in kujerên Hamet Barut ê bi 32 guleyan hat kuştin, nehatine dîtin

  • rojane
  • 13:12 19 Sibat 2022
  • |
img

AMED - Xizmên Windayan di çalakiya hefteya 860’emîn de xwestin ku kujerên Hamet Barut ê 28 sal berê bi 32 guleyan hat qetilkirin, werin dîtin. 

Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa AmedÂe ji bo kesên di binçavan de hatin windakirin werin dîtin û kujerên wan werin dîtin di hefteya 680’emîn de çalakiya xwe li dar xistin. Çalakî li ber Peykerê Mafê Mirovan a li Parka Koşuyolu pêk hat. Xizmên Windayan ên bi daxwaza “Bila winda werin dîtin û kujer werin darizandin” li hev kom bûn, wêneyên windan hildan. Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk jî beşdarî çalakiya vê hefteyê bû. Di çalakiyê de çîroka windakirina Hamet Barut ê di 6’ê gulana 1994’an de li gundê Gomagê yê bi ser navçeya Pasûra Amedê ve bû qûrbaniyê kiryar nediar hat xwendin û hat xwestin ku kujerên wî werin dîtin. 
 
30 SAL IN EDALETÊ DIXWAZIN 
 
Nûnerê ÎHD’ê yê Herêmê Tahîr Saçaklidir axivî û bal kişand ser darizandinên hevserokên giştî yên ÎHD’ê Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan. Saçaklidir bal kişand ser têkoşîna mafê mirovan bi zehmet û hevserokên wan ji ber parastina mafê mirovan hatine darizandin. Saçaklidir da zanîn ku 36 sal in bênavber têkoşîna mafê mirovan a komeleya wan didome û nayê qebûlkirin ku têkoşîna parastina mafê mirovan were astengkirin. Saçaklidir bi bîr xist ku malbatên windayan 30 sal in edaletê daxwaz dikin û xwest derbarê cînayetên kiryar nediyar de lêpirsîna bi bandor were destpêkirin. 
 
‘SOZÊN XWE BICIH BÎNIN’ 
 
Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk da zanîn ku xizmên windayan demek dirêj e ji bo edaletê têdikoşin û ev têkoşîna hem li Amedê hem li Stenbolê didome û sozên ku ji dîtina windayan û kujeran hatine dayîn bila werin girtin û bicih bînin. 
 
GUNDIYAN ŞAHIDÎ KIRIYE
 
Ji rêveberên ÎHD’ê parêzer Derya Yildirim serpêhatiya windakirina Hamet Barût ê bi 32 guleyan hat qetilkirin xwend. Yildirim diyar kir ku Fermandarê Tûgaya Bolu Orgeneral Yavuz Erturk ê bi doza Komkujiya Pasûrê tê naskirin, di sala 1993'yan de li navçeya Pasûrê gelek operasyon pêk anî û ew berpirsyarê kuştin û windakirina gelek kesan e. Yildirim anî ziman ku di salên 1990'î de cînayetên kiryar nediyar gelek hovane bûn û got: "Di bin fermandariya vî fermandarî de di wan salan de gelek gund hatin şewitandin û valakirin. Yek ji van gundan gundê Gomagê ye. Di 6'ê Gulana 1994'an de yekîneyên leşkerî yên Tûgaya Boluyê bi ser gund Gomagê de girtin. Di serdegirtinê de hemû gundî li qada gund hatin komkirin û îşkenceyên giran li gundiyan hat kirin. Yek ji kesên ku îşkence lê hat kirin Hamet Barut bû. Piştî serdegirtin û îşkenceyê leşkerên ku ji gund derketin Hamet Barut bi xwe re birin. Hemû şêniyên gund bûn şahidê vê rewşê."
 
CENAZE LI KÊLEKA RÊ TÊ DÎTIN 
 
Yildirim diyar kir ku di 12'ê Gulana 1994'an de xizmên Barut 5 kîlometre dûrî gund li kêleka rê cenazeyek ku baş nehatiye veşartin dîtine û wiha got: "Piştî ku ew cenaze hat derxistin hat tespîtkirin ku cenaze aîdî Hamet Barut e û pişt re xizmên wî cenaze rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê. Di encama otopsiya ku li nexweşxaneyê hat kirin de derket holê ku Hamet Barut bi 32 guleyên ku li bedena wî ketine jiyana xwe ji dest daye. Piştî otopsiyê cenaze hat wergirtin. Cenazeyê Hamet Barut ji aliyê malbatê ve li gund tê veşrtin. Lê belê ji ber zext û gefên ku berdewam dikin malbat nikare bikeve pey şopa bûyerê.” 
 
Piştî daxuyaniyê xizmên girtiyan û beşdaran deqîqeyek çalakiya rûniştinê li dar xist. 
 
 

Sernavên din

24/02/2022
16:32 ‘Bi qetilkirina Altûn re nekarîn rastiyê di tariyê de bihêlin’
16:15 Li Ûkraynayê 2 hezar xwendekar asê man
15:55 Li Êlihê zem hatin şermezarkirin
15:49 Rêveberên DAD’ê serdana Nobeda Edaletê kirin
15:43 Ozturk: Tu ferq û cudahiyeke PDK’ê ji AKP’ê nîne
15:42 Danişîna kujerê Fatma Altinmakas hat paşxistin
15:37 Doza Dayikên Aştiyê û rojnemavanan hat taloqkirin
15:31 HDP: Derî li şer vebû
15:30 Girtiyên ku li dijî ‘lêgerîna nava dev’ derdikevin nayên tedawîkirin
15:12 Civîna bilind a ewlehiyê bi dawî bû
15:03 HDK’ê kampanya ‘Ji bo Îzmîrê av’ da destpêkirin
14:57 Li Rihayê jinek hat kuştin
14:54 Hiqûqzanan xwest Aysel Tugluk were berdan
14:45 Gunay: Şerê Ûkraynayê şerê serdestiyê yê navbera NATO û Rûsyayê ye
14:43 Li ber edliyê ji bo azadiya girtiyan bang kirin
14:35 Bandora Rûsya û Ukraynayê li ser Tirkiyê: Feqîrî wê zêde bibe
14:22 Cezayê muebbetê li leşkerê Sakîna Ogûz kuşt hat birîn
13:41 Çawişê pispor ê tecawizkar beraet kir
13:40 Name û kart ji jinên girtî re şandin
13:40 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdana hevdîtinê kirin
13:20 Derketina derve jî li malbata Doku hat qedexekirin!
13:19 Girtiyê nexweş felc bû
13:18 Di lêpirsîna derbarê Rojnameger Çelîk de biryara neşopandinê hat dayîn
13:08 EÎHD: Bila Tirkiye helwesteke li dijî şer bigire
12:59 Tirkiyeyê li ser rêya Qamişlo û Amûdê wesayîtek bombebaran kir
12:54 Lucescu: Hêvî dikim mirovên mezîn ên bêmêjî şer rawestînin
12:20 Doza Taşkiran a ESP'yî hat taloqkirin
12:12 Komeleya Lêkolînên Kurdî kargehên kurmancî û zazakî dide destpêkirin
12:08 Wê li benda îfadeyê rojnamegerên îngilîz bê sekinandin
11:56 Zelenskiy ji Ewropayê daxwaza girtina qada hewayî kir
11:35 Şandeya HDP'ê bi Josep Borrell re civîn li dar xist
11:33 Li Girtîgeha Bakirkoyê destê hev girtin qedexe ye!
11:33 Bernameya 8'ê Adarê ya Meclisa Jinan a HDP'ê eşkere bû
10:58 Malbata Şenyaşar: Em ê li her derê biqîrin
10:52 Dozên rojnamevan Evren anîn ba hev
10:28 Enqere civîna bilind a ewlehiyê li dar dixe
10:13 Xwendekarê ku birîndar bû: Polîsan êrişkar parastin
10:12 Dibe ku partiyên nû beşdarî têkoşîna hevpar bibin
09:37 Zelenskiy: Em ê xwe biparêzin
09:32 Dirûşma 'Jin jiyan azadî' li cîhanê belav bû
09:09 Gardiyanan gefa ‘em ê serê we jê bikin’ li girtiyan xwar
09:08 Ercanli: Em di peydekirina dermanan de zehmetiyê dikişînin
09:07 Parêzer Sevîmlî: Tûglûk bû sembola teşhîrkirina bêhiqûqîtiyê
09:06 Li Donbassê poker: Rûsya, NATO û Ûkrayna
09:06 Barkin ê ku li Cizîrê bi qasî 4 milyonan gendelî kir: Me pere li hev parî kir
09:05 ‘Em ê di Newrozê de referandûma perwerdehiya bi kurdî bikin’
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2022'YAN
08:46 Bîden: Wê Amerîka û hevkarên xwe bersiv bidin Rûsyayê
08:45 27 welatên YE’yê bi rojeva şerê Rûsya û Ûkraynayê dicivin
08:40 Rûsyayê li dijî Ûkraynayê operasyona leşkerî da destpêkirin
23/02/2022
21:38 Ji bo girtiyên nexweş kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
19:27 Amedsporê, Kirklarelîsporê têk bir
18:29 Kolanên Amedê di bin avê de man
18:17 Polîsan nehişt malbata Dokû biçe ber Wezareta Dadê
17:25 Malbata Dokû ya hat berdan cardin diçe ber wezaretê
17:02 Agaç a YDG’yî: Ji ber ez hatim berdan keyfxweş im
16:54 Şaredarê AKP'î li şûna malan mizginiya mînareyan da
16:54 AHAD-DER’ê bi stranan êriş şermezar kir
16:09 Ji ber parvekirina 'Denîz Poyraz' li endamê PEN'ê Yavûzel doz vekirin
15:58 Parlamenter û rêveberên HDP'ê serdana Nobeda Edaletê kirin
15:51 Êrişa li ser xwendekarên kurd li Stenbolê hat şermezarkirin
15:50 Ji endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn re ceza hat xwestin
14:50 Polîsan mudaxileyî malbata Dokû kirin
14:25 Malbata Dokû li pêş Wezareta Dadê asteng kirin
14:14 Nobeta Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:09 ARSÎSA’yê şahiya ziman li dar xist
13:58 Çînê bertek nîşanî danekirinên li dijî Rûsyayê da
13:27 Malbatên girtiyan nobeda xwe birin ber derê ATK'ê
13:22 YDG: Em agahiyê ji endama xwe nagirin
13:08 Qesra Spî: Wê hevdîtina Bîden û Pûtîn pêk neyê
12:52 Malbata Şenyaşar dê nobeta xwe li pêşiya Dadgeha Îstînafê jî bidomîne
12:28 Tirkiyeyê Sedat Peker ji BAE'yê xwest
12:22 Ji ber peyva ‘Kurdistanê’ derheqê Leyla Guven de lêpirsîn dan destpêkirin
12:12 Ji bo mafên jinan pêşniyarqanûn pêşkêşî Meclisa Kurdistanê kirin
12:02 Eşyayên girtiyê ku hat sirgûnkirin nedanê
12:00 Li Girtîgeha Bandirmayê 74 girtî bi koronayê ketin
12:00 Li Silêmaniyê jinek hat qetilkirin
11:45 Qeyûm 10 roj in pirsgirêka avê çareser nake
11:14 Meclisa Jinan a HDP’ê ji bo 8’ê Adarê klîbek çêkir
10:51 Pênûsa wî li erdê nema!
10:50 Tevî bertekan jî xebatên ‘Daristana Bahçelî’ dest pê kirin
10:29 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî dest pê kir
10:12 Ocalan: Meşa jina azad divê heta dawiyê bidome
10:04 Serokê Odeya Tabîban a Şirnexê bertek nîşanî gefa li bijîjk A.O. da
09:25 Ji Şûreya Dewletê biryara Rişmilê: Biryara "Qada xeternak" li dijî hiqûqê ye
09:00 'Em ê bi têkoşîna rêxistinbûyî bersiva êrişan bidin'
09:00 Xwest birayê wê yê nexweş ê 25 sal in girtî ye bê berdan
09:00 ‘Hê jî di lêpirsîna girtî Bîlgîn de îfadeyên gardiyanan nehatine girtin'
09:00 Ji bo şanoya 'Tu Ne Gara yî' bang kirin
09:00 30 sal in li edaletê digere: Em ê deriyê hepsan bişikînin
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2022'YAN
22/02/2022
23:35 YE, derbarê welatî û saziyên rûs de biryara mueyîdeyê girt
22:00 Xwendekaran êrişa nijadperest şermezar kir
21:13 Îngîltereyê derbarê 5 bankeyên rûs de biryara mueyîdeyê girt
20:10 Li Zanîngeha Akdenizê êriş birin ser xwendekarên kurd
20:03 Piştî 7 mehan cenazeyê Ozdemîr spartin axê
16:14 Li Enqereyê jinek hat qetilkirin
16:08 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwe tevli vê berxwedanê bike
16:08 Li wêneyê Komkujiya Roboskê lêpirsîn hat destpêkirin
15:51 Aygul Dokû: Heta ku hesabê Gulistan nepirsim ez ê nemirim