Yilmaz ê ÎHD’î: Karmendên girtîgehê ji neçareseriyê cesaret digirin

  • rojane
  • 13:04 20 Sibat 2022
  • |
img
AMED - Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku neçareserkirina pirsgirêkên li girtîgehan, cesaretê dide karmendên înfazê û divê partiyên muxalîf jî binpêkirinên li girtîgehan têxin rojeva xwe.   
 
Tecrîd, tundî, gef, cezayên disiplînê, qedexeya danîna peywendiyan û hêj gelek binpêkirinên din ên li girtîgehan bênavber berdewam in. Binpêkirinên heyî herî zêde jî bandorê li girtiyên nexweş û girtiyên ku zêdetirî 30 sal in di girtîgehê de lê nayên berdan dikin. Girtiyên nexweş ji ber raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) û girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan jî ji ber nêrîna “baş tevnagere” ya Lijneyên Çavdêriya Îdarî (ÎGK) nayên berdan. Ev sepanên heyî xetereyeke mezin li ser jiyana girtiyan çêdike. 
 
Li gel van binpêkirinan, her wiha girtî gelek caran rastî tundiya karmendan jî tên. Herî dawî derket holê ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 3 ya Amedê hatine îşkencekirin. Têkildarî mijarê, Baroya Amedê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) gilî kiribûn.  Derheqê mijarê de Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz bi ajansa me re axivî. 
 
PIRSGIRÊK ÊDÎ KRONÎK BÛNE
 
Yilmaz da zanîn ku ew bi rêk û pêk diçin serdana girtîgehan û wiha got: “Ev binpêkirine gelek caran dibin rojev lê nayên çareserkirin. Êdî veguherîne pirsgirêkên kronîk. Di dema pandemiyê de ev binpêkirin hêj zêdetir bûn. Qadên jiyanê yên girtiyan, têkiliyên wan ên bi derve û mafê wan ê nameyan hatine bisînorkirin. Bi taybet jî girtiyên nexweş rastî van binpêkirina tên. Li hêla din, ÎGK her sê mehan carekî nêrîna xwe parve dike û nahêle girtî bên berdan. Ji bo sepanên îşkenceyê yên li Girtîgeha Amedê me rapor amade kir, pêşniyarên çareseriyê diyar kirin û radestî Wezareta Edaletê kirin. Lê nayên çareserkirin. Çaresernekirina pirsgirêkan, cesaretê dide karmendên girtîgehê û rê li ber binpêkirina vedike.” 
 
BERPIRSYARTIYA MUXALEFETÊ 
 
Di berdewamê de jî Yilmaz anî ziman ku ji bo bidawîkirina van binpêkirinan hewcehî bi çareseriyên bibandor heye û wiha pê de çû: “Divê ev mijar tenê bi hêviya hikûmet û Wezareta Edaletê ve neyê hiştin. Ji bo bidawîkirina van sepanên dijdemokratîk, pêwîste partiyên muxalîf jî bikevn nava liv û tevgerê. Ji ber ku di nava du mehan de 10 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Girtiyên nexweş jî di nav de bûn. Ji bo pêşîlêgirtina mirinên din, divê vê mijarê têxin rojeva xwe û zorê li desthilatiyê bikin.” 
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
 
Di berdewamê de jî Yilmaz bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîda li ser birêz Ocalan, ji tecrîda li ser girtiyên din pir cuda ye. Ji roja hatiye girtin heta niha bi awayekî keyfî nahêlin mafê xwe yê hevdîtina bi malbat û parêzerên xwe re, mafê telefonê û hwd. bi kar bîne. Ev jî nêzikatiya dewletê ya tecrîdê nîşan dide. Pirsgirêkên heyî, bingeha xwe ji tecrîdê digirin. Heke tecrîd neyê rakirin, rewşa girtiyên nexweş neyê başkirin, wekheviya înfazê çênebe û pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, dê tu pirsgirêkên din nekarin bên çareserkirin. Ji ewil divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Ji ber bingeha hemû pirsgirêkan e.” 
 
‘ATK BÊALÎ TEVNAGERE’
 
Yilmaz got ku divê avadaniya ATK’ê bê guherandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ATK, bêalî nîne. Divê xwedî rayeyeke biryardayînê nebe û li şûna wê şandeyeke bijîşkên xweser hebe. Weke ku tê zanîn rayeya efûyê ya serokomar heye. Lê ne tevgera siyasî ya kurd û ne jî rêxistinên çepgir tu sûdekî ji vê efûyê nagirin. Di biryarên ATK’ê de jî ev yek piştrast dibe. Biryarên ku ATK dide li dijî rêgeza wekheviyê ya Qanûna Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ye.”
 
MA / Mehmet Guleş
 

Sernavên din

23/02/2022
14:50 Polîsan mudaxileyî malbata Dokû kirin
14:25 Malbata Dokû li pêş Wezareta Dadê asteng kirin
14:14 Nobeta Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:09 ARSÎSA’yê şahiya ziman li dar xist
13:58 Çînê bertek nîşanî danekirinên li dijî Rûsyayê da
13:27 Malbatên girtiyan nobeda xwe birin ber derê ATK'ê
13:22 YDG: Em agahiyê ji endama xwe nagirin
13:08 Qesra Spî: Wê hevdîtina Bîden û Pûtîn pêk neyê
12:52 Malbata Şenyaşar dê nobeta xwe li pêşiya Dadgeha Îstînafê jî bidomîne
12:28 Tirkiyeyê Sedat Peker ji BAE'yê xwest
12:22 Ji ber peyva ‘Kurdistanê’ derheqê Leyla Guven de lêpirsîn dan destpêkirin
12:12 Ji bo mafên jinan pêşniyarqanûn pêşkêşî Meclisa Kurdistanê kirin
12:02 Eşyayên girtiyê ku hat sirgûnkirin nedanê
12:00 Li Girtîgeha Bandirmayê 74 girtî bi koronayê ketin
12:00 Li Silêmaniyê jinek hat qetilkirin
11:45 Qeyûm 10 roj in pirsgirêka avê çareser nake
11:14 Meclisa Jinan a HDP’ê ji bo 8’ê Adarê klîbek çêkir
10:51 Pênûsa wî li erdê nema!
10:50 Tevî bertekan jî xebatên ‘Daristana Bahçelî’ dest pê kirin
10:29 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî dest pê kir
10:12 Ocalan: Meşa jina azad divê heta dawiyê bidome
10:04 Serokê Odeya Tabîban a Şirnexê bertek nîşanî gefa li bijîjk A.O. da
09:25 Ji Şûreya Dewletê biryara Rişmilê: Biryara "Qada xeternak" li dijî hiqûqê ye
09:00 'Em ê bi têkoşîna rêxistinbûyî bersiva êrişan bidin'
09:00 Xwest birayê wê yê nexweş ê 25 sal in girtî ye bê berdan
09:00 ‘Hê jî di lêpirsîna girtî Bîlgîn de îfadeyên gardiyanan nehatine girtin'
09:00 Ji bo şanoya 'Tu Ne Gara yî' bang kirin
09:00 30 sal in li edaletê digere: Em ê deriyê hepsan bişikînin
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2022'YAN
22/02/2022
23:35 YE, derbarê welatî û saziyên rûs de biryara mueyîdeyê girt
22:00 Xwendekaran êrişa nijadperest şermezar kir
21:13 Îngîltereyê derbarê 5 bankeyên rûs de biryara mueyîdeyê girt
20:10 Li Zanîngeha Akdenizê êriş birin ser xwendekarên kurd
20:03 Piştî 7 mehan cenazeyê Ozdemîr spartin axê
16:14 Li Enqereyê jinek hat qetilkirin
16:08 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwe tevli vê berxwedanê bike
16:08 Li wêneyê Komkujiya Roboskê lêpirsîn hat destpêkirin
15:51 Aygul Dokû: Heta ku hesabê Gulistan nepirsim ez ê nemirim
15:51 ‘Doza Çapemeniya KCK’ê’ paşve dan
15:42 Bûldan: Rojên serkeftina me nêzîk in
15:32 Li Mêrsînê wê mîtînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ were lidarxistin
15:21 Malbatên girtiyan ên Amedê li ber deriyê girtîgehê çalakî kirin
15:14 Li Girtîgeha Mêrdînê çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin
14:49 Jin çûn serdana Nobeta Edaletê: Em ê bi hev re têbikoşîn
14:40 Gefa ku dozger li bijîşk xwar şermezar kirin
14:15 Sebahat Tuncel ji doza ‘heqaretê’ hat beraetkirin
14:04 ‘Bila carek din Nexweşxaneya Etfalê vebibe’
14:00 Nûnerê Bilind ê YE’yê Borell: Artêşa Rûsyayê kete Donbasê
13:12 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: "Rapora Tespîtê ya Sala 2021'an a Îmraliyê" aşkera kir
13:05 Dîmenên kesên êrişî HDP’ê kirin derketin holê
12:53 Doza Turkdogan: Dixwazin çavtirsandî bikin
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:49 Malbata Doku bi Buldan re hevdîtin kir
12:34 Hevserokên HDP’î hatin girtin
11:21 Malbata Şenyaşar: Heke zilm hebe berxwedan heq e
10:54 Tirkiye dixwaze şerê Ûkraynayê bike xizmeta xwe!
10:26 Malbata Gulistan Doku li Meclisê ye
09:51 Malbatên girtiyan bang kir: Bila daxwazên zarokên me bên qebûlkirin
09:50 Di doza Pinar Gultekîn de bersûc Avci hat girtin
09:23 Ji Pûtîn fermana 'Operasyonên Hêzên Aştiyê'
09:20 Ocalan hêj di hevdîtina ewil de hişyar kiribû
09:01 Jin li cem Semra Guzel in
09:01 Komîsyona Mafên Zarokan a KESK'ê: Em ê li dijî tahdeya bi unîforma bitêkoşin
09:01 Girtî Balaç 65 roj, Yildirim jî 30 roj in di rojiya mirinê de ne
09:01 Parêzerên jin: Biryar siyasî ye, Tûglûk berdin
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2022'YAN
21/02/2022
22:22 Li Edeneyê şevbihêrka dengbêjan
18:47 3 endamên DÎAYDER'ê hatin berdan
17:55 Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin
16:58 Xizmên girtiyan: Edalet ji herkesê re hewce ye
16:57 Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Tekîrdagê ne: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
16:54 Daxwaza bi dawîkirina polîtîkayên pişaftinê kirin
16:05 Malbatên Dag û Er serî li ÎHD’ê dan
15:58 Rêveberên Baroya Amedê beraet kirin
15:53 Olûç: Di qada cemaweriyê de derfetê bidin zimanên dayikê
15:10 Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê kir
14:58 Cezayê Demîrtaş hat erêkirin
14:45 Mazlum Dag: Xetere li ser jiyana me heye
14:39 Mele Fahrettîn Ulgun: Ev doz doza hesabxwestina ji ÎBB’ê ye
14:30 DAD wê bi kirmançkî kargeha perwerdehiyê bide destpêkirin
14:14 Cezayê girtîgehê dan rojnameger Dûrket Suren
14:01 Di Doza Gezî û Çarşiyê de biryara cihêkirinê hat dayîn
13:50 Ji HDP’a Enqereyê bangewaziya kongreyê
13:35 Li Amedê civîna 21’ê Sibatê: Divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
13:30 Dozger gefa ‘şopandina hiqûqî’ li bijîşk xwar
13:30 Nexşerêya 2022'yan a Kurdî: Divê partiyên siyasî bi hev re pirsa zimanê kurdî geştir bikin
13:02 Baroya Rihayê pankarta "Kamber Ateş Nasılsın" bi avahiya xwe ve kir
12:42 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dê ‘Rapora Îmraliyê’ eşkere bike
12:00 Beriya Doza Geziyê daxuyanî hat dayîn: Darizandine neheqe
11:47 DFG'ê atolyeya rojnamegeriya kurdî da destpêkirin
11:44 Emîne Şenyaşar: Bila êdî dawiyek li vê zilmê bê
11:22 Îmîr a HDP’î pêşniyaznameya kurdî da
11:19 Dag: Heke zimanê me winda bibe, em ê hebûn û dahatûya xwe jî winda bikin
11:19 Li Koyê Komxebata Navnetewî ya zimanê kurdî dest pê kir
11:18 Tevlîbûna bîranîna Denîz Poyraz sûc e!
11:02 HDP: Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
10:36 DBP: Divê zimanê kurdî bi qanûnan were mîsogerkirin
09:46 ‘Divê her zarokê kurd ji ewil hînî zimanê xwe bibe’
09:04 ‘Bila newekheviya zimanê dayikê ya di tenduristiyê de ji holê bê rakirin’
09:04 Birayê girtiyê nexweş Bîlgîn: Bila pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin