Dayika Mehmet Tûnç: Ji bo birînên me der bikin her tiştî dikin

  • rojane
  • 09:04 21 Sibat 2022
  • |
img

ŞIRNEX - Dayika Esmer Tûnç, bertek nîşanî radestkirina tiştên Hevserokê Meclîsa Gel ê Cizîrê Mehmet Tûnç ê li jêrzemînên wehşetê hat qetilkirin a piştî 6 salan da û got: “Birînên malbatan derdikin.”

Li navçeya Cizîra Şirnexê di dema qedexeyên derketina derve yên di 14’ê Kanûna 2015’an de di nava 79 rojan de 177 jê li “jêrzemînên wehşetê” 288 kes hatin qetilkirin. Tevî 6 sal derbas bûn jî cenazeyê 14 kesan hêj nehatiye dîtin û hin tiştên aydê kesên hatine qetilkirin jî piştî bi salan radestî malbatan tên kirin. 
 
Piştî ku tiştên Agît Akil ê di dema qedexeyên Cizîrê de jiyana xwe ji dest da di 11’ê Çileyê de ji malbata wî re hat dayîn, materyalên dîjîtal ên aydê Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ê li jêrzemînên wehşetê hat qetilkirin, piştî 6 salan radestî malbata wî hat kirin. 
 
 
DOZ PÊŞVE NAÇIN 
 
Dayika Esmer Tûnç ku di dema qedexeyan de kurên xwe Mehmet Tûnç û Orhan Tûnç winda kirin, diyar kir ku dewlet her sal êşên wan nû dike û wiha got: “Bi ser mirina Mehmet Tunç re 6 sal derbas bûn lê her sal dewlet yan dozekê li me vedike, ceza dide me an jî êşa me bi şandina tiştên wî wekî îro nû dike. Ez zilma vê dewletê şermezar dikim. Birînên dayikan nexwirînin. Di jêrzemînan de mirovên me bi şewitandinên qetilkirin. Mirovan cenazeyên zarokên xwe jî nikarîn bigirin. Hestiyên wan jî nedît. Zilma dewletê ya li Cizîrê li tu devera cîhanê nehatiye jiyîn. Niha jî bi şandina eşyayên zarokên me yên qetil kirine, dixwazin vê zilmê ji nû ve bi me bidin jiyîn. Dozên têkildarî qetilkirina zarokên me bi pêş ve naçe. Ji bo li dijî pêkûtiyên li ser wan tên kirin tu gav nayên avêtin lê ji bo birînên me derbikin çi ji destê wan tê dikin. Ew çi dikin bila bikin, heta ez bijîm ez ê dev ji doza xwe bernedim.” 
 
‘EV TIŞT YÊN ÇI NE?’
 
Hevjîna Mehmet Tûnç, Zeynep Tûnç jî diyar kir ku roja înê 3 polîs hatin mala wan û tiştên aydê Mehmet Tûnç anîn malê. Tûnç, da zanîn ku dema tiştên di poşetên di destê polîsan de dîtin çok lê sist bûn û wiha got: “Me cenazeyê xwe jî rast û dirûst nedît, me nas nekir. Min jê pirsî ‘piştî ev qas dem derbas bû ev tiştên we anîne çi ne’ Dema tişt dan xwestin kaxizekê bidin îmzekirin. Dema min jê re got ez îmze nakim ji min re gotin ‘tu mecbûrî’ îmze bikî. Li ser vê yekê min ji wan re got ‘Hûn ji bo birînên malbatan der bikin vê tiştê dikin’ Di dema qedexeyan de em li Taxa Cûdî rûdiniştin. Wê demê mala me bi temamî şewitandin û hilweşandin. Ne wêneyek ne jî gomlekekî ku aydê Mehmet Tûnç bûn nehiştin.”
 
‘EM BI SERBILINDÎ LI SER PIYA BIN’
 
Tûnç, diyar kir ku ev tişta dewlet dike zilm e û wiha axivî: “Her ku êşên me kevin dibin ew ji nû ve zindî dikin. Em 7 sal in bi vê êşê dijîn. Heta îro ji bo berpirsyarên vê hovîtiyê werin darizandin kesê tiştek nekir. Mirovên me di jêrzemînan de birçî û tî hatin hiştin. Ew weke terorîst îlan kirin û qetil kirin. Esas kesên ev zilme kirine terorîst in. Em serbilind in. Çi bikin bila bikin hêza me û vîna me heye. Em ê bi serbilindî li ser piya bin. Heta ku em bijîn em ê li pey doza wan bin.”
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

24/02/2022
16:32 ‘Bi qetilkirina Altûn re nekarîn rastiyê di tariyê de bihêlin’
16:15 Li Ûkraynayê 2 hezar xwendekar asê man
15:55 Li Êlihê zem hatin şermezarkirin
15:49 Rêveberên DAD’ê serdana Nobeda Edaletê kirin
15:43 Ozturk: Tu ferq û cudahiyeke PDK’ê ji AKP’ê nîne
15:42 Danişîna kujerê Fatma Altinmakas hat paşxistin
15:37 Doza Dayikên Aştiyê û rojnemavanan hat taloqkirin
15:31 HDP: Derî li şer vebû
15:30 Girtiyên ku li dijî ‘lêgerîna nava dev’ derdikevin nayên tedawîkirin
15:12 Civîna bilind a ewlehiyê bi dawî bû
15:03 HDK’ê kampanya ‘Ji bo Îzmîrê av’ da destpêkirin
14:57 Li Rihayê jinek hat kuştin
14:54 Hiqûqzanan xwest Aysel Tugluk were berdan
14:45 Gunay: Şerê Ûkraynayê şerê serdestiyê yê navbera NATO û Rûsyayê ye
14:43 Li ber edliyê ji bo azadiya girtiyan bang kirin
14:35 Bandora Rûsya û Ukraynayê li ser Tirkiyê: Feqîrî wê zêde bibe
14:22 Cezayê muebbetê li leşkerê Sakîna Ogûz kuşt hat birîn
13:41 Çawişê pispor ê tecawizkar beraet kir
13:40 Name û kart ji jinên girtî re şandin
13:40 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdana hevdîtinê kirin
13:20 Derketina derve jî li malbata Doku hat qedexekirin!
13:19 Girtiyê nexweş felc bû
13:18 Di lêpirsîna derbarê Rojnameger Çelîk de biryara neşopandinê hat dayîn
13:08 EÎHD: Bila Tirkiye helwesteke li dijî şer bigire
12:59 Tirkiyeyê li ser rêya Qamişlo û Amûdê wesayîtek bombebaran kir
12:54 Lucescu: Hêvî dikim mirovên mezîn ên bêmêjî şer rawestînin
12:20 Doza Taşkiran a ESP'yî hat taloqkirin
12:12 Komeleya Lêkolînên Kurdî kargehên kurmancî û zazakî dide destpêkirin
12:08 Wê li benda îfadeyê rojnamegerên îngilîz bê sekinandin
11:56 Zelenskiy ji Ewropayê daxwaza girtina qada hewayî kir
11:35 Şandeya HDP'ê bi Josep Borrell re civîn li dar xist
11:33 Li Girtîgeha Bakirkoyê destê hev girtin qedexe ye!
11:33 Bernameya 8'ê Adarê ya Meclisa Jinan a HDP'ê eşkere bû
10:58 Malbata Şenyaşar: Em ê li her derê biqîrin
10:52 Dozên rojnamevan Evren anîn ba hev
10:28 Enqere civîna bilind a ewlehiyê li dar dixe
10:13 Xwendekarê ku birîndar bû: Polîsan êrişkar parastin
10:12 Dibe ku partiyên nû beşdarî têkoşîna hevpar bibin
09:37 Zelenskiy: Em ê xwe biparêzin
09:32 Dirûşma 'Jin jiyan azadî' li cîhanê belav bû
09:09 Gardiyanan gefa ‘em ê serê we jê bikin’ li girtiyan xwar
09:08 Ercanli: Em di peydekirina dermanan de zehmetiyê dikişînin
09:07 Parêzer Sevîmlî: Tûglûk bû sembola teşhîrkirina bêhiqûqîtiyê
09:06 Li Donbassê poker: Rûsya, NATO û Ûkrayna
09:06 Barkin ê ku li Cizîrê bi qasî 4 milyonan gendelî kir: Me pere li hev parî kir
09:05 ‘Em ê di Newrozê de referandûma perwerdehiya bi kurdî bikin’
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2022'YAN
08:46 Bîden: Wê Amerîka û hevkarên xwe bersiv bidin Rûsyayê
08:45 27 welatên YE’yê bi rojeva şerê Rûsya û Ûkraynayê dicivin
08:40 Rûsyayê li dijî Ûkraynayê operasyona leşkerî da destpêkirin
23/02/2022
21:38 Ji bo girtiyên nexweş kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
19:27 Amedsporê, Kirklarelîsporê têk bir
18:29 Kolanên Amedê di bin avê de man
18:17 Polîsan nehişt malbata Dokû biçe ber Wezareta Dadê
17:25 Malbata Dokû ya hat berdan cardin diçe ber wezaretê
17:02 Agaç a YDG’yî: Ji ber ez hatim berdan keyfxweş im
16:54 Şaredarê AKP'î li şûna malan mizginiya mînareyan da
16:54 AHAD-DER’ê bi stranan êriş şermezar kir
16:09 Ji ber parvekirina 'Denîz Poyraz' li endamê PEN'ê Yavûzel doz vekirin
15:58 Parlamenter û rêveberên HDP'ê serdana Nobeda Edaletê kirin
15:51 Êrişa li ser xwendekarên kurd li Stenbolê hat şermezarkirin
15:50 Ji endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn re ceza hat xwestin
14:50 Polîsan mudaxileyî malbata Dokû kirin
14:25 Malbata Dokû li pêş Wezareta Dadê asteng kirin
14:14 Nobeta Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:09 ARSÎSA’yê şahiya ziman li dar xist
13:58 Çînê bertek nîşanî danekirinên li dijî Rûsyayê da
13:27 Malbatên girtiyan nobeda xwe birin ber derê ATK'ê
13:22 YDG: Em agahiyê ji endama xwe nagirin
13:08 Qesra Spî: Wê hevdîtina Bîden û Pûtîn pêk neyê
12:52 Malbata Şenyaşar dê nobeta xwe li pêşiya Dadgeha Îstînafê jî bidomîne
12:28 Tirkiyeyê Sedat Peker ji BAE'yê xwest
12:22 Ji ber peyva ‘Kurdistanê’ derheqê Leyla Guven de lêpirsîn dan destpêkirin
12:12 Ji bo mafên jinan pêşniyarqanûn pêşkêşî Meclisa Kurdistanê kirin
12:02 Eşyayên girtiyê ku hat sirgûnkirin nedanê
12:00 Li Girtîgeha Bandirmayê 74 girtî bi koronayê ketin
12:00 Li Silêmaniyê jinek hat qetilkirin
11:45 Qeyûm 10 roj in pirsgirêka avê çareser nake
11:14 Meclisa Jinan a HDP’ê ji bo 8’ê Adarê klîbek çêkir
10:51 Pênûsa wî li erdê nema!
10:50 Tevî bertekan jî xebatên ‘Daristana Bahçelî’ dest pê kirin
10:29 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî dest pê kir
10:12 Ocalan: Meşa jina azad divê heta dawiyê bidome
10:04 Serokê Odeya Tabîban a Şirnexê bertek nîşanî gefa li bijîjk A.O. da
09:25 Ji Şûreya Dewletê biryara Rişmilê: Biryara "Qada xeternak" li dijî hiqûqê ye
09:00 'Em ê bi têkoşîna rêxistinbûyî bersiva êrişan bidin'
09:00 Xwest birayê wê yê nexweş ê 25 sal in girtî ye bê berdan
09:00 ‘Hê jî di lêpirsîna girtî Bîlgîn de îfadeyên gardiyanan nehatine girtin'
09:00 Ji bo şanoya 'Tu Ne Gara yî' bang kirin
09:00 30 sal in li edaletê digere: Em ê deriyê hepsan bişikînin
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2022'YAN
22/02/2022
23:35 YE, derbarê welatî û saziyên rûs de biryara mueyîdeyê girt
22:00 Xwendekaran êrişa nijadperest şermezar kir
21:13 Îngîltereyê derbarê 5 bankeyên rûs de biryara mueyîdeyê girt
20:10 Li Zanîngeha Akdenizê êriş birin ser xwendekarên kurd
20:03 Piştî 7 mehan cenazeyê Ozdemîr spartin axê
16:14 Li Enqereyê jinek hat qetilkirin
16:08 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwe tevli vê berxwedanê bike
16:08 Li wêneyê Komkujiya Roboskê lêpirsîn hat destpêkirin
15:51 Aygul Dokû: Heta ku hesabê Gulistan nepirsim ez ê nemirim