Xwendekarê ku birîndar bû: Polîsan êrişkar parastin

  • rojane
  • 10:13 24 Sibat 2022
  • |
img

ANTALYA - Yek ji xwendekarê kurd Fevzî Aka yê li Zanîngeha Akdenîzê rastî êrişê hat, bi lêv kir ku armanca polîsên ku dereng mudaxileyî êrişê kirin, parastina êrişkaran bû. 

 
Li Kampusa Zanîngeha Akdenîzê di 22’yê Sibatê de komeke nijadperestan êrişî xwendekarên kurd kirin. Di êrişê de Botan Artûç, Hatîce Tong û Fevzî Aka bi lêdanê birîndar bûn. Xwendekarên ku birîndar bûn pişt re rakiribûn Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Akdenîzê û Nexweşxaneya Dewletê ya Ataturkê. Xwendekaran piştî dermankirina li nexweşxaneyan, giliyê êrişkaran kirin. Fevzî Aka yê di êrişa nijadperest de birîndar bû, kêliyê êrişê û tiştên pişt re qewimîn ji me re vegot. 
 
30 KESAN ÊRIŞ KIR
 
Aka, diyar kir ku di 22’yê Sibatê saet 14.00’an de li ser agahiya ku hevala wan Hatîce Tong tê şopandin girtin, çûn zanîngehê û bi lêv kir ku piştî bi Tong re hatin gelhev bi awayekî aşkere dîsa hatine şopandin. Aka, anî ziman ku ji ber fikirîn ku ewle ye, ber bi avahiya rektoriyê ku peywîrdarên ewlehiyê lê zêde ne ve meşiyan. Aka, da zanîn ku koma nijadperest li Sûka Ûlviye ya 50 mîtroyan li dûrî avahiya rektoriyê ye êrişî wan kir û wiha got: “Bi 30 kesan êrişî me kirin. Ji ber ku em tenê 3 kes bûn me nekarî bersivê bidin. Di destê wan de mûşte, dar û kêr hebûn. Em difikirin ku çek jî bi wan re hebûn. Di encama lêdanê em birîndar bûn. Ji bo bikujin êriş kirin.”
 
‘POLÎSAN KOMA NIJADPEREST PARAST’
 
Aka, destnîşan kir ku li ne rêveberiya zanîngehê ne jî polîsên li kampusê û cihê bûyerê bûn bi tu awayî mudaxileyî êrişkaran nekirin û wiha berdewam kir: “Polîsan û peywîrdarên ewlehiyê gelek dereng mudaxileyî bûyerê kirin. Armanca mudaxileya polîsan jî parastina êrişkaran bû. Ji ber ku dema êriş berdewam kir hin kesên li wir bertek nîşanî koma nijadperest dan û mudaxileyî bûyerê kirin. Piştî ku girseya li wir mudaxile kir, polîs û ewlehiya zanîngehê demildest hatin cihê bûyerê û ji bo êrişkar birevin ji wan re rê vekirin. Ji bilî wê dema koma nijadperest êrişî me kir ne polîs ne jî peywîrdarên ewlehiyê hebûn.”
 
GILIYÊ ÊRIŞKARAN KIRIN
 
Aka, diyar kir ku piştî li nexweşxaneyê hatin dermankirin, ji bo giliyê êrişkaran bikin çûn serî li dozgeriyê dan. Aka, bal kişand ku tevî ku giliyê êrişkaran kirine jî heta neha derbarê êrişkaran de tu tişt nehatiye kirin û ji koma êrişkar kesek nehatiye binçavkirin. 
 
Aka, da zanîn ku ji hin kesên di nava koma nijadperest a ji 30 kesan pêk dihat de cih digirtin ne xwendekar bûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hin jê xwendekar bûn hin jî jê ji derve hatibûn. Kesê bi navê Mehmet Çam ê ewilî êrişî me kir min qet li dibistanê nedîtibû. Dîsa wêneyên wî kesî bi Şefê Ewlehiyê yê Zanîngeha Akdenîzê re hene. Bi dekanan re wêneyên wî hene. Heta bi hin parlamenteran re jî hene.”
 
‘LI CIHE ÊRIŞÊ KAMERA NÎNE’
 
Aka, destnîşan kir ku nêzî avahiya rektoriyê xwestin wan bikujin, li cihê bûyerê tu kamera nebûn û wiha got: “Bi ya min dema ku li ber avahiya rektoriyê em dişopandin, kamerayên avahiya rektoriyê ew kişandine. Dîmenên li wê derê tenê jî binêrin, êrişkar dikarin bên tespîtkirin.”
 
MA / Selman Güzelyüz
 

Sernavên din

27/02/2022
19:34 Li Semsûrê panela ziman: Ziman ruh e
19:05 Welatiyek ku ji Ukraynayê vegeriya Tirkiyê hat binçavkirin
16:48 Aydenîz û Bayindir careke din bû hevserokên DBP'ê
15:58 Ûkraynayiyên li Îzmîrê: Dawî li şer bînin
15:50 'Wê Ocalan bi têkoşînê bigihîje azadiya xwe'
15:49 ÎHD Û TÎHV'ê daxwaza berdana xwendekaran di bin çavan de kirin
14:11 Hevserokên Giştî yên DBP'ê: Di Pirsgirêka Kurd de çareseriya tekane Ocalan e
13:14 Mîthat Sancar: Yekitiya Neteweyî ferz e
13:03 Peyama siyasetmedarên girtî ya ji bo kongreya DBP'ê: Wê gotina dawîn ên li ber xwe didin bibêjin
11:22 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 356'an de ye
11:11 6'emîn kongreya DBP'ê bi coş dest pê kir
10:10 Şerê Rûsya û Ûkraynayê gihîşt navenda bajaran: Ewropayê qada xwe ya hewayî ji balefirên rûs re girt
09:26 Ji bo girtiyê nexweş Ozkan serî li AYM'ê hat dayîn
09:18 DEDAŞ 12 hezar TL ceza li malbata ku zarokê wan girêdayî amûra hilmijandinê ye birî
09:16 'An wê daxwazê me qebûl bikin an wê cenazeyên me derkevin'
09:15 Li Girtîgeha Tekirdagê 3 girtiyên din jî tevli greva birçîbûnê bûn
09:13 Ji bo girtiyên naxweş bang kirin: Em ji bo wan tevbigerin
09:11 Onder: Dê şer bandorek mezin li aboriya qels a Tirkiyeyê bike
09:07 Hevjîna girtiyê nexweş Zubeyde Abî: 26 sal bi êş û azar derbas bûn
09:04 Ji Îrana ku 8’ê Adarê lê qedexe: Êdî tehemûla me nemaye
09:01 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2022'YAN
26/02/2022
23:59 Li Amedê konsereke mezin
22:02 Li Stenbolê şanoya 'Tu Ne Gara' yî'
18:56 Li Wanê lîstika 'Serbaz' hat lîstin
17:51 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
17:50 ÎHD’ê ji bo girtiyên nexweş Ozkan banga berdanê kir
17:09 Şaxa OHD’a Îzmîrê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
16:44 Piştgirî dan Nobeta Edaletê: Em li cem malbatan e
16:36 Ji bo çalakiyên 8’ê Adarê ya Îzmîrê bangewazî hat kirin
16:35 Li Enqereyê 7 partiyên siyasî li hev civiyan
16:12 Şanoya Bajar a Amedê bernameya xwe ya meha adarê aşkere kir
16:06 ÎHD xwest girtiyên nexweşên giran Nebîoglû û Yildiz bên berdan
15:51 ÎHD: Girtiya nexweş Dîcle Bozan terkî mirinê hatiye kirin
15:46 Aktaş û Yavûzel hatin bibîranîn: Em ê têkoşîna wan bidin jiyîn
15:29 Greva birçîbûnê ya Mêrdînê komeke din dewr girt
15:20 Xizmên windakiriyan faîlên Can û Kaya pirsîn
14:58 Temellî: Paradîgmaya ku pergala şer hilweşîne li Îmraliyê ye
14:13 Dayikên Şemiyê: Cûneyt Aydinlar li ku ye?
13:36 Li Edeneyê şerê li Ûkraynayê hat protestokirin
12:53 Li Amedê heqê veguhestinê hate zêdekirin
12:35 Aygul Dokû: Ez ê di 8’ê Adarê de bibim dengê Gulistanê
12:22 Komxebata Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê li Silêmaniyeyê dest pê kir
11:59 Li Girtîgeha Îdirê 2 girtiyên din jî dest bi greva birçîbûnê kirin
11:48 Malbata Şenyaşar: Madem ku em di heman keştiyê de ne, wê demê çima ev zilm tê kirin?
11:32 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Şerê Ûkrayna-Rûsyayê tezên Ocalan piştrast kir
11:25 Yureklî: Pêkanînên Almanyaya Nazî li Îmraliyê didomin
10:42 Teqîna 5’ê Hezîranê: Dadgehê ceza neda polîsan û şaredarî sûcdar kir
09:51 ‘PDK’ê bi nîşandana namzetê xwe, destkeftiyên kurdan xist talûkeyê’
09:49 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 3’yemîn de ye: Li Kîevê pevçûn dijwar bûn
09:17 Fatûreya ceryanê ya Şaredariya Silopiyayê 718 hezar TL hatiye
09:14 Jinên ku qeyûm karê wan xesp kir, bi hevkarî hildiberînin
09:14 Birayê Veysî Kaya: Me alaya wî li erdê nehişt
09:13 Înfaza wî ji ber gotinên wî yên derbarê Desteya Çavdêriyê de hat şewitandin
09:12 DBP ji bo kongreyê amade ye: Bi civaka rêxistinbûyî ber bi jiyana azad ve
09:12 Rîma Berekat: Xeyala jinan îro li Rojava dibe heqîqet
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2022'YAN
25/02/2022
22:12 Li Rihayê lîstika 'Ji Akademiyê Re Raporek'
21:16 Li ser dîwaran wêneyên Ocalan hatin xêzkirin
16:33 Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê serdana Nobeda Edaletê kirin
16:22 Hunermendan serdana malbata Şenyaşar kirin
16:19 3 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
16:10 Karkerê birapor ji kar hat derxistin
16:09 ‘Bila trajediya mirovahiyê ya li girtîgehan bi dawî bibe’
15:28 DAKAP’ê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê aşkere kir
15:22 Ji bo girtiyên nexweş serî li meclisê da
14:55 DEDAŞ’ê di bin parastina cendermeyan de ceza li welatiyan birî
14:50 Dayik Dokû: Bila li meclisê komîsyon bê avakirin
14:44 Li Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Amedê jin tên tacîzkirin
14:27 Wezareta Dadê wê randevuyê bide malbata Dokû
14:09 Dermanan nadin girtiyên bi şewba koronayê ketîn
14:08 2 xwendekarên li Antalyayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:08 Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Bila daxwazên zarokên bi cih bînin
13:49 Danişîna rojnamevan Eser hat taloqkirin
13:43 Hevserokê SYKP’a Stenbolê hate binçavkirin
13:32 Li Midyatê operasyona nelirêtiyê
13:31 Sarisozen: Cîhan bedela neçareserkirina pirsgirêka kurd dide
13:30 TJA'yê çalakiyên 8’ê Adarê li bajarê Garîbe Gezer da destpêkirin
13:29 Derbarê Emîne Şenyaşar de lêpirsîna 14’emîn hat destpêkirin
13:07 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:42 Xwendekarên li Ûkraynayê asê mayîn: Hewl didin me bibin leşkeriyê
12:28 Herêma ji bo ‘Daristana Bahçelî’ hatiye veqetandin bi têlan tê girtin
12:01 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê starta 8’ê Adarê hat dayîn
11:46 Rojnamevan Aktaş û Yavûzel ê DBP’î dê werin bibîranîn
10:35 Koç: Li dijî talûkeya heyî divê kurd gavên dîplomatîk bidin destpêkirin
09:46 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 2’yemîn de ye: Putin dixwaze muzakereyan bike
09:09 Ji bo tifaqa Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur jinan koalîsyon ava kir: NADA
09:07 Dayikên Aştiyê: Barzanî gora xwe bi destê xwe dikole
09:03 'Jin ji ber pirsên şaş serî li saziyên fermî nadin'
09:03 Li Girtîgeha Bunyanê 'Sirûda Îstîklalê' li girtiyan ferz dikin
09:03 Leyla Guven giliyê gardiyanê ku gef lê xwarin kir
09:03 DBP ji bo kongreya mezin amade ye: Daxwaza sereke azadiya Ocalan e
09:03 Şêniyên Sûrê: Kesên ji bo zengînbûnê hatine, dê serê wan di ber wan de biçin
09:03 Du xwîşkên laçikspî ji bo aştiyê ev 31 sal in bi hev re têdikoşin
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2022'YAN
24/02/2022
22:32 Biden, mueyideyên derbarê Rûsyayê de eşkere kirin
22:00 Roja hilbijartina parlementoyê ya Herêma Kurdistanê diyar bû
21:34 Ji TJA'yê bi quşxane-taweyan çalakiya dengderxistinê
17:06 Li ser Çiyayê Gabarê liv û tevgera hewayî
16:54 Nobeta Edaletê: Em ê li dijî tecrîdê têbikoşîn
16:41 Heta komên agirkujiyê hatin cihê bûyerê, mînîbûs bi temamî şewitî!