'An wê daxwazê me qebûl bikin an wê cenazeyên me derkevin'

  • rojane
  • 09:16 27 Sibat 2022
  • |
img
TEKÎRDAG – Huseyîn Karadaş ku di Girtîgeha Tekirdagê ya Tîpa F’yê de di greva birçîbûnê de ye, ragihand ku gardiyanan bi kuştinê gef lê xwarine û got: "Heya daxwazên wan neyên qebûlkirin dê çalakiya wan bidomînin." 
 
Di 19'ê Kanûna 2021'ê de li Girtîgeha Tekirdag a Jimare 2'yan a Tîpa F'yê girtî Vedat Erkmen bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dabû. Piştî Erkmen, gardiyanan êriş biribûn ser girtî Yasîn Emeç jî. Piştî vê 5 girtiyên di heman girtîgehê de di 17'ê Çileyê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî Mehmet Suleyman Ûcakan, Tûrhan Îlbaş, Huseyîn Karadaş, Habîb Guler û Ahmet Arîf  Yoyler, di 1'ê Çileyê de girtî Şahbettîn Ogut û Îlyas Yorgûn û Ahmet Altay  jî bi hinceta "ji bo jiyana wan tu ewlehî tune ye" daxilî nav çalakiya greva birçîbûnê bûbûn. Di 16'ê Sibatê de jî Ahmet Osman, Kûtbettîn Onûr û Yûnûs Konak jî daxilî nav çalakiya greva birçîbûnê bûn.
 
13 girtiyên di greva birçîbûnê de dixwazin binpêkirinên mafan, pêkanînên kêfî û bêhiqûqî, avêtina ser qawîşan û sirgûn bi dawî bibin. 
 
Huseyîn Karadaşê ku di greva birçîbûnê de ye, telefonî hevjîna xwe Sevgul Karadaş kir û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. 
 
JI BER SILAVDAYÎNÊ EW DERB KIRINE
 
Karadaş, diyar kir ku hevjînê wê çewisandinên bi wan re rû bi rû dimînin ragihandiye û gotiye, personelên girtîgehê heqaretê li wan dikin û êrişê tînin ser wan. Karadaş, got: "Hevalê wan Mehmet Yildirim, dema ji bo axaftina bi telefonê çûye, lêxistine. Lê kiriye nekiriye nikaribûye raporê wergire." 
 
BI KUŞTINÊ GEFAN LI WAN DIXWIN
 
Karadaş, destnîşan kir ku hevjînê wê jî bi van êrişan re rû bi rû maye û got: "Beriya greva niha, gava ber bi qawîşa xwe ve çûne, gardiyanekî gef lê xwarine û jê re gotiye, 'Ez bi taybet ji bo te hatime vê derê. Ji niha û bi şûn de tu yê bibînî bê ez ê çi bînim serê te.' Giliyê gardiyan kiriye, lê tiştek jê derneketiye. Hevjînê min nêzî 6 sal in girtiye." 
 
Karadaş, diyar kir ku hevjînê wê behsa Vedat Erkmenê demeke berê li heman girtîgehê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da jî kiriye. Karadaş, bilêv kir ku hevjînê wê ragihandiye ku midûrê girtîgehê gazî Erkmen kiriye û pê re axiviye û gotiye, 'Hûn ê bibînin ez ê çi bînim serê we. Çend kesên din jî wekî te hene, ez ê dizanim ez ê çi bînim serê wan jî. Ez ê yeko yeko bi wan re eleqedar bibim.'" Karadaş, destnîşan kir ku di dema vî midûrî de 3 cenaze ji vê girtîgehê derketine û got hevjînê wê gotiye: "Berpirsê van mirinan îdareya girtîgehê ye." 
 
HEMU SERLÊDANÊN WAN BÊ BERSIV MANE
 
Karadaş, diyar kir ku girtî li hemberî êriş û çewisandinên li girtîgehê gelek caran serlêdan kirine û daxwazname nivîsîne ji Wezareta Dadê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), meclîsê û gelek saziyên eleqedar, lê dîsa jî tiştek nehatiye kirin. 
 
Karadaş, got: "Ji ber ku serlêdan û daxwaznameyên wan bêbersiv dimînin, ew jî li ber vê bertekê nîşan didin û bi vê re wan ji hev dûr dixin. Mînaka vê jî Vedat Erkemn e. Ji ber ku wî ji hevalên wî dûrxistin, ev tişt hat serê wî. Kes nizane wê sibê çi bê serê ên din jî." 
 
GREVA BIRÇÎBÛNÊ
 
Karadaş, destnîşan kir ku hevjînê wê ragihandiye ku heya daxwazên wan neyên qebûlkirin dê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bidomînin û hevjînê wê gotiye: "Heya daxwazên me neyên qebûlkirin dê çalakiya me bidome. Tenê daxwaza me ew e, bila li gorî qanûnan tevbigerin. Divê kesên li girtîgehê tahdeyê li me dikin yek bi yek bên darizandin. An dê daxwazên me bên qebûlkirin an jî wê cenazeyên me ji girtîgehê derkevin. Êdî tu rêyek din li ber me nemaye." 
 
 

Sernavên din

05/03/2022
20:03 Rêvebiriya Xweser 8'ê Adarê kir roja betlaneya fermî
18:38 Ji ber ku Tûglûkê nikaribûye pirsa 'serokkomar kî ye?' bibersivîne, bi ser de kirine qîreqîr!
17:04 ‘Bi hiqûqa dijminatiyê nêzî girtiyan dibin’
16:41 Coşa 8’ê Adarê berdewam dike
16:29 Ji bo jinên girtî yên nexweş banga berdanê
16:14 ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta jinên jinên winda pirsî
16:12 Panela yekemîn a Konferansa Feylî û Êzdiyan bi dawî bû
16:12 TMMOB û KESK’ê serdana Nobeda Edaletê kir
15:59 ÎHD’ê bi boneya 8’ê Adarê bal kişand ser rewşa jinên girtî yên nexweş
15:05 Jinên hatine windakirin û qetilkirin bi bîr xistin
14:59 Pekoz: Wexta ku Ocalan diaxive dengê aştiyê bilind dibe
14:35 KESK'ê li Amedê xwest xala 35’emîn û sepanên OHAL’e werin rakirin
14:33 TUHAY-DER: Em ê têkoşîna xwe li ser rêça Garîbeyê bidomînin
14:18 Jinan li pêşiya girtîgehê bang kir: Tecrîdê bi dawî bikin, girtiyan berdin
13:41 'Hezar sal jî derbas bibin em ê têkoşîna edaletê bidomînin’
13:40 Di meha sibatê de 24 jin hatin qetilkirin
13:26 Wezaret ‘lêgerîna nava dev” înkar dike, girtîgeh jî dibêje ‘heye’
12:07 Malbata Şenyaşar banga 9’ê Adarê kir
11:37 Komîsyona Zarokan a Wanê xeta îxbarê çalak kir
11:17 Şaredarê AKP’î îhaleyên bi 3 milyon lîreyan dan pismamê xwe
10:38 Ji hucreyê bang kir: Em ê nehêlin berxwedana jinan di bin siya êrişan de bimîne
10:27 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Li şûna çekan bangên diyalogê zêde dibin
10:14 Zanista Jinan: Kovara Jineolojiyê rêya azadiyê nîşan dide
09:20 Li Efrînê di 2 mehên dawî de 120 kes hatine revandin
09:19 Qeymeqamtiya Sûrê li 'navenda cazîbeyê' kon vegirt!
09:17 Ozsoy: Dagirkirina Ûkraynayê NATO'yê bihêztir kir
09:13 ‘Berpirsiyariya sereke ya rojnamevanan dabînkirina aştiyê ye'
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2022'YAN
04/03/2022
21:35 Polîs çûn mala Semra Guzel
17:00 Jin li qadan in: Tecrîdê rakin û girtiyên nexweş berdin
16:11 Şandeya HDP’ê serdana YNK’ê kir
16:10 Li Silêmaniyê şahiya 8’ê Adarê
16:08 Duyemîn Mihrîcana Filmên Kurd a Stenbolê di 24'ê adarê de dest pê dike
15:25 ‘Heta edalet were, em ê ji vir neçin’
15:03 Ji bo kongreya HDP'ê ya Dîlokê bang kirin
15:02 Li Cizîrê 5 kes hatin berdan
14:33 Qeyûm ji bo ‘Daristana Bahçelî’ baxçeyê çayê hilweşand
14:24 Li Amedê 8 kes hatin binçavkirin
14:18 Li Pakistanê teqîn: Herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:11 Nehêlan Gergerlîoglu biçe derveyî welat
14:08 ‘Kurdistana xweser ji bo demokratîkkirina Tirkiyê pêdiviyek e’
14:03 HDP û HDK’ê bang li Ewropayê kir: Deriyên xwe li hemû penaberan vekin
13:40 Derheqê Guzel de lêpirsîn hat destpêkirin
13:32 Malbatên girtiyan serdana Partiya Saadetê kirin
13:29 Rapora meha sibatê ya DFG’ê: 16 sal ceza li 5 rojnamevanan hat birîn
13:06 Kişanak banga avakirina Tifaqa Jinan kir: Dê bibe tifaqa aştiya civakî
12:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:00 Polîsan di serdegirtina malê de pirsa Egît Îpek kirin!
11:45 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
11:12 Girtiyê ku ‘lêgerîna nava dev’ red kir 7 meh in nayê tedawîkirin
11:11 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
11:11 Strana 'Xuçê' diyarî jinan kirin
10:44 Malbata Şenyaşar: Her kesê edaletê dixwaze bila di 9’ê adarê tev li nobeta me bibe
10:22 Muzakereya Rûsya û Ûkraynayê taloqî hevdîtina sêyemîn bû
10:08 Mitînga 8’ê Adarê ya Enqereyê dê li Anitparkê bê kirin
09:59 Erdemcî yê ji doza DÎAYDER’ê hat berdan: Dixwazin tola Stenbolê ji me hilînin
09:58 Rojeva esasî ya DBP’ê azadiya Ocalan e
09:19 Dayika Nûdem Durak bang li hunermendan kir: Xwedî li keça min derkevin
09:07 Aydogan: Azadiya Ocalan bi têkoşîneke girseyî pêkan e
09:07 Girtî Ozcan: Bi mirinê gefan li min dixwin
09:06 Jin dê li Qada Îstasyonê ji bo azadiyê biqîrin
09:05 ‘ATK ne li gor zanistê, li gor îqtidarê biryarê dide'
09:04 Jinên astengdar: Ne alîkarî, em doza jiyaneke wekhev dikin
09:03 Ozdînç: Qeyûm perçeyek konsepta şerê taybet in
09:03 Nivîskar Akdogan: Heps û zindan jî qada wêjeya kurdî ne
09:03 Li dijî 'tundiya biunîforma’ têkoşîna polîtîk
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2022'YAN
01:31 Wezîrê Çandinî û Daristanê Pakdemîrlî îstifa kir
03/03/2022
21:37 Li Cizîrê Malgazê 75 salî hat binçavkirin
16:24 'Ji bo azadiyê em her derî veguherînin qada berxwedanê’
16:21 Li cihê Gulistan Doku lê hatiye windakirin daxuyaniya 8’ê Adarê dan
16:02 Li Amedê fûara înşatê hat vekirin
15:58 Li pêşiya Girtîgeha Kurkçulerê bang kirin: Dawî li sepana ‘lêgerîna nava dev’ bînin
15:51 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve
15:37 Dozger xwest rêvebera Komeleya Rosayê bê cezakirin
15:32 Jinan li Hezexê çîrokên jinên girtî yên nexweş xwendin
14:26 Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ diyarî Emîne Şenyaşar kirin
14:06 Malbatên Girtiyan: Şandeyên serbixwe bişînin girtîgehan
14:06 Doza Kobanê: Veguherandina civakê berpirsyariya me ye
13:25 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:16 Ji bo girtina DÎAYDER'ê doz hate vekirin
13:11 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:25 Çîroka jineke kurd û xizma windakiriyekî
12:15 Ferît Şenyaşar: Dîmen di arşîva dewletê de ne
11:54 Daneyên ENAG'ê û TÛÎK'ê yên enflasyonê gelek dûrî hev in
10:59 Qaymeqam pere û parlamenterê AKP'ê jî kar teklîfî malbata Dayan kir
10:45 Gelo Erdogan heyet şandiye Rûsyayê?
10:22 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şandeya muzakereyê cara duyemîn li hev dicive
09:33 Ber bi 8'ê Adarê ve: Jinên Rojava ji bo azadiya hemû jinên cîhanê têdikoşin
09:32 Çîrokên henûn: Efsûna Welatê Min
09:21 Jinên êzdî: Em ê di 8'ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:20 Li Cizîrê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
09:07 Ezîz ê Cewo: Şerê tê kirin şerê NATO û Rûsyayê ye
09:02 Jinên Rihayê: Ewlehî tune ye
09:02 Qeyûm avahiya şaredariyê da polîsan
09:02 Dîmenên dema qetilkirina ferdên malbata Şenşayar hatine dizîn!
09:02 Dosyeya Gezer şandin AYM'ê
09:02 Pêkanînên şerê taybet ên bi destê darazê tên parastin
09:02 Tuncel: Heke jin azad nebe, civakek nikare azad bibe
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2022'YAN