Şerê Rûsya û Ûkraynayê gihîşt navenda bajaran: Ewropayê qada xwe ya hewayî ji balefirên rûs re girt

  • rojane
  • 10:10 27 Sibat 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Şerê Rûsya û Ûkraynayê di roja 4'an de gihîşt navenda bajaran. Welatên Ewropayê yek bi yek qada xwe ya hewayî ji balefirên rûs re girtin. 

Şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê ku di 24'ê sibatê de dest pê kir, di roja 4'an de berdewam dike. Amerîka û welatên Ewropayê danekirinên xwe yên li dijî Rûsyayê didomînin û şer gihîşt navenda bajarên Ûkraynayê. Piştî ku dewletên rojavayî wê ji pergala SWIFT'ê (transfera pere ya navneteweyî) derxistin,  Rûsyayê li bajarên mîna Kîev, Harkov û Lûganskê êrişî depoyên sotemenî û gaza sirûştî kir. 
 
Geşedanên li Ûkraynayê kêlî bi kêlî wiha ne:
 
15.50 FRANSA QADA XWE TA HEWAYÎ GIRT
 
Wezîrê Ragihandinê yê Fransayê, aşkera kir ku qada xwe ya hewayî ji balefirên rûs re re girtine. 
 
15.40 ÇAPEMENIYA RÛS: ÛKRAYNAYÊ QEBÛL KIR KU LI MESEYA MUZAKEREYÊ RÛNÊ 
 
Çapemeniya rûs, ragihand ku Ûkraynayê qebûl kiriye ku li bajarê Gomel ê Belarûsê bi Rûsyayê re li ser mesa muzakereyê rûnê. Ji Ûkraynayê derbarê mijarê de hê tu daxuyanî nehatiye dayîn. 
 
15.14 JAPONYA JÎ TEVLÎ DANEKIRINA SWIFTÊ DIBE 
 
Japonyayê, ragihand ku tevlî biryara derxistina banqayên rûs a ji pergala SWIFT'ê dibe. 
 
14.58  ÎSRAÎLÊ PÊŞNIYARA NAVBEYNKARIYÊ KIR 
 
Hat ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennet bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtin kiriye. Kremlînê, hevdîtinê ragihand û diyar kir ku Îsraîlê pêşniyara navbeynkariyê li Rûsyayê kiriye. Li gorî vê daxuyaniyê, Pûtîn hi Bennet re ev tişt gotiye: "Rûsya amade ye ku li Belarûsê hevdîtinan bike, lê Kîev vê firsendê bi kar nayne."
 
14.49 ZELENSKY BI LÛKAŞENKO RE HEVDîTIN KIR 
 
Serokdewletê Ûkraynayê Vladîmîr Zelensky, li ser hesabê xwe yê Telegramê ragihand ku bi Serokê Belarûsê Aleksander Lûkaşenko re hevdîtin kiriye û hûrgiliyên hevdîtinê parve nekir. Zelenzky, di saetên serê sibehê de banga ku ji bo hevdîtinên di navbera wan de li Belarûsê bên kirin qebûl nekiribû. 
 
14.35 HOLLANDA JÎ QADA XWE YA HEWAYÎ DIGIRE 
 
Wê Hollanda jî ji îşev dest pê bike qada xwe ya hewayî ji balefirên rûs re bigire. 
 
14.33 NY: 368 HEZAR ÛKRAYNAYÎ PENABER BÛNE 
 
Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku 368 hezar ûkraynayî ji welatê xwe penaber bûne derbasî welatên cîran bûne. 
 
14.26 JI DOZGERÊ RÛS GEFA CEZA 
 
Dozgerê Dewletê yê Rûs, diyar kir herkesên ku li dijî ewlehiya Ûkraynayê piştgirî bidin dewletên biyanî wê ji xiyanetê heta 20 salan bên cezakirin. 
 
14.21 ÎTALYA QADA XWE YA HEWAYÎ GIRT
 
Îtalya, ragihand ku qada xwe ya hewayî ji balefirên Rûsyayê re girtiye. 
 
13.50 ZELENSKY: ME LI DIJÎ RÛSYAYÊ DOZ VEKIR
 
Serokdewletê Ûkraynayê Vladîmîr Zelensky, diyar kir ku li dijî Rûsyayê li Dîvana Edaletê ya Navneteweyî doz vekirine. 
 
13.44 YEWNANISTANÊ AMÛRÊN PARSTINÊ JI ÛKRAYNAYÊ RE DIŞÎNE
 
Serokwezîriya Yewnanistanê, aşkera kir ku wê alîkariya mirovî û amûrên parastinê ji Ûkraynayê re bişînin. 
 
13.38 ALMANYAYÊ JI BO 3 MEHAN QADA XWE YA HEWAYÎ GIRT
 
Wezareta Ragihandinê ya Almanyayê, aşkera kir ku heta 3 mehan qada xwe ya hewayî ji balefirên rûs re girtiye. Îzlanda jî qada xwe ya hewayî ji balefirên rûs re girt. 
 
13.22 SEROKWEZÎRÊ ALMANYAYÊ: MAFÊ ME YÊ DANEKIRINÊN ZÊDE VEŞARÎ YE
 
Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, angaşt kir ku Pûtîn hewl dide împarastorriya rûs ava bike û ev tişt got: "Bêyî ku tiştekî weke tabû bibînin, em mafê xwe yê ferzkirina danekirina veşarî digirin." Her wiha Scholz, got ku wê her dera xaka NATO'yê biparêzin û Artêşa Almanyayê bi hêz bikin. 
 
12.55 BELÇÎKA Û DANÎMARKA JÎ QADA XWE YA HEWAYÎ GIRTIN
 
Belçîka jî qada xwe ya hewayî ji balefirên rûs re girt. 
 
12.55 DANÎMARKA QADA XWE YA HEWAYÎ GIRT 
 
Danîmaraka qada xwe ya hewayî ji balafirên rûs re girt. Welatên ku heta niha qada xwe ya hewayî ji balefirên Rûsyayê re girtine wiha ne: Îrlanda, Almanya, Danîmarka, Îzlanda, Îtalya, Belçîka, Îngilistan, Slovenya, Komara Çek, Polonya, Lîtvanya, Letonya, Estonya, Fînlandiya, Romanya û Bulgaristan.
 
12.52 '4 HEZAR Û 300 LEŞKERÊN RÛS HATIN KUŞTIN'
 
Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Ûkraynayê, da zanîn ku ji roja êrişên Rûsyayê dest pê kirine ve 4 hezar û 300 leşkerên rûs hatine kuştin û 146 tankên rûs hatin têkbirin. 
 
12.38 DIBE KU FIRÎNA BALEFIRÊN RÛS BÊ QEDEXEKIRIN!
 
Li gorî nûçeyeke ku Reûtersê derbas kiriye; rayedarekî Yekitiya Ewropayê, gotiye ku dibe firîna balefirên rûs li tevahiya Eropayê bê qedexekirin û pakêteke nû ya danekirinan li ser Rûsyayê bê aşkerakirin.
 
12.22 SEFÎRÊ ÛKKRAYNAYÊ: MAŞALLAH BAYRAKTAR SÎHA
 
Sefîrê Ûkraynayê yê Enqerê, li ser hesabê xwe yê twîtterê dîmenek parve kir û ev tişt nivîsand: "Serfermandarê Artêşa Ûkraynayê - Ji Bayraktar TB2 SÎHA'yan re Maşallah."
 
12.07 ‘RÛSYA ÎNÎSİYATÎFÊ WINDA KIR'
 
Şêwirmendê Zelensky Oleksy Arestovych, angaşt kir ku ji ber Rûsya înîsiyatîfê winda kiriye ji bo hevdîtinan heyet şandiye Belarûsê. Arestovych, diyar kir ku Rûsya nikare ber bi başûrê Ûkraynayê ve bi pêş ve biçe û nîvê wesayîtên Rûsyayê ku ketine Harkovê îmha kirine û rojavayê Kîevê di bin kontrola wan de ye.
 
11.54 ÎNGILISTAN: HE BÊTIR DANEKIRIN
 
Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê Truss, ev tişt got: "Di hefteyên pêşiya me de em ê hê bêtir olîgark bi danekirinan hedef bigirin."
 
11.51 BANKAYA NAVENDÎ YA RÛSYAYÊ: EM XWEDIYÊ ÇAVKANIYA PÊWÎST IN
 
Bankaya Navendî ya Rûsyayê: Ji bo parastina aramiya sektora fînansê em xwedî çavkaniyên pêwîst in. 
 
11.50 ZELENSKY: BILA KOALÎSYONA NAVNETEWEYÎ BÊ AVAKIRIN 
 
Zelensky, bang kir ku 'koalîsyoneke navneteweyî' ya alîgirê Ûkraynayê bê avakirin. 
 
11.40 LÛKAŞENKO: DIBE KU EM JÎ OPERASYONEKE TAYBET BIDINE DESTPÊKIRIN
 
Serokdewletê Belarûsê Aleksandr Lûkaşenko, angaşt kir ku welatiyên wan ên li Ûkraynayê tên tacîzkirin û got ku heke ev rewş berdewam bike dibe ku ew jî li dijî Ûkraynayê dest bi operasyoneke taybet bikin. Lûkaşenko, diyar kir ku hemû pêşniyarên ku Moskovê pêşkêş kiriye ji rayedarên Ûkraynayê re ragihandine û got ku destpêkê qebûl kirine û piştre jî red kirine. Lûkaşenko, bang li Ûkraynayê kir û got ku heke Ûkraynay naxwaze wesfa xwe ya dewletbûnê winda bike divê bi Moskovê re li ser mesê rûnê.
 
11.32 PESKOV: DIBE KU OPERASYONA LEŞKERÎ RAWESTE 
 
Berdevkê Kremlînê Dimîtry Peskov, got ku ji Ûkraynayê re gotine ku dema hevdîtin berdewam bikin dibe ku operasyona leşkerî raweste. 
 
10.32 ZELENSKÎ: HEKE ÊRIŞ RAWEST IN EM JI MUZAKEREYAN RE AMADE BE
 
Serokdewletê Ûkranyanê Vladîmîr Zelensky, ev bersiv da daxuyaniya Kremlînê ya "Heyeta me li Belarûsê, li benda ûkraynayiyan e": "Heke Rûsyayê ji xaka Belarûsê êrişê nekiribûna, li Minskê hevdîtin pêkan bûn. Ji bo devereke ku êrişî Ûkraynayê nekiribe ji hevdîtinan re vekirî me." Zelensky, ji bo hevdînan li şûna Belarûsê Stenbol, Varşova, Bakû û Bûdapeşteyê pêşniayrî Rûsyayê kir. 
 
10.20 FÎNLANDIYA QADA XWE YA HEWAYÎ GIRT 
 
Fînlandiyayê qada xwe ya hewayî ji balaefirên rûs re girt. 
 
10.12 RUSYA: JI BI MUZAKEREYAN EM LI BENDA ÛKRAYNAYIYAN E
 
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Riayê; Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov, diyar kiriye ku Rûsya ji muzakereyan re amade ye û Moskov li benda ûkraynayiyan e. Peskov, diyar kir ku heyeta wan ji bo hevdîtinên bi ûkraynayiyan re gihîştiye Belarûsê. 
 
09.31 ZELENSKY: YEKÎNEYÊN DILDAR AVA BIKIN 
 
Serokdewletê Ûkraynayê Vladîmîr Zelensky, ragihand ku wê ji bo dildarên ku ji derveyî welat bên yekîneyek ava bikin. Zelensky, di daxuyaniya xwe de ev tişt got: "Wê ev bibe delîlela bingehîn ku hûn piştgirî didin welatê me."
 
09.10 LI KÎEVÊ DENGÊ SÎRENAN BILIND DIBE
 
Ajansa Nûçeyan a Reûtersê ragihand ku li Kîevê dengê sîrenan bilind dibne. 
 
08.48 LEŞKERÊN RÛS KETIN HARKOVÊ
 
Wezareta Karên Hundir a Ûkraynayê, aşkera kir ku leşkerên rûs ketine bajarê duyemîn mezin ê Ûkraynayê Harkovê. 
 
08.30 SEFÎRÊ ÛKRAYNA: EM Ê QEZENC BIKIN 
 
Sefîrê Ûkraynayê yê Enqerê, li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyek da û angaşt kir ku wê hewldanên leşkerî yên Rûsyayê li Ûkraynayê bi ser nekevin û ew ê qezen bikin. 
 
08.00 GOOGLEYÊ DANEKIRIN DANÎN SER ÇAPAMENIYA RÛS 
 
Googleyê danekirin danîn ser çapameniya rûs û astentg kir malperên înternetê yên Dewleta Rûsyayê, sepan û hesabên YouTubê qezencê bi dest bixin. 
 
07.15 BM: 64 SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DA
 
Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî (OCHA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY), ragihand ku heta niha li Ûkraynayê 64 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û 240 sivîl jî birîndar bûne. 
 
06.21 JI ÛKRAYNAYÊ DAXUYANIYA MUZAKEREYAN 
 
Alîkarê Serokê Ofîsa Serokdewletiya Ûkraynayê Mîhaîl Podolyak, muzakereyên muhtemel ên bi Rûsyayê re bên kirin wê Ûkrayna di pozîsyona ferzkirinê de be. 
 
06.00 ÊRÎŞ LI DEPOYA SOTEMENIYÊ YA NÊZÎ KÎEVÊ HAT KIRIN
 
Li bajaroka Vasylkîvê ya li rojavayê başûr ê Ûkraynayê ku bi qasî 30 kîlometreyan dûrî Kîevê ye ji aliyê hêzên rûs êriş li depoyeke sotemeniyê hat kirin. Şaredarê Vasylkîvê Natalîa Balasînovîch, da zanîn ku moşekên Rûsyayê depoya sotemeniyê ya li rex baregeheke hewayî dane û ev tişt got: "Dijmin dixwaze her tiştî tune bike."
 
Rayedaran, hişyariya dûman bijehr kirin û ji welatiyan xwestin ku paceyên xwe bigirin; gelek kes ketin stasyonên metroyê û stargehan. 
 
05.58 LI HARKOVÊ ÊRIŞ LI XETA GAZA SIRÛŞTÎ HAT KIRIN
 
Li bajarê duyemîn mezin ê Ûkraynayê Harkov ku li bakurê rojhilatê welat e jî êriş li xeteke gaza sirûştî hat kirin. Rayedaran, ragihand ku hêzên rûs êrişî xetê kirine. 
 
05.55 ‘ARTÊŞA ÛKRAYNA ÊRIŞÎ DEPOYA SOTEMENIYÊ KIR'
 
Koma ku serxwebûna Lûganskê diparêze jî ragihand ku Artêşa Ûkraynayê li bajaroka Rovenky êrişî depoyeke sotemeniyê kiriye. 
 
05.00 MACRON BANG LI LÛKAŞENKO KIR
 
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron, bi telefonê bi Serokkomarê Belarûsê Aleksandr Lûkaşenko re hevdîtin kir û jê daxwaz kir ku yekîneyên rûs bi awayekî lez ji Belarûsê veqetin. 
 
 

Sernavên din

05/03/2022
20:03 Rêvebiriya Xweser 8'ê Adarê kir roja betlaneya fermî
18:38 Ji ber ku Tûglûkê nikaribûye pirsa 'serokkomar kî ye?' bibersivîne, bi ser de kirine qîreqîr!
17:04 ‘Bi hiqûqa dijminatiyê nêzî girtiyan dibin’
16:41 Coşa 8’ê Adarê berdewam dike
16:29 Ji bo jinên girtî yên nexweş banga berdanê
16:14 ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta jinên jinên winda pirsî
16:12 Panela yekemîn a Konferansa Feylî û Êzdiyan bi dawî bû
16:12 TMMOB û KESK’ê serdana Nobeda Edaletê kir
15:59 ÎHD’ê bi boneya 8’ê Adarê bal kişand ser rewşa jinên girtî yên nexweş
15:05 Jinên hatine windakirin û qetilkirin bi bîr xistin
14:59 Pekoz: Wexta ku Ocalan diaxive dengê aştiyê bilind dibe
14:35 KESK'ê li Amedê xwest xala 35’emîn û sepanên OHAL’e werin rakirin
14:33 TUHAY-DER: Em ê têkoşîna xwe li ser rêça Garîbeyê bidomînin
14:18 Jinan li pêşiya girtîgehê bang kir: Tecrîdê bi dawî bikin, girtiyan berdin
13:41 'Hezar sal jî derbas bibin em ê têkoşîna edaletê bidomînin’
13:40 Di meha sibatê de 24 jin hatin qetilkirin
13:26 Wezaret ‘lêgerîna nava dev” înkar dike, girtîgeh jî dibêje ‘heye’
12:07 Malbata Şenyaşar banga 9’ê Adarê kir
11:37 Komîsyona Zarokan a Wanê xeta îxbarê çalak kir
11:17 Şaredarê AKP’î îhaleyên bi 3 milyon lîreyan dan pismamê xwe
10:38 Ji hucreyê bang kir: Em ê nehêlin berxwedana jinan di bin siya êrişan de bimîne
10:27 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Li şûna çekan bangên diyalogê zêde dibin
10:14 Zanista Jinan: Kovara Jineolojiyê rêya azadiyê nîşan dide
09:20 Li Efrînê di 2 mehên dawî de 120 kes hatine revandin
09:19 Qeymeqamtiya Sûrê li 'navenda cazîbeyê' kon vegirt!
09:17 Ozsoy: Dagirkirina Ûkraynayê NATO'yê bihêztir kir
09:13 ‘Berpirsiyariya sereke ya rojnamevanan dabînkirina aştiyê ye'
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2022'YAN
04/03/2022
21:35 Polîs çûn mala Semra Guzel
17:00 Jin li qadan in: Tecrîdê rakin û girtiyên nexweş berdin
16:11 Şandeya HDP’ê serdana YNK’ê kir
16:10 Li Silêmaniyê şahiya 8’ê Adarê
16:08 Duyemîn Mihrîcana Filmên Kurd a Stenbolê di 24'ê adarê de dest pê dike
15:25 ‘Heta edalet were, em ê ji vir neçin’
15:03 Ji bo kongreya HDP'ê ya Dîlokê bang kirin
15:02 Li Cizîrê 5 kes hatin berdan
14:33 Qeyûm ji bo ‘Daristana Bahçelî’ baxçeyê çayê hilweşand
14:24 Li Amedê 8 kes hatin binçavkirin
14:18 Li Pakistanê teqîn: Herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:11 Nehêlan Gergerlîoglu biçe derveyî welat
14:08 ‘Kurdistana xweser ji bo demokratîkkirina Tirkiyê pêdiviyek e’
14:03 HDP û HDK’ê bang li Ewropayê kir: Deriyên xwe li hemû penaberan vekin
13:40 Derheqê Guzel de lêpirsîn hat destpêkirin
13:32 Malbatên girtiyan serdana Partiya Saadetê kirin
13:29 Rapora meha sibatê ya DFG’ê: 16 sal ceza li 5 rojnamevanan hat birîn
13:06 Kişanak banga avakirina Tifaqa Jinan kir: Dê bibe tifaqa aştiya civakî
12:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:00 Polîsan di serdegirtina malê de pirsa Egît Îpek kirin!
11:45 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
11:12 Girtiyê ku ‘lêgerîna nava dev’ red kir 7 meh in nayê tedawîkirin
11:11 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
11:11 Strana 'Xuçê' diyarî jinan kirin
10:44 Malbata Şenyaşar: Her kesê edaletê dixwaze bila di 9’ê adarê tev li nobeta me bibe
10:22 Muzakereya Rûsya û Ûkraynayê taloqî hevdîtina sêyemîn bû
10:08 Mitînga 8’ê Adarê ya Enqereyê dê li Anitparkê bê kirin
09:59 Erdemcî yê ji doza DÎAYDER’ê hat berdan: Dixwazin tola Stenbolê ji me hilînin
09:58 Rojeva esasî ya DBP’ê azadiya Ocalan e
09:19 Dayika Nûdem Durak bang li hunermendan kir: Xwedî li keça min derkevin
09:07 Aydogan: Azadiya Ocalan bi têkoşîneke girseyî pêkan e
09:07 Girtî Ozcan: Bi mirinê gefan li min dixwin
09:06 Jin dê li Qada Îstasyonê ji bo azadiyê biqîrin
09:05 ‘ATK ne li gor zanistê, li gor îqtidarê biryarê dide'
09:04 Jinên astengdar: Ne alîkarî, em doza jiyaneke wekhev dikin
09:03 Ozdînç: Qeyûm perçeyek konsepta şerê taybet in
09:03 Nivîskar Akdogan: Heps û zindan jî qada wêjeya kurdî ne
09:03 Li dijî 'tundiya biunîforma’ têkoşîna polîtîk
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2022'YAN
01:31 Wezîrê Çandinî û Daristanê Pakdemîrlî îstifa kir
03/03/2022
21:37 Li Cizîrê Malgazê 75 salî hat binçavkirin
16:24 'Ji bo azadiyê em her derî veguherînin qada berxwedanê’
16:21 Li cihê Gulistan Doku lê hatiye windakirin daxuyaniya 8’ê Adarê dan
16:02 Li Amedê fûara înşatê hat vekirin
15:58 Li pêşiya Girtîgeha Kurkçulerê bang kirin: Dawî li sepana ‘lêgerîna nava dev’ bînin
15:51 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve
15:37 Dozger xwest rêvebera Komeleya Rosayê bê cezakirin
15:32 Jinan li Hezexê çîrokên jinên girtî yên nexweş xwendin
14:26 Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ diyarî Emîne Şenyaşar kirin
14:06 Malbatên Girtiyan: Şandeyên serbixwe bişînin girtîgehan
14:06 Doza Kobanê: Veguherandina civakê berpirsyariya me ye
13:25 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:16 Ji bo girtina DÎAYDER'ê doz hate vekirin
13:11 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:25 Çîroka jineke kurd û xizma windakiriyekî
12:15 Ferît Şenyaşar: Dîmen di arşîva dewletê de ne
11:54 Daneyên ENAG'ê û TÛÎK'ê yên enflasyonê gelek dûrî hev in
10:59 Qaymeqam pere û parlamenterê AKP'ê jî kar teklîfî malbata Dayan kir
10:45 Gelo Erdogan heyet şandiye Rûsyayê?
10:22 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şandeya muzakereyê cara duyemîn li hev dicive
09:33 Ber bi 8'ê Adarê ve: Jinên Rojava ji bo azadiya hemû jinên cîhanê têdikoşin
09:32 Çîrokên henûn: Efsûna Welatê Min
09:21 Jinên êzdî: Em ê di 8'ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:20 Li Cizîrê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
09:07 Ezîz ê Cewo: Şerê tê kirin şerê NATO û Rûsyayê ye
09:02 Jinên Rihayê: Ewlehî tune ye
09:02 Qeyûm avahiya şaredariyê da polîsan
09:02 Dîmenên dema qetilkirina ferdên malbata Şenşayar hatine dizîn!
09:02 Dosyeya Gezer şandin AYM'ê
09:02 Pêkanînên şerê taybet ên bi destê darazê tên parastin
09:02 Tuncel: Heke jin azad nebe, civakek nikare azad bibe
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2022'YAN