Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 5’emîn de ye: Hevdîtina Rûsya û Ûkraynayê dest pê kir

  • rojane
  • 09:52 28 Sibat 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Şerê di navbera Rûsyayê û Ukraynaê de di roja 5’emîn de ye. Ji xeynî Tirkiyê ji her deverê dinyayê biryarên cezakirina Rûsyayê hene. Şêwirmendê Serokatiya Dewleta Ûkraynayê Mykhailo Podolyak daxuyand ku hevdîtina wan a li gel Rûsyayê dest pê kir. 
 
Rûsyayê di 24’ê Sibatê de li dijî Ukraynayê şer da destpêkirin. Şer li bajarên li qeraxê Derya Reş dijwar bûye. Wezareta Tenduristiyê ragihand ku 14’ê jê zarok 352 sivîl mirin e. Ji xeynî Tirkiyeyê ji her devera welatên cîhanê derbarê aboriya Rûsyayê de biryarên cezakirinê girtin. Fermana Putin a ku di nav de çekên nukleerî jî di nav de hêzên berteng amade bin, rageşiyê gihand de asteke bilind.
 
Yekîtiya Ewropayê di dîrokê de cara ewil dê bi bihayê 450 milyon Euro çek, bi bihayê 50 milyon Euro sotemenî û gelek amûrên din ji bo Ukraynayê bişîne. Di nava amûrên dê bên şandin de balafirên şer jî hene. 
 
Li aliyê din Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbû jî biryara pêşnûmeya ku bi beşdariya 193 welatên endam Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî îro bi mijara Ukraynayê bi awayek awarte bicive erê kir. 
 
Hemû awir zivirîn ser hevdîtin ango muzakereya Rûsyayê û Ukraynayê ya dê îro li ser agirbestê were kirin. Çaverê ye ku dê ka çi ji vê muzakereyê derkeve. 
 
Hemû hûrguliyên li ser xeta Rûsya û Ukraynayê diqewimin kêlî bi kêlî wiha ne:
 
22.25 HEVDÎTINA DIN DÊ LI SÎNORÊ POLONYA-BELARÛSÊ BÊ ÇÊKIRIN
 
Cîgirê Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladîmîr Medînskiy piştî civîna li Belarûsê ya şandeyên Moskova û Kievê daxuyanî da. Medînskiy, daxuyand ku hevdîtin nêzî 5 saetan dewam kiriye û hevdîtina bê dê li sînorê Polonya-Belarûsê bê kirin û got: "Me û Ûkraynayê biryara domandina guftûgoyê da. Hevdîtina dudoyan, dê çend rojên din li sînorê Polonya-Belarûsê bê çêkirin." 
 
 
20.11 ZELENSKÎ SERLÊDANA JI BO TEVLÊBÛNA YE'YÊ ÎMZE KIR
 
Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelînskiy ragihand ku daxwaznameya ji bo tevlêbûna Yekîtiya Ewropayê (YE) îmze kiriye.
 
20.09 PIŞTÎNÎYA REŞ A PÛTÎN HAT BETALKIRIN
 
Federasyona Tekwandoyê ya Cîhanê piştînîya reş a Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn betal kir. 
 
19.45 HEVDÎTIN BI DAWÎ BÛN
 
Civîna di navbera şandeyên Moskovayê û Kîevê de ya li Belarûsê piştî 6 saetan bi dawî bû. 
 
18.55 LI ÎZLANDAYÊ ÊRIŞ BIRIN SER BALYOZXANEYA RÛS 
 
Balyozê Rûsyayê yê Reykjavîkê Mîhaîl Noskov, hat diyarkirin ku êrişî Balyozxaneya Rûsyayê ya li Îzlandayê hatiye kirin û gef li dîplomatan hatiye xwarin. 
 
18.24 TÛRA SISÊYAN A HEVDÎTINAN DEST PÊ KIR 
 
Şêwirmendê Îdareya Ofîsa Serokatiya Dewletê ya Ûkraynayê Mihail Podolyak, daxuyand ku hevdîtinên di navbera Rûsya-Ûkraynayê de yên li Belarûsê didomin. Podolyak got: "Guftûgoya di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de diome. Piştî çend deqeyan dê tûra sisêyan a hevdîtinan dest pê bike." 
 
15.32 JI AMERÎKAYÊ DANIKIRINÊN NÛ 
 
Wezareta Xezîneya ya Amerîkayê, aşkera kir ku li dijî Banqaya Navendî ya Rûsyayê biryareke nû ya danekirinê girtine. Wezaretê, ji bo Banqaya Navendî ya Rûsyayê û Fona Hebûnê ya Rûsyayê xwe gihandina rezervên dolar birî. 
 
15.28 AMERÎKAYÊ XEBATÊN XWE YÊN Lı MıNSKê RAWESTAND 
 
Sefaretxaneya Amerîkayê ya Minskê, ragihand ku operasyonên xwe dane sekinandin. 
 
 15.17 KOMÎSYONA YE KOM DIBE
 
Serokên Fransa, Îtalya, Almanya û Yekitiya Ewropayê bi saeta Tirkiyeyê saet di 22.30'an de li hev kom dibin û wê hevdîtinan bikin. 
 
15.14 400 HEZAR PENABER GIHÎŞTIN YE'YÊ
 
Yekitiya Ewropayê (YE), ragihand ku ji roja şer dest pê kiriye heta niha 400 hezar penaber gihîştine YE'yê û li bendê ye ku hê bi milyonan jî penaber bên. 
 
14.24 PESKOV: WÊ DAXWAZ NEYÊN AŞKERAKIRIN
 
Berdevkê Kremlînê Dmîtry Peskov, diyar kir ku wê di hevdîtinên muzakereyê yên li Belarûsê de pozîsyon û daxwaz ji raya giştî re neyên aşkerakirin û hevdîtin bi awayekî bêdeng bedewam bikin. 
 
14.20 YE'YÊ JJI ÛKRAYNAYÊ DAXWAZ KIR KU BI "LZGÎNÎ" SERLÊDANA XWE BIKE 
 
Yekitiya Ewropayê, ji Ûkraynayê daxwaz kir ku serlêdana xwe ya endamtiyê bi "lezgînî" bike. 
 
14.20 TIRKIYE: BILA WELATIYÊN ME XWE BIGIHÎNIN STASYONA TRÊNÊ YA HARKÎVÊ
 
Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Kîevê, ragihand ku wê îro saet di 20.00'an de ji bo veguhastina welatiyên Tirkiyeyê yên li bajarê Harkîvê trênek bê radibe. Daxuyaniya sefaretxaneyê wiha ye: "Welatiyên me yên hêja, wê (28.02.2022) îro saet di 20.00'an de ji bajarê Harkîv trênek tenê ji bo veguhastina welatiyên me ber bi bajarê Çernîvtsî yê Romanyayê bê rakirin. Divê hemû welatiyên me heta saet 15.00'an xwe bigihînin gara trênê ya Harkîvê."
 
13.02 KREMLIN: ŞANDINA ÇEKAN A YE TALÛKE YE 
 
Berdevkê Kremlinê Dimitri Peskov diyar kir ku ew peydakirina çekan wek bêîstîkrarî û talûke dibînin û YE li hember wan bi dijminatî tevdigere û got: “Ev rewş nîşan dide ku tevdîrên me yên bêçekkirina Ûkraynayê me mafdar derdixe.”
 
01.20 HEVDÎTINÊ DEST PÊ KIR 
 
Şêwirmendê Serokatiya Dewleta Ûkraynayê Mykhailo Podolyak daxuyand ku hevdîtina wan a li gel Rûsyayê dest pê kir. 
 
12.30 STOLTENBERG: NATO PERGALÊN PARASTINA HEWAYÊ DIŞÎNE 
 
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg daxuyand ku hevkarên NATO’yê piştevaniya xwe pergala parastina hewayî û çekên antîtank ji bo Ukraynayê bişînin zêde kirine. 
 
12.19 JI BALYOZXANEYA STENBOLÊ YA RÛSYAYÊ DAXUYANIYA MONTRO 
 
Balyozxaneya Stenbolê ya Rûsyayê daxuyand ku ji bo ku Tengavên Tirkiyê ji bo keştiyên Rûs werin girtin tu agahî neçûne ber destê wî. Di daxuyaniya ku ji Sputnik Îngîlîzî re hat dayîn de hat diyarkirin ku di vî warî de tu agahî nehatine bidestxistin. Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku mijarên têkildarî pêkanîna Peymana Tengava Montroyê di serî de di navbera Balyozxaneya Federasyona Rûsyayê ya li Enqereyê û Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê de hatin gotûbêjkirin.
 
 12.06 NYM: 102 SIVÎL MIRIN E  
 
Komiserê Bilind ê Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Michelle Bachelet diyar kir ku têkildarî mirinên sivîlan hejmar gihîştiye 102 kesan û 304 kes jî birîndar bûne. 

12.02 ZELENSKIY: MIJARA SEREKE AGIRBESTA LEZGÎN E

Serokêdewletê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy beriya şandeyên Rûs û Ukraynayê li Belarûsê muzakere bikin daxuyanî da û got: “Di muzakereyan de mijara sereke demildest agirbest e û divê yekîneyên Rûs ji Ukraynayê vekişin.”

11.47 NY DÊ LI CENEVÊ BICIVE

Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî qebûl kir ku ew ê li ser daxwaza Ukraynayê vê hefteyê li ser dagirkirina Rûs li Cenevê civînek lezgîn li dar bixe.

11.33 ŞANDEYA UKRAYNA LI BELARÛSÊ YE

Şandeya Ukraynayê li Belarûsê ye û gihîşt cihê muzakereya ku bi Rûsyayê bê kirin.

11.29 BELARÛS: EM LI BENDA HATINA ŞANDEYAN IN 
 
Wezareta Karên Derve ya Belarûsê ode û maseya ku wê Ukrayna-Rûsya lê hevdîtinê bikin, di hesabê xwe yê Twitterê de belav kir û got: “Ji bo em mazûvaniya hevdîtina Rûsya-Ukrayna bikin, her tişt amade ye. Em li benda hatina şandeyan in.”
 
10.44 SEHAYA HEWAYÎ DI KONTROLA RÛSAN DE YE 
 
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku sehaya hewayî ya Ukraynayê bi temamî kirine bin kontrolê. 
 
10.30 BAJARÊN BERDYANSK Û ENEDHODAR DI KONTROLA RÛSYAYÊ DE NE 
 
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyand ku yekîneyên Rûs bajarên Berdyansk û Enerhodar ên li başûr û rojhilatê Ukraynayê ne xistine bin kontrola xwe. Li gorî nûçeya Interfaxê hat ragihandin ku yekîneyên rûsî derdora santrala nukleer a Zaporizhzhya kontrol kirine û santral bi awayek asayî dixebite. 
 
10.03 YEWNANISTANÊ SEHAYA XWE YA HEWAYÎ GIRT 
 
Li gorî nûçeya Reutersê hat zanîn ku Yewnanistanê sehaya xwe ya hewayî ji balafirên Rûsyayê re girtiye. 
 
09.53 ÊRIŞÊN HÊZÊN RÛSÎ HATINE HÊDÎKIRIN 
 
Artêşa Ukraynayê ragihand ku wan leza êrişên hêzên Rûsî hêdî kirine.
 
09.51 QEDEXEYA LI KÎEVÊ BI DAWÎ BÛ 
 
Li paytexta Ukraynayê Kîevê serê sibehê qedexeya derketina derve bi dawî bû. Gelê Kîevê jî bi rakirina qedexeyê re ji stargehan derket. 
 
09.17 DÊ HEVDÎTIN HEYA ÇEND SAETAN DEST PÊ BIKE 
 
Li gorî nûçeya di Sputnikê de cih digire, hevdîtina li Belarûsê heya çend saetan dê dest pê bike. 
 
8.10 BANKEYA NAVENDÎ YA RÛSYAYÊ QEDEXE DANÎ SER BIYANIYAN 
 
Bankaya Navendî ya Rûsyayê saeta destpêkirina karûbarên piyasaya dovîzê li paş xist û li ser navê mişteriyên biyanî firotina nirxên menkula Rûs bi awayek demkî qedexe kir. Bankayê daxuyaniyek nivîskî da û got dê saet li 10.00’an dest bi kar bikin. 
 
07.29 WEZÎRÊN ENERJIYÊ YÊN YEKÎTIYA EWROPA DICIVIN 
 
Wezîrên enerjiyê yên welatên Yekîtiya Ewropayê dê li Brukselê bi awayek awarte bicivin û civîn li dar bixin. Wezîr bi fikar in ku wê Rûsya gaza dişîne Ewropayê kêm bike. 
 
07.24 RUBLEYÊ RÛS NIRX WINDA DIKE 
 
Bi vebûna piyasayê re rubleyên Rûs li hemberî dolar ji sedî derdora 30’yî nirx winda kir. 
 
06.32 ZELENSKIY: VÎ 24 SAETÊ PÊŞ KRÎTÎK E 
 
Serokwezîrê Îngîlistanê Boris Johnson û Serokdewletê Ukraynayê Vladamir Zelenskiy duh bi telefonê hevdîtinek kiribûn. Zelenskiy destnîşan kir ku li tevahiya welat şer berdewam dike û di vî 24 saetên pêşiya me de ji bo siberoja Ukraynayê xwedî grîngiyek krîtîk e. 
 
05.55 LI KÎEVÊ Û HARKOVÊ DENGÊ TEQÎNAN 
 
Serê sibehê li paytext Kievê û bajarê Harkov ê ku duyemîn mezin e teqînanan rû da. 
 
00:35 HEVDÎTIN DÊ SERÊ SIBEHÊ PÊK WERE 
 
Siyasetnasê Belarûsî Yuriy Voskresenskiy ku tê zanîn nêzî organîzatorên hevdîtinên ku tê payîn Rûsya û Ukraynayê bikin, diyar kir ku civîna aliyan wê danê sibê li herêma Gomel a Belarûsê pêk were. Voskresenskiy diyar kir ku heyeta Ukraynayê ji ber sedemên ewlehiyê wê bi rêya Polonyayê biçe cihê hevdîtinê. 
 
01.27: EREBISTANA SIÛDÎ Û FRANSA HEVDÎTIN KIRIN 
 
Prensê Velîaht ê Erebistana Siûdî Muhammed bin Selman û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, bi rêya telefonê derbarê şerê Rûsya û Ukraynê de axivîn. 
 
01.26 BAJARÊ BERDYANSK KET DESTÊ RÛSYAYÊ 
 
Hêzên Rûsî hemû avahiyên cemaweriyê yên li bajarê Berdyanskê xistin bin kontrola xwe. 
 
00.30 KATAR Û FRANSA LI SER TELEFONÊ HEVDÎTIN KIRIN 
 
Emirê Katarê Şeyh Temim bin Hamed Al Sani, têkildarî şerê Rûsyayê û Ukraynayê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re bi telefonê axivî. 
 
00.20 FRANSA XWEST WELATIYÊN WAN ÊN LI BELARÛSÊ Û RÛSYAYÊ VEGERIN 
 
Fransa ji welatiyên xwe yên li Rûsyayê û Belarûsê dimînin xwest “demildest” vegerin. 
 
00.15 RÛSYA: HEZAR Û 67  TESÛSÊN LEŞKERÎ HATIN ÎHMAHIRIN 
 
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê eşkere kir ku di operasyona leşkerî ya li dijî Ukraynayê de hezar û 67 tesîsên leşkerî hatine îmhakirin. 
 

Sernavên din

05/03/2022
20:03 Rêvebiriya Xweser 8'ê Adarê kir roja betlaneya fermî
18:38 Ji ber ku Tûglûkê nikaribûye pirsa 'serokkomar kî ye?' bibersivîne, bi ser de kirine qîreqîr!
17:04 ‘Bi hiqûqa dijminatiyê nêzî girtiyan dibin’
16:41 Coşa 8’ê Adarê berdewam dike
16:29 Ji bo jinên girtî yên nexweş banga berdanê
16:14 ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta jinên jinên winda pirsî
16:12 Panela yekemîn a Konferansa Feylî û Êzdiyan bi dawî bû
16:12 TMMOB û KESK’ê serdana Nobeda Edaletê kir
15:59 ÎHD’ê bi boneya 8’ê Adarê bal kişand ser rewşa jinên girtî yên nexweş
15:05 Jinên hatine windakirin û qetilkirin bi bîr xistin
14:59 Pekoz: Wexta ku Ocalan diaxive dengê aştiyê bilind dibe
14:35 KESK'ê li Amedê xwest xala 35’emîn û sepanên OHAL’e werin rakirin
14:33 TUHAY-DER: Em ê têkoşîna xwe li ser rêça Garîbeyê bidomînin
14:18 Jinan li pêşiya girtîgehê bang kir: Tecrîdê bi dawî bikin, girtiyan berdin
13:41 'Hezar sal jî derbas bibin em ê têkoşîna edaletê bidomînin’
13:40 Di meha sibatê de 24 jin hatin qetilkirin
13:26 Wezaret ‘lêgerîna nava dev” înkar dike, girtîgeh jî dibêje ‘heye’
12:07 Malbata Şenyaşar banga 9’ê Adarê kir
11:37 Komîsyona Zarokan a Wanê xeta îxbarê çalak kir
11:17 Şaredarê AKP’î îhaleyên bi 3 milyon lîreyan dan pismamê xwe
10:38 Ji hucreyê bang kir: Em ê nehêlin berxwedana jinan di bin siya êrişan de bimîne
10:27 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Li şûna çekan bangên diyalogê zêde dibin
10:14 Zanista Jinan: Kovara Jineolojiyê rêya azadiyê nîşan dide
09:20 Li Efrînê di 2 mehên dawî de 120 kes hatine revandin
09:19 Qeymeqamtiya Sûrê li 'navenda cazîbeyê' kon vegirt!
09:17 Ozsoy: Dagirkirina Ûkraynayê NATO'yê bihêztir kir
09:13 ‘Berpirsiyariya sereke ya rojnamevanan dabînkirina aştiyê ye'
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2022'YAN
04/03/2022
21:35 Polîs çûn mala Semra Guzel
17:00 Jin li qadan in: Tecrîdê rakin û girtiyên nexweş berdin
16:11 Şandeya HDP’ê serdana YNK’ê kir
16:10 Li Silêmaniyê şahiya 8’ê Adarê
16:08 Duyemîn Mihrîcana Filmên Kurd a Stenbolê di 24'ê adarê de dest pê dike
15:25 ‘Heta edalet were, em ê ji vir neçin’
15:03 Ji bo kongreya HDP'ê ya Dîlokê bang kirin
15:02 Li Cizîrê 5 kes hatin berdan
14:33 Qeyûm ji bo ‘Daristana Bahçelî’ baxçeyê çayê hilweşand
14:24 Li Amedê 8 kes hatin binçavkirin
14:18 Li Pakistanê teqîn: Herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:11 Nehêlan Gergerlîoglu biçe derveyî welat
14:08 ‘Kurdistana xweser ji bo demokratîkkirina Tirkiyê pêdiviyek e’
14:03 HDP û HDK’ê bang li Ewropayê kir: Deriyên xwe li hemû penaberan vekin
13:40 Derheqê Guzel de lêpirsîn hat destpêkirin
13:32 Malbatên girtiyan serdana Partiya Saadetê kirin
13:29 Rapora meha sibatê ya DFG’ê: 16 sal ceza li 5 rojnamevanan hat birîn
13:06 Kişanak banga avakirina Tifaqa Jinan kir: Dê bibe tifaqa aştiya civakî
12:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:00 Polîsan di serdegirtina malê de pirsa Egît Îpek kirin!
11:45 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
11:12 Girtiyê ku ‘lêgerîna nava dev’ red kir 7 meh in nayê tedawîkirin
11:11 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
11:11 Strana 'Xuçê' diyarî jinan kirin
10:44 Malbata Şenyaşar: Her kesê edaletê dixwaze bila di 9’ê adarê tev li nobeta me bibe
10:22 Muzakereya Rûsya û Ûkraynayê taloqî hevdîtina sêyemîn bû
10:08 Mitînga 8’ê Adarê ya Enqereyê dê li Anitparkê bê kirin
09:59 Erdemcî yê ji doza DÎAYDER’ê hat berdan: Dixwazin tola Stenbolê ji me hilînin
09:58 Rojeva esasî ya DBP’ê azadiya Ocalan e
09:19 Dayika Nûdem Durak bang li hunermendan kir: Xwedî li keça min derkevin
09:07 Aydogan: Azadiya Ocalan bi têkoşîneke girseyî pêkan e
09:07 Girtî Ozcan: Bi mirinê gefan li min dixwin
09:06 Jin dê li Qada Îstasyonê ji bo azadiyê biqîrin
09:05 ‘ATK ne li gor zanistê, li gor îqtidarê biryarê dide'
09:04 Jinên astengdar: Ne alîkarî, em doza jiyaneke wekhev dikin
09:03 Ozdînç: Qeyûm perçeyek konsepta şerê taybet in
09:03 Nivîskar Akdogan: Heps û zindan jî qada wêjeya kurdî ne
09:03 Li dijî 'tundiya biunîforma’ têkoşîna polîtîk
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2022'YAN
01:31 Wezîrê Çandinî û Daristanê Pakdemîrlî îstifa kir
03/03/2022
21:37 Li Cizîrê Malgazê 75 salî hat binçavkirin
16:24 'Ji bo azadiyê em her derî veguherînin qada berxwedanê’
16:21 Li cihê Gulistan Doku lê hatiye windakirin daxuyaniya 8’ê Adarê dan
16:02 Li Amedê fûara înşatê hat vekirin
15:58 Li pêşiya Girtîgeha Kurkçulerê bang kirin: Dawî li sepana ‘lêgerîna nava dev’ bînin
15:51 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve
15:37 Dozger xwest rêvebera Komeleya Rosayê bê cezakirin
15:32 Jinan li Hezexê çîrokên jinên girtî yên nexweş xwendin
14:26 Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ diyarî Emîne Şenyaşar kirin
14:06 Malbatên Girtiyan: Şandeyên serbixwe bişînin girtîgehan
14:06 Doza Kobanê: Veguherandina civakê berpirsyariya me ye
13:25 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:16 Ji bo girtina DÎAYDER'ê doz hate vekirin
13:11 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:25 Çîroka jineke kurd û xizma windakiriyekî
12:15 Ferît Şenyaşar: Dîmen di arşîva dewletê de ne
11:54 Daneyên ENAG'ê û TÛÎK'ê yên enflasyonê gelek dûrî hev in
10:59 Qaymeqam pere û parlamenterê AKP'ê jî kar teklîfî malbata Dayan kir
10:45 Gelo Erdogan heyet şandiye Rûsyayê?
10:22 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şandeya muzakereyê cara duyemîn li hev dicive
09:33 Ber bi 8'ê Adarê ve: Jinên Rojava ji bo azadiya hemû jinên cîhanê têdikoşin
09:32 Çîrokên henûn: Efsûna Welatê Min
09:21 Jinên êzdî: Em ê di 8'ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:20 Li Cizîrê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
09:07 Ezîz ê Cewo: Şerê tê kirin şerê NATO û Rûsyayê ye
09:02 Jinên Rihayê: Ewlehî tune ye
09:02 Qeyûm avahiya şaredariyê da polîsan
09:02 Dîmenên dema qetilkirina ferdên malbata Şenşayar hatine dizîn!
09:02 Dosyeya Gezer şandin AYM'ê
09:02 Pêkanînên şerê taybet ên bi destê darazê tên parastin
09:02 Tuncel: Heke jin azad nebe, civakek nikare azad bibe
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2022'YAN