‘Di rapora ATK’ê ya Tugluk de îmzeya norologan tune ye’

  • rojane
  • 14:17 28 Sibat 2022
  • |
img
ENQERE - Siyasetmedara kurd Ayla Akat Ata di Doza Kobanê de parastina xwe kir û diyar kir ku mafê wan ê siyaseta demokratîk tê astengkirin. Parêzer Serdar Çelebî jî da zanîn ku tevî teşhîsa demansê, di rapora ATK’ê ya Aysel Tugluk de îmzeya norologan tune ye. 
 
Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê cotmeha sala 2014’an ku li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê hatibûn li darxistin, di nav de Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) jî, derheqê 108 siyasetmedarên kurd de doz hatibû vekirin. Di dozê de 22 siyasetmedar girtî tên darizandin û 10’emîn danişîna dozê îro li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir.
 
Danişîna dozê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin. Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê li eywanê amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Di danişînê de gelek parêzer û Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Saliha Aydemîr jî amade bûn. 
 
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û piştre jî serokê dadgehê ewraqên ku li dosyayê hatine zêdekirin, xwend. Rapora ATK’ê ya derheqê Aysel Tugluk de jî li dosyayê hate zêdekirin. 
 
LÊGERÎNÊN KEYFÎ YÊN LI QAWÎŞAN
 
Di danişînî de endamê MYK’a HDP’ê yê berê Bûlent Parmaksiz mafê axaftinê girt û bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehê. Parmaksiz, da zanîn ku binpêkirinên heyî hîn zêdetir dibin û wiha got: “Lêgerînên bi keyfî yên li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin. Di nava heman rojê de, serê her 3 saetan carekî li qawîşan du lêgerîn tên kirin. Di lêgerîna roja pêncşemê de me sedema vê ji midûrê girtîgehê pirsî. Ji me re got; ‘em kengî bixwazin, dê lêgerînê bikin.’ Bi zimanekî êrişkar nêz dibû. Di serdema wesayeta leşkerî de jî li girtîgehê mam lê belê tu carî rastî nêzikatiyeke wiha nehatim. Daxwaza min ew e ku ji bo pêşîlêgirtina van sepanan tiştên hewce bên kirin.” 
 
REXNE LI SEROKÊ DADGEHÊ KIR
 
Parêzer Alî Bozan jî ji ber nêzikatiya hişk a serokê dadgehê ya li hemberî parêzer û siyasetmedaran, rexne li serokê dadgehê kir û got: “Siyasetmedar Ayla Akat Ata ewraqên nû lêkolîn dike û dixwaze parastina xwe bike. Daxwaza me ew e ku destûr bê dayîn da ku Ata parastina xwe bidomîne.” 
 
‘BIRYARA BINPÊKIRINÊ YA DMME’YÊ HEYE’
 
Parêzerê Aysel Tugluk, Serdar Çelebî jî bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû û destnîşan kir ku mûwekîla wî di dema girtina xwe de nexweş ketiye û lewma neçar ma ye ku biçe nexweşxaneyê. Çelebî, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Di serê sala 2021’an de şandin nexweşxaneyê. Li wir çendek tetkîk û lêkolîn hatin kirin û di encamê de diyar bû ku Tugluk bi nexweşiya demansê ketiye. Lewma jî me ji bo berdana wê serlêdan kir lê belê bersivek nehat dayîn. Talokqkirina cezayê wê, girêdayî erêkirina ATK’ê ye. Lê belê DMME di biryara xwe de dibêje ku hewceye ev yek nebe sedema berdanê.” 
 
‘NEPÊKANE KU LI GIRTÎGEHÊ DERMAN BIBE’
 
Di berdewamê de jî Çelebî got ku divê rapora ATK’ê bê lêpirsîn û wiha pê de çû: “Ji ber vê yekê, me çendek raporên alternatîf wergirtin. Nepêkane ku nexweşiya demansê li girtîgehê bê dermankirin. Kesên bi vê nexweşiyê dikevin, nikarin parastina xwe jî bikin. Piştî daxwaza me, ji Girtîgeha Kocaeliyê re muzekkere hatiye nivîsandin. Bi nivîsandina muzekkereyê re Tugluk şandin nexweşxaneyê. Di rapora nexweşxaneyê de hat destnîşankirin ku Tugluk kariye tenê çendek pirsan bibersivîne, nexweşiya demansê neguhere û biryara herî dawî ji ATK’ê re hiştin û sewqî wir kirin. Me xwest ATK derheqê rewşa tenduristiyê agahiyan bide me lê me dît ku tenê îdianame li wir hatiye kopîkirin. Têkildarî pirsgirêka tenduristiyê ya Tugluk de hinek çavdêrî, test û tespît hene. Tê de tê gotin ku Tugluk nikare baş bala xwe bide tiştekî, fonksiyonên axaftin û razberkirinê qels bûne. Gelo tevî van tespîtan jî hûn ê biisrar jê bixwazin ku parastina xwe bike? Em, parastinê nakin û dubare dixwazin ku Tugluk were berdan.” 
 
‘ÎMZEYA NOROLOG TUNE YE’ 
 
Bi domdarî Çelebî diyar kir ku tevî nexweşiya demansê, di rapora ATK’ê de îmzeya norologan tune ye û wiha derbirî: “Îmzeyên di raporê de tevek jî yên psîkiyatrîstan in. Nexweşiya muwekîla min girantir dibe û me xwest ku biryareke li gorî rûmeta mirovahiyê bê dayîn û were berdan. Lê ev daxwaza me hate redkirin. Divê Tugluk, di zûtirin dem de bişînin nexweşxaneyê.”
 
Piştre jî Ayla Akat Ata parastina xwe kir, bal kişand ser 28’ê Sibatê û wiha axivî: “Dema em dibêjin 28’ê Sibatê, du tişt têne bîra me. Ya yekemîn, darbeya post-modern e. Fermandarê Hêzên Deryayî yê wê demê jî got; ‘ne hêzên leşkerî lê hêzên bêçek hikûmet guherand.’ Li gorî min, her du pênase jî rast in. Beriya vê, di sala 1968’an de nivîsek derket ku digot dê Necmettîn Erbakan bibe serokwezîr. Jixwe bû serokwezîr jî. Di serî de nekarîn koalîsyonê ava bikin. Piştre jî bi navê Tevgera Refah Yolê koalîsyonek ava kirin. Erbekan wê demê çû serdana welatên misilman û digot ku li şûna dowîz, bila li ser dînar bazirganî bê kirin. Di dema van serdenan de li Enqereyê jî şerîat di rojevê de bû. Pêvajoya ku AKP’ê ava kirî jî ev darbeya post-modern e.”
 
‘EM DIXWAZIN BIBIN HEMWELATIYÊN AZAD’
 
Ata, piştre jî deklarasyona Mutebeqeta Dolmbahçeyê ya di 28’ê sibata 2015’an de bi bîr xist û wiha domand: “Xala yekemîn a mutebeqetê de qala siyaseta demokratîk tê kirin. Lê niha pêşiya siyaseta demokratîk tê girtin. Pirsgirêkên ku em dijîn, li her devera Tirkiyeyê nînin. Zimanê min ê dayikê qedexe ye. Her balafira li Amedê radibe, rê li ber fikaran vedike. Deriyên çapemeniyê li me girtî ne. Nizanin bê ka em çi dijîn. Em dixwazin bibin hemwelatiyên azad. Dixwazim ku di nava sînorên vî welaltî de xwe weke kurdekî pênase bikim. Hemû kesî qanûneke bingehîn a nû qebûl kiribû. Hemû Tirkiye guherî lê qanûna bingehîn neguherî. Her devera pergalê eror dide. Dixwazim bibêjim ku ev her 10 xal gelek girîng in. Her çend ku di meclisê de nehatibin qebûlkirin jî, weke deklarasyonekê jî girîng e.” 
 
ŞERÊ ÛKRAYNAYÊ
 
Siyasetmedar Ayla Akat Ata di berdewamê de qala şerê li Ûkraynayê kir û wiha bi dawî kir: “Di sedsala 20’emîn de du şerên mezin hatin kirin. Bi dîtina neftê re, bandora xwe li welatên ereban jî kir. Wekî her carê, niha jî Rojhilata Navîn bû navenda şer û dagirkeriyê. Sînorên welatan, bi rastekan hatin xêzkirin. Lê ne sînorên Tirkiye û Sûriyeyê. Rûsya, bi îdiaya ku xaka wê ye, kete Ûkraynayê. DYA jî bi hinceta demokrasiyê kete Iraqê. Welatên Rojava, bi hinceta Îsraîlê destwerdana Rojhilata Navîn dikin. Pergala piştî têkçûna Sovyetan hatibû avakirin, ne li gorî rastiya erdnîgariyê bû. Bingeha pirsgirêkan jî ev e. Putîn, xwe weke damezirînerê Rûsyayê dibîne û li ber çavê hemû cîhanê êrişê dide desptêkirin. Ji bilî DYA’yê, kesekî bawer nedikir ku dê Rûsya bikeve Ûkraynayê. Lê yên ku ziyan digihijê, gel in. Hêvîdarim ku di hevdîtinên li Belarûsê de ji bo gelan tiştekî baş derkeve. Em baş pê dizanin bê ka şer tiştekî çawa ye. Divê hemû gelên cîhanê li dijî şer, bi awayekî hevpar tevbigerin. Dinya, ji hêla kadroyên şerxwaz ve tê birêvebirin.” 
 
Danişîna dozê dê piştî navberê bidome. 
 

Sernavên din

05/03/2022
20:03 Rêvebiriya Xweser 8'ê Adarê kir roja betlaneya fermî
18:38 Ji ber ku Tûglûkê nikaribûye pirsa 'serokkomar kî ye?' bibersivîne, bi ser de kirine qîreqîr!
17:04 ‘Bi hiqûqa dijminatiyê nêzî girtiyan dibin’
16:41 Coşa 8’ê Adarê berdewam dike
16:29 Ji bo jinên girtî yên nexweş banga berdanê
16:14 ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta jinên jinên winda pirsî
16:12 Panela yekemîn a Konferansa Feylî û Êzdiyan bi dawî bû
16:12 TMMOB û KESK’ê serdana Nobeda Edaletê kir
15:59 ÎHD’ê bi boneya 8’ê Adarê bal kişand ser rewşa jinên girtî yên nexweş
15:05 Jinên hatine windakirin û qetilkirin bi bîr xistin
14:59 Pekoz: Wexta ku Ocalan diaxive dengê aştiyê bilind dibe
14:35 KESK'ê li Amedê xwest xala 35’emîn û sepanên OHAL’e werin rakirin
14:33 TUHAY-DER: Em ê têkoşîna xwe li ser rêça Garîbeyê bidomînin
14:18 Jinan li pêşiya girtîgehê bang kir: Tecrîdê bi dawî bikin, girtiyan berdin
13:41 'Hezar sal jî derbas bibin em ê têkoşîna edaletê bidomînin’
13:40 Di meha sibatê de 24 jin hatin qetilkirin
13:26 Wezaret ‘lêgerîna nava dev” înkar dike, girtîgeh jî dibêje ‘heye’
12:07 Malbata Şenyaşar banga 9’ê Adarê kir
11:37 Komîsyona Zarokan a Wanê xeta îxbarê çalak kir
11:17 Şaredarê AKP’î îhaleyên bi 3 milyon lîreyan dan pismamê xwe
10:38 Ji hucreyê bang kir: Em ê nehêlin berxwedana jinan di bin siya êrişan de bimîne
10:27 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Li şûna çekan bangên diyalogê zêde dibin
10:14 Zanista Jinan: Kovara Jineolojiyê rêya azadiyê nîşan dide
09:20 Li Efrînê di 2 mehên dawî de 120 kes hatine revandin
09:19 Qeymeqamtiya Sûrê li 'navenda cazîbeyê' kon vegirt!
09:17 Ozsoy: Dagirkirina Ûkraynayê NATO'yê bihêztir kir
09:13 ‘Berpirsiyariya sereke ya rojnamevanan dabînkirina aştiyê ye'
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2022'YAN
04/03/2022
21:35 Polîs çûn mala Semra Guzel
17:00 Jin li qadan in: Tecrîdê rakin û girtiyên nexweş berdin
16:11 Şandeya HDP’ê serdana YNK’ê kir
16:10 Li Silêmaniyê şahiya 8’ê Adarê
16:08 Duyemîn Mihrîcana Filmên Kurd a Stenbolê di 24'ê adarê de dest pê dike
15:25 ‘Heta edalet were, em ê ji vir neçin’
15:03 Ji bo kongreya HDP'ê ya Dîlokê bang kirin
15:02 Li Cizîrê 5 kes hatin berdan
14:33 Qeyûm ji bo ‘Daristana Bahçelî’ baxçeyê çayê hilweşand
14:24 Li Amedê 8 kes hatin binçavkirin
14:18 Li Pakistanê teqîn: Herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:11 Nehêlan Gergerlîoglu biçe derveyî welat
14:08 ‘Kurdistana xweser ji bo demokratîkkirina Tirkiyê pêdiviyek e’
14:03 HDP û HDK’ê bang li Ewropayê kir: Deriyên xwe li hemû penaberan vekin
13:40 Derheqê Guzel de lêpirsîn hat destpêkirin
13:32 Malbatên girtiyan serdana Partiya Saadetê kirin
13:29 Rapora meha sibatê ya DFG’ê: 16 sal ceza li 5 rojnamevanan hat birîn
13:06 Kişanak banga avakirina Tifaqa Jinan kir: Dê bibe tifaqa aştiya civakî
12:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:00 Polîsan di serdegirtina malê de pirsa Egît Îpek kirin!
11:45 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
11:12 Girtiyê ku ‘lêgerîna nava dev’ red kir 7 meh in nayê tedawîkirin
11:11 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
11:11 Strana 'Xuçê' diyarî jinan kirin
10:44 Malbata Şenyaşar: Her kesê edaletê dixwaze bila di 9’ê adarê tev li nobeta me bibe
10:22 Muzakereya Rûsya û Ûkraynayê taloqî hevdîtina sêyemîn bû
10:08 Mitînga 8’ê Adarê ya Enqereyê dê li Anitparkê bê kirin
09:59 Erdemcî yê ji doza DÎAYDER’ê hat berdan: Dixwazin tola Stenbolê ji me hilînin
09:58 Rojeva esasî ya DBP’ê azadiya Ocalan e
09:19 Dayika Nûdem Durak bang li hunermendan kir: Xwedî li keça min derkevin
09:07 Aydogan: Azadiya Ocalan bi têkoşîneke girseyî pêkan e
09:07 Girtî Ozcan: Bi mirinê gefan li min dixwin
09:06 Jin dê li Qada Îstasyonê ji bo azadiyê biqîrin
09:05 ‘ATK ne li gor zanistê, li gor îqtidarê biryarê dide'
09:04 Jinên astengdar: Ne alîkarî, em doza jiyaneke wekhev dikin
09:03 Ozdînç: Qeyûm perçeyek konsepta şerê taybet in
09:03 Nivîskar Akdogan: Heps û zindan jî qada wêjeya kurdî ne
09:03 Li dijî 'tundiya biunîforma’ têkoşîna polîtîk
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2022'YAN
01:31 Wezîrê Çandinî û Daristanê Pakdemîrlî îstifa kir
03/03/2022
21:37 Li Cizîrê Malgazê 75 salî hat binçavkirin
16:24 'Ji bo azadiyê em her derî veguherînin qada berxwedanê’
16:21 Li cihê Gulistan Doku lê hatiye windakirin daxuyaniya 8’ê Adarê dan
16:02 Li Amedê fûara înşatê hat vekirin
15:58 Li pêşiya Girtîgeha Kurkçulerê bang kirin: Dawî li sepana ‘lêgerîna nava dev’ bînin
15:51 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve
15:37 Dozger xwest rêvebera Komeleya Rosayê bê cezakirin
15:32 Jinan li Hezexê çîrokên jinên girtî yên nexweş xwendin
14:26 Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ diyarî Emîne Şenyaşar kirin
14:06 Malbatên Girtiyan: Şandeyên serbixwe bişînin girtîgehan
14:06 Doza Kobanê: Veguherandina civakê berpirsyariya me ye
13:25 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:16 Ji bo girtina DÎAYDER'ê doz hate vekirin
13:11 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:25 Çîroka jineke kurd û xizma windakiriyekî
12:15 Ferît Şenyaşar: Dîmen di arşîva dewletê de ne
11:54 Daneyên ENAG'ê û TÛÎK'ê yên enflasyonê gelek dûrî hev in
10:59 Qaymeqam pere û parlamenterê AKP'ê jî kar teklîfî malbata Dayan kir
10:45 Gelo Erdogan heyet şandiye Rûsyayê?
10:22 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şandeya muzakereyê cara duyemîn li hev dicive
09:33 Ber bi 8'ê Adarê ve: Jinên Rojava ji bo azadiya hemû jinên cîhanê têdikoşin
09:32 Çîrokên henûn: Efsûna Welatê Min
09:21 Jinên êzdî: Em ê di 8'ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:20 Li Cizîrê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
09:07 Ezîz ê Cewo: Şerê tê kirin şerê NATO û Rûsyayê ye
09:02 Jinên Rihayê: Ewlehî tune ye
09:02 Qeyûm avahiya şaredariyê da polîsan
09:02 Dîmenên dema qetilkirina ferdên malbata Şenşayar hatine dizîn!
09:02 Dosyeya Gezer şandin AYM'ê
09:02 Pêkanînên şerê taybet ên bi destê darazê tên parastin
09:02 Tuncel: Heke jin azad nebe, civakek nikare azad bibe
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2022'YAN